Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Me jî sînor fireh kir

 

Sofî Xelef- 31/10/07-Lotikxane-Di van demên harbûna Tirkan de, hinek serker û siyasetmedarên virqo radibin daxuyanîyan didin û dixwazin ku sînorên Tirkiyê bên berfirehtirkirin û beþek ji Kurdistana azad jî têkeve nav sînorên wan. Di serî de serokê Partîya Segbavên Tirk Denîz Baykal û serokê Partîya Çeqel û Kûçikên Tirkiyê Muhsîn Yazicioglû ev pêþniyaz xistin holê û çend tirrên Elemanî kirin.

   Denîz Baykalko dibêje:”Paraztina herêma sînorê Iraqê pirr zehmet e, ji qûna me nayê em wan deveran biparêzin. Ji ber vê jî, divê em sînorên xwe bikþînin piþta çiyayên herêmê jibo em karibin bi serbestî zîtirkan bidin xwe” filan û fîstan.

   Li ser vê bûyerê, me jî wek Serokatîya Partîya Demokrat a Lotikxanê civînek awarte lidarxist û em gihan wê biryarê go em sînorên Kurdistanê berfirehtir bikin û vegerin nexþeya dema Împaratorîya Medya.

   Madem firehkirin û tengkirina sînoran wilo rehet e, meqes di destê me de ye û emê jî li gora dilê xwe biqusînin û bidrûn. Çawa be derew ne bi heq in û dinya hurrîyet e, hema kî dixe kê û ji kê derdixe serbest e. Me jî xist Denîz Baykal û Muhsîn Yazicioglû!