|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Nameyek bê sansûr

Rustem Þad-09/10/06-Amed- Merheba ji we re! Wê rojê min bi korfelaqî li Roj TV temaþe dikir. Ji niþkê ve yekî bêmirês derket, min got qey ji komir ocaxlari derketiye. Mêrik bi jinika ku Kurdî Tirkî li nav hev dixist re dipeyivî. Piþtre qaþo bernameçêker çav keçek zaro ket û ji niþkê ve qeblo kiþand ber devê wê û got: “Ka eva ciwan re tiþtna bêjim”, min jî meraq kir gelo ewê çi bêje? Mêrik xwe hêdî hêdî xwe nêzîkî keçikê kir. Dûra ez di xwe fikirîm, “aniha ev çima vîna qabloyek zirav û mîkrofonek pêve wek piþkokê ye?” Haaa, dûra min nêta wî tolazî fêmkir. Rabû kaboka xwe anî nêzîkî keçikê û dûra çîmê xwe bi ê wê re zeliqand. Ez zêde serê we neêþînim. Min dî ji niþkê ve ew keçika zaro bi ser xwe ve anî. Bêlomebe ya rebbî! Ev çi kulture, ev çi rezaletîye yaw? Ma li ser þewitandina gundan, zîndan û malwêranîya Kurdan bila ev bêedebên wilo herin tolazîyê bi keçên Kurdan re bikin? Ma ev ne gunehe? Heger li tolazîyê digerin, bila herin bi Banû Alkan re tolazî û qeþmerîya xwe bikin, ne bi keçên Kurdên belengaz û reben re!
Min xwest ez sûretê vî tolazî ji we re biþînim. Ev kesê ku bi edeba Kemalîzmê rabûye, qaþo dixwaze reportajê bi Kurdên ku mala wan xerabûye re bike û gilî û gazinên wan pêþkêþî temaþevanên Roj TV yê bike. Lê di ber re jî destê xwe dirêjî çeng û bendê keçikê dike û bêfedî difirkîne. Ma kes tune ji vî tolazî re bêje ku bila li gor edeba Kurdî reportajan bike? Hindik mabû ev qeþmer destê xwe bixe nav pêsêrên vê keçika zaro.
Ji bo Xwedê hûn ji dêvla min tiþtekî ji vî tolazî re bêjin. Yan jî ji Roj TV re bêjin bela van kesên ku bi edeba Kemalîstan û kultura kolanan mezin bûne neynin ser televizyonê. Heyfa Roj TV ye ku mirovên bi vî awayî navê wê biherimînin û bi kesayetîya keç û jinên Kurd bilîzin. Hêvîdarim wê rayedarên Roj TV hay ji bernameyên xwe hebin
Rustem Þad /Amed / 09/10/06
Va ez çend sûretan ji we re diþînim. Yeko yeko lê binerin, lê bi taybet li sûretê no 7 binerin bê çawa çengê keçikê difirkîne






