Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Swêd bûye hodri meydan!

 

 Aran Perînas-08/01/08-Swêd-

Berî çend rojan bûyerek ecêb li Swêdê bibû. Dê û bavek zaroka xweyî çend mehî gelekî êþandin, yanî gelekî. Hema hema mejîyê zarokê leqîya. Bebekê zerarek mezin dît. Werhasil, em werin ser mesela eslî, hinek camêran bi xêra xwe, giliyê wan li ba polîsan kir û çîrok destpêkir. Piþtî çend heftan kaxizek kete qûtîya postê. Wextek ji alîyê  dadgeha destpêkî hatibû.

Dadgeh destpêkir û hakim gihiþte vê qerara nefêhmbar. Di vê navberê de herdu kesên gumanjêkirî di dadgehêde sûçê xwe qebûl nedikirin, û sûc ji ser xwe davêtin dixistin sukra hevûdin.

Hakim: Me tantana we fêm kir, û nebixêr li we guhdar kir, û di destê me de delîlên bi quwet tunene.

Piþtî vê gotina hakim, heyetek lê temam kir: Em nikarin vê bûyerê wek sûcekî bibînin û we ceza bikin.

Hakim berdewan kir û got: Tê wê manê ku li gorî qanûna me, em nikarin we tawanbar bikin û mecbûr dimînin we berdin.

Mirov meraq dike ku em di çi demê de dijîn. Millet û alem þîyartir dibin, modern dibin. Bêaqilîya wisan kesî nedîtîye. Çawa delîl tuneye, herdû delîlên eslî ne, qaþo dadgehê bira 10 cara 10 sal hepis daba herduyan ku zanîbana dew birayê mêst e. Ehmeqtîya wilo kesî nedîtiye, insana dixin þûna keran. Qanûnên wisa hêsan û basît bi kêrî însanên wisa nayê, encex jê feyde bikin.

Bûyerên bi vî þiklî bûne problemên rojane wek nan û avê, li welatên ewrûpa gelek normal bûye, bi taybetî li Skandînavyayê. Ya starrrr dem dema xeraban e yaboooo!