Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Aferîn Turksolû aferîn, bi namûs hûn qûnekên baþ in!

Zinar Qelemþûr- 05/12/07-Stenbol- De binerin bê zarokên xelkê çiqasî girêdayî doz û qewmîyeta xwe ne. Çep bin jî çepên welatê xwe, rast bin jî rastên welatê xwe, dîndar bin jî dîndarên welatê xwe, û qûnek bin jî qûnekên welatê xwe ne. Yanî, mêrikan berjewendîyên gel û welatê xwe di ser hertiþtî re digrin.

Meselen kovara bi navê Turksolû (Çepêntirk) û derûdora wê!

Derûdora kovara Turksolû bi salan e ku bi navê çepîtîyê dijminatîya gelê Kurd dikin û ji nîjadperestên MHP jî dirindetir û hovtir in. Qûnekan Nasyonalsosyalîstên welatê xwe ne. Bi navê çepîtî û sosyalîstbûnê berjewendîyên Tirkiyê û artêþa Tirk diparêzin û xwedî lê derdikevin. Werhasil canim, di vê helwesta xwe de Tirk bi sed qatî ji me Kurdan çêtir û bi xîrettir in. Wek me xulamtîyê ji xelkê re nakin û ne dijminê qewmê xwe ne. Van rojan derûdora kovara Turksolû li bajarê Stenbolê rozetên ku li ser “Danûstendina xwe ji Tirkan dikim,perê min naçin ji PKK re” belav dikin.  

Birastî min wek mirovekî Kurd ev helwesta wan maqûl û di cîh de dît. Ma meriv danûstendinê ji dijminê xwe dike? Ma meriv dixwaze bi perê min dijminê min dewlemend bibe û li dijî welatê min þer bike? Naaa! Îcar piranîya Kurdên me li dijî vê helwesta Turksolû derdikevin û dibêjin “ev nîjadperestî ye” filan û jehr û ziqûm.

Ê baþe bavê min, ma yekî Cihû (Yahûdî) danûstendinê ji dikana yekî Ereb dike? Naaaa! Ma yekî Ereb danûstendinê ji dikana yekî Cihû dike? Naaaa! Çima? Ji ber ku dijminên hev in û herdu alî jî naxwazin hevdu dewlemendtir bikin da ku perê alîyekî nebin fîþek û berik û li alîyê din nekevin. Aha þexsîyetî û helwesta rastîn ev e ellawekîl! Kesên ku xwedî xîret bin, dilêþên gel û welatê xwe bin, xwîna bav û bapîrên xwe ji bîr nekin, narin ji dijminê xwe danûstendinê nakin û perên xwe naxin bêrîka wan.

Lê em Kurd!?

Em jî pêl xwîna zarokên xwe dikin, qûna Tirkan dalêsin, bi navê bratî û hevjîyanek sexte xwe û milletê xwe dixapînin û heta bi radeyekê îxanetê bi xwe û doza xwe re jî dikn. Yanî, bela kes mala xwe nebe mîratê û Turksolû rûreþ neke. Turksolû kar û wezîfa xwe a welatparêzîya Tirk dike. Xwedî xîret e û wek me Kurdên bêaqil dirûtîyê nake wesselam!

Aferîn Turksolû aferîn! Ê xerabe û tirþikçî em Kurd in qardeþim, xelas! 

Aqûbet li temamê Kurdan û bi taybet jî li Kurdên bakur be rebbî! Bi sê telaqên qûnekê kerxana Selanîkê, heta Kurd bi zimanê Tirkan biaxivin, heta ji wan danûstendinê bikin, em nebûn tiþtek!!!!!