Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Xaltîka Fatê dest bi lotikan dike

 

Lotikxane-14/10/07-Ev demek dirêje me digot wê xaltîka me Fatê bê û di Lotikxanê de dest bi lotik û pehînan bike. Lê malxerabê xwe giran kir, giran kir û wek Çiyayê Bagokê ji ciyê xwe neleqiya. Me bi dehan qasid û nûnerên xwe þandin mala wê û doza destpêkirina lotikan lê kir, lê xwedêjêstendê te digot qey kerr û lal e û deng nedibir xwe. Werhasil, piþtî danûstendin û bertîlek giran, me xaltîka Fatê qanih kir û em li hev hatin. Me di lihevhatina xwe de peymanek qirase îmze û mohr kir û em vegerîyan mala xwe. Çend xalên peymana me û xaltîka Fatê ev in. Wê xaltîka Fatê rojê:

1-Pakêtek cixara Marlboro ji wanên qûnsor

2-Bi taþtê re; semawerek çaya qaçax, kîlok zeytûnên Efrînê, nîvkîlo hingivê Bedlîsê, 250 gram dimsa Mêrdînê û 25 hêkên qelandî

3-Bi firavînê re; 3 mirîþkên heþandî, 15 bacanên sor, 3 serî pîvaz, 10 nanên tenûrê û 25 þûþeyên ava cemidî

4-Bi þîvê re; 5 kîlo goþtê berxan, 7 kîlo savar, zebeþek Diyarbekrê, 15 îsotên Ruhayê, 4 kîlo beqlawe û 2 kîlo jî benîyên gwîza

5-Paþîvê; 2 kîlo dendikên zebeþa, nîvkîlo dendikên kundira, semawerek qehwe û þûþek wîskîya Jonny Wolker

6- Her serê mehê; mesrefa himam û serþûþtinê, 10 kiras û derpî, 5 cot þekal (pêlav.sol), 25 cot gore, 30 kitan û þerpe

ji Lotikxanê bistîne.

 

Yanî, mesrefa xaltîka me Fatê li ser me ji mesrefa dewleta Sûrî girantir dibe ellahwekîl! Lê ji ber ku me soza lotikavêtina xaltîka Fatê dabû xwendevanên xwe, me xwe da ber barê wê û stuyê xwe li ber wê kezebþewityê tewand.

 

Werhasilî kelam, xaltîka me Fatê niha li kera xwe a piþtkurmî siwar bûye û ji Mêrdînê berê xwe daye Lotikxanê. Heger sîxurên dewletên dagîrker tu kemîn û dek û dolaban neynin serê xaltîka me û bi saxî û selametî giha Lotikxanê, emê 7 roj û 7 þevan govendê lidarxin û bidin zîtirkan.

 

De çend rojên din jî bêhna xwe fireh bikin û duakarê xaltîka xwe Fatê bin.