|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |

Rapora xebatê ya wezareta werziþ û lawan ji roja damezrandina wê( 7-5-2006) heta 7-10-2006ê.
Destpêk:
Siyaseta wezareta werziþ û lawan zelal û eþkereye ku dibêje” wezaret ji bona civeteke sivîl (medenî) û demokrat dixebite, ku tavaya civata Kurdistanê bigre, guh nade cudahiyên kulturî, neteweyî, olî, ekonomî, zayend û tendirustî”.
Ev siyasete rengdana bernamê kabîna pêncê ya hikumeta herêma Kurdistanê ye ku serokê wezîran berêz Nêçîrvan Barzanî ragehand bû:” … di vê kabîneyê de dê giringiyeke taybet bi lawan û biyavê werzþê deyin. Ji bona bi cî anîna pêwîstiyên lawan dê bi cidî xebitîn. Ciwan û lawaên xwe dê bi baþî berhev keyin da ku bikarbin bi erkê ser milên xwe rabin. Misogerkirina pêþerojeka geþ, di çarçûveyekê waqi’de, mafê siruþtî yê nifþê me yê dahatî ye. Dê wan berhev keyin ku ji bo avakirinê rolê xwe yê karîger bileyzin”.
Weke nerîtekê (adet) hikumetên demokartîk, wezareta werziþ û lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê dem ji bo demê dê rapora çalakî û xebatên xwe biweþîne. Merem ji vê yekê jî belvkirina zaniyariyan e bo hevwelatiyan da ku li ser kar û xebatên wezaretê agadar bibin, herwesa ji bo hindê ye ku hemû aliyên pewendîdar bikarbin van kar û çalakiyan bihelsengînin û bi dîtin, rexne, tecruba kar û reftarên þefaf zengîn bikin.
Ev cara yekê ye ku wezareta werziþ û lawan li herêma kurdistanê tê damezrandin. Digel du beþiya hikumeta herêma kurdistanê, bizava werziþê jî, mixabin, du beþ bibû. Li bajarê Silêmaniyê di roja 20-7-2005 de rêxistineke çetir bi navê Komîta Olompê hat bû damezrandin. Li Hewlêrê jî di roja 6-10-2002 de organek çetir ku perlemanê Kurdistanê pesind kir bû, bi navê Encumena Bala ya Werziþê hat bû damezrandin.
Rewþa van 15 salên Kurdistanê, ji ber hebûna gelek pirsgirêkan, derfet çê nebû ku werziþ pêþ bikeve, û du beþbûna werziþê jî werziþ lawaztir kir.
Piþtî damezrandina wezartê ci hatiye kirin?
Di vê raporê de, em naxazin behsa astengên damezrandin û rêkxistina rêveberiya wezaretê bikin. Lê em dixazin behsa kar û pêngavên piraktîk, ku li gor pilaneke hevçerx û xwedî standardeke bilin û dûrbîn peyrew dikin, bikin. Behsa çalakî û pirojên rêçikeþkên û nû, bi merema avakirina civateke medenî û demokrat û afrandina derfetên hevçerix û saxlem bo lawan û wersiþvanan, bikin:
1- Malperkê mudêrin ji bo wezaretê hatiye amadekirin, ev jî edresa malperê wezaretê ye: www.mosy-krg.org . ev malpere dê bibe dergehek çalak ji bo belavkirina zaniyarî û agadariyan derbarê kar û xebatên wezaretê, herwesa derfetek baþe ji bo çêkirina peywendiyan di navbera wezaretê û hevwelatiyan re.
2- Reþnivîsa yasayê wezareta werziþ û lawan bi herdu zimanên kurdî û erebî hatiye amade kirin û di roja 13-9.2006ê de bo komîta taybetî ya yasayê hatiye hinartin, ji bo ku pirosesa yasayî werbigre û bi dawî were.
3- Felsefa wezaretê di warê werziþ û lawan de bi pilaneka dirêjxayen, ji bo armancên nêzîk, navincî û dûr hatiye darêjtin. Ev kare jî piþtî guhdarîkirin û giftugokirin bi komele û rêxistinên cihê yên lawan û werziþê re û herwesa liberçav derbazkirina sîstemê gelek welatan, hatiye encam dan.
