|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |

Xecê Omerî
HÊVÎ DIJÎNE
Heger tu herî!
Tu yê ji hezkirina mýn sêwî bimine
Û wê þîna dû veqetandinê para te býkeve
wê li wechê hêviya xwe ya wenda bigere
Dilê te yê parsek û derengmayî
Heger tu herî!
Ez ê dîsa kirasê xwe yê þahiyê li bejna xwe bigerînim
Û ez ê dîsa kilê xwe yê suphanî bikiþînim çavên xwe
Ez ê porê reþ ê qetrani bi ser milên xwe ve berdim,
heta ku bi mistdanên ba serxweþ bikevim.
Heger tu herî!
Ez ê mina her gavê bidim dû giyanê xwe yê tekoþer
Û qonax bi qonax li meskenê dilê xwe bigerim
Ez ê her û her di dilê xwede hêviyê vejînim
Ji bona di her demsalê de biharê bijîm…
19.4.2007-Nisêbîn
************
Nivîsên berê
***********
GUNDÊ MIN
Ezê helbestetekê binivîsînim
Bi navê gundê min…
Bi rengê keskesor
Bi xwina þehîda u bi hêsirên dayîka
Ezê helbestekê binivîsînim
Ji bo zarokên kurdîstanê
Bo gundê bav u kalan
U ji bo tekoþîna xortê lý çîya yê dêrsim, þingal u qêndîlê
Ezê binivîsînim yek bi yek
Hesreta dilê qîza kurdîstanê
U di xewek þêrîn de xewnek zarokatîyê
Di himbêza dayîka xwe de
Ezê binivîsînim qîrîna gelê xwe
Ku ma veþarti li bajarên xeribîyê
Li sikakên reþ u tarî u ker u lal
Ezê helbestekê binivîsim
Ku pelên daran, sitêrikên asîmana
Þahdebunê li min u gelê min bike
Ezê binivîsim ku Fýrat u Dîcle li hemu deran belav bike
Ezê helbestekê binivîsim
Bý navê KURDÎSTAN.
Peyamek ji jina ku roja wan hatiye tarî kirin
Îþev, aciziyek fetisoyî ya ku sedema wî ne diyar e, konê xwe vegirtiye li nêzikî min. Gav bi gav ber bi min ve tê û xwe li hemû bedena min dipêçe. Dibe kanî û di nava damarên min de diherike.Êdî rev ji bona min nema hêsan e. Dem dema eþkerekirinê ye.
Bi tike tika seatê çavên min têne girtin. Ev e çend rûyên ji janê têrbûyî li pêþberî min sekinîne û bî awirên gazinok li min dinerin.Dengek…
Gelo tu me dinasî?
Em ew jinên ku bi guneh û kefenê xwe ji dayik bune,em ew jinên ku wê êdî tu roj li wan neyê pîroz kirin.
Dengek din û lerzok, ez ew jina ku bi evîndariyê gunehbar bû û bi destê birayê xwe hatime kuþtin. Dengek dýn…
Ez ew jina ku hawara wê tev li xuþexuþa çemê Firatê bû û roj lê çû ava. Ez ew jina ku jiyan lê hate qedexe kirin. Ez ew jina ku bi daxwaz û armanca xwe ve di neqeba çar dîwara de hatim heps kirin. Ez ew jina ku ji bona xelasiya wê, di tawana odeyekê de hesinek zingargýrtî jê re hate pêþkêþ kirin. Ez ew jina ku bi bendikekî dawî li bindestiya xwe anî.
Þev bi dawî nabe, kirasê hawarê axîn û nalînê li xwe kiriye. Heman janê hikum kiriye li ser hemû rûyan. Carinan bi dengên lerzok carinan bi hawar î qîrîn bi ser min de digirîn.
Hêdî hêdî bar li min giran dibe, êdî nema dikarim hilgirim bese, bela bi dawî bibe ev þevger, bela bi dawî bibe ev senfoniya ku bi notayê janê hatiye xemilandin.
Dîsa hemû bi hev re bi yek dengî dibêjin…
Em ew jina ku ji cehalet û barbariya civaka xwe re bûne qurban, roja jinên kedkar yê cîhanê li jinên kurd yê ku hîna ro li wan neçûye ava piroz dikin!
Hawar dikim, hawar dikim bi ser rojê de ji bona ku bi ronahiya xwe vê þeva tarî biçirîne û dawiyê li vê þevgerê bîne.
