Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Wek mehîna kihêl e!

Þemal Amedî-01/09/07-Hollywood- Torî Braver, wek lotikvan û bedewa pêþerojê tê qebûlkirin û ji niha de bûye þêrîna ver dilê zilaman. Ciwanikê hem bedew e, hem spehî ye û hem kî ji bejn û bala xwe ve wek tayê rihanê û dara spîndarê ye.

   Dibêjin Torî (Çi navekî Kurdî ye ne wilo? Bêbavê tu dibê qey ji Torê, ji derûdora Midyadê hatiye) Braver jî wek gellek bedewên dinyayê bi lihevrasthatinekê hatiye keþifkirin û siûda wê vebûye. Xwedê bedewî û qismet nake nesîbê her kesî. Lê xuyaye parek ji wî qismetê go Xwedê belav kiriye, bûye nesîbê Torî xanimê ku di demek pir kurt de binavûdeng bû û ket ser zimanan.

   Ez serê we neêþînim û dilê we li Torî Braver xera nekim, ez dibêjim:"Berî go xortên xelkê li dora vê jinika xweþik bigerin û lotikan lêxin, bila xortên me bi lez û bez têkevin dora tenûrê û dorê nedin xortên xelkê. Hey piranîya jinên bedew wek Angelîna Jolîe, Scarlet Johanson, Pamela Anderson, Salma Hayek û wek wan ji kîsî me çûn. Qe nebe bila Torî xanim ji destê me nereve bavo, wey! Ji dêvla go hûn herin bi jinên Tirk, Ereb û Farisan re bizewicin û mala xwe biviritînin,hema bila jinek Amerîkî be çêtir û bixêrtire ellahwekîl!

  Yan ez xelet im?