Pêkenok di çand û jiyana me Kurdan de ciyekî taybet digre. Piraniya pêkenokên
ku li Kurdistanê hatine û tên gotin serpêhatî ne. Ciyê daxêye ku ev parçeyê
çanda me hêdî hêdî wenda dibe. Gava nivîsek an tiþtek nekeve ser rûpelên kaxezê
û neyê paraztin, nabe belge û ji zarok û pêþeroja me re namîne. Ev jî ziyanek
mezin e û çand û edebiyata gelê me pê dêþe. Jiber vê em dixwazin pêkenokên xwe
bi riya malpera Lotikxanê biparêzin û ji zarok û duweroja xwe re bikin xezîne.


Ala Împaratorîya Med
Bavê Ronahî
MILÎTAN
Mîrzoyê Baþkalanî pêxasekî þoreþger e, Sala 1992-93 ji heceta alîkarî bi rêxistina veqetandinxwaz re kirîye tê girtin. Mîrzo dibin tavêjin girtîgehê. Di girtîgehê de Mîrzo her tim di nava derîyê oda girtîyan de disekine, destê xwe dide rex derî û dibêje: Milîtan, milîtan, milîtan, simbêl qeytan dayik bi qurban milîtanooo!
Qardîyan çend carekê jêre dibên: Kuro Mîrzo, bese te em gêj kirin, heke tu dest ji vî miqamî bernedî emê te bêþînin haa ! Bila haya te ji te hebe..
Lê Mîrzo her bi ya xwe dike û dibêje : Milîtan, milîtan, milîtan, simbêl qeytan dayîk bi qurban milîtanooo!
Sebra qardîyanan namîne. Mîrzo dibin têra wî lêdixin, wî ji wî halî derdixin dikin halekî din. Du gardîyan dikevin bin milan û dibin tavêjin ser cihên wî.
Mîrzo bi kutek û zorê ji cihê xwe radibe, dîsa diçe nav derî disekine , destê xwe dide rex derî û bi dengek nermik û kezebsotî dibêje: Milîtaaan, milîtaaan, milîtaaan, hindî lêdan dayîk lê gan ( niyan) milîtaaanoooo.
|
Nivîsên berê |
KURÊ MELLÊ
Kurê Melle Ehmed li ber destê bavê xwe dersên quranê dibîne. Xortek gelek jîr û pir jî zîrek e. Meraqa wî jibo fêrbûnê zêde heye. Lewma gelek pirsan ji bavê xwe dike.
Rojekê dîwana bavê wî bi mêvanan dagirtî ye, kurê wî dikeve hundur û ji bavê xwe dipirse:
Bavo! Heke mirov li ser gû benîþt bicû, helale yan hera e?
Melle Ehmed ji kurê xwe re dibêje:
Helalbûnê helale, lê yên te di wî halî de bibînin wê bibêjin qey tu gûyê xwe dixwi.
Ez we diþopînim
Rojekê karkerên beledîya bajarê Koln a Almanya civanê didin hev ku li qahwexaneyek ji yên Tirkan firavîna xwe bi hevre bikin. Di nav wan de Kurdek heye. Heke di nav henekan re be jî, tim keviran li Tirkan û Atatirkê wan dixe. Hûn nabên yên Tirk di navbera xwe de bêþa xwe kirine ku yê Kurd bêxin tengasîyê. Dema firavînê li qahwê dicivin, li dîwarê qahwê ve wêneyê Atatirk daliqandiye û li binî nivîsîye “Ez we diþopînim”. Tirkê ku pilan çêkiriye, bi dengek bilind ku herkesê di qahwê de bibihîze dibêje: Kek X, divê yên wek te diqetê bikin. Binêre
(rismê Atatirk nîþan dide) Atatirk ji yên wek te re dibêje: “ Ez we diþopînim“. Yê Kurd hema gotina wî di qirika wî de dihêle û bi dengek bilind dibêje: Raste, lê tiþtê ez dizanim ew ji þopandina zilamên rût (tazi bê kinc û libas ) hezdike, tu dibînî cilê min li min in cîgerim!
Cerdevanên Çemê Ezo
Dewleta Tirko çend gundên ji Eþîra Jîrkîya vala kirin, paþê anîn li gelîyê Cûlemêrgê, cîyekî dibêjinê Çemê Ezo.
Li wir gundekî ji wan re ava dikin. Cerdevan derdikevin operesyonê û parola navbera wan û merkezê de “ Cîlo “ye. Cîlo 1. merkez e . “Cîlo “ 2. jî cerdevanên Çemê Ezo ne.
Merkez bi têlsizê dibêje: Cîlo bîr, Cîlo îkîyî ariyor. Cerdevan: Cîlo îkî dînlemede, Quna te nim,dinya þilovedir, her teref herî dir,operesyone gîdemiyoriz. erz olinir.
Ez þeytanqûnî bûme
Girêdayî qeza Çelê ya Hekarya, gund û eþîrek Pinyaniþîyan bi navê Marîfan heye. Xelkê wê deverê mirovên gelek esebî ne. Hind esebîne ku tevahîya eþîrên derdora Hekarya hivza xwe ji wan dikin. Dikarin jibo tiþtekî biçûk teþqelên mezin bînin serê dijberên xwe. Her weha di hemi waran de gelek jî paþta mane. Lê kelepûr û çanda Kurdayetîyê hêj jî bê kêmasî diparêzin. Heta niha jî di dawetên wan de estûremant nayên bikaranîn. Dawetên xwe bi stranên devkî li dar dixin.
Silêmanê Marîfanî yê heftêsalî û kurê xwe Îslam ji ber jin revandinekê ketibûn girtîgeha Cûlemêrgê. Îslam bibû çayçêkerê girtîgehê. Bavê wî yê heftêsalî her roj êvaran þîr vedixwar û spêdê radibû ji kurê xwe re digot: “Bo min ava germ bîne, ez þeytanqûnî bûme” (cenabet bûn). Qardîyanên girtîgeha Cûlemêrgê jî ji Îslam re digotin: “Ka bavê xwe hinekî aciz bike”. Îslam jî dikire qîrîn û digot: “Bavên xelkê yên di temenê bavê min de hemi mirine, me li gund li ser gora wan behîv çandin. Behîvên ku li ser gora wan çêbibûn me dixwarin. Ev bavê min nasekite (geber nabe) ku ez jê xilas bim. Her roj êvarî wê þîr vexwe û spêdê rabe bibêje: Bo min avê germ ke ez ÞEYTANQÛNÎ bûme” .
Bavê wî dixeyîdî û digot: “Hey min hal û hode bi dîya te kiro!” Îslam jî digotê : “Ez jî di dîya te kim!” Bavê wî xwe diberizandê
(êrîþ dibirê) lê qardîyanan ew digirt, nedihêlan ku bigehine hev. Îslam digot: “Hûn li vî bavê min binêrin, heta niha bi hizaran caran kiriye dîya min min dengê xwe nekiriye, min bi tenê carekê gotiyê ez di dîya te nim dîn û har dibe kuro!”
TU JÎ WEK KURÊ MIN Î
Di otobîsê de rê teng e, li ser kursîyên du neferî sê kes rûdinên. Pîrejina Musikî jî li kêleka xortek bi þelwar rûniþtîye. Nîvê bedena wê li ser kursî, nîvê din jî li valahîyê ye. Rê jî pir bi kendûkûr e. Ji niþka ve çalek dikeve pêþîya otobusê, otobus firên,dike, pîra Musikî ji ser kursîyê dikeve erdê.
Ji bo ku biþêt rabe destê xwe digerîne ku tiþtekî bigire. Tu nabê qerasê xortê bi þelwar dikeve destê wê, pêdigire û radibe.Otobus dîsa bi rê dikeve lê pîrê qerasê xort bernade.
Xort ji pîrê re dibêje: Dayê, her tiþt tekuz û rêkûpêk e, ji kerema xwe ew tiþtê te pêgirtî berde.
Pîrê: Tu jî hema wek lawê min î, min ji zûde bêrîya wî qerasî kiriye, xwedê xêra te mezin bike hema bihêle ez pênc deqîqê din jî pê bigrim.
ÞORBA BELAÞ
Bavê Ronahî- 09/05/08-
Li Stenbolê xortek Kurd ji yên tînerkês di ber derê xwarinxanekê ( restorant) re derbas dibe. Li camekanê çavê wî li buhayên xwarinan dikeve. Filan xwarin bi hinde milyon lîre, bêvan xwarin bi hinde milyon lîre. Lê li ser kaxezek mezin jî nivîsîye: Þorbe belaþ e!
Xortê Kurd hema dikeve hindur, þorbekê dixwaze, du nanan jî bi þorbê re dixwe û derdikeve diçe. Ev rewþ çend rojan didome û bala xwaringêran dikêþe.
Yek ji xwaringêran diçe ji patronê xwe re dibêje: Yaw babam, ev xort herroj tê þorbekê bi du nanan re dixwe û diçe. Tiþtekî din jî naxwe wîî! Patron ji wan re dibê: Hûn mîsîlî ( dermanê virikkirinê ) bêxin nav þorba wî, derîyê tuwaletê jî bigrin û we îþ pê tune.
Xwaringêr derman dixe nav þorbê, datîne ber xort û jêre dibê: Afîyet be qardaþim! Derîyê avdestxanê jî qifil dike. Hêjta xort þorba xwe nîvî nekirî, zikê wî dêþe û zorî didê. Xort dibê: Yaw babam ka tuwalet li kuye oxlim? Xwaringêr dibê: Xurabeye cîgerim, naxebite!
Xort bêçare bazdide derva û bi xwe de rediþîne, bazdide diçe dermanxanekê, ji dermanfiroþ re dibê: Tuwaleta we heye cîgerim? Dermanfiroþ dibê: Na!
Xort dîsa dipirse: Ma kaseta Civan Haco li nik we heye? Dermanfiroþ xwe dixeyidîne û dibê: De here kuro! Ma evder dikana qasetfiroþane kundir? Evder dermanxaneye dermanxaneeeeeee!
Xort dibê: Ew dikana ku kaseta Civan Haco nefiroþe ezê di wê dikanê de birîm! Û þalê xwe tîne xwar, di dermanxanê de dibê vîjjjjjjjjjjj û dirî .
Dermanfiroþ lê dinere þaþo, maþo dibe. Xort xwe rehet dike, zikê xwe difirkîne û ji dermanxanê derdikeve.
Li ber derîyê dermanxanê sê hevalên xwe dibîne û ji wan re dibê: Dikanek þorba belaþ dide, herin bixwin oxlim, firsetê nerevînin haa!. Ew jî pirs dikin ka li kîderê ye?.
Xort ew xeta ku ji xwarinxanê heta dermanxanê bi xwe ve rîtibû nîþan dide û dibê: Vê xeta zer biþopînin, ewê we bibe berderê dikana þorba belaþ, temam!
