Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Hevpeyvînek bi xaltîka Fatê re

-1-

 

Belê gelî xwendevanan, þikir ji Xwedê re, mala Xwedê ava ku xaltîka me fatê bi sax û selametî giha dîwanxana Lotikxanê û ket nav refê nivîskarên me. Ev çend meh in çavê me li rêya wê kezîkurê bû, lê heta giha dîwanxana me wext derbas bû, lê em jî avis bûn haaaaaaa! Werhasil, xaltîka me fatê tevî kera xwe a piþtkurmî sînor û hidûdên çend dewletan çirand û bi qaçaxî xwe li têl û mayînan xist. Emê niha hevpeyvînekê qirase pêre bikin û sedemên derengmayîna wê ji devê wê bibihîzin. De ya ella û ya Xwedê!

 

- Xaltîka Fatê, tu bi xêr hatî. Ev çend meh in çavê me li rêya te qerimîn û ava reþ bi çavê me de hat. Heyla stuyê te þikestê, agir bi ruhê te ketê rebbî, tu çima dereng ma hêê? Ma te nego xwendevan li bendî min in û ezê hinekî bilezînim, ma soz me û te ev bû?

 

- Kuro qûneko, dibêjin heçê ne li malekê ne li hewalekê bavê mino, tu nizani bê çi qede û bele hatin serê min heta min xwe gihand vê quzilqurta Lotikxane ye çi jehr û ziqûm e, îcar hîna tu a xwe bi ser a min dixi haaa!

 

Çi qede û bele hatin serê te yadê, hêê?

 

- Çi qede û bele? Kuro dehþik, ma we bilêta tiyara Boîng380 ji min re þandibû qo ez nehatim hêê? Yan we helîkoptera xalê me Bûþh þandibû pêþiya min? Kuro ez bi kerê ketin rê xenzîr, bi kera xwe a piþtkurmî, wîî!

 

Êêêêêêê!?

 

- Êêê û quzilqurt! Ma kerek piþtkurmî di çend mehan de kare xwe bighîne Lotikxanê yabo? Ma we nego ev ker têr e, birçî ye, pasaporta wê heye tuneye, vîza wê heye tuneye, ma we ji xwe re negot çi! Kuro ma ne em bi qaçaxî hatin te serê min xwaro, bi çaqaxîîîîîîîîîîîîîî!

 

Êêêêêêêê!?

 

-Êêê û jehr! Me xwe li sînorê Bûlgar xist, li ê Yûnan xist, li ê Romanya xist, li ê Polonya xist, li ê Çekoslowakya xist, xist û xist heta em di vir re derketin. Ma ji te weye rehet bû, hem jî bê pasaport û bê vîze! Bi wî serê te ê keçel, tiþtê nemayî hat serê min û kera min loo, wey!

 

Êêêêêêêêêê!?

 

- Êêê û mirin! Ev tam sê meh in em bi rê de ne, tî, birçî, tazî û bêxwedî. Werhasil, bi rê de lingekî kera min þikest û di berde jêbû. Rabû me da dû hev û bi kera sêlingî me da rê. Geh ez lê siwar dibûm û geh jî ew li min siwar dibû heta em gihan sînorê Polonya.

 

-Belêêê

-Gotina min nebirre xenzîr! Ma ez henekê ber devê te me, wîî! Werhasil, gava me xwest em sînorê Polonya derbas bikin û xwe li mayînan xin, kera min pêl mayînekê kir, pêde teqiya û lingekî din jî jêbû. Yanî ma du lingên wê.

 

-Weleddddd!

-Weled û quzê kerê! Werhasil, ez û kera dulingî bi brîndarî derbasî alîyê sînor bûn û me xwe bi selametî gihand firehîyê.

 

-Bi namûs senaryoyek pir xweþ ji vê serpêhatîya te û kera te derdikeve. Hem jî kare xelata Nobelê bistîne ellawekîl!

 

-Kuro ji kesî re nebêje qûneko, ji xwe min miþtirî jî dîtiye, ezê vê “Rêwîtîya Dirêj “a ku ji meþa Mao Zedung jî dirêjtir ajotiye,” bi navê “Serpêhatîya Xaltîka Fatê û Kera Dulingî” bikim roman û wek Harry Potter berê wê bidim rekorê....

 

-Erreeekkkkk, ma bû çiiiiiii xaltîka Fatê? Niha tu kari bêji wê romana te di Hollywoodê de bibe flîm û oskarê jî bistîne ne!

 

-De îcar li ehmeqê Xwedê binerin kuro,  te go oskar? Kuro ez 31 oskaran nestînim bizane go ez ne keça bavê xwe me, wîî! Ma ez wek Angelîna Jolîe û wê qûndeya Pamela Andersonkê nayêm, waweylê! Bi serê te ê keçel kim, ezê tirrê ji Hollywoodê berdim tirrêêêêê! Te hîna derbên xaltîka xwe nedîtine....

 

-De ka em vegerin ser mijara xwe û te xaltîka Fatê

-Kuro ma ev ne mijar e tirreko, ma ez çîrokan dibêjin!

