|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
57 YTL bidin û bazdin ser xelkê

Tecawizcî Coþqûn-05/01/08-Taksîm-Stenbol- Serê salê li Taksîma Stenbolê keçek Emerîkî çend lotik ji çend qûnekên Tirk xwarin û derpî daket heta bi kabokê. Qîreqîr û hawara rebena keçika Emerîkî di felekê re derket û hema bêjin filtî filtî ji nav qirase û xiyarên Tirkên qûnek xelas bû. Yan na, wê bibûya wek çêleka bi ga û temamê xortên li Taksîmê wek dozerê di ser re derbas bibûna ellawekîl! Baþ bû ku hevalê keçikê xwedî lê derket û nehiþt hevala wî bibe wek peza guraxwarî û têkeve nav diranên Tirkên hov.
Lê tiþtê kesanedî ev e, qûnekê ku keçik taciz kiribû ji alî dadgehê ve bi 57 YTL serbest hat berdan. Yanî, dadgeha Tirko qebûl kir ku heçê 57 YTL bide kare bazde ser herkesî û tirran ji wan berde. Werhasil, îcar di bernameyek televizyonê de lotikvan û berdîberdaya Tirk Aysûn Kayaci bîranînek xwe got û got ku „ez jî di zarotîya xwe de li Taksîmê raserî tecawiz û tacîzê hatime“. Yanî, di 12-13 salîya xwe de doxîna wê li Taksîmê sist kirine û niha jî newêre di Taksîmê re derbas bibe.
Ez serê we neêþînim, Taksîm bûye wek gasîna garana gund. Hema ku keç yan jinek di wir re derbas bû, xwedê jê stend. Yan wê rastî xiyar û tirozîyan bê, û yan jî xelasî jê re tuneye ellawekîl!
Îcar hay ji xwe û hatina Taksîmê hebin qurban, heger hûn hatin Taksîmê bê demançe û xincer neyên. Ji min gotin…Piþtre nebêjin Tecavizcî Coþqûn bala me nekþand, okey!