Etê lêmexe
Li gundek Aqçedaxa Meletyê zaroyekî pir hûrik ji malbatekê re çêdibe, navê wî jî datînin Pehlewan. Pehlewan dibe çarde salî, bavê wi bi jana zirav (werem) dikeve, rojek ji rojên zivistanê rewþa bavê wî zehf xurab dibe, dîya wî hîviya xwe ji bavê wî dibire û ji Pehlewan re dibêje: Kurê min, rewþa bavê te nebaþe, tu here govê (axur) alif û ava heywanan bidê, himbêzek daran jî bi xwe re bîne dibe ku çîran bêne serdana bavê te.
Pehlewan diçe govê û gîro dibe (direng mayîn). Di wê navberê de bavê wî wefat dike. Cîran li mala wan dicivin, mele tê li ser bavê wî yasîne dixwîne, dixazin meytê bavê wî biþon lê dar nînin.
Dîya wî diçe govê ku daran bîne lê çi bibîne,Pehlewan xwe kêþaye ser makerê (bazdaye ser mêkerê). Hema qetikek dar digire ji piþt ve li Pehlewan dixe û dibê: Kurê kerê, bavê te mirîye tu li vir çi dikî?
Pehlewan digirî û dibêje: Etê, etê lêmexe, lêmexe bavê min mirîye ma ez ji qehran zanim çi dikime ( ma ez ji qehran dizanim çi dikim)
KURD MESELESÎ
Camêrek ji yên Giravîyên derdora Culemêrgê diçe Enqerê. Camêro di dilê xwe de Kurdperwer e, lê ji ber ku mala Cemîl Axayê Giravî, rêvebirên MHP ê yên Culemêrgê ne, nikare dest ji wan jî berde.
Dema li Enqerê digere, tabela partîya MHP ê dibîne. Ji bo qedandina karûbarên xwe, xwe bi wan dide naskirin û alikarîyê ji wan dixwaze. Ew jî qedrek mezin didin yê Giravi. Çi hewceye jêre dikin. Piþtî karê wan diqede, pevre diçin bîroya partîyê.
Li bîroyê kesên berpirsiyar, piþtî hal û xatir pirsînê, dest bi propoxanda û ajîtê jê re dikin. Yê Giravî hema radibe pîyan û dibêje:
Ya Kurd meselesî?
MHP î radibin pîyan û wî digirin nav xwe, lêdixin hey lêdixin, nîvruh dikin, tavêjin kuçê û jê re dibên: Ûlen orospî çocixî, MHP û Kurd meselesî!
26/03/08-
BIHOSTEK AXA ALMANYA
Xelo Tapo ê Pazarcixî jî wek her penaberekî tê li bajarê Koln a Almanya mafê penaberîyê distîne. Xelo ji dewleta Almanan gelek razî ye, li her der û derfetê pesnê dewleta Almanan dide. Rojekê civat rûniþtî ye, Xelo dîsa pesnê dewleta Almanan dide.
Yek ji civatê ji Xelo di pirse: Rast bibêje, tu pir ji dê û bavê xwe hez dikî,an ji dewleta Almanan? Xelo: Dê û bavê min ji bo min çi kirine ? Ji bo zewqa xwe ya pênç deqîqan ez çêkirime. Hinek nan û torax kirine turekî, rojek birçî yekê tî ez þandime ber pez. Ezê çawa hej ji wan bikim? Ez hej ji dewleta Almanan dikimmmm.....Dewleta Almanan xanî, mobîlya,elektirîk ava sar û germ, serþok û karolufer dane min. Subehê heta evarê taximê cilan û qirewat û skapêt li mine û ji xwe re digerime, mehê carekê diherime mala bavo (sosîal amt ) têra min peran jî didin mine. Dê û bavê min ez çêkirim lê li min xwedî derneketin. Lê Dewleta Almanan li min xwedî derket , Ez dê û bavê xwe bi qurbana bihostek axa Almanya dikim
Ezê vî têxim kîderê
Li gundek ji yên Sûrica Rihayê mirovek pêncî salî bi navê Xelîl Brahîm heye. Helil Brahîm ji ber ku eqilsivik e, kesî keç nedayê û wusa ezeb maye. Makera wan ya pîr ku dîya wî ji bo sicûx çêkirinê difiroþe tucarên Qeyserîyê, rewþa Helîl Brahîm xirabtir dike.
Rojekê li hewþa malê çend jinik rûniþtine hirîyê vediçirînin. Xelîl Brahîm jî li cem wan rûniþtiye.
Ji niþka va qerasê Xelîl Brahim rep dibe, qerase digre destê xwe û ji dîya xwe re dibêje: Dayê, dayê! Te kera me firot, ezê niha vî têxim kîderê?
Heke ji ber ma
Li nava bajarê Cûlemêrgê, gelek henekçî, tiraneker û laqerdîvan hene. Lê henekên wan piranî li derveyî adetê ne. Hesen jî yek ji van henekçîyane. Rojekê Hesenê Mihemedê Fetê diçe keçekê ji bo kurê xwe dixaze. Keç jî ya hevalekî wî ye.
Li gor toreyên Cûlemêrgîyan bi kêmanî bi dehan kes ji alîyê mala zava, bi dehan jî ji alîyê malbata bûkê ji bo xwestinê amade dibin. Hesen ji bavê keçkê re dibêje: Bi qewlê xwedê û pêxemberan, em hatine keça te filan ê ji bo kurê min filanî bixwazin ... Bavê keçkê dbêje: Hûn hemî li ser seran û li ser çavan hatine, ma ez ê kiça xwe bidime yekî ji we çêtir? Lê qisûra min efû bikin, keçik hêjta biçûk e.
Li ser vê gotina bavê keçkê, Hesen dibêje: Ka tu kiçkê bide bila kurik biketê, heke ji ber ma bila yê mayî bikete min.
Wan þeker fabrîkasî
Camêrek ji eþîrek derdorên Wan ê û Culemêrgê ji ber ku pîyên dêya wî bawî ne dibe cem doxtor. Piþtî maînê, Doxtor li lawik re dibêje: Dîya te bawî ye, hewa jî gelek germ e, tu dîya xwe çend rojan bibe ser behrê bila xwe bêxe nava xîzê (qûmê) û di nav de razê. Wê zehf faydê jê bibîne.
Lawik, bi dîya xwe re ji doxtor derdikeve hema dikeve dikanan. Li çend dikanan digerîne. Dîya wî dibê: Lawê min çi qewimîye tu min dikan dikan digêrînî û tiþtekî jî nakirî. Ma tu nizanî ez bawî me û neþêm bigerim. Lawik: Dadê (dayê ) ez jibo te li derpîyekî kurt digerim da tu pê bikevî behrê. Dîya wî: Kurê min ne hewceye tu bikirî, ezê li malê yekî jibo xwe çêkim. Lawik: Eh wilah zehf baþe, parê min jî di bêrîka min de dimînin.
Axir diçin malê, dîya wî torbekî þekir yê vala, li gor xwe ker dike û didirût. Roja dinê nîvrokî diçin ser behrê. Dîya wî derpîyê kinik li xwe dike û dikeve behrê. Ku ji behrê derket lawik çi bibîne baþe? Li ser derpîyê dîya wî alîyê paþîyê WAN ÞEKER FABRÎQASÎ û li alîyê pêþî jî 25 KÎLO nivîsîye ...
XUDBE
Li Hekarya navça Pîyanis du hevalên muqelît ko her awayên henekan bi hev dikirin hebûn. Li gor melayê ku ev pêkenok ji min re gotî, ku melayê navçê bû û nimêja xudbê wî dida kirin, wê rojê sê caran nimêjê betal dikin. Rojek ji rojên êyînîyê ( în- ayîn ) ku cemeet hêj temam ne buye, kesên hatî mizgeftê (camî) an nivêjê bi deyn qeza dikin an jî duayan dikin.
Ji muqelîtan yek jê li dawîya cemeetê ji xwe re dua dike. Yê din jî nû ketiye mizgeftê. Yê duayan dike ( hinekî jî dengê xwe bilind kiriye ) dibêje: ” Eþhedu enlailehe ilelah” hevalê wî di wê kêlîkê de (dem) pilekî ( pêçî ) li serê dufina ( poz ) wî dixe û pozê wî gelek têþe. Bi êþanê bi dengekî pir bilind viha dibê: “Eþheduenlailehe îlelah, ha min di dayka te na, we eþhedu enna Mihemed û Resûl Allah!”
KEVIR TÊWERKIRIN
Çend cîranên min yên Êzidî hene, yek ji wan jî Þêxê Êzidîyan e. Em bi malbatî gelek ji hev hez dikin û qedirê hevûdu digirin . Di rojên tengasî,xêrûþer, cejn û þahîyan de, seredana hevûdu dikin. Lê vê cejna Qûrbanê, ji ber hinek sedemên malbatî û pênezanîbûna cejna gerê ye, Þêx nehat îda min. Min jî nezanîbû ku eyda wan jî ya hecê ye.
Axir min kêys dît û ez çûm mala wî, me çayek vexwar, min bi henekî gotê: Þêx tu bo çi nexatî ( ji ber ku ji min re mamo ji bermalîya min re jî dayê dibêjin ) îda min û dîya xwe, qey tu ji min sil bûyî? Wî jî got:Na mamo, ma ezê bo çi ji te sil bim. Min jî bi ken: Çizanim! Min got belkî, hem mêrikê we 363 kesê me kuþtin, hem bi serda jî tu ji min xeyîdîyi, dewsa ku ez dawa xwînê li te bikim, tu ji min bixeyîdi.
Þêx dest bi ken kir û got: Ma hûn bo çi keviran li mêrikê me werdikin, te dît mêrkê me çawa kir, þûrê xwe kêþa, carekê têwerkir, bi yek derbê 363 kesên we kujtin. Baþe mamo, Ereb dijmin in, keviran li mêrkê me werdikin, ma þolê Kurda çibû arîkarîya Ereban dikin!? Hema mirov keviran di seyekî (kûçik) jî werke ewê xwe li mirov bidet. Min jî jêre got: Xeta yê mêrkê we ye. Ma dê bo çi rastîyê bibêje. Rastîya çi?.
Min testpêkir û got: Dema Brahîm Pêxember Îsmaîl ji bo serjêkirinê dibet, jê re rastîyê nabêje, wî dixapîne û dibêjitê: Ez û tu emê biçine geþt û seyranê. Li wêderê mêrikê we tê, ji Îsmaîl re dibêje : Îsmaîl bi bavê xwe re neçe, ew te nabe seyranê, wî ji rebê xwe re soz daye, dê te jêre serjê ( qurban ) biket. Li ser wê rastgotina mêrkê we, Brahîm Pêxember keviran li mêrkê we werdike, ew roj ev roje yên diçin Hecê li ser wan ferze, ku keviran li mêrkê we werkin. Ji ber ku rastî gotiye, ma rastî bi wî ketibû? Hema hingê we, kî rastîyê bibêje keviran têwerdikin.
Têbînî: Ev nivîs berî çend salan hatiye hivîsandin . Ji ber ku îda qurbanê nêzîk dibe niho jibo weþanê diþînim. Bi vê wesîlê Cejna rojîya Êzî ya Êzidîyan û ya Qurbana Misilmanan li hemi Kurdan pîroz dikim.
Kalo
Rojekê kalemêrek çila havînê li kera xwe ya rûs siwar dibe û ber bi kaþê
zozan dihajo. Ku digehe nivê kêþ,her ku diçe ber bi palîya kerê diþemite.
