|
Guftugoya “Teorîya Neteweyî û Kurd” li Kurt-Kavê hate çêkirin
Stenbol / 20/04/08-Guftugoya bi navê “Teorîya Neteweyî û Kurd”, bi beþdarîya 50 kesan ve li avahîya Kurt-Kavê, hat lidarxistin. Wek tê zanîn Kurt-Kav ji mêjve ye bi navê “Li xwe Veger”, guftugoyan li dardixe. “Teorîya Neteweyî û Kurd” ji, wekî 5emîn rêzeguftugo hate li darxistin. Axaftvanê guftugoyê birêz Ayet Aram bû. Rêvebirîya guftugoyê ji Fehim Iþikî endamê rêvebirê Weqfê pêkanî. Ayet Aram, akademîsyenekî ciwan e û sosyolojîst e. Ew, di destpêkê de bi kurtahî li ser kurtedîroka neteweyî rawestîya û du re peyv anî ser peyvên di vî babetê de têne bikaranîn. Bi vê yekê ve girêdayî peyva dîrok û etnîsîte jî þirove kir. Bi gor raya Aram, neteweyî hêzekî sîyasî ye û gel, ji rayen sîyasîyên din dehî zutir tîne ba hevu du. Her çiqas neteweyî an jî netewebûn di destpêkê de hayalî be jî, îro bi hevdîtina ru be ru ew bûye rastîyekî gewre û tesîra xwe zêdetir li ser gel dike.
Aram li ser tesîra hin îdeolojîyan û nêrînan jî rawestîya ku ew neteweyî çawa bikaranîne. Bi gor raya Aram, hem nêrînen çep û hem jî yên rast, netewebûn bi gor armanca xwe bikaranîne. Bi taybet li Tirkîyê jî Kemalîzm tesîrekî mezin li çepa kirîye u ev tesîr hê jî didome. Lê bi gor raya Aram, netewebûna Kurdan ji gelên din cudatir e. Ji ber ku Kurd gelekî mezlum in, ew dikarin bi netewebûna xwe tesîrekî dehî mezin li gel bikin. Piþtî axaftinan beþdar jî raya xwe eþkere kirin an jî pirsîyarên xwe ji axaftvanan pirsîn. Di vê beþê de ev kes axivîn: Bedîrxan Badillî, Þukrî Aslan, Ergun Eþþîzoxglu, Yusuf Ýnal, Mehmet Parlak, Huseyîn, Bayram Karaca, Kamber Soypak, Mele Mihemed, Mehmet Dîlova, Ahmet. Rêveberîya Weqfê
|