 

-Na, lê em vegerin ser te. Meselen xaltîka Fatê kî ye, çi ye, çi dixwe çi vedixwe, mêr kirine nekirine, zarok marok, filan û bêvan. Meselen ev navê xaltîka Fatê ji ku derket?

 

-Navê min ji ku derket? Ji nav þeqê dê û bavê min derket! Yahewlelwelaaaaa, ê lao ma navê meriv ji ku derdikeve hêê? Helbet hinek navekî li meriv dikin û ew nav wek toqa naletê heta bi mirinê dikeve stuyê meriv. Werhasil ez serê te ê keçel neêþînim, kuro malxerab, ka çaya te, ka qehwa te, ka cixare, ma hevpeyvîna bê çay û qehwe, bê cixare çêdibe xiyar!

 

-Min çayê, qehwe û cixare xwestiye, wê gavek din dikandar bîne. Êêêêêê....

 

-Ez li ku mabûm? Haaaa, mesela navê min bû ne, temam! Kuro rojekê ez li malê dirêjkirî bûm. Min li flîmekî komedî dinerî. Ji niþkê ve telefona min go zirrrrrrrrrrrrrrrr û lêxist. Min telefon rakir dengekî nîvnas ket guhê min. Piþtî xoþ û bêþê min dît go hevalekî min ê kevnare ye. Îcar tu Kurdan nas diki, heta karê me bi hev danekeve em li hev napirsin.

 

-Eynen wilo ye

 

-Erê lo, em bi qûna hev zanin wîî. Îcar piþtî zirrîna telefonê me hevdu dît. Here were, here were, here were, piþtre min fêhm kir go ciwamêran dixwazin rojnameyekê derxin û ez jî di rojnama wan de lotik û zîtirkan bavêjimmmmmmm. Tabî berê ji min nebawer bûn, digotin qey ez xeþîmim û zarokê doh im. Werhasil, me hevdu bir û anî, rojname amade bû û navê wê kirin Peyama Kurd! Îcar piþtre ew flîmê go min li malê lê temaþe dikir, ewê henekan looo, ew hat bîra min û min go de ka ez quncikekê bi navê “Fatê were civatê” amade bikim û di quncikê de lotik û pehînan bavêjim derûdorê, derdê xelkê derman bikim. Îcar navê min ji wir tê haaaaaa, okey!

 

-Te go derman? Qey te dermansazî jî xwendiye?

 

-Iiii ihiiii! Ne ez dibê tu ehmeqekî Xwedê ye tu dibê çima! Ma dermansazî û hew! Dermansazî, Sêhrbazî, Qûnatazî, Psîkolojî, Jinekolojî, Mêrekolojî, Heywanolojî, Ekolojî, Trimpêlojî, Kurdolojî, Zimanolojî, Seksojolî, Hewalojî û hezar jehr û ziqûmên din haaaa...............

 

-Erreeekkkkkkk......Naxwe tu Fîlozof i!

 

-Fîlozofan çi gû xwariye! Ez karim 101 tirrî ji wan berdim ellawekîl, hem jî bêyî ku bi xwe bihisin!

 

-Êêêêêêêê!

 

-Êêê û mirinnnnnnn!

 

-Xaltîka Fatê, tu zewicîyi? Zarok marok filan!

 

 -Berî ez bêm Lotikxanê min mêrê 12an berda

 

-Pekkkkkkkkk! Naxwe te çarox qetandiye dêya minê!

 

-Kuro qeþmer, ez xaltîka te me, Xwedê bê erê ezê 12 mêrên din jî biþînim cehnemê! Ma mêr xwe li ber lotikên min digrin, wîî! Bi wî xiyarê nav lingê te, ez îmana wan diçikînim û dikim go bi lotik û pehînekê bibeicin.

 

-Wax wax waxxxx, yadê te Pamela Anderson derbas kiriye bavo! Naxwe tu niha azib i û çavê xwe li qiraseyekî din digerîni?

 

-Ma yek têra min dike qûneko,  cot cot, þeþo þeþo incex! Êêêêêê, em di cîhanek global de dijîn kero, êdî kes nema qîma xwe bi xiyarekî yan bacanekê tîne, herroj tirþik û savar nayê xwarin. Haaaaaa, kuro Sofî Xelef, tu bi jin i? De ka hema emê mehra îmamê çaroxî bavêjin ser hev û hevdu bigevizînin te go çi!?

 

- Na yadê na,  jina go serê 12 mêran xwaribe wê îmanê li min teneke bike ellawekîl, tobee!

 

-Êêêêê, wekî din?

 

- Xuyaye tu westîya yi, tu dixwazi em hevpeyvîna xwe piþtî çend rojên din germtir bikin, te go çi?

 

- Erê looo, ev sê meh in em bi rê de bûn. Ez bûme wek pisîka go ketibe nava mêst ellawekîl, nermijî me. Kuro ka çay û qehwa te xenzîr! Ka cixare nehat lao!

 

 

Belê gelî xwendevanên berketî, xaltîka me Fatê rêwîtîyek dûr û dirêj kiriye, qede û bele hatine serê wê û tirr têde bûne fis. Bela hinekî bêhna xwe berde û bê ser xwe, emê dîsa hevpeyvîna xwe pê re bidomînin.