(dizele,dixuþe) Her ku hinekî diþemite laþê wî jî pê re germ dibe. Kalo êdî
hew diþêt xwe rabigirit (deyax ke), niyetê li kerê xurab dike, li derdoran,
dinêre kesekî nabîne. Hema duxîna þalê xwe vedike ku biçe teblê (irz )
kerê. Ji niþka ve du xort serên xwe di piþt kevirekî re derdixin û ji kalo re dibên:
-Qiwet be Kalo, ew tu çi dikî ?
Kalo qet xwe serve nabe (îstîfa xwe xurab nake) û wiha bersiva wan dide:
- Stûyê we biþkê, ev karê we ye lê ez dikim...!
WEK YÊ XERZÎ
Ew bû heyamek rojeva Kurdan , Tirkan û tevahîya cîhanê, bi hêriþa Tirkan a li ser Kurdistana azad re mijûl e. Herkes ji xwe dipirse gelo wê Tirk bikevin Kurdistan a azad an ne? Kesên rewþa dinyayê, Tirkan û Apoyîyan nasnakin dibêjin erê mimkîn e. Lê yên Tirko, Apoyî û rewþa diyayê nas dikin baþ dizanin, Apoyî û dewleta Tirko çu tiþtan bêyî hev nakin. .. Bingehên van hêrîþan berî niha çend mehan li ser fermana artêþa Tirko ji alîyê Apo ve ji parêzerên wî re hatibûn ragihandin. Apo wek hedef, dewletbûyîna baþûrê Kurdistanê û serokê wê birêz Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê Mam Celal, kadir û grûpên Pkk ê yên ne Apoyî, HAK –PAR û KADEK destnîþan dikirin... Gelo sedemên van destnîþankirinan çibûn?
1- Pêþigirtin an ji direngxistina referandûma Kerkuk, Mûsil û hwd.
2- Þikenandina sempatîya Kurdên bakur jibo baþûr.
3- Berbi neteweyîbûna Pkk î yên, ne Apo yî.
4-Pêþîgirtina girseyîbûna HAK-PAR û KADEK ê.
5- Pêþî girtina lewazbûna navê Apo û Apoyîyan.
6- Tirsandin û çewisandina Kurdên bakur.
Aha hinde ewte ewt, qêrîn , zirîn û zûrin, hêrîþ, gef û daberizîn jibo paþtaxistina referandûm, hêzkirin û jinûvevejandina Apo û Apoyîyan bû. Gelo wê Tirko û Apoyi bigehin armanca xwe yan na? Jibo referandûmê hêjta ne kifþ e. Lê di hêzkirina Apoyîyan de belê, belkî ji armancê jî zêdetir e. Heke ji armancê zêdetir be, wê jibo lewazkirinê bixebitin. Çavê dinyayê tevan li hevdîtina Bûsh û Erdoxan bû, ew bi dawî bû. Li gor bawerîya min wê Erdoxan bi dilxweþî venegere. Lê piþtî hinde hingaman, bi al û olên xweve herikandina Tirkan li kolan û kuçan, hinde dijmihatiya Kurdan, wê Tirk biþên çawa tansiyona girseyên xwe bêxin û wan bixapînin?
1- Wê çend kesên ji Apoyîyan veqetiyayî, an jî yên di nav Apoyîyan ku Apo ji çav derxistine, bidin Tirko. Tirko belkî bîst km têkeve nav hidûdên Kurdistana baþûr, deverên vala û çîyayê Qendîl bonbebaran bikin û þûnde vegerin qiþlîn xwe. Lê gelo ew heqaret, gef û êrîþên Tirko li me kirin, ma divê ji wan re bimîne ? Ne divê ji wan re nemîne. Lê gelo emê çawa biþên tola xwe ji wan bêbavan hilînin û welatê xwe ji dest wan derînin? 1- divê em Nasyonalîst bin
2- Divê em bi dil û can dijminatiya Tirko bikin 3- Kesên bi dil bi Tirko re aþitî, bratî, dostanî û hemwelatîbûnê dixwazin, dost û hevalên Tirko bihesibînin . Kesên bi vî rengî difikirin bigehîn hev û rêxistinek Nasyonalistên Kurd ên Þerker damezirînin.Heke me ev pêkanî wê demê emê jî wek yê XERZÎ li Tirko bikin .
YÊ XERZÎ GOTIBÛ : KÎ BIKUTE KERA MIN EZÊ BIKUTIM ÇÊLEKA WÎ Û DEWÊ WÎ LI WÎ HERAM BIKIM!
QÛNA BI HUNER
Li gundekî Pazarcixa Meraþê zilamek desthuner hebû
Di her pêçîyek wî de çend sinhet hebû, lewre karûbarên ku jin û zilamên
gund nikarîbûn bikin, wî ji gundîyan re dikir . Ma çi huner ji dest wî nedihat?
Ji temîrkirina solan heya meþkan, ji derî û penceran heta dirûna kiras û derpîyan
Ji alîyê rabûn û rûniþtinê de, kemal û merfetê , bê qisûr bû. Bi tenê qisûrek wî
hebû, ew jî, hindik lewate ( qûnek ) bû.
Dema nêzîkbûna barkirina Zozana , jina gundiyekî jibo temîrkirina meþk û
dirûna kiras û derpîyek nû jibo mêrê xwe banî hosta dike. Hosta jî diçe mala
wan. Jinik ava çayê datîne ser quçkê, (ocax ) û tê nîk hunermend,da ku ji xwe re hinek suhbetê bikin, Di navbera suhbetê de, jinik dixwaze hinekî pesnê hosta bide. Jêre wiha dibê: Tu mirovekî pir rindî, her kar ji destê te tê, lê bi tenê qisûrek te heye. Hêj gotin di devê jinikê de ye, dengê kejîna avê tê. Jinik diçe ku çayê ji hosta re dem bike, hew dibîne hunermend ji derî derket. Jinik ji xwe re dibê qey diçe avrêjê. Jinik disekine, disekine hosta nayê. Hoste çû hê bi wê çûnê.
Êvarî mêrê jinikê tê mal, dinere kiras û derpîyên wî nedirûtî li erdê ne.
Ji xêzana xwe dipinse: Ma ka hoste nehat?
Xêzana wî dibê:“Belê hat û çû. Ne weleh bi tenê min jêre got her tiþtê te baþe bi tenê tiþtekî te ne baþe. Çû û êdî hew hat. Mêre wê bî serde diqîre û dibê: Ma tû nizani ew hosta û hunermendê vî gundî ye ? Heke ew nebe wê halê me çawa be hey kera exmeq !Ma tu nizanî qûna vî jî wek destên wî bi hunere û tu radibî wî tiþtî jêre kêmanî dibînî hêêê !..
Li bajarê Meletyê navça Akçedaxê kalemêrek ji ber nexweþiya xwe diçe nîk bijîþk (doxtor hekîm ). Bijîþk pistî maînekirinê, qutîkek pilstîk dide kalo û jêre dibê: Vê qutîkê tijî îdrar (mîz ) bike û binî da em lê binêrin ka çiyê te heye. Ew jî roja termînê spêdê radibe qutîka xwe bi îdrarê dadigire, datîne extexanê (tuwalet). Bûka malê ya dûsalane jî, dema extexanê paqij dike, bê hemdî qutîkê li erdê dixe û mîza têde dirije . Ew jî dibê: Mîz ,mîz e, ma dê kî bizane ka mîz ya kê ye? û qutikê bi mîza xwe dadigire.
Kalo qutikê digire dice nik bijîþk.
Piþtî tehlîlê bijîþk ji kalo re dibê : Çavên te rohnî, tu dugiyanan î ( avis –hamîle ). Kalo dengê xwe nake, tê malê darekî digire destê xwe û bi jina xwe dikeve. Ji aliyekî lêdixe ji alîyê din dike qîrîn û dibêje : Keça kerê, ma min negote te dernekeve ser min! Va te ez avis hiþtim .Ezê çawa derkevim nav xelkê?
Axir, cîran li wan dicivin dibên: We xêr e, ev çi hingame ye!
Kalo ji wan re jî dibê :
Ne min deh caran gote vê keça kerê dernekeve ser min! Lê ew derkete ser min û ez avis kirim..
ZIMANÊ ÇÛKA
Rojekê ez li mala mazûvanê xwe yê tercuman bûm, wî ji min re ev serpêhati got:.“Bi gomana min sala 1977-78 bû. Rojekê di mehkemê de zilamek Ezircanî ko digot ez Kurdim, (lê bi bawerîya min ne Kurd bû) re tercimanî dikir.Wî Tirkî digot û min ji vedigêra Almanî. Hakim jê pirsî:-Tu çire hatî Almanya? Wî got: Ez ji ber zulmê revîyam-.Hakim:-Te çi kiriye? –Ez diçûm dernegê (komelê). Li kîderê diçûyî komelê?-Li li erzîncanê..Kîdera Erzîncanê? Nava Bajêr.-Navê komela we çibû?.-Kürt Derneðî! Li ser tabelê çi nîvisî bû?.Li ser tabelê Kürt Derneðî (komela Kurdan) nîvîsandibû. Ê baþe kê komel ava kiribû û navê serokê wê çi bû?-Dernek Apo ava kiribû, navê serokê wê jî Apo bû.-Ê’baþe Apo xelkê kîderê ye?.-Apo helkê Iraqê ye. Ê’baþe Apo niha li kîderê ye? Apo miriye lê dernek diþuxule. Hakim dibê: Tu ne Kurdî! Tu mexsûs mehkemê meþxûl dikî. Mêrik got; Ji hakim re bibêje Ez ji Kurdî pêve tu zimanan nizanim. Min jî tercime kir. Hakim got: Ê baþe bila bi Kurdî ifada xwe bide. Mêrik hema devê xwe tevda tiþt-miþt gotin, ne ji çu zaravayen Kurdî, ne Tirkî, ne Farisî, ne jî Erebî bû, Hema li wêderê ji xwe re zimanek çêkir. Min jêre got ev zimanê tu diaxivî di çu zaravayên Kurdî de tûne. Wî xwe xeyidand û bi Tirkî got:Hûn Kurdî nizanin, Kurdî zimanê me ye. Yê we zimanê Çûkan’e!. Min jî ji Hakim re tercime kir ku zimanê berî niha peyivî ne zimanê rojhilata navîn e. Hakim ji min pirsî Tirkîya wî çawa ne? Min jî got gelek baþe.Hakim mehkeme paþde avêt . Lê di heqê wî de ji ber mehkeme mexsûs meþxûlkirinê dawe vekir.Roja mehkemê hat, tercimanek Tirk anîn û ez ji wek þahid vexwendim .Hakim jêre got: Te em û mehkeme bi zanistî meþxûl kirin, me di heqê te de mehkeme vekir. Mêrik xwe dîno-mîno kir.Bi Tirkî got: Ew zimanê terciman xeber didin ne zimanê Kurdî ye,zimanê çûkan e. Jiber ko zimanê çûkan, xusar dida zimanê Kurdî lewma Atatürk ew qedexe kir. Zimanê Kurdî ne qedexe ye!Atatürk zimanê Kurdî pir pêþde biriye, ji me re mekteb vekirine, yako Atatürk qedexekirî zimanê“ Çûkan“’e. Terciman jî hemû tercime kir. Hakim xeyîdî, ew ji mehkemê derxiste der. Di heqê wî de derhal ji Almanya derketinê re biryar da”..
