|
|
|
|

Sîmûrg
Hey lo dilo!
Lê lê! Berxê! Rindê! Karîxezalê! Zarþîrinê! Rû xweþikê! Dilê min! Gula min! Canê min! Ez qurbana bejn û balê! Ez bilbilê wê þemalê! …
Dirêj dibe û diherike. Dibe rûbar, dibe derya, dibe asîman li rûyê ku bo wê/î diþewite. Dilop bi dilop, hêdî hêdî xwe berdide hemû hestên wî/ê yên ku di xwîna wî/ê de diherike.
Wext dibe zinar ser de tê. Wext dibe bendemana mirinê, bendemana peyveke xweþ ku dê dilê wî/ê hinik bike. Wext dibe bendemana biþirîneke ku di hindirrî wî/ê de dê bibe kilîta bihuþteke ku bûye xwediyê wî/ê.
Destê xwe dide þevê. Destê xwe dirêjî guliyên þevê dike, yên ku porrê wê tê de li ba dibe. Bi heyvê re dipeyive, bi xwe re, bi mijana xemên xwe re dipeyive.
Carinan belekî dihelin, avên wan diçûrisin ber dilê wî. Belkê hêviyek di quncikekî de(rast an xapînokî) lê bûye pêgirtina destê xwe.
Carinan berf dibarin her derê wî/ê. Ku nikare bigirî, dibe kevir di qeþaxaneyê de dicemide. Ku bikare bigirî, çavên xwe digire û xwe berdide tariya bêdawî û bêstêr.
Diderize carinan. Carinan dibe toz bi çolan dikeve. Carinan dikele dibe hilma girîna ewrên reþ.
Evîndar e ew.
Ew çûye di ewqas însanê ku nasdike de evîndarê yekê/î bûye û divê yê ku evîndarê jî bûye di nav ewqas nasên xwe de evîndarê wî/ê be. Gelekî zehmet e evîndarê hev bûn.
Li der, li dûran, li quncikan, li kûçeyan, li bajarekî din, li welatekî din belkê yekî/a ku zêdetir jê hezbike heye. Jiyîn ne bi þexsekî ve girêdayî ye. Li der, li derekê belkê þansekî din heye. Belkê mirineke din, belkê vejîneke din.
Tu kes ne ew e ku! Ku yekî/a din bûya, dê bi awayekî din bûya. Xweþ an nexweþ, wî/ê re çi?! Evîneke nizane dê çi bide wî/ê ku?!
Ew tenê ye! Tu þexs nikare bibe ew û ew evîndarê wê/î ye. Ew niha bi wê evînê xwe hez dike, xwe tiþtekî dihesibîne.
Yê ku wî mezin dike ne yê/a hember e, ew bixwe ye. Mezinbûna û jidiliya evîna wî/ê ye. Yê ku evîndarê bûye dibe ku derewîn be, dibe ku sextekar, dibe ku bênamûs, dibe ku bêþeref, dibe ku gûyek be. Evînê ew bixwe tenê dikare di xwe de mezin an piçûk bike. Ku wî/ê evîna xwe kir dîlê yê ku evîndarê bûye, wê demê evîna wî/ê dimire û meriv nikare jê re bêje evîn jî.
Evîn êþ e, jan e, bîrêkirin e û azadiya te û yê/a tu evîndarê bûyî ye. Yên ku ji evana re amade nebin nabin evîndar, dibin kûçikê ber derî.
26/07/2007
| Nivîsên berê |
Ji Çalakiyên Xwekuþtinê re ‘NA’
Bo jiyîneke baþtir e hemî keda me, tevgera me, westîna me, bazdana me. Bo jiyîneke pêþketîtir, bilindtir, birûmettir! e hemî kuþtin, dîl girtin, bikaranîn, þerr kirina me. Tawanbarê þerr tunne ye. Tawanbarê þerr ku heye, ew jî awayê hebûna me ya di xwezayê de ye.
Teþeyê hebûna me, me her dem dikiþîne hêzdartirîniyê. Çiqas em hêzdar bin, em xwe ewqas ewle û rehet hîs dikin. Ew ne sucê kesekî/ê an gelekî ye. Li tu deran û tu rewþê de rewþa însanan nabe wekhev. Tu wê pergalê çêbike jî însan tê de dijîn û her þexsek gor xwe dikare bikarbîne. Meseleya wekheviyê dixwezim nivîsek din de þîrove bikim.