4- Darêþtina bingehê toreke (þebeke) têkeliyên baþ yên navnetewî ketiye kar.
5- Lîstek ji navên rêxistin û senterên lawan hatiye amadekirin, ji bo ku wezaret li gor wê lîstê bikare pilanên pirosesa hevkarî, helsengandin û lidûvçûnê dabirêje.
6- Di roja 11-9-2006 ê de wezareta werziþ û lawan bi nameyake fermî daxaz ji perlemantuyê Kurdistanî kirye ku komîteyekê ji bo karubarên lawan dabimezrîne. Armanc ji pêþniyarkirina damezrandina vê komîteyê; hemahengîkirina karubarên hikumetê ye û komkirina hêz û serbura lawan e di vê komîyetê de, ev jî bi merema ev komîte girftariyên lawan destnîþan bike û çaerseriyên minasib jê re bibîne.
7- Lîstê navê klubên weziþê yên herêma Kurdistanê li gor yekîneyîn îdarî hatine amadekirin û di malperê wezaretê de hatine weþandin..
8- Di rêya rêkxerê (koordînator) hikumeta herêma Kurdistanê re nameyek pêþkeþî neteweyên yekgirtê hatiye kirin û tê de me behsê pilanên wezaretê û pêwîstyên wê kiriye. Armanc ji vê pêngavê ewe ku di rêya kenalên giring yên netewên yekgirtî re ronahiyê deynîn ser pêdawîstiyên lawan û werziþvanên Kurdistanê.
9- Wezareta werziþ û lawan bi piþtevaniya 23 rêxistinên civaka medenî ya Kurdistanê û derve bangewazek pêþkepî civata navnetewî kiriye. Ku tê de pêwîstiyên herêma Kurdistanê di warê werziþ û lawan de destnîþan kirine. Herwesa di vê bangewazê de ew yek jî hatiye gotin ku nabe aramî û pêþkeftina Kurdistanê bibe sedemk ku pêwîstiyên Kurdistanê di van waran de bihêne jibîkirin. Hêviya me ewe ku di demek nêzîk de berhemek berbiçav hebe.
10- Fondek ê taybet bi wezaretê ve girêdayî, bi piþtevaniya serokê wezîran, ji bo harîkarîkirina pirojên biçûk ku ji aliyê lawên kêmderame (hejar) ve dihên afrandin, hatiye damezrandin.
11- Me têkeliyên baþ bi hêzên Korîya yê re çêkirine û komeka daxaziyên konkerêt pêþkeþî wan kirine. Berhemê bi dest me ketî ji encamê van peywendiyan ew ku þandeyeka 20 kesî ji kur û kecan, ji bo rahênan û fêrkirinê bo Koreya Baþûr hatine hinartin
12- Do rêya nunerê hikumeta herêma Kurdistanê li Baxadyê re, wezareta me li ser mihtaciyên wezaretê nemek arestey wezareta pilandanê ya hikumeta Îraqê kiriye.
13- Wezaretê ji bo yekxistina herdu organên werziþê yên Kurdistanê gelek gav avêtine ku xweþbextane di roja 29-7 2006 de hevgirtina xwe îlan kirin. Ev jî piroseyeke ku dem û kar ji re pêwîste. Heta herdu alî bi temamî yekbigirin, dê kupeyên yarî û çalakiyên yaneyên (klûb) werziþê wek xwe bimînin.
14- Bi destpêþxeriya (însiyativa) wezareta werziþ û lawan komîteyeke karî li gel wezareta perwerdê hatiye damezrandin bi merema pêþxistina çalakiyên werziþê di dibistanan de. Evê komîteyê heta nuke gelek rasparde di van waran de amade kirine.
15- Du kitêbên teybet bi (civata medenî) û (karê rêxistnê) ve ji bo çap û bilavkirinê hatine amade kirine. Ev herdu berhem zaniyarî û agahiyên gelek baþ di warê sîstema demokrasîkirina karê komele û rêxistinan de pêþkeþ dike. Bi dîtina me ev kar dê bibe çavkaniyên rênîþander di biyavên xwe de.