EREQA MIN NÎNE
Camêrek ereqvexwer û hertim serxweþ li qahwexanê bi xizmên xwe re rûniþtîye. Dema nimêjê herkes diçe mizgeftê, ew jî bêhemdî mecbûr dimîne bi wan re diçe. Melle ji cemeetê re dibêje: Hêjta hinekî wextê me heye, em ji xwe re çend duayekan bixwazin. Ez çi bibejim hûn jî dubare bikin. Melle dibê: Xwedêoo, tu îmanê bide min! Cemmeet dubare dike, ( xwedêoo tu îmanê bide min ) lê yê serxweþ dibêje: Xwedêoo tu ereqê bide min!. Melle ji yê serxweþ re dibê: Kuro nebêje ereqê, bibêje îmanê bide min. Yê serxwþ ji mellê re dibêje : Melle! Îmana te nîne tu ji xwe re îmanê dixwazî, a min îmana min temam e.; Lê ereqa min nîne, lewma ez jî ji xwe re ereqê dixwazim.
ZOTIK
Rojekê çar karkerön Kurd yên paqijîyê di dema bêhnvedanê de diçin xwarinxanekê. Ji ber ko hercarê bi dorê yêk ji wan heqê xwarinê dide, her tim jî diçin wê derê ü bi xwedîyê wê re bûne dost . Xwediyê wê (bi eslê xwe Kurde) dibê: Îro midur kî ye midûr? ( rêvebir ). Ew jî dibên: Kek Çukûþ e. Ji ber ko ew û Çukûþ pir henekan bi hev dikin waha dibêjê. Di dewrekê de mirovek gelek berketî û hêja hebûye. Mêrik ji nexwþîyê dikeve halê mirinê. Lebatên ( organ ) hindurî li hev dicivin û dibên: Ev mirov mirovekî baþe, divê em nehêlin ew bimire, lê ko her yek ji me bi serê xwe bixebite, emê nikarîbin wî ji mirinê bifilitînin. Lewre ji me re rêvebirek hewceye, divê em ji nav xwe rêvebirekî bibijêrin . Dil (qelb ) dibê: Ez amade me jibo rêberiyê. Zotik (qûn ) dibê: Ez jî amade me. Dil û zotik dikevin bijartinê,lê hemi dengên xew didin dil. Tu kesek zotikê nabijêre, bi tevahîya dengan dil dibe rêvebir. Çendek di navberê de derbaz dibe, rûvîkên stûr tije dibin û ji zotikê re dibê: Rêbide min ko ez xwe valakim. Lê zotik rênadê, xwe diguvêþe û dibê: Te dengê xwe daye kê bila ew rê bide te . Hinekî dî derbaz dibe ruvîyên zirav ji zotikê re dibê: Rê bide min ez derbaz bibim. Lê zotik xwe diguvêþe û rê nadê. Ji wê re jî dibê: Te dengê xwe daye kê bila ew rê bide te . Hundirê ruvîyan dipenge û zorê didin dil, dil hew diþêt xwînê pakij bike, zor pêdikeve û dibê: Ez xwe ji rêvebirîyê vedikêþim (istifa dikim ).Þûna (cîyê) wî zotik dibe rêvebir û jibo xwevalakirinê rê dide rûvîyan. Ji hingê ve (ji wê rojê virde) zotik rê nadin kesêkî din ko bibin rêvebir, bi tenê zotik dibin rêvebir...
Eþîreta Alan, li derdorên bajarokê Beytulþebab û Baþkale binecîh in. Tê gotin hinek ji wan jî li derdora Dêrsimê jî hene. Piþtî teqereqên ku, ji alîyê Dewleta Tirko û PKK ve hatibûn destpêkirin, gelek eþîr û gundan cîh û warên xwe berdan,çûn li bajaran bicîh bûn. Eþîreta Alan jî jiber ku , serê ewil cerdevanî qebûl nekirin, dewletê zor li wan kir ku gundên xwe berdin. Ji bêçareyî wan jî gundên xwe berdan, piranîya wan çûn li bajarê Wanê bicîh bûn. Demekê li Wanê gaz, benzîn û mazot peyda nedibû. Jiboy ku herkes jê faydê bibîne, beledîya Wanê xelkê li meydanekê dicivîne û wan tiþtên hewce bi dorê belav dike . Hinek kesên ku tiþtên xwe girtî jî ji meydanê naçin. Her ku diçe meydan boþtir (qerebalixtir ) dibe , êdî cîh li meydanê namîne. Memurên beledîyê bêçareyî bi magafonê, bi Tirkî bang dikin: Alanlar, alandan çiksin! (yên ku standî bila ji meydanê derkevin). Grûbek ji eþîra Alan’an jî li meydanê ne. Ji ber qerebalixê tenê gotina alan dibihîzin. Memûr carek din dibên: Alanlar çiksin! Alan’î ji berku Tirkî baþ nizanin, ew wusa hizir (texmîn ) dikin ku memur dibên, yên ku ji eþîra Alananin bila ji meydanê derkevin. Lê xwe servedibin (deng nabin xwe ) ku cara sêyan memur dibêjin: Alanlar alandan çiksin! Alan’î ji hevdure dibêjin: Terikê bavê li zotkê daya, çawa zanin em Alan’in!
________
KARTOLÊN
Li SER BANÊ DÛ TEBEQ
Dema Silehîyên Ûriþê, gund ji xwe re dikirin zevîyan di nav xwe de lîyvedikin. ( parvedikn ) Lê zevîyek lîyvenekirî dimîne. H. Mihemedê Dîmo ji gundîyan re dibê: Ez dixwazim di vê zevîyê de, ji boxwe ( ji xwe re ) kartolan biçînim. Reqîbê wî H. Salih Yabe dibêje: Ev zevîye, nehatîye lîyvekirin. Here zevîya pîþta banê xwe karolan biçîne. Ser vê gotina Yaba. H. S. Dîmo dike qêrîn û dibê: Ev Yaba ê dijminê Kurdan! Dibêje here serbanê xwe kartolan biçîne. Be hey bêbex,t ez dê kusan ( çawa ) li ser banê dutebek kartolan biçînim? Baþe ! min serbanê dutebeq kartol çandin, be hey bê wijdan û bê bext ! Ezê avê kusan (çawan ) bibeme ser banê dutebeq ?
EXMEQ IN
Ebo ê Þekirê Ebo! Ji Giravîyên nava (hundir ) Culemêrgê ye, bixwe di YES ê de þofêrê boldîzerê bû lê niha teqawît bûye. Di nava bajarê Culemêrgê de kesê herî tiraneker tê hesibandin. Rojekê YES rêya gundê Giravîyên Kotranisê vedikin. Ebo bi boldîzera xweve pêþîyê rê vedike, pey wî qamyona malzeman, di pey qamîyonê jî, jîpa þefê YES ê dikevin gund. Gundî li dora tirinbêlan ( seyare – erebe ) dizivirin ( çerxdibin ) paþê ji boldîzerê re, ev bavikê wan e, ji qamyonê re ev dayika wan e, ji jîpê re jî dibêjin: Ev jî têjika wan e! Dema firavînê tê gundî þolkeran ( karkeran ) vedixwînin xwarinê. Li ser sifrê mezinê gund bi destan ereban nîþan dide û dibêje: Ma ew jî tiþtekî naxwin? Ebo dibêje: Ne ew tenê þîvê dixwin, xwarina wan jî, bi tenê mast, rûn û penîre, ku dinya tarîbû wan tiþtan danên ber ya mezin û ji wêderê dûr bikevin, heke kes wanderan bin, ji þerman xwarinê naxwin. Gundî jî di navbera xwe de mast rûn û penîr kom dikin û datînin ber boldîzerê . Ebo jî, hemîyan hildide dibe malê, paþê jî ji hevalên xwe re dibêje: Kuro ev pismamên min çend exmeqin looo!.
Bûka bixêlî!
Di van bîst salên dawî de nemaze ( xasma ) di nav Kurdên sîyasetmedar de, nexwþîya “DEMENZ” ( xwejibîrakirin) ê gelek pêþta çûye. Aha ji ber sedemê vê nexweþîyê sîyasetmedar, nîvîskar û tekoþerekî Kurd ji yên herî navdar dema dizewice , bi þahidên nikahê û heyeta pêre re diçin daîra nikahê. Nikah temam dibe , derdikevin der, hewa pir sare û mala zava jî hema li miqabilê daîra nikahê bûye. Navbera herduwan jî, pageha ( rawestangeh ) texsî hebû. Rojek berê zava bi texsîyê çûbû cîyekê, lê parê texsîyê nedabûn. Dema digehin pagehê, tê bîra zava ko parê texsîyê nedaye. Zava ji bûk û heyeta nikahê re dibê: “Hûn herin malê, ez parê texsîyê bidimê û bêm” lê mifta xani li nîk zava ye. Zava dikeve qulîpka texsîyê, çi bibîne ! Sobe pêketîye cemeet jî rûniþtîye sohbetê dike. Zava jî jiber ko nase, cemet jiberve radibe cî nîþan didin, ew jî rûdinê dest bi sîyasetê dikin . Bûk û heyeta pêre jî li ber derê xênî li benda wî disekinin. Nîvseet, seetek, seetûnîv, li ber wê sermê dimînin lê dinerin zava nayê, ji serman diranên wan li hev dikevin. Paþê dinêrin nabe, yek ji heyetê diçe qulipka texsî yê, çi binêre! Keko ketîye sîyasetê, ji Sovyetê destpêkirîye li Çînê jî nesekinîye, xwe berdaye nava Amerîka. Kesê diçe dibê: „Kekooo! Rabe direnge”. Keko dibê: “Te xêre! Tu dibînî em ji xwe re çi xweþik sohbetê dikin” . Qasit ( kesê çûye pey wî ) dibê: “Kekooo! Nê bûk û cemeeta pêre li ber derê xênî ji serman qufulîn!.. Dê hemî nexwþ bikevin! Mifte jî li ba te ye“ . Keko dibê: „Heywaaaax min BÛKA BIXÊLÎ jibîr kir.!“....
Milîtano
Mîrzoyê Baþkalanî pêxwasekî þoreþgere. Sala 1992-93 ji hinceta alîkarî bi rêxistina veqetandinxwaz re kirîye tê girtin. Mîrzo dibin tavêjin girtîgehê, di girtîgehê de Mîrzo her tum di nava derîyê oda girtîyan de disekine, destê xwe dide rex derî û dibêje: Milîtan, milîtan, Milîtan! Simbêl qeytan, dayik bi qurban, milîtanooo ! Gardîyan çend carekan jêre dibên: “Kuro Mîrzo! Bese te em gêj kirin, heke tu dest ji vî miqamî bernedî, emê te bêþînin haa ! Bila haya te ji te hebe. Lê Mîrzo her bi ya xwe dike û dibêje: Milîtan, milîtan, milîtan , simbêl qeytan, dayîk bi qurban, milîtanooo! Sebra gardîyanan namîne. Mîrzo dibin têra wî lêdixin, ji wî halî derdixin dikin halekî din. Du gardîyan dikevin bin milan û dibin tavêjin ser cihê wî. Mîrzo bi kutek û zorê ji cihê xwe radibe, dîsa diçe nav derî disekine destê xwe dide rexderê û bi dengek nermik û keseb sotî dibêje : Milîtaaan , Milîtaaan, milîtaaan ! Hindî lêdan dayîk lê gan ( niyan ) milîtaaanoooo.