Hûn bawer bin hûn rewþa Tirkan û Kurdan biguherînin, hûn ê dîsa rastî hevan gûyî werin. Hûn statuya maldar û belengazan biguherin, hûn ê dîsa bibînin ku maldarên me yên ku bûne hejar lomeyên xwe li wan maldarên ku berê hejar bûn dikin.
Ev di têkiliyên rojane û þexsî de jî wisa ye. Timî þerr heye di nav aliyên de. Yekî/e ku li hember yekî/ê hêzdartir be, dibe ku di têkiliyeke din de jî qels be.
Ev þerr û têkoþîn hem li ba mirovahiyê, hem jî di xwezayê de bi hovîtiya xwe didome. Divê bidome jî. Roja ku ew bisekine bizanin ku jiyîn li ser Dinê nemaye.
Bo mirovekî ku nîne tu wateyê zanîn an jiyînê tune ye. Ev jiyîn e û jiyînerên ku hene eleqedar dike. Ne rabirdû ne jî dahatû dikare vê rewþê biguhere. Hêdî her tiþt di dest yên vê kêlikê dijîn de ye.
Ku em çi dikin bo jiyînê dikin. Û navenda jiyînê de em hene. Ku tu heye jiyîn heye, ku tu hebe dê bo te jiyîn dîsa hebe. Bo vê heta tu dikarî nemire. Ku tu mir, jiyîn dimire, ku tu tunebe yê/ya heyî jî tune dibe.
Nemire! Divê ku tu çi dikî jî hêviya te ya jiyînê hebe. Bo ku tu baþtir bijî þerr bike. ‘Mirin xeweke bêdawî a bêxewn e’.
Em xwe û yên hember xwe nexapînin. Bêderew! Ew gotinên min zêdetir bo sosyalîstên! me ne. Qene dîsa bawermendên me xwe re çend çîrokan(bi min derewan) dikin mîsal.
‘Þehîd Namire?!’. Derew. Þehîd mir.
Ji ber van sedemên min û herkes dikare gor xwe sedeman çêke; ez dibêm çalakiyên xwekuþtinê re ‘NA’. Yên ku rastî wan însanan difikirin jî divê bêjin ‘Na’. Yên ku rastî xwe rewþenbîr dibînin jî divê bêjin ‘Na’.
Erê! Carinan tu nikarî bifilitî, kes bi dilxwezî xwe navêje mirinê, fam dikim. Lê divê timî hêviya jiyînê hebe. Kes divê bo tu kesî an gelî xwe neke bombe û neteqîne.
02/07/2007
Çima Kurdî?
Kurdên demokrat! û xwedî bîr û bawerî! gava mafrastiya xwe vedibêjin, jiber kirine dibêjin; “Ne di dest min de bû ku. Ez çi bikim, ez li vir hatime Dinê. Bi xwestina xwe ez li vir najîm ku.”
Ez jî dibêjim ku; ‘Jiber nepeyive bênamûs. Ku tu li dereke din bihatayî Dinê, tu yê di wê þexsiyetê de nebûyayî, tu yê yekî/a din bûyayî.” Yanê berxê min, ku tu li dereke din çêbuyayî; tu yê ne ‘tu’ lê tu yê yekî/a din bûyayî. Yanê karikê/a min, ku tu li vir nebûyayî tu yê tu wextî çênebûyayî.
Hîn me wateya zemên û wêr famnekirine. Ez bawerim çawa ker xwe ‘ker’ dibînin em jî bi hevan awayî xwe ‘Kurd’ dibînin. Gotina ‘Ez Kurd im’ tenê sembolek e, ku hûn hundirrî wî tije bikin dikare bibe xwedî wate.
Heke ku hûn ‘Kurd’ in û bi Kurdîbûyînê serbilind in, wê çaxê divê hûn Kurdîjîyinê jî bihezin. Wiha mînak bidim; gava ku em keçeke bedew dihezin, em bo wê çi ji destê me tê dikin. Em dixwezin ew bi me re bijî, bi me re bikene, bi me re bixeme, bi me re bicoþe, … An jî em dixwezin her tiþtê me bi hev re. Em wî /ê dijîn, ew me dijî. Ew hezîn û bi wê/î li gor xwe jiyîneke baþtir meþandin. Ku hûn bi hev re bidomînin, bixwezin hêzdartir bin û pêþerojê de tunne nebin, hûn zarokên nû çêdikin û xwe tevlî wan dikin.
Derewên we, sextekariyên we, bênamûsiyên we, rastî û duristiyên we, þexsiyeta we nîþan dide. Tercîheke we tune ye ku hûn bêjin ez ne ‘Kurd’ im. Ku hûn bêjin hûn li hemberî rastiya xwe derdikevin.
