|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Mêrik ji Ocalan zêdetir Ocalan diparêze, hella hellaaaaa!
Serfiraz Dîlok- 29/03/08-Dîlok- Berdevkê “Platforma Em Çend Kes in” û xwedîyê Kanal Turkê sayin qûnek Tuncay Ozkan, dîsa xwedî li Ocalan û gotinên wî derket, aqil da dewletê ku Ocalan bikarbînin da ku Kurd ji fikr û raman serxwebûn û cudabûnê bi dûr bikevin.
Tuncay Ozkan li Dîlokê (Entabê) piþtî civînê ji çepemenîyê re axivî û çend lotikên Tirkane avêtin. Ozkan efendî li vekirina Înstîtuyên Kurdî xwedî derket, hebûna Kurdan qebûl kir lê dîsa bi serkerî got: “Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd û Tirk nîne, em tev zarokên vî welatî ne, Kurd ne kêmnetew in, heçê Kurdan kêmnetew bibînin hem neheqîyê li Kurdan û hem jî li Tirkan dikin” filan û fîstan.
Werhasil, di derbarê Abdullah Ocalan de jî dîsa çîrokên xwe dubare kirin û got:”Divê dewleta Tirk Ocalan bi kar bîne. Dîtinên wî ên di derbarê pirsa Kurd de bi temamî rast in. Ew naxwaze Tirkiye parçe bibe û parçebûna Tirkiyê wek planên emperyalîstan dibîne. Ez sedî sed bi Ocalan re me” filan û dîsa fîstan.
Yaw birastî ev Tirk çima xwedî li Ocalan derdikevin ka hûn nabêjin?
De neyse, Tuncay Ozkan efendî ji karwan kêm mabû wa qûneko jî serê devê kiþand. Doh Yalçin Kûçik, Dogû Perînçek û îro jî Tuncay Ozkan. Xwedê zane bê wê sibê kî têkeve dora tenûrê.
De a bi xêr û hew!
|