Xaltîka me Aysel xanim dîsa verþîya

Rojda Aydin- 18/04/08-Stenbol- Baþûrê Kurdistanê û pêþketinên li wêderê di çavê dost û dijminên gelê Kurd de bûye pîj û kelem. Tirsa herkesî ewe ku li baþûr dewletek serbixwe avabibe û Kurdistan di dilê wan de bibe xincer. Ne tenê xincer, hetta bibe sing û li ser kezeba wan bisekine.

Niha meriv helwesta dijmin fêhm dike, tirsa dijmin fêhm dike. Lê Kurdên ku li ser navê Kurdan diçêrin û qaþo xwe wek berdevkê wan dibînin çima ji Kurdistanek serbixwe ditirsin, ciyê pirs û fikrê ye. Meselen xaltîka me Aysel Tûglûk.

   Aysela me ji roja pêþîn de lotikên li dij baþûrê Kurdistanê davêje û bi zimanê dewleta Kemalîsta Tirk diaxive. Kêfa artêþa Tirk tîne û rûn li ser nanê wan dike.

Em wek hinek malperên Kurdî ji xaltîka xwe re nabêjin “Alçax”. Ev ji ehlaqê me dûr e. Aysel Tûglûk xanim baþ be, xirab be, jinek Kurd e û îro li ser navê Kurdan di meclîsa Tirko deye. Helbet dîtin û nerîna her Kurdekî ne weke hev e, nikare bibe wek hev jî. Lê ev nayê wê maneyê ku wê Kurd di her fersendê de êrîþî Kurdistana azad bikin û kêfa dijmin li me bînin.

    Xaltîka me Aysela Tûncelîlî (nabêjim Dêrsim ji ber ku Dêrsim warê þêran, warê berxwedanê ye û ne warê teslîmîyetê ye) di bersiva pirsek rojnamevanê Elman de li ser baþûr dibêje:” Em avabûna Kurdistanek serbixwe ji Kurdên bakur (Tirkî) re maqûl û bi fêde nabînin.Kurdistanek ku Kurd di navenda wê de bin wê di rojhilata navîn de bibe sedema pevçûnên ciddî. Çareserî tenê ne avakirina dewletek serbixwe ye. Em çareserîyê di demokrasîyê de, di yekîtî û hevparîya xaka Tirkiyê de dibînin. Lê em dibêjin ku; divê Kurd bigihên mafên xwe. Helbet di nava Kurdên Tirkiyê de sempatîyek ji Kurdistana Federe re heye. Lê Kurdên bakur dixwazin bi gelê Tirk re bijîn û rêzê ji sînorên vî welatî re digrin. Lê þayet gavên demokratîk neyên avêtin, wê Kurd berê xwe bidin neteweperestî û radîkalîzmê. Em wek DTP vê helwestê xeter dibînin” filan û fîstan.

  Werhasilî kelam, xaltîka me Aysel Tûglûk ev ne cara pêþîne ku van dîtinan dibêje. Û ji me re ne ecêbe jî. Lê êrîþa ser baþûrê Kurdistanê û bi taybet jî zimandirêjîya malbata Barzanîyan tu fêdeyê nade kesekî.

  Sayin xaltîkê, sayin Tûglûk xanim, ka te li bakur çi safî kiriye ku tu êrîþî baþûr diki dêya minê? Tu hîna nikari çend gotinên Kurdî bîne ser hev. Gelo Kurdên ku bi Tirkî biaxivin, bi Tirkî bifikirin, bi Tirkî tevbigerin, bi Tirkî bixwin û vexwin, bi Tirkî xewnan bibînin, karin Kurdayetîyê bikin û wek Kurd li ser herçar parçeyên Kurdistanê bêþin qurban? 

Gelo ev tenê dîtina cenabê te ye yan birastî jî dîtina DTP ye? Bawer nakim!

Ji kerema xwe li ser navê temamê Kurdên bakur neaxive û lotikan li me nexe. Ez wek Kurdek bakurî sînorên Tirkiyê diçirînim, naletê li bratîya Kurd û Tirkan tînim û serxwebûna Kurdistana mezin diparêzim. Çi heq û hiqûqê te heye tu temamê Kurdên bakur ji Kurdistanek serbixwe sar biki û baþûrê Kurdistanê di çavên wan de reþ biki keçko? Ma Kurdayetî ev e?