Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

  

Heyloo, dengûbas qedîyan birastî:

Zerikên Emerîkanî wê bêhna Bexdayê derxînin!

  

Aran Perînas-04/08/07-Swêd-Gruba Muzîkê Spice Girls dixwaze konserê li Bexdayê bide. Nîyeta xwe xirab kirine. Ew hesret di dilê wan de maye.

Gelek hunermendên dewletan ji dana konseran re amadene. Ketine dorê, heya bersiv ji reyisê ereban (Irakê) neyê, ev konser organîze nabin.

Niha tifaqek dibe, di demek kurt de gruba Emerîkanî ”Spice Girls” li meydanek Bexdayê wê konserekê bide. Gelek ereb bi vê konserê kêfxweþin. Ji kêfa teqlan davêjin.

Em ji niha ve dibêjin: Vî þensî nerevînin. Îro heye sibe tuneye haaa.

Tam di dema teqandinan de Spice Girls wê ji “hemþeriyên” xwe re bibêjin: Give them, give them! Ev ji bona Emerekaniyên li xurbetê moralekî gelek bilinde. Ji xwe di dema dawî de kuþtin û qelandin gelek kêm bûye, bila yekcar bibe çirik.

De em werin ser mesela ereban:

Ereb ji zimanê gawir û ecnebîyan fêm nakin. Ji xwe re kêf dikin.

Werhasil…

Li istatîstîkekê de wisan xuya dike ku gelek balkêþ e: Li bajarê Bexdayê ji 4000 kesan pirs kirine ka win vê gruba Amerîkanî Spice Girls nas dikin gelo? 3950 kesî bersiva erê dane! De wer îcar. Ji bona ku xwe li nav ”heval û dostan” biçûk nexînin, bersivên wisan didin.

Mîsalek:

- Ebû Melkê, te ne bihiîstîye wê kî bê vir, ne wilo?

- Naa lawo!

- Willeh wê grûbek ji Amerika bê, mala min, mala miiinn!

- Weylawo, çi kêfa te ye kuro, yên vir ne besbûn, îcar ev çiye yewell?!!

- Ya Ebû Melkê wilo nebêje, heya ev keçikên zerik bên bes bi tenê, dûvre wilo bibeyive!

- Keçik? Min tiþtek negotiye loo, wii. Hema  kar û emelê te maye bêbextî. Bira bi xêr bên, yaa ehlen û sehlen, yaa hele ya helee!

Welatê xwe tekûz kirin, þer û filan û bêvan qedîya, maye dora grûba Spîce Gîrls! Wile yabo we kir tirrrrrrrrrr!