|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
ZELZELA VÊ CARÊ NE ÎÞÊ HENEKAN E

Satilmiþ Eþekçalan Stenbol 16/ 06/ 2007
Gelî Stenboliyan, vê carê zelzele ne îþê henekan e. Ew Stenbola ku digotin: Taþî torpexi tevde zêr û zîv dir niha wê kevir û kuçikên wê tev bibin gotistan û hûn di binê pêlên ava Mermerê de dimînin. De zû bikin û ji Stenbolê derkevin.
Va ye pisporên Tirk û Frensiyan bi hev re lêkolîna xwe ya di binê ava Mermerê de kuta kirin. Ew qelþa faya zelzelê destpêkiriye gaz û ava kel difiþtiqîne.
Xwedê wekîl e, dibêjin zelzela vê carê ne wek ya carên din e. Wê felaketa Tsumaniyê rabe lotikan û we tevan bixeniqîne. Wê hingê xelk bêje: Rehma Xwedê li zelzela 17ê Tebaxê be.
Ji 12ê Gulanê ve ye ku pisporên Tirk û Frensî lêkolîna bi keþtiya Le´Atalantayê di Deryay Mermerê de dikin, roja 13ê Heziranê jî bi dawî bû.
Li ser naveroka babetê, ji Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Kanê Profesor Dr. Naco Gormez gotiye: Derketina gaza Metanê û ava gurr ji qelþa faya di binê Mermerayê de, peyama zelzeleyeke wisa mezin in ku hebe nebe, wê Stenbol bi erdê re yekere bibe. Xasma jî kevî û kendalên di kûrahiya Çinarcik û herêma ku tengava Îzmîtê ku digîjîne Deryaya Mermerê, diherifin û serobin dibin. Wê gir û çiyayên hawîrdor tev binixurin jêrê û þûna deryayê dibe deþt. Wê hingê pêlên avê wê gund û bajarên hawîrdor bi erdê ve yekere bikin.
De em ê çi bikin, em ê jî bêjin: INA LILAH WE ÎNA ÎLEYHÎ RACÎHÛÛÛÛN. Xweda rehma xwe li miriyên qenc bike. Lê heçî miriyên Kurdkuj bin, wê zebanî misasên cotariyên Kurdistanê di wan rakin. Em ê ji niha ve ji bo rihê Stenbolê bêjin EL FATÎHE!