Êdî berbanga sibê ye, roj bi tîrêjên xwe dawiyê li wê tariya li ser cîhanê tîne. Ez bi bêhneke çikiyayî ji xew çem dibim û bi zîhineke westiyayî pêþwaziya rojê dikim…
Bi hêviya ku tu jin nema bibe qurban ji cehalet û barbariya civaka xwe re, roja jinên kedkar yê cîhanê li hemû jinên kurd pîroz dikim…
07/03/07-Nisêbîn
RASTÎ TAHLE
Min xwest vê carê ji we xwendevanê lotikxanê re,nivîsekê nêzî mîzahê bikim lê mixabin min di tûrikê xwe de tiþtekî wisa nedît .Ji ber vê yekê min berê xwe da çîrok û meseleyên bi kurdî û min ji diya xwe xwest ku tûrikê xwe ji min re vala bike.Di tûrikê diya min de a ku gelekî bala min kiþand ,meseleyên BAHLÛL bûn.
Bahlûl mirovekî rast bû û di nava mirovan de bi rastîya xwe dihat naskirin. Çi dibû bila bibûya lê divîbû ku herdem a rast bihata gotin,Bahlûl ji vê yekê bahwer dikir.
Ji were yek ji rastiya Bahlûl
Rojekê pîrikek,nîskê xwe bi destar dihêre û dibêje ka ez þîvekê jê çêkim,rebenê dinere ku nîskê wê nakelin, ji xwe re dibêje divê ez van nîska ji stuyê xwe derxim.
Rojekê ew û Bahlul li ber deriyê mala wê li hev rast tên,pirê hal û mesela xwe ji Bahlûl re dibêje û jê dixwaze ku nîskê wê jêre bifiroþe
Bahlûl jê dipirse:
-Ma nîskê te dikelin?
Pirê dibêje :
-Na wele nakelin!
Bahlûl dibêje:
- Ka nexwe ez bibim.
Bahlûl radihêje nîskê pîrê û berê xwe dide bazarê û li cihekî li ber nîskê pîrê rûdine.
Kesên ku diçin û tên nêzî nîska dibin û ji Bahlûl dipirsin:
-Çi nîskê bedew, gelo dikelin?
Bahlûl dibêje:
-Erê wele bedewin lê nakelin. Ew ji dibêjin:
-Ma ku nekelin emê çibikin ji wan û derbasdibin
Ên ku dirin diçin û tên li kela nîska dipirse, Bahlûl jî her gav a rast ji wa re dibêje.
Werhasil rojek du roj bi vî awayî derbas dibin, pirê tê ku pirsa nîskê xwe ji Bahlûl bike û dibêje:
-Bahlûl, ka te niskê min çilo kirin? Bahlûl dibêje:
-Wele gelek kesan li wan pirsin lê nekirin. Pîrê dibêje:
-Qey te ji wa re got nîsk nakelin? Bahlûl dibêje:
-Erê wele min got nakelin.
Pirê bi gotina Bahlûl bi hêrs dibe û tepekê li serê wî dixe û dibêje:
-Heyla Bahlûlê xwedê, tu dibêje nakelin ma wê kî çima bikire?
Bi tepa pirê kumê Bahlûl xwar dibe. Bahlûl bi vî awayî berê xwe dide nava sûkê,ên ku li Bahlûl rast tên jê dipirsin:
-Bahlul çima kumê te xware? Ew ji dibêje:
Kumê rasta hergav xware, min rastî got kumê min jî xwar kirin…
Wechê þerê qirêj
Pêþeroja winda!
Di her teqînê de zarokek keç a temenê heþt salî li ber çavê min zindî dibe. Keça ku bi dengê mîtralyozan, ji xewa xwe ya þêrîn vediciniqî. Ji teqîna fam dikir ku ev yek destpêka lîstika mirinê bû. Bi tirs ji nava nivînên xwe radibû û ber bi salonê ve dibeziya, ji bo ku di piþta yanekî de xwe veþarta. Rebené mina pelê li dar dilerizî û mirinê ta bi qulpikên xwe hest dikir. Ew gelek carên din bûbû þahid ji wan þevan re lê wê þevê cuda bû, lîstika mirinê li piþta mala wan bû.
Hin ji hevalên wê, dê û bavê xwe di pêlîska çavgirtinekê de wenda kiribûn. Ji ber vê sedemê ji wendakirina pêlîska çavgirtinekê ditirsiya. Ew niha di pêlîskê de bû û diviyabû ku dê û bavê wê lê bigeriyana û wê di piþta wî yanîde bidîtina...
Dengê tekin û qîrînan tevlihev dibûn di wê þevê de! Rebenê çav û guhên xwe digirt. Ne dixwest bibîne û ne jî bibihîze.
Þer wechê xwe yî bi qirêj di wê þevê de, bi her awayî li ber çavê wê keçê raxistibû.
Her roj piçekî dýn wendayî dibin bedewiya jýyanê û her roj piçekî din wendayî dýbe pêþeroj.
Daxwaza þer dibe sedem ji mirina bi mîlyonan mirovan.
