|
Nivîskarên Soranîstanê lotikek li Kurmancên Kurdistanê xistin
Þîndar Berwarî- 22/04/08-Duhok- Xuyaye wê pirsgirêka Kurmanc û Soranan heta roja qiyametê jî berdewam bike. Qey ev jî di qedera me Kurdan de hatiye nivîsandin. Werhasil, li ser bext û namûsa fesadên kolanên Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin 52 nivîskarên Soranîstanê daxwaza rakirina lehçeyên Kurdî yên ji derveyî Soranî li hikûmeta herêmê kirine û gotine: Soranî û bes! Yanî, kakacan dixwazin Soranî bikin zimanê fermî û pehînek malkambaxî li Kurmancî xin. Dibêjin serkêþîya van 52 lotikvanên Soran jî kesên wek Þêrko Bêkes, Þêrzad Hesen, Bextiyar Elî,Tariq Fatîh, Azad Berzincî, Bextiyar Kerîm, Refîq Sabir, Rêbwar Sîweylî, Rêbîn Ehmed Herdî, Fetah Zaxoyî, Merîwan Urya Qanîh, Hogir Mihemed Ferec, Ferûdîn Ebdul Berzincî, Ehmed Mîre û kesên wek wan Soranîperest dikin. Çi ecêbe ku yekî Zaxoyî jî rabûye tev li karwanê van Soranîperestan bûye û xwedê zane bê çend milyon dolar bertîl xistiye bêrîka xwe. Werhasil, li gora van lotikvanan xwedêgiravî Soranî bûye zimanê bi hezaran pirtûk, sedan rojname (rojnameyên ku zêdeyî sed libî nayên firotin û kes qûna xwe bi wan paqij nake) û ji zimanê herêmî derketiye, bûye zimanê fikr û ramanî (baþe ku negotine bûye zimanê navnetewî). Ez serê xwe û we neêþînim, ev kesên ku dixwazin lotikan li Kurmancî xin û dibin sedema parçekirina gelê Kurd, nizanin yan zanin ku bi vê helwestê wê xizmtek mezin ji dijminên gelê Kurd re bikin û Kurmanc û Soranan bikin dijminên hev. Lê ji wan re xem nîne. Xuyaye çawa ku Tirk dibêjin “Tirkek berberî dinyayê ye” ev kakacanên me jî bawerin ku Soranek berberî temamê Kurda ye. Lê di bingeha xwe de gava kurê ciwamêran bi Kurmancî dinivîsandin û edebîyata Kurdî bi Kurmancî pêþkêþî gelemperîya cîhanê dikirin, ev kesana hê ji diyên xwe çênebibûn. Îcar ka emê li benda bersiva hikûmeta herêmê bimînin û binerin bê wê çi keramet jê derkeve. Heger hikûmetê jî got: “Yan Soranî yan neman!” ji xwe diya Kurdan hat gan û Kurd ji hev tarûmar bûn. Na heger hikûmet bi guhê wan bigre, bikþîne û bêje: ”Hiþþþt, li ciyê xwe rûnin û lingê xwe zêdeyî xwe ranedin haaaaa!” wê dilê temamê Kurdan þa bibe û kêfa dijmin li me neyê. Yaw kakacan, Tirk Kurmancî qedexe dikin, Îran û Sûrî dikin, hûn çi ji Kurmancî û Kurmancan dixwazin babam? Ma Kurmanc xulam û koleyên devê deryê we ne hûn zimanê wan jêkin haa? Ê de birooooooonnnnnn! Îcar Kurmancino, xwelîliserno, bêxwedîno, wan 52 îmze dane ser hev, xîretê bidin xwe û hûn jî milyonek îmze ji hikûmetê re biþînin bavê min! Yan xwedî li xwe û zimanê xwe derkevin û yan jî cilika bêxîretîyê bikþînin serê xwe û hûn sax!
|