16- Festîvala roja cîhanî ya lawan. Di roja 2 ê tebaxê de yada roja cîhanî ya lawan li Kurdistanê cara yekê bû hat pîroz kirin. Di vê festîvalê de gelek çalakiyên kulturî û hunerî yên cihê ji aliyê beþdarvanan ve pêþkeþ kirin.
17- Pirojê rahênana rêxisina lawan- kursên taybet derbarê hunera xwerêxistin û birêvebirina komelan e, pêngava yekê ji gundê Kendekewe li rojava bajarê silêmaniyê, bi piþtevaniya wezareta werziþ û lawan û hevkariya rêkxistian KOMAK dest pê kir, û lawên Kendekewe, Komela Lawên Kendekewe damezrand û di paþerojê de dê çalakiyên baþ ji bo xizmetkirina xwe û ya jîngehê encam bidin. Ev pirojeye dê li hemû deverên din yên Kurdistanê were peyrew kirin.
18- Pirojê rediyoya lawan- radiyoyeke milî ya azad e bi hevkariya wezaretê hatiye damezrandin û ji aliyê Komela Radiyo ya Lawên Raniya ve tê îdare kirin. Qonaxa yekê ya vî pirojey di meha îlonê de 2006 ê de li Raniya ketiye kar. Pêngava duyê dê li bajarê Kerkuk destpê bike. Beþên vî pirojey pêkatine ji: kursên taybet bo karê rêxistnê, radiyo û teknîkê. Piþtî komîta rêveber û stodiyoya radiyoyê dihêt damezrandin, înca qonaxa pexiþkirinê ji aliyê komelan ve dest pê dike.
19- Pirojê bisiklêt ji bo lawan- law di senterên fêrbûnê de, bi xandinê re, dikarin heyvane bi dehan bisiklêtan bi destên xwe dirust bikin û berhem bînin. Ji blî fêrbûna hunera teknîka diruskirina bisiklêtan, ev pirojeye jo bo senterê lawan dê jêderekê êkonomî jî be. Helbet dê fayde ji bo jîngehê û saxlemiyê jî hebe. Navenda pirojey bajarê Xaneqîn e. Pêngava yekê diyarkirina kereste û jêderên firoþtnê ye û ev qonaxe cê bi cê bûye. Pêngava duyê girêbest û gehandina amêrane bo Kurdistanê, eve jî dê di meha oktober de cê bi cê bibe.
20- Pirojê Xaniyê Lawên Helebce-senterekê fêrkariyê yê azade. Merem jê ewe ku ji lawaên Helebce re derfeta zanst, huner û werziþê peyda bibe. wezareta werziþ û lawan serperiþtiya senterî dike, lê rêxistineka azad ya lawan erkê birêvebirina sernterê liser milên xwe digire. Pêngava yekê ew bû ku komelek were damezrandin û avahiyek ji bo navendê were dîtin, eve cê bi cê bûye. Di meha oktober ê de, pêwîstiyên wê amada dibin û dê bikeve kar.
21- Pirojê diyalog bi lawan re- ji zicîrek debat û semînaran derbarey lawan û doza demokrasiyê pêk tê. Qonaxa yekê bi hevkariya telefiziyona Kerkuk li bajarê Kerkuk saz dibe. Pêngava duyê li devra Badînan dest pê dike.
22- Piþtevanî kirina pirojê þanoya gerok, ev pirojeye nimayþkirina þanigeryekê ye bi merema nîþandana diyardeya kuþtina jinan liser namûsê li Kurdistanê ku rêxistina Asode birêve dibe
23- Piþtevanîkirina fondê Sport Selah ku ji Berîtaniya hawkariya Kurdistanê dike
24- wezareta werziþ û lawan di damezrandina kluba werziþê ya afretên Kuridstanê de, ji bo komkirina afretên Kurdistanê di bin siya yek çetrê de, destpêþxerî kir. Ji bo vê meremê komîteyeke berwextî ku ji 11 kesan pêk tê hatiye damezrandin. Ev komîteye erkê birêvebirin û pêþdebirina çalakiyên xwe li deverên cihê digere ser milên xwe.
Pilanên karê çend mehên li pêþiya me çi ne?
