Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Yan hero yan mero

Cembelîyê Botî-28/10/07-Colemêrg- Em Botî mane di navbera Xelo û Celo de. Em hew zanin ne biçin dêrê ne biçin mizgeftê. Ji alîyekî dewlet û ji alîyê din jî KCK, DTP, PTT û TNT.  Em li kîjan alî binerin, alîyê din rima xwe li ser serê me dihejîne. Em nenerin û çavê xwe bigrin jî, îcar em þevekorî dibin û dinyayê nabînin.

Werhasil, piþtî kujtina 12 kerên Tirk, artêþa virqo herêma me kiriye herêma tampon û em jî di çavê wan de wek derzî û þûjinê ne. Ma em karin dengê xwe bikin? Na yaboooooooo, bi namûs em bûne wek mîha ku têkeve nav lepê gur. Ne deng ji me derdikeve û ne jî em karin bêjin em filan û bêvan tiþt in.

Werhasil, Tirkoler rabûne galeyana bi derewan û hêsirên tîmsehî li ser eskerên xwe dibarînin. Qaþo bi vê qarewar û qîrewîrê dixwazin nîþan bidin ku Tirkiye yek e, millet tev bi artêþê re ye û ji dagîrkirina baþûr re rê vedikin.

Erê lo, li deverek ji ê Silopîyê Artêþa Cewrikên Dêlegura Asenayê alên bi xwîn xistin destê gundîyan û ew derxistin xwepêþandanê. Çend pankart û slogan jî ji wan re nivîsandin û qaþo navê wê kirin “Mîtînga Protestokirina Terorê”. Ma gundîyên reben karin bêjin Naaaa!? Na canim, ew jî mecbûr man derketin ser girik û qelaçên herêmê û bêdilî xwe çend slogan avêtin derûdorê.

Werhasilî kelam, em Kudên bakur bûne goka nav lingê herdu alîyan. Em silavê bidin eskerên Tirk, em dibin “Objektîv yan sûbjektîv ajan”. Em silavê bidin ên çolê, em dibin “Watan xaînî”. 

Ê de ka hûn bêjin qurban, em çi xwelîyê li serê xwe bikin?