Li gor lêkolîna rêxistina çandinî û zadê (FAO) îro 852 mîlyon mirov ji ber hin sedemên ku ber tên girtin di xelayê de dijîn û her sal 6 mîlyon zarok jî bi vî awayî jiyana xwe wenda dikin.
Bi mîlyonan þexs ji ber xelaya ku sedem þer e jiyana xwe wenda kirine. Di sedsala dawî de ji 100 mîlyonî zêdetir û di pêncî salê dawiyê de jî ji 30 mîlyonî zêdetir mirov ji sedema þer mirine.
Dý ev deh salê bihurî de ji 2 mîlyonan zêdetir zarok di qada þer de jiyana xwe wenda kirine, 4 milyon seqet û mîlyonek jî sêwê mane.
Di cîhanê de 250 hezar leþkerên zarok hene, bi hezaran ji wan di bin pazdeh saliyê de ne. Dîsa li cîhanê ji 100 mîlyonê zêdetir mayin jiyana mirovan hereþe dike. Li gel ewqas xela, mirin û xisarên hêsinî û ariþî ve jî þer bêrawestan dom dike.
Belê, em dibînin ku di nava erdan de, rê ji tovê re nemaye ji mayinan. Îcar em ê çawa tovê bavêjin axê, ji bo ku hêvî hêþîn bibin? Em é pêþerojek çawa bidin dest zarokên din? Pêþeroja kê? Ka pêþeroj li ku ye?
Dizanim ku her çiqas biqîrim û bibêjim ‘ji þer re naa!’ jî, wê tu kes dengê min nebihîze. Roj bi roj hêvî diçilmisin û bîbikên çavê zarokan nema bi bawerî diberiqînin.
Bi hêviya ku hêvî hêþîn bibin…
21.11.2oo6
Çavkanî:
Kovara ‘hekimden hekime’, nivîsa Yrd.Doç.Dr Çiðdem ÇAÐLAYAN
PAYÎZA ZER
Rondikan dibarînim bi yekemîn barana payîzê re
Hestê min dinava pelên zer û hiþk û hola de gevizîne
Li ber guhê min mîna newaya kemanê ye dengê baranê
Îcar xemgînî ye ji vir û pê de.
Gav bi gav rêvîtî dest pê dike, ber bi xemgîniyê ve
Mîna hesteke kambax li der û dora min zîviriye
Çi dibêje çi dixwaze fam nakim
Li min mat hiþtiye.
Navê payîza zer xemgînî…
Min bi tenêtiya min
Min bi bêkes û kusitiya min dihisîne
Bang li te dikim li te digerim mina pêdiviyekê
Lê tu jî tune
Awirên tenêtiyê bê kes û kusitiyê
Awirên janê dibin tîr û li dilê min dikevin
Lê awirên te…
Awirên te kanîn?
Her çiqas aramiyek be ji giyana min re
Dengê baranê
Ew qas bextevarî û pêdivî ye ji dilê min re
Bihîstina dengê te
Dengê te kanî?
26.10.2006
“Nebûye Millet Hîç Kesek Bê Ziman”
“Vejîne zimanê xwe ey xwendevan
Nebûye millet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xoþ û xeroþ û ciwan
Eger baþ bizane tu nake ziyan
Tu kurmanciya xwe jibîrnekî
Eger baþ nizanî divê zêdekî
Elifba û dîwan û ristan bixwîn
Heta ku wek min tu nebe dilbixwîn
Binere zimanê te çend dewlemend
Li bajêr tu carek xwe bighîne gund
Bibîne çi þêrîne ev reng ziman
Çi paye bilind û çi rûmet giran”
CEGERXWÝN
“Nebûye millet hîç kesek bê ziman” Seydayê nemir çiqas xweþ gotiye.
“Zimanê me xoþ û xeroþ û ciwan” îro di xetera windayiyê deye.Em ciwanê ku pêþeroja zimanê kurdi di destê me de maye,ji vê yekê berpirsiyarin. Gelo em ji bo vî “zimanê xoþ û xeroþ û ciwan” berpirsiyariyên xwe bi cîh tînin? Ji bedêla S.AKSU li G.PERWER ji bedêla Ý.TATLISES li Þ.PERWER ,M ÞEXO,N. ARIÇ guhdar dikin, an em van hunermendên hêja dinasin? Gelo em di maîlên xwe de û di sms ê xwe de ji bedêla “kendine iyi bak” binivîsin (li xwe baþ biner) dinivîsin? Gelek nivîskarên kurd hene ku berhemên hêja jibona me afirandine,gelo me çend ji van xwendine? Wê hin bêjin ku xwendina nivîsa kurdî ne hêsane,gelo we qet hewl daye xwendinê?