GURG KETE NAV PEZ
Ko ez xelet nebim li Çelê ( çukurca ) li mala Macît axa bû . Li malê mêvanên axa hene. Malîyan sehnîkek gulolê çêkirine û di nîveka gulolê de kûrek (çal ) vekirine û tujî çalê rûnê mihan helandine lê kes hejta neçûye ser sifrê li benda nan in. Þivanê mala axa, ew sê roj bûn li çolê ber pez, xwarin nexwaribû. Niþkava dikeve hindirê odê û dibêje: Selam û elleykûm û hema diçe ser sifrê kevçik digire destê xwe. Axa dibê : Rewþa pez çawaye ? Þivan : Axa gurg kete nav pez kire du biran. Kevçî di nîvê kûra gulolê dixe û ber xwe ve dikêþe. Gulolê dike du keran, rûnê nava gulolê ber bi wî de diherike, despê dike gulolê dide ber kevçîyan. Mêvan hemî çavezil lê dinêrin, axa bi hîþaretan dibê: Dengê xwe nekin û neçin ser sifrê . Þivan piþtî têr xwar, bi kevçîyê xweve herdu kerên gulolê digehîne hev, dîsa wek berê lêdike û dibê : Þukur ellhemdillilah me dîsa pez ji du biran xelaskir gehande hev.
NE POXTIR
Di navbera bajarê Hekarya û qeza Bêþababê de gundek gelek mezin heye, jêre dibêjin Mayînis. Di dema bi fermî tevgera Tirkîyê di destê cûnta faþîst da bû, jibo daxwazîyekê hinek memûr û walîyê Culemêrgê diçin Mayînisê, mala muxtar . Muxtar jî ji wan re pezekê serjêdike dike kebap, birincekê jî datîne rex. Li gund bi tenê jinikek Tirkîzan hebûye, wê jinikê di rex walî de didin rûniþtandin da ko goþt ji hestîyan veke jibo walî danête ser birincê. Walî jî hestîyek di dest dane diveroje (dikevêje), jinik ji bo ko qedirê walî bigire ji walî re dibêje:Walî beg , walî beg, kemik ne poxtir yîyorsin! Et yê et! ( ma hestî çi gûye tu dixwî ! goþt bixwe goþt! )
JIBO CEMÎL AXA
Karkerê YES ê jibo gundê Cemîl Axayê Simahîl Axayê Giravî rê vedikirin. M. Salihê Gulo (okay ) serekê ekîbê, Nacîyê Zîvi jî þofêrê qirêderê bû. Roja eyînî ( în – Ayîn ) Cemîl Axa berxekî serjêdike û þolkeran vedixwîne firavînê. Lê berî firavînê hewceye nimêja xudbê bê kirin. Jiber ko Nacî nivêjan nake ,naçe mizgeft ê. Cemîl Axa dinêre Nacî ne li mizgeftê ye kesekî diþîne pey Nacî, lê Nacî dîsa nayê. Cemîl Axa ji du xulaman re dibêjê: Kuroo ! Herin wî bênivêjî bînin. Du xulam diçin dikevine bin milên Nacî, bi hukmê zorê tînin mizgeftê. Nacî bi dengek bilind nîyeta xwe waha tîne. Xwudêoo ! Ez çar riket nivêj dikim lê ne jibo te ! Jibo Cemîl Axa! Pîqên li cemeetê dikeve, nimêjê betal dikin. Nacî jî direve, diçe nîk qirêdera xwe disekine. Cemeet nivêjê dike û diçin firavînê. Cemîl Axa ji yekî re dibê: Herin bêjine Nacî, nivêjan nake, ma xwarinê jî naxwe?
Kezeban xwiþka Gulê ye
Li Herêma Hekaryan, bi navçeya Geverê ve (Yûksekova ) girêdayî, gundek jêre dibêjin, Þakîtan heye. Tê gotin ku li wî gundî alimek, gellek mezin, bi navê Xelîfe Dewrêþê Þakîtanî hebûye. Li gor gotinan Xelîfe Dewrêþ xwedî kermat bûye, lê nevîyê wî Cemal kesekî cahile. Çi heyf, (mixabin) gundên derdora Þakîtan, wusa bawerdikin ko nevîyê Xelîfe Dewrêþ jî xwedî keramete. Rojek ji rojên nêzîkî meha Remezanê, çend gundîyên ji gundek derdorê, ko diçin gundê xwe, li mala Cemal bêhna xwe vedidin. Gundîyek ji Cemal re dibê: Me jibo meha Remezanê melle peyda nekir. Vê Remezanê gundê me, ma bê melle. Cemal dibêje: Va ez melle! Gundî dibên: Birastî tu dê melletîya me bikî? Cemal: Erê, ma jiboy çi (çima) nakim! Gundî Cemal dikin mellê xwe. Cemalê cahil (nexwendî) dibe Melle Cemal. Dema Melle Cemal, nivêjê (nimêj ) dide kirin û dibê: Jin li ber (pêþî ) min, mêr jî li paþ min bisekinin. Dema min got Allah û ekber dê jin biçin sejdê. Ko min got Semîallahûllhemîde zelam dê çine sejdê. Dema jin diçûne sejdê, mellê digot: Xwe baþ bi çemînin, min nedît! Nivêja we durûst nîne. Allahûekber, xwe baþ biçemînin haa! Divê ez bibînim. Melle Cemal spêda îdê, tekbîr dixwendin. Nîvmelleyek mêvan jî di nav cimeetê de bû.Melle Cemal dizanî di nava tekbîran de navê jinekê derbaz dibe, lê nizane çiye. Hema dibêje: Gulê hoy nar, hoy nar,hoy narê, Allah û ekber û Allah û ekber! Nîvmelle dibê: Melle mirov wusan naxwîne! Divê tu bibêjî: Kezebanî û ma, Allah û ekber! Melle Cemal dibê: Hûûûûþþþþþ tu cahilî! Tu nizanî! Kezeban xwiþka Gulê ya mezin bû; ew mir niha li ser Gulê tê xwendin!
KEVIR TÊWERKIRIN
Çend cîranên min ,yên Êzidî hene, yek ji wan jî ,Þêxê Êzidîyane. Em bi malbatî gelek ji hev hezdikin û qedirê hevûdu digirin . Di rojên tengazî,xêrûþer, cejn û þahîyan de, seredana hevûdu dikin, lê vê Cejna Qurbanê, ji ber hinek sedemên malbatî û pênezanîbûna cejna gerê ye, Þêx nehat eyda min. Min jî nezanîbû ko eyda wan jî , ya hecê ye. Axir min kêys dît û ez çûm mala wî, me çayek vexwar, min bi henekî gotê: Þêx tu boçi nehatî ( ji ber ko ji min re mamo ji bermalîya min re jî dayê dibêjin ) îda min û dîya xwe, qey tu ji min silbûyî? Ewî got: Ne mamo, ma ez dê boçi ji te silbim. Min jî bi ken: Çi zanim! Min got belkî, hem mêrikê we 363 kesê me kuþtin, hem serda jî tu ji min xeyîdîyî, dewsa ko ez dewa xwînê li te bikim, tu ji min bi xeyidî.
Þêx dest bi ken kir û got: Ma hûn boçi keviran li mêrikê me werdikin, te dît mêrkê me çawa kir ,þûrê xwe kêþa,carekê têwerkir, bi yek derbê 363 kesên we kûþtin. Baþe mamo, Ereb dijminin, keviran mêrkê me werdikin, ma þolê Kurda çibû, arîkarîya Ereban dikin? Hema mirov keviran, seyekî jî werke ewê xwel mirov bidet. Min jî jêre got: Xeta yê mêrkê we ye, ma dê boçi rastîyê bibêje. Wîpirsî: Rastîya çi? Min destpêkir û got. Dema Brahîm Pêxember Îsmaîl ji bo serjêkirinê dibet, jê re rastîyê nabêje, wî dixapîne û dibêjîtê: Ez û tu dê biçine geþt û seyranê. Lê li wêderê mêrikê we tê, ji Îsmaîl re dibêje : Îsmaîl bavê xwe re neçe, ew te nabe seyranê , wî ji rebê xwe re soz daye, dê te jêre serjê ( qurban ) biket. Ser wê rastîgotina mêrkê we Brahîm Pêxember keviran li mêrkê we werdike. Ew roj ev roje yên diçin Hecê ser wan ferze, ko keviran li mêrkê we werkin, ji berko rastî gotîye, ma rastî bi wî ketibû, hema ji hingê ve kî rastîyê bibêje keviran têwerdikin.....
Keça Ebdila
Husoyê Gulê mirovek hem þerkûk ( Þeroke, belakir ) hem jî gellek tiraneker e ( henekçî ). Baxçekî wî yê hêja heye,lewma wextê hewcedarîya wî bi avdanê hebe, diçe ser derava coya avê, dako kes deravê neguhêre ( ava jibo wî diçe ji xwe re nebe ). Hiso li ser derava mala bapîrê Elî rawestiyayê û bi bapîr re sohbetê dike . Keçikek ji wan re çayê tîne. Bapîr ji Hiso re dibêje: Ew biraziya min keça Ebdila ye. Hiso bi henekî, bi devken dibê: Haaaa, keça Ebilê ye!!! Keçik dibê: Navê bavê min Ebdila ye, ji devê te û heft bavê te zêde ye, ezê vê Culemêrgê, darûberan (dar û keviran ), van çîyan ( çîyayan ) berdeme ser day û jina te! Here bavê min, li belayan neger, ezê te rezîl kim! Hiso ji mamê keçkê re dibê: Vê ev darûber, çol û çîya , çîyayê sinbî ( sûnbil ) jî tê de, tev kirin dîya min û jina min! Lê hêj jî tiþtek negotîye! Qey ev hêj (hela) destpêk e?
RAVA HEYÎVÊ
Li Herêma Hekarya Giravîyên Kotranisê, rojekê civîna xwe dikin û dibên: Rojve tav ( roj – hetav ) gundê me rohnî dike; em biçin rava ( nêçîr – seyd ) heyîvê ( hîv ) bigirin û bînin danêne ( deynin ) ser gundê xwe, bilan þevê jî heyîv gundê me rohn bike. Dê gundê me,þev û roj rohnî bibe. Ne hewceye em lûkis û lenban hilkîn ( pêxin) û derdê neftê û gazê bikêþîn. Radibin werîs û haletên xwe digirin û diçin serê çîyayê ko, dê heyîv derbêt û li benda derketina hîvê disekinin. Hîv hêdî, hêdî ber bi wan ve tê, ew jî werîsê xwe wek, hevsarên dikin serê hespan dikin heleqe. Dema hîv tê, ew werîs tavêjin hîvê . Lê werîsê wan li teraþekê dieliqe, heta werîs ji eliqandinê difilîtînin heyîv bilind dibe. Di nav wan de, yekî keçel hebûye, yê keçel kumek danîbû serê xwe, çawa gundî çav li kumê keçel dikevin, ji yê keçel re dibêjin: Keçelê pîsê heraaaam ! Te kumê xwe dernexist, heyîv ji kumê te tirsîya lewma bazda....
