|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
SAYÎN LOTIKXANE
Ez alîkarî ji
te dixwazim!
Kezebperityo-24/12/07-
Ez bi soya xwe ji Kurdlera me, lê ez bûme zavayê Turkleran.
Jina min gava qîzik bû, pir xweþik bû. Berî em bizewicin, camêriya xwe jî bi min re dikir. Tunabêjî, pîrika jina min gotiye jina min: "Kurtler enayîdir. Kendîne bîr Kurt bûl ve oninle evlen." û wê jî ez dîtim.
De xwezî min wê nedîta, ez sed car poþman bûme, lê ez bi guzelîka wê xapiyam. Niha ez êdî nikarim xwe ji destên wê xilas jî bikim. Gava ez hema xebereke ne li hesabê wê dibêjim, diçe giliyê min dike û cendirme tên, min dibin dikutin, dikutiin û dikutin...
Çi dema ku eskerekî Tirk li Kurdistanê tê gebermîþkirin, piþtre jina min, xesuya min, du bûrayên min û xezûrê min radibin bi qotedaran li min dixin, li min dixin û li min dixin...
Îcar li sosreta giran binerin, çend roj berê, kurê yekî cîranê mala xezûrê min, li Hekarya di nava berfê de cehimî. Îcar xêr û xweþî li we bibarin, kevir û kuçik li min bariyan. Elawekîl, pirî ku li min xistine, ev e sê car in ez eyarê berxikan digirim laþê xwe jî, ez rihet nabim. Ez ji tirsa wan newêrim herim ba textorekî jî.
Hertim dibêjinemin: Kurd adem olmez. Kurd dewlet gormez. Kurd kole doxmiþ û kole olecek.
Îcar ez bi gotina kesî naqehirim, lê ez bi gotina jina xwe pir aciz dibim.
Ez rica û sed hêvî dikim ku LOTIKXANE aqilekî bide min û riyekê niþanî min bike.
-------------------------------
Bersiva Lotikxanê
Yahewlelwela qiwetille billehilezîm!
Law sayin û mayin zavayê Tirkan, xwelîlisero, peppûko, rebeno!
Ma ji darê dinyayê te ji Tirkoleran pêve jin nedîtin oxlim? Ma hema te yekser bi a haletê xwe kir û te serê hefsêr xist destê wî hêê? Ma te nizanîbû ku mêrik bi çavekî ye û baþ natefsilîne malneket? Ê law ji alîyekî de ne sûcê te ye, malkambaxên mîna te pirr in. Em wek Lotikxane bawerin di vir de du sedemên mezin hene.
Yek jê: Sûcê bav û kalên me ye. Bav û kalên me ji berê de gotine “Aqilê Kurdan di serê kî....ê wan de ye”. Ev gotin jî bandorek neyînî li ser psîkolojîya Kurdan hiþtiye û tirr ji wan berdaye.
A diduwan jî: Sûcê Vladîmîr Îlyîç Lenîn e. Heger Lenînê qamkinik û çavsînî negotiba “Butun dunya halklari kardeþtir û yaþasin enternasyonalîzm”, wê Kurdên me jî nedabûna dû dûvê Tirkan û bi wan ve nezeliqîbûna.
Îcar brê mino, darêþikestîyo, xwedêjêstendo, te mala xwe bi destê xwe biriye mîratê ellawekîl! Em dibêjin dev ji jina xwe, xesû û xezûrê xwe berde, sûcê mezin sûcê qiraseyê te ye. Hema a baþ rahije kêrekê ko û zingargirtî û wî di qurmik de jêke û tu sax!
Binere bi destê xwe jêke haaaa, ban sinetçî neke, temam mi cîgerim!