|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Naxwe ji mirovan zanatir jî mexlûqat hene

Ji Navenda Nûçeyên Lotikxanê -LONDRA 26 06 2007
Pîlotekî Ingilîztanê yê Þîrketa Aurignyyê navê wî Ray Bo ye, gava balafira xwe ji balafirgehê rakir hewa û hêj di nava ewran re hevraz diçû, ha ku dît va ye tiþtekî fîq sipî û þûledar û dirêj wek tîpa balafira wî li pêþiya wî ye û berepêþ diçe, lê ruhniyeke wisan tûj li dora xwe belav dike ku çavên mirovan jê têne girtin. Pîlot bi radarê re ket têkiliyê û pirsa ka li vê geravê balafirne din hene yan na? Radarvaniyan gotin ku balafin li wê geravê nînin.
Pîlot rind bala xwe dayê, erê wele ew tiþt jî eynî wek balafiran e û pir jî qirase û dirêj e, lê ji aliyê teknîkî ve naþibe ya wî. Îcar xwe bi xwe got: Hema Xwedê bikim rêwiyên min vî tiþtî nebînim.
Pilotê mêrxas got: Ew balafira biyaniyan, bi qederê çil mîl li rojavayê me bû. Li rojavayê wê xeyaletê jî, tiþtekî din eynî wek wê dihate dîtin. Ew herdu xeyalet jî bi qederê neh deqîqeyan li ber çavên min bûn û piþtre xwe wenda kirin.
Rêwiya balafirê Kate John Russel jî ew xeyalet di pencera li kêleka xwe de dîbûn, lê ji tirsan newêribû deng bike.
Ji sala 1940î ve ye ku ev e çend pîlotên Îngilîztanê xeyaletên wisa dîtine.
Îcar niha navenda LOTIKXANê xwe amade dike ku lêkolînek asîmanî bide kirin û li pey wan xeyaletan here ka bê ew çi ne û ji kîjan exterê (planet) hatine ku vê dinya me raçav dikin.
Pîlot weha got: Jina min ji min berdayî be, dîtin û gotin nabe yek…..