|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Werin nav refê Lotikxanê cîgerlerim!
Ehmed Beyan- 26/03/08-Enqere- Em Kurd milletek ecêb in. Ezezî û nexweþîya serokatîyê ewqasî ketiye xwîna me ku ji kanser û zana zirav xerabtir bûye. Berjewendîyên kesayetî, malbatî, timayî û navûdeng ji bo me hertiþt e. Ji xwe ji ber vê nexweþîyê ye ku em Kurd nebûne tiþtek û 101 parçe ne.
Werhasil, bav û kalên me ji berê de dibêjin:“Ne gundê bê rez, ne þivanê bê pez û ne jî kesê dibê ez û ez, hersê jî bi kêrî tiþtekî nayên“. Þivantîya pez baþ e lê ne þivantîya ku berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên pezê xwe re bigre û li qencîya pezê xwe nefikire, xêra pez nexwaze.
Werhasil, me hêvî dikiir ku wê HAK-PAR û KADEP rojek berî rojekê xwe ji nexweþîyên ezezî û serokatîyê xelas bibin û bibin yek. Lê xuyaye kurmê þîrî heta pîrî ye. „Yan ji min re û yan ji axê re „ ji nihek alîyan re bûye derdê bê derman. Îcar dibêjin ji ber van nakokîyan 12 kadirên KADEPê dev ji partîya xwe berdane û terfîyên xwe avêtine.
Kesên wek: Av.Kemal Ahlaslioglû, Celalettîn Akdogan, Ahmet Acar, Seyfettîn Karatay, Yildiz Karatay, Cengîz Acar, Abdurrahîm Kaplan, Av.Erhan Akgun, Av.Fîlîz Akgun, Þêxmûs Daghan, Zeynelabidîn Sonmez û Receb Gonderîcî lotikek li KADEP ê xistine û li mala xwe rûniþtine.
De neyse, li malrûniþtin nan nade kesekî qardeþim! Çend kontenjanên Lotikxanê vala ne. Kerem bikin têkevin nav refê lotikvanan û lotikên Kurdewarî bavêjin. Bi telaq û namûs, di nav Partîya Lotikxanê de nexweþîya serokatîyê tuneye. Lotikvanên me tev himal û xizmetkarên welat û milletê xwe ne, ne mîr in û ne jî wezîr in.
Îcar derî û pencereyên Lotikxanê ji we re vekirî ne cîgerlerim! Hûn bên ser sera û hûn neyên jî ji xelkê re nebin kurtanê kera û hûn sax!
|