Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Tirk çerqo-berqo ne!

 

Xalidê Colemêrgî- 11/11/2007-Colermêrg-

Berî ku teskere derkeve û Erdoxan û kek hecî Bûþh bi hevûdu re rûnên, li ser daxwaza artêþê û lordên þer, cewrikê Asenayê û serokê partîya Kemalê kor, Bayqalo heqaret, dijûn, hêrîþ û gotinên herî bê mirêz li Kurdên baþûr dikirin . Ji alîyekî bi van gotin, ewtîn û zûrînan, nijatparêzîya Tirk dinepixand, diherkande kolan û kuçan, ji aliyê din herdu pîyên Erdoxan dixistin pêlavekê. Û Erdonan mecbûr kir ku ji Bûþh re bibêje: Yan kakil yan jî mirûj ( yan Kurd yan jî Tirk )

 

Ihtimalak mezine ku Bûþh ji Erdoan re gotibe: “Ehmekiyan nekin. Em dizanin hûn, Îran û Sûrîye destwerdanan li Iraqê dikin û li dijî me dixebitin. Lewre me çuwal kirin serê we. Hûn dizanin proja me ya rojhilata navin a berfirekirî heye, ji Qafqasan, Behra Reþ, heta Hind û Çînê. Qafqas û Kurdistan serkanîyên petrolê ne. Em wan bi dest kesî ve bernadin. Rûsya û Îran jibo me tehdîtên herî mezin in. Ji ber van sedeman emê pêþerojê bingehên xwe yên leþkerî li Kurdistanê bi cih bikin; da ku em biþên van cihan bêxin bin qontirola xwe. Em li van deveran bawerîya xwe tenê bi Kurdan tînin û welatê herî demokrasî pêk anîye jî ew in.  Nebe ku hûn kerînîyekê bikin û me bidin hemberê xwe,.heke hûn bi aqilbin hûn dê bi Kurdan re dostanîyê bikin . Em naxwazin we jî winda bikin. “Kakil û mirûj bi hev re xweþ in” lê tu jî dibînî, ji kakilan mirov dikare pir tiþtan çêke û istifade bike. Mirûj bi tenê kêrî xweþavê tê ,ew jî bi tenê hersê mehên zivistanê.Heke tu hêj jî bibejî : Kakil an mirûj ezê jî  bibejim: Kakil” filan û bêvan.

 

Lewre cewrikê Asenayê Bayqalo 180 derecan zîvirî û niha jî dibêje: Hewceye em  mafên çandî yên Kurdên nav xwe zêdetir bikin, ji wan re kanalên televîzyonên Kurdî vekin û hwd. Bi baþûr re ticareta xwe zêde bikin, ji kîs dewleta xwe bursan bidin Kurdên baþûr û hwd.

 

Li pir cîyên Kurdistana bakur gotinek heye dibêjin. “ Tirk hem dikarin bibin KÎR hem jî dikarin bibin Quz.” Dema xurt bin dibin Kîr û dikeve mirov û jê dernakevin heta ku ji wan bê xwe bi mirov ve diþidînin. Ku lewaz bin, hema dikevine ser piþtê, lingên xwe ji mirov re  vedikin û quloz ( bilind ) dikin.