|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Ker di jina derewînan e heger rast e!
Hecî Ehmedê Sêrtî- 09/05/08-Sêrt- Law ev dîndarên Tirk çi sextekar in ya starrrrrrr! Yanî ji bo ku ji xwe re fitû û mahneyan derêxin, tu gû namîne ku naxwin ellawekîl! De ji xwe re li nivîskar û qûnekê Profesorê Îlahîyatê Suleyman Uludag binerin û bifikirin. Profesor Uludax di pirtûkek xwe de behsa hêza zayendî ya zilamên bawermend dike û dibêje:”Bawermendên xwedê rojê karin 100 gana bikin û nebêjin elhemdulillah jî!” filan û jehr û ziqûm. Uludag efendî behsa Þêx Ehmed Cam Nametî dike (ku ev qûnek di 60 salîya xwe de bi zarokek 14 salî re zewicî ye û zinêkarîya herî mezin li himber xwedê û insanetiyê kiriye) û dibêje: “Þêx efendî di þeva pêþîn de 60 carî lotik avêtine keçika 14 salî û qûþ lê qetandiye. Heger dilê wî bi keçikê neþewitiya wê bikira 100 lotik û têketa pirtûka rekorê a Guînnessê” filan û fîstan. Ev derew ji bo çine hûn zanin gelî bawermendan? Tenê ji bo ku ev misilmanên sextekar ên wek Suleyman Uludag bi keç û zarokên 13-14 salî re bizewicin, 4-5 jinan bînin û bi navê dîn û bi navê xwedê zinêkarîya herî mezin bikin. Îcar li bawermendîya qûnekek 60 salî û keçikek 14 salî binerin û bifikirin bê ev sextekar çawa dînê îslamê ji bo berjewendîya xwe bi kar tînin. Ê law hey xwedê ruhê we stendino, hey xwedê xiyarê we di ber de jêkirino, ji milletê Kurd misilmantir tu millet tuneye. Yabo ka bêjin gelî Kurdino, hûn di þevekê de karin çend lotikan bavêjin bavê min? Tew zilamek 60 salî kare di þevekê de çend lotikan bavêje haa? Niha em bêjin lotikek okey. Em bêjin du lotik okey. Em bêjin herî zêde sê lotik dîsa ehlen we sehlen. Lê 60 lotik? Kuro ker di jina derewînan e heger ne derew e qardaþim! Va ez hecî me, bawermendekî qirase me, rojê pakêtek hebên VÎAGRA jî bikar tînim, lê babam bi namûs heta ez sê lotikan davêjim qûn li min diqete qardaþim, wîî!
|