JINÊN EKOLOJÎK
Salihê Wanî di sala 1980 an de wek gelek Kurdan ji ber rewþa xwe ya welatparêzî rêyekê dibîne û derdikeve derveyî welêt. Li Danîmarka bajarê Kopenhagenê mafê penaberîyê dixwaze. Piþtî penaberîya wî tê pejirandin, mafê hemwelatîya Danîmarkî dixwaze û wê jî distîne. Tam 26 salan naçe welat. Malbata wî jî hemî bardikin tên Stenbolê bi cîh dibin. Piþtî 26 salan kela welat û malbatê lêdixe, biryarê dide ko biçe welat, li derdorên behra Wanê jibo xwe erdekî bikire, qesrekê avake û havînê li wir û zivistanan jî li Danîmarka jîyana xwe ya mayî bidomîne. Diçe bilêta xwe ya teyarê jibo Stenbolê distîne û bi hesret û kelecana welêt û malbatê difire Stenbolê . Piþtî çend rojên mêhvandarîyê, rojekê dibêjinê îro dê Dûman bê serdana te. Ew jî meraq dike ka Dûman kîye? Piþtî çend seetan Dûman tê û bi awayek dîktatorî dibê: Bi xêr hatî mamo! Ez birazîya te filankes, niha navê min Dûman e. Min bihîst tu hatî min got ez heta mamê xwe nebînim ez naçim, qet wextê min nîne û nîv seet þûnda otobîsa min radibe Wanê . Salih dibê: Baþe qîza min ev 26 sale me hevdû nedîye tu bo çi hinde ecele dikî ? Rûnê em ji xwe re hinekî xeber din paþê here. Dûman: Na na mamo, ez neþêm bisekinim. Ez seroka jinên “ Ekolojîk “ya bajarê Wanê me. Salih: Qîza min! Ez 26 salin li Ewropa dijîm, li wira jî gêzer, bacan ,xiyarên ekolojîk hene. Ez jî dikirim, tama wan jî ji yên din xweþtirin. Sêv, hirmî û lîmon jî hene, ji yên din bahatirin, ji ber ko bê zibilê ( pêyîn ) kîmyewî ne, berê xwe kêm didin . Lê jinên ekolojîk min nebihîstîne û ne dîtine . Ka ji mamê xwe re bêje: Ferqa wan û jinên din çine? Hûn kîjan zibilî pê dadikin û tama wan çawane ?.
ÇI TONÎ HEB E?
Osmanê Kextayî li Almanya kar dike ,dema betilîna salayane diçe welêt. Dema ji Almanya diçê, çend hebên vîagra jî, jibo mûzûrîyan ( þûmî- ) bi xwe re dibe. Piþtî mêhvanî û serdanan rojekê bi hevalên xwe re diçe qehwexanê bi okey dilîzin. Leyîstvanek jî xalê Mihemed e. Xalê Mihemed dibêje: Serê min dêþe ka ma kes ji we hebên êþbir hene an na?. Osman dibê: Ez bawerim yek dê li ba min hebe, dema ez di teyarê de serê min êþîya, wan du heb dane min, min yek xwar û yek jî mabû . Osman cuzdana xwe vedike, hebê ji nav derdixe û dide xalê Mihemed. Xalê Mihemed hebê dixwe û pîþtî nîv seetê listîkê di nîvî de dihêle û diçe malê . Du rojan ji malê dernayê. Jina xalê Mihemed jî naçe malên cîranan. Cîran meraq dikin ka çima cîrana wan naçe malên wan û dibên “Gelo qey tiþtek qewimîye û haya me jê nîne?” Çend jinik digehin hev û diçin mala xalê Mihemed. Jina xalê Mihemed ji wan re dibêje:Ez nizanim çi hewala mêrê min e. Ev du rojin bûye wek hespê fal, ne ji malê derdikeve, ne dihêle ez derkevim û her du seetan carekê bazdide ser min. Osman û hevalên din dinêrin xalê Mihemed nayê qehwê. Ew radibin diçin mala xalê Mihemed, li derî dixin, xalê Mihemed derî vedike û ji Osman re dibê: Kuro ew çi heb bû te dabû min? Osman: Heba serêþê bû. Xalê Mihemed: Kuro ew çi tonî heba serêþê ye? Ev du rojin mîratê min serî hildaye û ez dikim û nakim nayê xwarê. Osman: Weleh heba serêþê bû . Ma ez yekê din jî bidim te? Xalê Mihemed: De here looo! Ew çi tonî heb e? Ezê di te û heba te nim haa!
BOQÊ PÎVAZAN
Sebayek ji yên Tirkan û çend cendirme li mala muxtarek ji yên Hertoþîyan rûniþtî ne. Muxtar çend mirîþkan serjêdike, di rûn de sor dike, savarekê, mast û pîvazên hêþîn datîne ser sifrê. Serbaz pirçikek pîvazê jêdike û dixwe. Muxtar jibo ko qedrê wî bigire dibê: Qumutan beg pirçiklerî biraq ( berde ) boq yê boq. ( bi zimanê Tirkî boq tê mana gû. ) Serbaz dibê : Boku senin baban yêsin. ( bila bavê te gû bixwe. ) Muxtar dibê, “babam zomededir , zomeden gelsin ode yêsin. ( bavê min li zomê ye, ko ji zomê hat , bilan ew jî buxwe
TIRÇE POZ
Ebdilhemîdê Xanî mirovek ji xwe bawer, yekî bejinbilind û dagirtî ye. Ew û hevalekî xwe birek pez dibin baþûrê Kurdistanê bifiroþin û bi parên wan jî perok ,merokan ( qûmaþê kiras û fistanan qivir –zivir ) bikirin. Piþtî bezê xwe difiroþÝin li tirinbêlekê suwar dibin diçin bajêr ca ji xwe re tiþtan bikirin. Zilamek destek þalûþêpikek gellek hêja lixwe kirî, xencerek li ber, jî li tirinbêla wan suwar dibe. Ebdilhemît ji hevalê xwe re dibêje: Ev çi mirovek TIRÇE POZ e. Zilam dibihîze û pir diqehire lê dengê xwe nake heta digehin cîyê xwe. Ji tirinbêlê peya dibin. Ko ji tirinbêlê peya dibin zilam destê xwe dibe ser xencerê û ji Ebdilhemît re dibêje: Kurooo! Te bo çi gote min, “ Tirçepoz ?“ Ebdilhemît dinêre þol ( rewþ ) xurabe, Dibêje: Bra em xelkê zozananin, li nîk me, ji kesên berketî, xweþmêr, jêhatî, pehlewan, mêrxwas û egît re dibêjin Tirçepoz . Ji ber hindê min ew gotin gote te . ( ji te re got ). Ser vê gotinê, yê baþûrî dibêje: Bi xwudê ez jî Tirçepoz im , bavê min jî Tirçepoz e, xalê min jî Tirçepoz e, eþîra min jî Tirçepoz e.
EZ JÎ TÊM
Çiro her spêdê diçe nîk mele dersa Quranê dibîne. Spêdekê ko diçe dersê mele jêre dibê: Kuro Çiro! Ew jibo çi ser û çavên te þîn bûne? Çiro: Seydayê min bavê min li min xist . Seyda: Kuro te çi peyîn ( zibil- rîx ) belavkir ko bavê te li te xist? Çiro: Bi xwudê Seydayê min, þevê dî direngê þevê bavê min gazî kir: Bebo, Cimo ,Çiro! Hûn razayîne, an ne? Min jî got: Bavo ez hiþyarim. Hema rabû û li min xist û got: Bênamûs tu bo çi ne razayî? û ez kirim vî halî. Mele rewþê têdigehît û ji Çiro re dibêje: Kurê min Çiro! Carnan ko mirov hiþyar be jî dengê xwe neke çêtire. Dotira rojê ( roja din ) Çiro diçe dersê lê mele dibîne ji doh jî xurabtire. Ji Çiro re dibje: Kuro Çiro te dîsa çi gû xwar? Çiro: Seydayê min, þevê din bavê min bi dengek bilnd gazî kir: Bebo, Cimo , Çiro! Hûn hiþyarin an ne? Ez hiþyarbûm lê ser nesîheta te min xwe bêdeng kir. Min hind dît lihêfa bavê min rabû û daket , bû hinte hinta wî û paþê bavê min got: Tu têy? Dîya min got: Erê, erê ez têm, tu jî têy? Bavê min: Erê erê, ez jî têm . Hema ez rabûm, min jî got : Hûn diçin kîderê ez jî têm , ez jî têm ....
ERDHEJÎN ÇAWA ÇÊBÛ
Di sala 1930 an de li bajarê Culemêrgê Erdhejîn çêdibe. Piþtî heyamekê dewleta
Tirkan jibo agahdarîyan pisporekî diþîne herêmê. Ji kurê mixtar pêve kes Tirkî
nizanit. Pispor ji kurê mixtêr dipirse: Erdhejîn çawa çêbû? Kurê mixtêr:
Sayin (Birêz ) memûr beg! Sene (sal ) 1930, hala siz yoxtunuz . ( hêjta hûn
tunebûn ) Allah sizî înandirsin, siz gene înanmeyîn. ( bawerîya te bi Xwudê
bêt, lê tu dîsa jî pê bawer neke ) Ben ( ez ) Eyþo ,Fato, Xano tenûr de nan
pîþîriyordux. ( dipat ) Fato gêrik yapîyordî ( çêdikirin ) Eyþo nan vurîyordî
(lêdixist ). Benle Xano ( min û Xano ) sohbet edîyordix (dikir ) Bîrden
baxtim ( min hew dît ) binkasikler hejandin oldî (yan). Dêdim ( min got ):
Eyþo , Fato ,Xano! Depresyon oliyor qaçelim ( Depresyon çêdibe em birevin )
Hevîr tenûre gîrdî, tenûr hevîre girdî, îþte deprem boyle oldî. Hevîr kete
tenûrê , tenûr kete hevîr, hema erdhejîn weha çêbû
XEWNA KAZO
Li bajarê Culemêrgê Kazo rehma xwudê lê be , bi miruzek tirþ diçe dikana
Ûsivê Salê. (rehma xwudê li wî jî be) Çend kes jî li dikanê rûniþtine sohbetê
dikin, Kazo silavê dide wan ew jî silavê vedigirin. Ûsif ji Kazo re dibê :
Xêr be Kazo! Ew bo çi mirûzê te tirþ e ?. Kazo: Ma ez çi ji te veþêrim, bi
xwudê þevê din min xewnek bê serûber bi me herduyan ve dît. Ûsiv: Xêre
înþallah! Kazo: Xwudê xêrê bide te û day û bavên te. Lê ez naxwazim bibêjim, ji
ber ko xewnek nexweþ bî , tu dê pê aciz bî. Ûsiv: Ne,ne bêje, ez pê aciz nabim.