Kes ne mecbûr e tiþtekî hezbike. Divê însan li dû tiþtên ku diheze bikeve. Yê herî xweþ jî ev e.
Lê ku hûn li hemberî çand û zimanê xwe derewîn bin, wê demê hûn li hemberî xwe jî derewîn dibin. Ku we jidiliya xwe di noxteyekê de wenda kir, roj bi roj zêde dibin û di þûna yên divê hûn dûkevin de derewjiyînî dibe çanda we.
Netew ji þexsan pêktên. Ku þexs yek bi yek bikevin pêþerojê de netew jî dikeve. Têkiliya netew û zimên jî wisa ye.
23/06/2007
Lêxe dilê evîndar lêxe!
Robot nikarin bibin evîndar. Yên bêhest û xwediyê sewaliya hundirîn nikarin bibin evîndar. Yên ku li keçekê dinêrin tenê goþtî wan dibînin nikarin bibin evîndar, jiber ew dawiya orgazman mirar dibin. Yên ku bixwezin evîndarê/a xwe bikin dîlê xwe nikarin bibin evîndar. Yên ku wexta mirina evîna wî kete bîra wî, dilê wî kêr nebû nikare bibe evîndar. Yên ku di rûyê evîna xwe ya di xewê de bihuþt nedît nikare bibe evîndar. Yên ku jê dûrbin lê wexta xewê biþirîna evîndarê/a wan nakeve bîra wan nikarin bibin evîndar. Yên ku durist nebin nikarin bibin evîndar. Yên giyanê xwe yî amator wenda bikin nikarin bibin evîndar(Bo nivîskarên profesyonel!, belkî evîndarên profesyonel jî hene?!)…
Zeman xerab e, divê em hêjahiyên xwe biparêzin. Me çiqas zimanê xwe, çanda xwe, bîrhatinên xwe wenda kiriye, me ewqas jî evîniya xwe wenda kiriye.
Hûn jê agahdar nîn in, ji niþka ve xwe berdide hemû damarên we.
Di biþîrîneke piçûktirîn de dil dikele, dîlan digire, di hundirî xwe de delalekî/e ji yê/a heyî baþtir dizê.
Di ponijîneke sar î piçûktirîn de dil cemed digire, xwe bêçare û hejar hîs dike.
Bila rast be bila jihevqetîn be evîn .Ji wê dûr, ji xwe dûrbûn e. ‘Ez bêþerm, tazî, tenê bo te heme vê gavê.’ Roj, berêvar, xeyalên ‘mîstîk û romantîk’ hêdî wateyên xwe wenda bikin û di evîndar de bibin êþ û dilxwestinên mezin jî, jiyîne hînî me kiriye ku me hov berxwedaye û em wilo xweþtir digirnijin.
Divê em hezkirina xwe nedin ber hezkirina evîndarê xwe jî. Ji ber ku tu tiþtê wekhev nîne, di du mirovan de jî tucaran evîna hemberî hev nabe mîna hev. Evîn û hestiyariya hêlekê tim zêdetir an kêmtir e. Di evînên herî rast û xwezayî de jî aliyek hin wextan tenêtiyan dikiþîne.
Evîna ku herî geþ dibe, pêþdikeve, kêlik bi kêlik di xwe de difetisîne, xwîna yekî li rûyê yê din dike baran evîna yekalî(platonîk) ye.
‘Ku bibe bombe dilê min, ku bibe tofan dilê min, ku ji tirsa nebûna te qansêr bibe dilê min, ku nizanim bibe ziqqûma çi dilê min î har; tenê tu yî bi hezaran gûlên ber çemên deþtên dilê min.’ Hezbike, hezbike, hezbike... zêdetir hezbike. Ewqas hezbike ku hêdî wê/î jî hîs neke. Tu û barîna evîniya xwe.
12/06/2007
Welatê Derewînan
Ku çi heye di tevgerê de ye; dilive, têdikoþe, li gorî bîrhatinên rabirdûya xwe, li gorî yê ku tê de veþartiye xwe li jiyanê dixe. Ger nizanibe çi dike jî, dike. Ne divê bizane jî, jiber bi mîlyaran sal in ku ew tê de hatine hûnandin. Pêwistiya wî/ê bi zanînê tune, bi hewcedariyan heye.