Ez li qezeyekê hema bêjin ku hemu kurdin dijîm. Gava ez carna jibona aleþtê derdikevim sûkê,dibînim ku hemu dikandar pêþwaziyê bi zimanê tirkî dikin. Wek ku mîna zilqokê xwe li ser devê wan girtibe gotina bi tirkî (hoþ geldiniz,nasil yardimci olabilirim)ji ser devê wan nakeve.
Rojekê dîsa ez û hevalek xwe daketin sûkê û me berê xwe da dikanekê. Me dît ku xwediyê dikanê hin tiþtna di berxwe de dibêje. Xuyabû ku acize, yan ji xeberdana me ya bi kurdî yan jî ji qahra nava xwe xwest aciziya xwe bi mere parbike û got: Qizên delal, hûn bi kurdî xeberdidin lê welle hin tên nizanin bi tirki xeberbidin jî xwe bi zor lê diqelibînin,min fam nekir bê ka ev çi daxwaza xeberdana tirkiye bi me re! Dikandarek biryardar bû.
Pirsek di cîh deye, ev çi daxwaza xeberdana tirkiye bi me re? Îcar divê her kesekî kurd ku bi tirkî xeber dide vê pirsê jixwe bike û li bersiva wê bigere. Ji were gotinek bav û kalên me “ê ku neke biya mezinan stiruhê wan dibe wek ê bizinan”Seydayê nemir an seydayê mezin jî dibêje “Nebûye millet hîç kesek bê ziman”. Heger hîna jî daxwaza peyva tirkî bi me re bidome, xuyaye ku wê stiruhê me jî bibe wek ê bizinan...
Zingîniya li ber guhê mêr hawara jinê
Jina bê xwedî, jina hov çawa xwe davêje kuçan û kolanan, zar û zêçên xwe li mal birçî,tazî dihêle û bi karê ku ne ê wê ye dilebike. Kuro ma tu dibê ev bêxwedî ne, bav û birên wan yan mêrê wan tunene?.Em li ku dinerin jin, rojname, tv her der ji hawara wan tije bûye. Jin bêxwedî nabe, divê ku yan herdem rêberê wê hebe,yan jî halê me ne tu hale.Tu dibînî, aha ji te re jina azad! De îcar heger tu karibî wê bigire..Tê tu car hevsar ji serî dernexî keko, yan tê li çogê xwe xî. Dibêjin ku “aqilê heft jinan di serê mirîþkekê de ye ew jî dire nikilê xwe li zibil dixe”.
Heyf, hezar carî heyfe ku îro ez weke jinekê bûme þahidê van peyvan.Îro nerinên li ser jinê di gelek deverên civata me de ev e, herdem mirovahiya jinê tê jibîrkirin, tê jibîrkirin ku ew jî xwedî kesayetiyek û xwedî raman, xewn, xeyal û xwediyê giyanekê ye.Daxwaz û ramanê mêr bûn daxwaz û ramanê jinê, diviya ku wilo bûya. Ji ber ku daxwaz û ramanên jinê jibo tu kesî ne xem bû, jixwe ew bêaqil bû, nikarîbû birame jî. Hîna jî gelek kes wilo difikirin.
Ez ji jin û mêrên kurd dipirsim: Nerinên we wek jin û mêrên milletekî bindest li ser milletê bindest çine? Difikirim ku bersiva vê pirsê jî di berxwedana ku hûn îro li himber bindestiya xwe dikin deye.
Îro mêr gava li bindestiya milletekî dinere tenê weke mirov dirame,lê gava li pirsgirêka bindestiya jinan dinere weke mêrekî jî dirame. Îcar di vir de mêr cudahiya ku dixe nav xwe û jinê li ber çav radixe.Nerînên hin mêran li ser jinê ev e, jin mîna mal dibînin wek ku dibêjin “çeka min, hespa min” dibêjin “jina min”.
Bibuhurin mêrno, îcar jin þiyar bûye, bi perwerde bûye û nema qiyma wê bi bindestiya wê tê. Careke din jî bibuhurin...
Îcar divê ku hûn jî xewa xweyî þêrîn jibo zarokê xwe bibirin.Jin ji barê ku we tore û adetên wê daniye ser piyê wê westiyaye. Îcar alîkariyê dixwaze,heqiyê dixwaze. Tenê ya ku heqê wê ye MIROVAHÎ yê dixwaze.Hawara wê ya îro di rojname û tv yan de jibo ku heqê mirovahiya xwe bidest bixe.
Hawar bikin mirovên bindest, çi jin, çi mêr, çi mirovê reþ, çi ê sipî ferq tuneye. A girîng ewe ku hûn li dijî nemirovahiyê serî hildin.Hawara jinê wê berdewam bike, îcar xuyaye ku bi hawara jinê wê hîn gelekî zingînî ji ber guhê mêran bê…..