Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Li Kurdistana bakur qezayên trafîkê

 

Cembelîyê Botî-16/02/08- Colemêrg-

Em dibêjin “li welatê me þerê qirêj heye, gelek kes tên kuþtin û birîndarkirin”. Dê werin em li statîstîkan binêrin, ka di þer de yan jî di qezayên trafîkê de pirtir kes tên kuþtin û brîndarkirin.

 

Li gor raporên  statistikên trafîka 2007 an, tenê li rojavayê Kurdistana bakur “Tirk jêre dibêjin Doxû Anadolû “  21 hizar û 19 qeza çêbûne. Di van qezayan de 270 kes mirine û 9513 kes jî birîndar bûne. Îcar we dît neeee! Ka mirî di kîderê de zêdene? Bêgoman ev mirî û brîndar jî beþek ji yên þerê qirêj in.

 

Kurdên me yên ku ji cih û warê xwe bûne; êdî ne cotkarîyê, ne pezxwedîkirinê ne jî dikarin rêncberîyê bikin. Ew ked û xebat, þerê qirêj ji destê wan standin. Yên ku pez û heywanên xwe firotin, ji neçarî ji xwe re tirimbêl (seyare – erebe) kirîn, da ku biþên hinek petrola qaçax bi wan bikirin û bifroþin an jî barkêþîyê pê bikin. Bi wê hêvîyê biþên debar û risqên zaroyên xwe jê derxin.

 

 Heta lêre temam û bê qisûr e. 

 

 Lê ya xelet ewe ku ev biraderên me di rêyên qanûnî de ehlîyetê (îcazet) nastînin.  Piranîya wan bi bertîlan ehlîyetê distînin. Lewma jî qaîdeyên trafîkê nasnakin û dibin sedemên qezayan. Ca ji xwe yên li ser tixûbên Îranê bi firotina çend kîlo  “çortan” hema dibêjin “ du kîlo toz yek otobos” û trimbêlekê dikirin. Ehlîyeta bi bertîl destxistî dikin berîka xwe.  Li ser tirimbêlê dinivîsin “Allaha Emanet” (Emanetî Xudê ) an jî dinîvîsin “Allah Korusun” (Xudê Bistirîne).  Ji boy ku çav lênexin jî çend morikên þîn an jî nalek hespan pê vedikin û derdikevin ser rê.

 

Êêêêêê brayên ezîz, ez heyrana çavê we , ma hûn nabêjin xwe wê xudê kê ji we biparêzit û kê ji we neparêzit? Heke balefir, tirimbêl, keþtî û debabe li ser nivîsîna xudê biparêze meþîyabana, ne hewceyî pîlotan, qaptanan û þofêran bû qurban! Ewê fêrî hajotinê nebana, li malên xwe rûniþtibana û gotibana “felekê  kelek“ brayên mino!

 

Hajotin û qaîdeyên trafîkê baþ fêrbibin û paþê hajotvanîyê bikin. Ne bibin sedemên mal, can û seqetbûna xelkê û ne jî bibin sedemên mal, can û seqetbûna xwe. Ji me gotin, hûn dikin an nakin hûn dizanin.