|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Qey zimanî Kurmancekan zimanî heywanekane kaka!
Cemîl Cewher-03/02/08-Hewlêr- Dibêjin rêvebirên Malbenda Perwerdeya Silêmanîyê çend dersên Kurmancîya ku hebûn jî ji bernama xwe avêtine û pehînek Sorankî li Kurmancan xistine. Yanî, wê ji niha û pêde li Silêmanîyê tenê Soranî bê xwendin.
Li ser bextê fesadên kolanên Silêmanîyê be, dibêjin Rêvebirê Perwerdeya Silêmanîyê Kemal Nûrî efendî xeber piþtrast kiriye û gotiye:” Ji ber gazindên xwendevan û mamosteyên ku nikarîbûn vê lehçeyê bixwînin û dersên wê bidin, me biryar daye ku van dersên Kurmancî bi temamî rakin” filan û jehr û ziqûm.
Yaaaaaaa....Hûn dibînin bê kakacanên me çi dikin ne wilo? Kûn karin Ingilîzî bixwînin û fêr bibin, hûn karin Erebî bixwînin û fêr bibin, hûn karin zimanê elokan bixwînin û fêr bibin, lê gava dor tê ser Kurmancî hûn dest bi gazindan dikin haa!? Ê kakaciyan, Tirkekan jî heman helwestê li dijî Kurmancekan digirin, baþe ferqa we ji hev çiye canekem?
E min bi sedan Soranekan dinasim ke ji guhdarkirdinî telefizyon û muzîkî Tirkî fêrî zimanekanî Tirkekanî bêbav bûne, baþe bo natiwanin fêrî zimanî Kurmancekan bibin heyatim?
Yan zimanî Kurmancekan zimanî heywanekane kaka!????