|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Beyrût cihekî helkeftî ye
Bo dînbûna min ya kesayetî Sîrwan Qiçço

Xewnên min li Amûdê þîn hatin û li Beyrûtê biþkivîn. Hîn bihna bîranînên zaroktiyê ji nava tiliyên min tê û ez bi van der û deran ketime….
Çendîn min dixwest ku careke dî vegerim wan kolanên kevnetor û tozgirtî û careke dî xwe di nav axa wan malên kelpîçî de bidim. Xwezî ez dîsa vegeriyabama zarokekî biçûk û wekî her caran min bi dawa bavê xwe girtiba, min ew hembêz kiriba.
Ez bawer dikim ew roj nema û çûn xwe li paþ dergehên bêrîkirinê veþêrin.
Nuha , ez ji nû ve dîwarên jiyana xwe bilind dikim, renge qedereke dî were pêþwaziya min , tevî ez xweþ zanim ku qedera mirovê kurd her ew qedere. Qedereke reþe…nenase..û têkçûyî ye !
Min rahiþte pênûsa xwe û min dest bi projeyê xwe kir, ez di gelek koncalan de wer bûm û min pir xem kêþan. Lê viyana pêþveçûn û serkeftinênê her dem hêzeke nenas dida min da ku ez li þopa xwe venegerim. Li Beyrûta surgunê her tiþt li pêþ mirov vekiriye da ku hasten xwe…xwenên xwe û dînbûna xwe derbirrîn bike. Renge vî bajarî ev taybetmendî ji deryaya xwe wergirtibe..!! ku weha bi vî staylî xwe ji nava paytextên Ereban berz dike " eger em bêjin ku ew paytrxteke Erebî ye! ".
Sofî, gawir û dîn… hemî li Beyrûtê dicivin û seqayên xwe bi kar tînin, bi azadî û bê astengî ku her yek ji wan li gorî baweriya xwe jiyana xwe dajo.
Renge ev etmosfêr li ser min nû bû ku li Sûriyê peyda ne dibû û ji ber vê yekê di destpêkê de li ser min giran bû û ne hêsan bû, lê tevî weha min riya dînbûna xwe çirand û bi coþeke hare z derbasî vî giyanê nû bûn, da ku ez qederek nû tomar bikim û xwe ji nû ve li ezmanên dînbûnê bifirînim.
Dînbûn karê mine û Beyrût baþtirîn cihe ku vê dîn bûnê lê raxînim.
Sîrwan Qiçço -
18/02/2009-Beyrût
| Nivîsên berê |
Pirs
Pelên te mîna vê payîzê
Hildiweþin…
Diyare ji koçberiyê
Têr nebûne.
Nema dixwazin di bin
Baskên te de bi cî
Bibin..
Te ew li kîjan dibistanê
Perwerde kirine..??
Havîn
Baran nema dibare..
Bera êdî rondikên min
erd û ezman
haþ bikin.
Kalek
Li ber dîwêr
Rûniþtî bû û
Çixarak kurmancî
Di dev de bû.
Hilm li çixarê dixist û
Kesera salan pêre
Berdida………..
30/12/2007-Beyrûd