Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Hûn dolaran bixwin, bila zarokê feqîran jî ji birçîna kîrê hev bimijin!

Mihemed Millî- 22/01/08- Ruha- Yaw em Kurd çi milletekî reben û xwelîliser in ya rebbî! Ma heta kengî wê axa û begên me hefsarê me bi dû xwe de bikþînin û wek serokeþîr milletê Kurd bi dewleta Tirko ve girêdin. Ma qet namûs û xîret nakeve pozê me yaw? Ka millet bûn, ka netewayetî, ka Kurd û Kurdistan, ma hema her tiþt ket qûna eþîr û malbatê?

De binerin bê serokê eþîra Seyhanî û wekîlê meclîsa dewleta virqo çi dawet ji nevîyê xwe re çêkiriye. Di sinneta torinê wî de dolar firyan hewayê, zêr û cewher rijiyan. Feqîr û belengazên gundî jî dilêþî, stuxwar û hebitî man. Di sinneta torinê Seyid Eyupoglû de dê weledê xwe avêt û 150 hezar lîre li sinnetê mesref bû.

Îcar bi 150 hezar lîre çend malbatên Kurd ên hejar pê xwedî dibin hûn zanin? Ohooooooo, 15 malbat karin tam salekê debara xwe bi wan peran bikin ellawekîl!

Lê ji berê de dibêjin “Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye” qurban. Ma xema serokeþîran gundî û xwelîliserên Kurd in, na canimmmm!

De ji xwe re li wêneyên sinnetê binerin û hûn û wîjdanê xwe....