Yan Soranistan û yan me navê Kurdistan

 

 

Kurmanco-30/05/07-Kurdistan-Di dema dawî de, gelek hewldanên têkçûyî li Kurdistana azad ji aliyê hin rewþenbîrên þêwezarperest ve bi plan û tevdîr bikar tên. Dest bi çîroka ala Kurdistanê û guhertina wê bû, rûniþtin û civîn û hewldan û zikqetandin da ko bikaribin ala Kurdistanê biguherînin.. Ev yek neçû serî û ala Kurdî bi rengê xwe yên dîrokî ma .. dûv re û piþtî têkçûna plana ew kesên têkçûyî modêlek din ji me re anîn meydanê, ew jî guhertina sirûda netewî bû. Hêja Þêrko Bêkes û kesên wek wî diramin, xwestin sirûda netewî li gora xizmetkariya ko nerîn û boçûnên xwe biguherînin û lingê xwe li hest û rêza miletekî ko ji 40 milyonî pêk tê bixînin..

Dîsan gelek civan û civîn li ser vê mijarê buhirandin, deng bilind bûn, nerînên cor bi cor hatin dan, xirocir çêbû ta ko ev yek hat naskirin bê ji ku dest pê kiriye. Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî rê li van plan û tevdîran girt û beyannamak belavkir, têde got: Em hîç qebûl nakin tu kes dest bavêje al û sirûda netewî û wan biguherîne, çimkî ev herdu ji pîroziyên netewayetiyê ne..

 

Werhasil, ev bû demek ko dîsan ew rewþenbîr li gel hindek siyasetmedar li dûv wan in, li ser benekî din dilîzin û vê carê bi kambaxî û dijwartir. Berê xwe dane fermîkirina þêwezarê Soranî li Kurdistanê.. Ev þêwezarê ko tu nivîs ta roja îro nehatine dîtin ko temenê ewan nivîsan berî 200 salî be...

Lê zimanê resen û zelal bi rêziman û nêr û mê ji hev cuda, zimanê bêtir ji 30 milyon Kurd, ew tu rêzê jê re nabînin û li gor dan û standinên wan, gengeþî û hesûdîyên wan dixwazin bi çi awayî be zaravayê xwe ber bi standardê de bibin.. Mixabin ko piþtgirîya siyasî ji evan kesan re heye, ji perleman û hikûmeta Kurdistanê destê gelekan di vê mijarê de heye.. Dema ev hesûd û xêrnexwaz li ser standarta ziman dipeyivin û dibêjin divê zimanekî hevbeþ li seranserî Kurdistanê bikar bê, mebesta wana ne zimanê Kurdmanciya jorî ye, lê ew zimanê Kurdmanciya jêrîn mebest dikin.. !!

Tu çareya li nîvî naxwazin ango yan Soranistan û yan me navê Kurdistan.. û "werîs li ser çirikê diçe" …!!