Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ji xwe tu ji me kêm mabû!

Ehmed Beyan- 12/04/08-Enqere- Çi dema ku cîh li Tirkan û partîyên wan teng dibe, wek insanên ku têkevin behrê û keftelefta azadîyê bikin, dest davêjin mesela Kurdî û qaþo dixwazin pirsa Kurd çareser bikin.

   Ji Çoban Silo (Silêman Demîrel) bigrin heta bi Ecevît, Tansû Çîller, Mesût Yilmaz û gellek qûnekên wek wan ji bo ku ray û dengên Kurdan bigrin hebûna pirsa Kurd qebûl kirin û digotin:”Rêya Ewrûpayê ji Amedê derbas dibe” filan û fîstan.  Lê piþtî ku girêka xwe li piþt xistin û hatin ser hikim, îcar Kurd ji bîr kirin û dest bi dijminatîya Kurdan, kujtin û lêdana wan kirin. Îcar ev jî mesela me û Ûmût Oran efendî ye.

  Ûmût Oran efendî dixwaze bibe serokê partîya CHP. Li Otêla Hîltonê xwarinek da me rojnamevanan û hinekî behsa çîrok û çîvanokan kir.

Ûmût Oran jî wek siyasetmedarên din got:”Qardeþim, dînime îmanime, allahima kîtabima, heta meriv neçe Diyarbekrê meriv nikare pirsa Kurd çareser bike. Bi lotikên Enqerê ev pirs çareser nabe qardeþim! Jina min ji min berdayî be, heger ez bibim serokê CHP ezê tirrê ji vê meselê berdim û pirsa Kurd çareser bikim” filan û bêvan.

Werhasil, Ûmût Oran qardeþimiz jî hêvîya xwe bi dengê Kurdan girêdaye û xewnên serokatîya CHP dibîne.

De neyse, wê qûna reþ û sipî li meydanê xuya bibe canim, çawa be Kurd fêrî lotik û zîtirkan bûne, wîî!