1- Heta wê dema ku yasayê wezaretê ji aliyê perlemantuyê Kurdistanê ve tê pesind kirin, wezaret dê bi awayekê berwext, rêveberiyên parêzgehan, ji bo ku di çalakiyên xwe de paþde nemênin, çalak bike.
2- Herdu organên werziþê pêwîste bi zûtrîn dem dawiyê bi piroseya yekgirtinê bînin û yek bigirin. Yekgirtina van her du organên werziþê yên Kurdistanê daxaza wezaretê û daxaza xelkê Kuridstanê ye. Siyaseta wezaretê di vê warî de karekê cidî ye ji bona bizaveke werziþê ya azad û demokarat û dûr ji siyaseta partiyan be.
3- Pesindkirina damezrandina konfedrasiyoneka giþtî ji werziþê re li herêma Kurdistanê. Heta wê dema yasayê wrzaretê dihêt pesind kirin, ev organe jî dê temam bibe û wezareta weziþ û lawan dê restexwe serperiþtiya vî organî bike.
4- Avakirina înfrastruktura(jêrxan) werziþê li sertaserî Kurdistanê. Di nav pilana me deye ku em pêngav bi pêngav li gor budceya wezaretê bixebitin ji bo yarîgeh, melevangeh û holên sergirtî yên sporê dirust bikin. Giringe kertê taybet jî di van waran de nexþeyekê geþ hebe. Em jî wê siyasetê peyrwe dikin û wezareta me amedeya navên wan kesên xêrxaz, ewên ku yarîgeh, melevangeh û holên werziþê ava dikin, liser wan avahiyan tomar bike.
5- Diruskirina cihên teybet bo rahênana lawan bi perwerdeyeka nû, ev jî di pilana wezaretê de ye bo nîva duyê ya sala 2007ê. Eger budceya wezareta me dest bide, me li bere van navendên rahênanê li her sê parêzgehan dirust bikin.
6- Danan sîstemeke hevkariyê ji bo navend û rþxistinên lawan ku peyrewê ji pirosesa demokratîk bike, siyaseta demokratîk ya hikumeta herêma Kurdistanê bi giþtî û siyaseta wezareta werziþ û lawan bitaybetî.
7- Lîsteyê wan pirojeyên ku wezareta werziþ û lawan piþtevaniyê lê dike di dawiya salê de dê di melpera wezaretê de werin weþandin.
8- Di sala 2007 ê de, wezareta werziþ û lawan dê krîteriyên ( pîvan) xwe yên taybet ji bo helsengandina kar û çalakiyên di herdu warên werziþ û lawan de diyar bike.
9- Piþtî yasayê wezareta werziþ û lawan ji aliyê perlemantuyê Kurdistanê ve tê pesind kirin, sitafê karmendên wezaretê dê were danan.
10- Demjimêr 9 ê roja 28 ê oktober bi serperiþtiya wezareta werziþ û lawan helmeta ”kurdistanê paqij ragirin, Keep Kurdistan Clean-KKC, dest pê dike. Armanca vê hewê alîkarîkirina hemû aliyê peywendîdar ên hikumetê û civata medenî ye ji bo paqijkirina Kurdistanê û pêþxistina hiþiyaria jîngehparastinê.
11- Sazkirina panel û semînaran liser desturê herêma Kurdistanê di perspektiva lawan û werziþvanan de.
12- Damezrandina komîteyeke hevbeþ bi wezaretên din yên hikumetê re ji bo ku li ser doz û karubarê werziþê û lawan dûvçûnê bikin û agahiyan bidin hev.
13- Ragehandina çendîn pirojên cihê û daxaza hawkariyê ji komele û rêxistnên civata medenî bihêt kirin ku serperiþtiya wan piroja bikin.
14- Hawkarî kirin li gel fakulteya(kolîj) perwerdê li zankoya Selahedîn ji bo ku dîroka werziþa Kurdistanê bi awayekê elektironîk û hevçerix bihêt tomarkirin.
15- Hawkarî kirin li gel zankoyên Kurdistanê bi merema derbarê kêþên werziþ û lawan vekolînên akadîmî bihên kirin.
Wezareta werziþ û lawan
Hikumeta herêma Kurdistanê