|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Têr gepik nan naxwin, û dev ji ehmeqîya xwe jî bernadin

Evdilla Mihemed El Sûdanî- 02/12/07- Birastî hûn lê fikirîne bê çima welatên me misilmanan tev feqîr, tî û birçî ne? Hûn fikirîne bê çima tev zikreþ, hesûd, çavnebar û zinêkar in? Werhasil, ez bawerim piranîya welatên herî paþdemayî û birçî welatên misilman in, civaka misilman e. Ji xwe piranîya dewlet û welatên Efrîkayê ji birçîna bûne çerm û hestî.
Hesab bikin ku li Sûdanê xelk hatiye wê derecê ku ji mecbûrî “Mîz û rîxa dewarên xwe dixwin û vedixwin”. Ewqasî ku perîþan û bêmecal in. Lê bi ser vîqasî jî dev ji ehmeqî û bêaqilîya xwe bernadin û qaþo bi navê “xwedîlêderketina dîn” lotik û zîtirkên neinsanî davêjin hevdu. Aha ji we re nimûneyek baþ.
Li paytext Hartûmê mamosteya Ingilîz Gillian Gibbons, ji zaroka xwe re “hirçekî paçikî” dikire ku pê kêfa zaroka xwe bîne. Navê hirçê paçikî jî dike Mihemed.
Îcar yabo Sûdanîyên ku têr qepik nan naxwin vê bûyerê dibihîzin, fermanê li mamosta reben radikin. Wey bavoooo, te çawa navê hirçê kiriye Mihemed!? Neyse, mehkeme 15 rojan ceze dide mamostê. Lê Sûdanîyên ku rîxa çêlekan dixwin û mîza wan vedixwin, biryara mehkemê kêm dibînin û dixwazin ku rebena mamosteya Ingilîz bê þeniqandin. Werhasil, dibêjin niha vit-vit ketiye qûna mamosteya Ingilîz û li kirîna hirçê paçikî poþman bûye.
Ez serê we neêþînim, Xwedê cahiltî û nezanîyê neke qismetê kesî û hûn sax! Ma lao ha navê Osman, ha Elî, ha Welî, ha Georg û ha Mihemed, ma hûnê rabin navan jî li insanan qedexe bikin hey Xwedê ruhê we stendino! Hema bi telaq ezê jî navê kavirê xwe bikim Mihemed, navê dîkê xwe bikim Îsa û navê golikê xwe jî bikim Mûsa, de werin û qebûl nekin haaaaaa!