Roj diçe avan, av li qeraxan dixe, ba daristanan dipelîne, ewr dadikevin çiyan, baran dilop dilop û dastanî tên xwarê, …
Hechecik difirin zozanan, perperikek ji þibakeyê xwe berdide hundir, mar hildikiþin bircan,…
Çiqas xweþ e ewqas jî bixof e xweza. Tirs û aramî dijê hev in. Tirs jiber birçîtiyê û ewlehiyê ye. Aramî ji peydabûna wan þertan pêktê. Têrbûna giyanewerekî dibe ku bibe mirina giyanewerekî din. Tirs û aramî timî li du hev; ji mirinê tirsîn û ber bi aramiyê bezîn em anîne îroj.
Xweza rolê her giyanewerî diparêze. Tenê dikare qasî hêza xwe bijî. Her giyanewer tazî ye û bi qasî hêza xwe têkoþîna jiyînê dide û li gorî tirs û xeteriyan di nav dewranan de pêþ dikeve. Ev hiþê mezin yê xwezayê ye.
Aniha giyanewerê herî hêzdar û hiþ-ar însan xwiya dike. Gerdûna jê bûye girtiye bin destê xwe û li gor kêfa xirr û qûzî xwe bikartîne. Ku em gelemperî þîrove bikin; hiþê însên gerdûnê ber bi encameke nediyar dibe, dibe ku di gavek herî nêzik de jiyîna li ser gerdûnê tunne bike.
Ku em bînin ser kurdan; hiþê kurdan pirr dûrî rastiya xwezayê û çanda ku xwezaya wan daye wan e. Xweza tazî ye; bêþerm, bêhizr, bêderew digirnije. Gel awêneyên xwezeya erdnigariya xwe ne. Kurdan de jî derew û jiberjiyîn bûye çand. Kurdan ev çand ji ku girtin û çawa pejirandin? Çawa ewqas zêde kirin jiyîna xwe ya rojane? Divê lêkolînên fireh werin kirin.
Di mal de derew, derve derew, li her derê derew. Di durûtî, qeþmerî, pejmûrdetiyê de di nav gelan de em di rêza yekem de ne. Em evîndarên derew in, hevalên derew in, keç û law an bavên derew in. Baweriya yekî/ê ji me bi yekî/a din tune.
Xemgîntir tiþtekî din, em hêdî êþan û janan jî jiber dijîn. Em bûne makîne. Em dixwezin însanê hember xwe gor xwestina xwe eyar bikin. Her kes dixweze bi þêweyekê yên din dîl bigire, bike parazît, girê bide. Em teknolojiya xwezayê bûn, niha me giyanê xwe kiriye makîneya berdestê me.
06/06/2007
Ciwaniya Wendayî
Em di nav zemanekî ewqas tevlihev de derbaz dibin ku; nizanin ku çawa derbaz dibin. Yên ku doh(duho,do) þivan bûn, îroj rabûne li welatekî Rojava bi msn û kamerayî bi malbata xwe ya welêt re diaxivin. Yên ku doh nizanîn bi zimanî dayikê xwe binivîsin, îroj rabûne bi zimanekî biyanî dinivîsin. Yê ku doh bi keran destpê dikirin, îroj li kerxaneyên herî nûjen didin mistdandin…
Hert tiþt pir lezgîn guherî… Di nava 30/40 salî de ewqas guherîn!
Bi hezaran pirs dikare were pirsîn. Bersiva wan hemiyan diþibin hev:‘Em ne ‘em’ ê berê ne’. Ango em ne ‘em’ in jî hêdî. Her yek li derekê wenda bûne. Bêbingeh, bêçand, bêteþe, bênasname,…
Dîsa jî ‘em’iyeke me heye. Ew jî em hemî ’ne em’ in hêdî.
Em ne ‘em’in lê vêca ‘em’ çi ne? Em ‘tutiþt’ in.
Ne Misilman in, ne Êzidî ne, ne Xaçperest in, ne Cihû ne, ne Ateîst in …
Ne komînist in, ne kapîtalist in, ne di navbera evana de tiþtekî din…
Ne demokrat in, ne liberal in, ne jî faþîst…
Ne Kurd in, ne Tirk, ne Farisî, ne Ereb, ne Katalanî,…
Em ‘tutiþt’ in…
Nizanim çima!
‘Em’ weke qûndeyan in, kê xwest bi ser me dikeve… Ku me xwe bihayî firot, em hinekî kêfê dikin lê dîsa ‘tutiþt’ dimînin.
Nizanim çima em bûne ker çûne.
Em sibê hetanî êvarê ji niyîna keçan diaxivin lê em nizanin binin keçan…
Em sibê hetanî êvarê ji welêt diaxivin lê em zimanê xwe nizanin…
Em sibê hetanî êvarê demokrasiyê dixwezin lê di jiyana me de gramek demokrasî peyda nabe…
Nizanim çima!
25/05/2007