Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

  

Me carekê gotibû cîgerim, hûn herin erþ hûnê bên ber terkê reþ!

Ehmed Beyan-12/03/08-Enqere- Me carekê ji Tirkoleran re gotibû “Hûn herin erþ hûnê dîsa bên ber terkê reþ”. Xuyaye ev gotin û dua me qebilî û Tirk hêdî hêdî tên ber terkên Kurdên reþ.

   Serokwezîr Erdogan di hevpeyvîna xwe a di rojnama New York Times de ji rojnamevan Sabrîna Tavernîse re behsa reformên ku wê li bakurê Kurdistanê bike dike û çend lotikan davêje. Kasimpaþali Receb dibêje:”Emê di nava 5 salan de rojhilata Tirkiyê (Kurdistanê) bikin Parîs. Emê rê û barajan çêkin. Emê piþtî çend mehên din dest bi weþana Kurdî bikin. Wê kanalek tenê bi Kurdî, Farisî û Erebî be. Wê ev gav rê ji bidestxistina mafê çand û kulturî re veke” filan û fîstan.

Li ser pirsa xanim Tavernîse “ma raste têkilî û danûstendinên we yên neeþkere bi desthilatdarîya baþûrê Kurdistanê re hene?” Erdo dibêje:”Helbet wê hebin. Merivên me li baþûr hene, ê baþûrîyan jî li bakur hene, em xwedî û merivên hev in. Ma go em bi wan re têkilîyan daneynin emê bi kê re deynin qizim!” filan û dîsa fîstan.  

Yaaaaa, de bixwe ha oxlimmmmm! Em merivên hev in haa? Ûlan ewladim, ma meriv dijminatîya meriv û xizmên xwe dike lan? Madem Kurd meriv û xizmên we ne (xwedê neke rebbî) ev çi zimandirêjî û dijminatîya baþûre yawrûm? Yan me gunikreþên Kurd di ser serê xwe de dîtin? Piþtî we dît go hûn nikarin bi þer zora Kurdan bibin, îcar em bûn xwedî û merivên hev ha!? 

Ê de yurruuuuuuuu sur eþegî Nîgdeye cîgerimmmmm!