|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Werzîþa pêkolan

Bavê Jîndar-06/01/08-Colemêrg-
Bila kes nebêjît ”Colemêrgî ji hemdemên xwe þûnde mane”. Ku hûn bawer nakin, li wêneyê jorîn binêrin. Di van rojên buhurî de li Colemêrg ,navçeya Geverê berîyekdana yarîyên (berberîya - pêþbirka ) pêkolan (lîyan -palîn-xizang-xîdor ) hat lidarxistin. Di vê yarîyê de 33 zilam û 13 keçan, bi tevahî 46 kes amade bûn. Di nav wan de 3xort û keçek di taximê millî de nin. Mixabin ji ber tunebûna kar, aborîyek nebaþ, pîþtguhxistina dewletê, werzîþvanên Hekarîya nikarin zêde pêþde biçin û bibin werziþvanên navnetewî. Gelî ketxuda û xwedîpareyên Colemêrgî! Alîkarîya werziþvanên xwe bikin.
Gelî jajîfiroþên Geverî! Hema herkesek ji we heqê kiloyek jajî alîkarîyê bidin werzîþvanên xwe, wê werziþvanên we gelek pêþde biçin û nav û dengê Colemêrg û Geverê belavî cihanê bikin. Ji bîr nekin ku rojek ji rojan welat azad bibe ewê li ser navê me Kurdan derkevin qada þerê werzîþî. Ew jî wê bo me hemîyan, xasma jibo kesên piþtgirî û alîkarî dane, bibe serbilindî û sefirazî, emê biþên di warê werzîþê de jî lotikek Kurdewarî li wan dijminên bêbav xin.
Divê neyê jibîrkirin, þer ne bitenê çekgirtin, meþçêkirin û derketina kuçe û kolanan e. Þer di her alîyê jîyanê de ye. Em di kîjan alî de pêþde biçin jibo dahatûya me amadekarî û serbilindî ye.
Dê hilon, xwe di her alî de pêþde bibin. Ahura Mazda li gel we bit û hûn sax!