Kazo: Webî ez û tu bibûn du teyr, mezinahî û giranahîya me wek hev bû. Em li
ber armancekê ve difirîyan, em nêzik firîyan dûr firîyan,dumahîyê (dawîyê )
em westîyan,qudumên me þikestin, çeng û baskên me qerimîn. Li jêr dû çal
cemhev hebûn, yek tije gû, ya din tije hingiv bû. Ez diketim nav çala gû, tu jî
diketî nav çala hingiv. Hindî dilê me bi yekûdu ( hevdu ) sot, min tu alistî,
te jî ez alistim. Paþê, çend rêwî ji wê deverê derbazbûn,em ji çalê derxistin .
Me ji wan re got: Divê giranahîya me wek hev be, dako kes ji me ji par ra nemîne
û em hevûdu berze ( winda ) nekin. Wan jî em danîn ser qepanê û em kêþayîn (
wezinandin ) tu hinekî ji min girantir bûyî, rabûn zimanê te jêkirin û kirin
qûna min. Dîsan em wezinandin, vê carê ez ji te girantir derketim, rabûn kîrê
min jê kirin û kirin qûna te...
EZÊÊÊÊÊ !!!!!!!
Di salên 1972- 73an de bû. Rojekê li mala Kek Çelo (Melle Çelebîyê Giresî ) çend
kesên Kurdperwer rûniþtîne, ji xwe re sohbetê dikin. Di nav wan de, Kurdek ji
yên Dêrsimê ko, xwe Kurdperwer dizane jî rûniþtîye . Kek Çelo Melayek gelek
têgiheþtî bû. Derveyî kitêbên Olî û kitêbên li ser Marxsîzmê , yên tibê,
gerdûnî, dîrokî ,roman , helbest û hwd jî pir dixwendin . Exlaqeke wî hebû.
Kêmasî û xeletîyên Olî bi aþkeratî digotin. Wî digot: Kesê ko dîn nasbike,
heke durist be dîndarîyê nake. Kek Çelo di heqê kesayetî û exlakên
Xelîfeyên Dînê Îslamê de wan agehdar dike. Kek Çelo kêmasîyên, Ebabekir Sidîq,
Omer bin Xetab û Osman dibîne û dibê : Osman di nav wan de yê herî xurab bû û
gelek xurabî dikirin, an jî didan kirin . Lê Elî jî dilê wî, li ser Eyþa keça
Ebabekir Sidîk hebû. Piþtî Eyþe zewicî jî , li pêy Eyþê venedibû. Li ser wê
gotinê,yê Dêrsimî xeyîdi û got: Tu çawa dikarî dev bavêjî Hezretî Elî! Kek
Çelo: Kuro! Ne ez ji spêdê ve xurabîya yên xwe dibêjim, tu dengê xwe nakî
,diranên te ji kêyfan qîç dibin, ko min hinekî xurabîya wî kerdizî kir, tu
dixeyîdî . Ezê Kîrê Abubekir,Omer û Osman bikim qûna Elî, yê Elî jî bikim
qûna wan, paþê yê hemîyan bikim qûna te. De rabe careka din jî nebêje ez
Kurdperwer im, bibêje ez Elîperwer im.
SOFÎ QOPO
Li gundek ji yên Qereqoçanê, li bin dara
tûya mezin , civat rûniþtiye ji xwe re sohbetê dikin. Di nav wan de Mamhostê
gund û çend xortên ko xwe sosyalîst dizanin jî hene. Di dema sohbetê de, Mela ê
gund bang dide, yên li bin dara tûyê rûniþtî hêdî, hêdî radibin diçin nimêjê.
Mamhoste û xort dimînin, ji cîyê xwe nalepitin. Sofî Qopo jî radibe û dibêje
: Mamhoste ma hûn narabin em biçin nimêjê ? Mamhoste jiber hurmetgirtinê
nabêje em nimêjê nakin, dibê: Sofî destnimêja me nîne, tu here emê paþê qeza
bikin. Sofî Qopo jî, ji wan re dibêje:
Dê rabin, destnimêja min jî nîne haa!
DÊ AXATÎYA ME BIHERIFÎT
Piþtî damezirandina Komara Tirkan, li nava bajarê Culemêrgê, berdevkên du miletan cîwar bibûn. 1- Berpirsiyarên eþîrên Kurdan, 2- Berbirsiyar, memûr û leþkerê Tirkan. Lewma ko gundî, anjî kesek, ji eþîrekê jibo þolekî (kar ) hatiba Culemêrgê, hewcebû biçûya mala axê û li wêderê biba mêvan û karê wî çiba bi axa daba qedandin. Berê li Culemêrgê XWÊ bi tenê înhîsarê (tekel ) dihat firotin. Gundîyek çuhalên xwe li hêstira xwe dike, catikek gûzan jî tavêje milê xwe jibo pezê xwe, xwê kirînê diçe mala Seîd axayê Giravî ( Eþîretek ji ya federasyona Hertoþîyan e ) Þev li wêderê radizê, spêdê radibe jî Seîd axa re dibêje : Axa ez xulam! Ji kerema xwe yekî bide gel min, (yekî bi min re biþîne ) da ez ji înhîsarê xwê bistînim. Seîd axa jî diçe kurê xwe Fahid hiþyar dike û dibêjê : Kuro! Rabe bi vî gundî re here Înhîsarê, bilan bo xwe ( ji xwe re ) xwê bistînit. Fahid jî dibêje: Ma ez dê bo cî li gel biçim? Xwê dê ew bikete çuhalan, ew dê danête ser qepanê bikêþît, ew dê parên xwê bidet û ew dê xwêya xwe barket, ma çi hewceyî min e? Seîd axa ji kurê xwe re dibêjît : Kuro! Be hey exmeq, heke ew bi tinê biçîte înhisarê,bikirit, paran bidet û pê bihesit van þolan hemîyan ew bixwe diket, ma çi hewceye çantikê gûzan bome bînît. Heke ew hûre (hûnî – fêrî ) van tiþtan bûn pistkên ( eyar ) penîr û rûn, tenekên hingivîn (hingiv ) û tûmastê xuþkirî dê ji kîderê ( ji ku ) bên? Ko ew nehatin dê seltenet û axatîya me biherfît, ( hilweþe ) çu kes, çu qîmetê nade me û me çu gû jî hisab naket . Nehe te zanî tu dê bo çi li gel biçî înhisarê?
DAXILIN KUZULARIM
Li bajarê Pazarcixa Maraþê, bi navê Elî Qutê kesayetîyek heye , li nîk Pazarcixîyan, ji wî nirxpîroz tir çû kes nîne. Pazarcixîyên ji xwudê jî ,bawer nekin ko navê Elî Qutê hat ji niþkava dibin olperest. Li gor gotina Pazarcixîyan gelek hunerên wî hene. Kesayetîyek gelek maqûle. Îro jî turba wî , zîyaretgeha Pazarcixîyan e. Sal 1979 an bû, Ez , Kemalê kurê gelwekîlê Maraþê, Þix Mix ( Memîþ Ozdal ) gorbiheþt kek Çelo. ( Melle Çelebî Goreceyîz ) li mala kek Çelo rûniþtibûn. Me ji xwe re sohbet dikir. Sohbeta me zivirî hat ser þêx û miþaîxan, ewlîya û embîyan,turbe û zîyaretgehan. Kemêl destpêkir û got: Li Pazarcixê, Elî Qutê heye . Elî Qutê mirovek ewlîya ye. Dema çûba mala yekî, heke xwedîyê malê qedirê wî negirtiba, xwarinên li gor dilê wî çênekiriba, Êlî Qutê aciz dibû û digote: Spih (spî ) ên xwe: Daxilin kuzularim! (belavbin berxên min ). Spihên wî belavî laþên wê mala qedrê wî negirtî dibûn û didan ber leqan (gezan ). Hetanî wê malê bi hêvî , tikan û lavahîyan bi xwarinên xweþ, dilê wî ne kirîban, bela xwe ji xwedîyê malê venedikirin. Ko dilê wî xweþkirin Elî Qutê ji spihan re di got : Toplanin kuzularim! ( Berhevbin – kombin – bicivin- xirbin berxên min ) dîsa spihên wî dihatin ba wî . Melle Çelebî ji Kemêl pirsî: Niha wek qomunîstekî, tu bi wî tiþtî bawer dikî ? Kemal: Erê kek Çelo! Yanî Kemal niha tû dibêjî xwudê çu tiþt nedît, hunera xwe hemî xiste nav wan spihên ji pîsîtî, kirêj, gemar û ji xwehdanê çêdibin!?
BÎJAN TAVÊJÎ
Di dema mîran de, ji Þaxê heta Zêbarê di bin Mîrîtîya Hekaryan dabû. Saraya Osmanîyan keçeke Bosnayî ko di saraya Osmanîyan de mezinbûye dide Mîrê Hekaryan. Ew jina Bosnayî dibe sedemê gelek xurabîyan. Eþîrên bi Mîrîtîya Hekarya ve girêdayî dike du baskan. (Biran- celeb -beþ ) Baska çepê ji Eþîrên Hertoþîyan, ya rastê jî ji eþîrên Pinyaniþîan pêktên. Her baskek ( federosyona eþîran ) ji danzde eþîran pêk tê . Di dema mîran de , di navbere van herdu baskan de gelek xwîn rijya. Paþê herdu baskan sulha xwe kir, lihember mîr rabûn. Mîr ji tirsan bazda û dawîya mîrîtîya wî hat. Lê hêj jî baska Çepê û baska rastê wek federasyon dimînin. Dijminahî herçend nemabe jî, lê gurura Pinyaniþîtî û Hertoþîtîyê lawaz jî be xwe diparêze. Hisowê Gulê mirovek tiraneker û þerkûk e. Pinyaniþî jî gellek esebî ne. Hiso yekî Pinyanîþî jibo ko cowa wî bikole bi paletî digire. Pale çar rojan jêre dixebite. Pênceh mitro mane ko co xulas bibe. Mêvanên Hiso jî hene. Piþtî firavînxwarinê,çayê vedixwun. Hiso mexsus tirekê dike ko kerbên pale veke . Kes dengê xwe nake, lê yê pale dibêje: Mamo! Ma tu þerm nakî tu BÎJAN TAVÊJÎ ? Hiso: Tu mecbûrî derdê tirên min bikêþî ! Ez Hertoþî me, eþîrim. Tu Pinyaniþîkê cil patekirîy, tu palê min î! Ez paran dideme te, ezê tiran bikim tu jî dê tirên min bihejmêrî û bibêjî yêk, du, sê! Kerbê yê Pinyaniþî vedibin, (aciz dibe ) û dibêje: Tu eþîrî, lê ez ne eþîrim! Tu dê bîjan pavêjî, ezê jî bihejmêrim û bibêjim yêk, du, sê! Kuro ezê di day û jinê te nim. Ka bide parê min ezê biçim! Hiso dibêje : Heta tu coyê xulas nekî ez paran jî nadim. Yê Pinyaniþî xwe dadiberzîne (erîþê dibê ) Hiso. Lê mêvan dibin berevan û nahêlin bigehe Hiso. Yê Pinyaniþî dibê Hiso tu mêrî tu dê ji malê derkevî û parê xwe ji nagire ji xanî der tê û sê rojan miqabilê mala Hiso disekine, lê Hiso ji malê dernakeve.
