Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Hûn çi ji serokê Kurdan dixwazin qardeþim!

 

 

Hesen Almas-17/02/08-Waþîngton- Birastî min hê jî fahm nekiriye, çima rewþenbîrên Kurd (!) zû tên lîztika xelkê û dijminatîya berjewendîyên xwe dikin? Çima kesên ku çend rêz û reþbelek nivîsandine xwe wek rewþenbîr û berdevkê vî milletê reben dibînin? Bi çi heq û hiqûqê dijminatîya kesayetên Kurd dikin? Çi ked dane, çi xwîn û xwêdan rijandine heta ku wî mafê dijminatîya kesayetên ku îro bûne sembola doza milletekî dikin? Helbet mafê her Kurdî heye ku rexneyan li A yan B bike. Lê gava rexne bûn tawanbarî û sînorên rexneyê hat çirandin, êdî rexne dibin lotik, cotik, zîtirk û hetta pehînên bergîla.

 

Werhasil, em vegerin ser mijara xwe û zêde serê xwe û we neêþînin.

 

Sayin qûnek Michael Rûbîn ê Emerîkî ji zûde dijminatîya Kurdên baþûr û bi taybet jî dijminatîya malbata Barzanî dike. Ev ne nû ye. Rûbîn ji Tirkekî zêdetir bûye berdevkê lobîya Tirkan û lotikan li Kurdekan dixe. Ev eþkere û ne veþartî ye. Rûbînê ku dostê diz û keleþên wek Mustafa Suzerê Tirk (ku banqeyên Tirkiyê xirtûm kiribû û serê xirtûmê jî xistibû qûna Rûbîn) û Ehmed Çelebîyê Ereb e, berî demekê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqê Mam Celal Talabanî wek “diz û keleþ” bi nav kiribû.  Sayin qûnek Rûbîn gotibû “Barzanî 2 milyar û Talabanî jî 500 milyon dolar dizî ne” filan û fîstan.

 

 Êêêêêê? Ka delîl û îspat? Tunneeeeeeeeeeeee! Ka ew pere di kîjan banqeyên dinyayê de ne? Dîsa tunneeeeeeeee! Kesî bi çavê serê xwe dîtiye? Naaaaaaa! Êêêêê? Naxwe ev çi gûxwarine qardeþim! Yaw ma bi serê te û bavê te ketiye ku tu hesab ji serokên me dipirsî mîster Rûbîn? Diz bin dizên me ne, qehreman bin qehremanên me ne, þîrîn bin, tehl bin ê me ne cîgerim, bihêle bila em Kurd wê biryarê bidin, wîî! Tu here qûna Tirkan balêse û ji Erdogan, Turkeþ, Buyukanit, Baykal û ji Tansû Çîller hesabê dizîya milyardolaran bipirse ewladim!

 

De neyse, mesela me çi bû? Haaaaa, wextî me sayin kekê me Metîn Tîmoçîn ji bîr bikira haaa!

 

Dibêjin sayin M.Tîmoçîn çavê xwe girtiye û  (ji qewla Tirkan ve baliklama) xwe wek masîyê nava avê avêtiye dawa Michael Rûbîn û di malpera Nasnamê de piþtgirîya vir û derewên Michael Rûbîn kiriye. Yaw qardeþim, canim cîgerim, heta bi miþk û pisîkan jî zanin ku Michael Rûbîn berdevkê lobîya Tirkan e û ew dijminatîya Barzanîyan dike.

 

Baþe li te çi hewal e? Tu li Kanadayê û Barzanî-Talabanî li Kurdistanê! Yan delîl û îspat di destên te de hene? Heger hebin ji kerema xwe ji me re jî bêje ku em jî piþtgirîya te bikin îkî gozum!

 

Ma ne þerm e  ku Kurdek rabe piþtgirîya berdevkê Tirkan bike û zimandirêjîya serokên Kurdan bike babam! Me çi xwîn û xwêdan rijandiye ku em zimandirêjîya Barzanî û Talabanî bikin? Çend malbat yan eþîrên me wek malbata Barzanî xwe kirine qurbana doza milletê Kurd? Eve qirnek e ku malbata Barzanî serkêþîya doza milletê Kurd dikin, bi mal û canê xwe ve telef bûn, hatin kujtin, derbeder bûn, û dîsa jî dev ji doza xwe bernedan û Kurd anîn rewþa îro. Heger ne ji tekoþîna malbata Barzanî bûya, gelo wê Kurd îro di çi rewþê de bûna cîgerim!

 

De neyse, Barzanî 2 milyar dolar xwaribin, Talabanî 500 milyon dolar xwaribin, qet xema min nîne ellawekîl! Mafê wan e qardeþim, kî bixebite, kî xwînê birjîne, kî ji bo milletê Kurd serê xwe deyne ber þûrê dijmin, xwarina peran jî mafê wî ye û xelas! Kesê ji bo Kurd û Kurdistanê kevirekî daneyne ser kevirekî, bedena xwe ji fîþekên dijmin re neke mertal, mafê wî û lotikan jî tuneye. Lê kesên ku wek malbata Barzanî û Talabanî kefenê wan tim û tim di bêrîka wan de bû, xwedî maf in peran jî bixwin, xwarinên xweþ jî bixwin, balafirên wan jî hebin û serê govendê jî bikþînin.

 

Heger rast be, 2 milyar dolar li kek Mesûd û 500 milyon dolar jî li Mam celal xweþ helal be rebbî!