Þax
ê : Herêmeke li nêyîk behra Wanê.Zêbar : Herêmeke li baþûrê Kurdistan.
SERÊ BEN DI DESTÊ BÎJÎ DAYE
Du feqeh li cem seydayê xwe dixwînin heta destûra (îcazet ) meletîye ji seydayê xwe vedigirin. Pêre her du feqeh bi hevre destê seydayê xwe macî dikin, xatirê xwe jê dixwazin ji cem seydayê xwe bi dûrdikevin. Dûr diçin ,nêzik diçin roja Înîyê digehin gundekî ko melayê wan li gund ne hazir e.Herdu feqeh, ji ber ko wextê nimêjê ye sererast diçin mizgeftê. Dinêrin cemeet temame lê mele nehazire. Cemeet ji wan pirsdike: Hûn çi kesin? Ew jî dibên : Em feqehin ,me destûra meletîyê taze standiye; em ji xwe re li melatiyê digerin. Cemeet ji herduyan re dibên: Baþe melayê me nehazire hûn nimêja xudbê bi me bidin kirin, heke meleyê me nehat emê yekî ji we, ji xwere bikin meleyê gund. Herdu feqeh bi hev diþêwirin jek ji yê din re dibê: Ezê xudbê bixwînim, tu jî wehzan bide. Yê ko dê wehzan bide dibê: Baþe lê ez carnan di wehzan de pir dirêj dikim, dê cemeet aciz bibe. Hevalê wî dibê: Ne xeme ez dê benekî li serê tilya te ve girêdim, dema tu zêde biçî ezê ben bikêþim tu dê zanibî ku tu zêde çûyî, wî çaxî bisekine. Bi wî awayî li hev dikin. Herdu mele li pêþîyê rûdinin. Meleyek nivêja xudbê dide kirin û dor tê yê wehzan. Yê wehzan hêj çar gotin negotî, hevalê wî ben dikêþîne. Mele disekine. Cardin destpêdike çend gotinan dibêjê, hevalî wi cardin ben dikêþîne, mele disekine. Wê çi gotiba jibir dike, ji kerban wehzên xwe jî tevlihev dike. Ew rewþ çend caran dûbare dibe. Cemeet jî ji wê rewþê aciz dibe û jê dipirsin: Mele ma tu dizani tu çi dikî û çi dibêjî?. Mele jî, ji qehran destê xwe radike û dibê: Ma hûn nabînin, serê benî di destê bijî daye.
HÛN ÇI DIKIN
Kalemêrêk welatparêz û têgihiþtî, tê serdana kurê xwe yê Elmanya. Di wan deman de ji ber ku Cûnta faþiþt mîrîtî (hukum-tevger) xistiye destê xwe zilm û zorek mezin li ser millet heye. Kurdên Ewropa jî, ji bo protestokirina wê zulmê li hev tên, meþ û mitîngekê li dardixin.Roja meþê kalemêr jî bi kurê xwe re diçe meydana mitîngê. Girseyek boþ (qerebalix xilbe) li cihê mitingê li hev civîyaye. Xortek derdikeve sipîgerîyek gelek xweþ dike, kalemêr ji kurê xwe dipirse: Ev xort mirovê kîjan rêxistinê ye? Kurê wî dibê: Ew Apoyî ye. Yek derdikeve axaftina li ser mitîngê dike, bav ji kur dipirse: Ev mirovê kîjan rêxistinê ye? Kur dibê: Ew jî Apoyî ye! Degbêj derdikeve bav cardîn jê dipirse: Ev yê kîjan rêxistinê ye? Kur: Ew jî Apoyî ye! Grûba folklor û dahol û zirnê derdikevin, bav dîsan ji kur dipirse: Ev grûba folklorê ya kêye? Kur dibê: Ew jî Apoyî ne! Li ser vê gotinê kalemêr zehf diqehire û ji kurê xwe re dibê: ÊÊÊÊÊ baþe lawê min ma ev hemû Apoyî ne! Hûn çi gû belav dikin? Li cem wan kesekî navsere ( navsale ) jî heye, yê navsere dibê: Mamo me kulavê qûnfirehîyê li xwe kirîye,kumê bêhnfirehîyê jî danîye serê xwe û em li wan dinêrin…
Li gundekî Kurdistanê berxevanek,( þivanberx) biçûk hebû her çend pif dikir bilûra xwe, lê dengê bilûra wî xweþ dernediket, lewma jî, þivanberxê biçûk zehf hêrs dibû. Carnan ji hersbûnê kelegirî lêdixist û carnan jî ji kerban (hêrs) digirîya. Wê rewþê demek dirêj domand. Berxevan dikir, nedikir neþîyabû dengê bilûra xwe xweþ bike. Rojekê, berxevanê biçûk berxên xwe xistine têþtexewê, li ser kaniya ber rê rûdinê, ji çantikê xwe nan û mastê ku bêrîvanan jêre anîbûn derdixe, nanê xwe hûrdike nava mast, hinek av jî bera ser dide, ji xwe re dike tîte û bi kevçikan dadidetê (pêdikevê- lêdixe ). Piþtî têrxwerinê, kela bilûrê lêdide. Hêdîka bilûra xwe ji ber patika stahê (stuh ) derdixe, hêdî hêdî pif dikê, çi dike dengê bilûra wî xweþ dernakeve. Cardin kerbê wî tênê. Ji kerban dest bi girinê dike . Di wê navberê de serþivaneke kal bi rêwîngî ji wêderê ( ji wir ) derbaz dibe, dixwaze avekê vexwe, lê dinêre ku berxevanê biçûk digirî. Kalemêr jê dipirse: Lawê min tu ji boyî çi digirî,? Berxevan rewþa xwe û bilûrê jêre dibêje. Kalemêrê serþivan dibêjitê: (jêre dibê ) Ka carekê ji bo mamê xwe pif bikê da ez lê binêrim tu çawa pif dikîyê. Berxevan bilûra xwe derdixe û pif dikê. Serþivanê kal bîstek (qasek ) ê guhdarî dike û ji berxevan re dibêjê: Lawê min pifa te ne ji dilê te tê , pifa te ji serê lêvên te tê, lewma dengê bilûra te xweþ dernakeve. Dema ku pifa te ne bitenê ji serê lêvên te, lê ku ji dilê te bê û pifa dilê te û lêvên te bibin yek, wê demê dê dengê bilûra te xweþ derbikeve. Heke herdû (dil û lêv ) nebin yek dengê bilûra te, ji tere xweþ jî bêt wê ji helkê re nexweþ bêt.
Dibên rojekê ji rojan serek rêxistinên Kurdan li Ewropa jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li gundek ber behrê jiboy civînê çîyekî digirin. Pîþtî çend roj civîna sehf dibetilin. Êvarekê du serekên ku ji hev hes dikin, bi hevre derdikevin ber behrê ji xwe re pîyasê (gerê ) ku hinek polemîkan jî bikin.Dema digerin,ji niþkava pîyê yekî ji wan li sûþekî dikeve,di nav þûse da cinek derdikeve û ji yê pîyê wî li þûþeketîre dibeje: Tu dikarî di dunyayê de sê tiþtan ji min bixwazî, tu çi bixwazî ezê bînim cih bi þertê ku, ezê ducaran hindê bidim hevalê te. Yê pîyê wî li þûþeketi dibêjîtê: Ma tiþtê wusan dibe! Tu ducaran qasî min bidî wî, ne ew dijberê min yê herî mezine! Cin jêre dibê: An ezê bidim wî jî ,an nadim te jî, wêcar tu dizanî! Bivê, nevê pêþneyara cin dipejirîne. (qebûl dike) Cin dibê: Dê daxwazên xwe bibêjê! Yê serekê rêxistinê dibê: 1-Ez dixwazim Kurdistan rizgarbe û ez jî bibim serokê wê. Cin dibê: Temam. Lê jibîrneke ezê dubahran bidime hevalê te . 2- Ez dixwazim bibim dewlemendê dunyayê 3- Ez dixwazim tu çavekî min korbikî. Cin dibê: Ew ji boy çi ? Serekê rêxistinê dibê: Ca tu herdu çavên hevalê min kor bikî ,ko ew tiþtên tu bidîyê nebîne...
BIBE GERMAVÊ
Ev pêkenik berî sala 1970’an li bajarê Culemêrgê di çayxaneya Birahîmê Esmê de çêbûye. Çar hevalên derd û kulan û herçar jî kurên jinbîyan, demên xwe yên vala tum bihevre derbaz dikin. Hem jî ji xemên hevre dibin pardar û harîkar. Rojekê herçar bi hevre rûniþtîne, dinêrin hevalê wan, Çeko mirûzê wî tirþ e. Þero jê dipirse „çî hewala teye?“ ew dibê „dîya min pir nexweþ (diêþe ) e“. Þero dibê „dîya te çiyê xwe heye?“ ew jî dibê „bawî (romatizma ) ye“ .Þero dibê „ma te jiboy çî heta niha nedigot! Ne dîya Beko jî wisabû ma ne Beko?“ Beko jî dibê erê Þero gotinên xwe bi micîdî (ciddî ) didomîne. Divê tu dayka xwe bibî ser germava Bêþebabê, ( Beytûlþebab ) heft rojan divê xwe di germavêde biþo heta laþê wê baþ nerm bibe. Paþê tu dê wê bibî ser çala heriya ba, rûsbikî û herderê wê bi herîyê bihenû, bi tenê jibo bêhnsitandinê dev û kepê (poz ) wê û binzikê wê vekirî bihêlî. Ma Beko, xatûna dîya te jî ne wusa bû ? Beko jî dibê erê wilah wusa bû. Paþê jî tu dê Cimo (Cimo jî hevalê wan ê li ser masê bi wan re rûniþtîye, bi kêmanî 120-130 kîlo dikêþe ) jî berdî ser ...
Agahîyek : Jiber ko Qehremanên vê pêkenokê hêj dijîn û bêyî destûra wan ez wê dinivîsim lewma min nawên wan Qehreman guhart ..
BÛKA NÛ
Her wekî tê zanîn li cîyên bilind yên Kurdistanê hêj di payîzê de kar û barê berdestkirina zimhêr, dar û tiþtên dîn yên jibo hewcedarîya zivistan ê, amade dibin. Aha di wan deman de kalemêrek ji yên gundekî çiyayê Dersimê, kurê xwe dizewicîne. Jibo hewcedarîya destnimêj xweþkirinê jî komek kevirên biçûk dide hev û datîne ber rehdera derîyê derva. Bûka nûhatî, jiboy ko bikeve çavê xwezûr û xesûya xwe tarîgewirka spêdê radibe hundir û derveyî malê paqijdike,dike wek þûþe. Ew kevirên ko xezûrê wê dabûn hev dihavêje gilêþê. (çop) Gava ko xezûrê wê ji xewê