|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |

Namak vekirî ji birêz Mizgîn Gemo û berpirsê malpera Tirej.net ê nû re
Hêja Mizgîn Gemo:
Ji toreya toreyê ko merov bi eteket û rêz li dost û hevkarê xwe ê ko çar salan me bi hev re di malperê de kar kir te bipirsiya gelo çima te wa kir ez nizanim?
Ma ne gerek bû ko te bigota: Ezîz Xemcivîn ji kêlîka pêþî ji damezirandina malperê de bi me re li ser internet li civîna pêþî amade bû û heya roja ko Qado dev ji malperê berda?
Baþ e kekê min heger hêja Qado dev ji malperê berda ji sedemên xwe ên taybet ma gerek bû te pehîna xwe li evî karê ko çar salan ez û Qado em pê re westiyan ne ji bo te belê ji bo çand û tora kurdî(ko çand û tora kurdî giranbuha be, û mebesta te çand û tora kurdî be) ma ne gerek bû te rêza evê xebatê bikira û bi kêmanî te lingên xwe li xebata xeyrî xwe nexista?, nizanim çima te wisa lezand û te têkilî bi min re nekir, nizanim çima te ez bi agirê Qado þewitandim, dibe ko te ji xwe jî nepirsî be; gelo çima Qado rawestiya?, ma Ezîz jî pê re çû û rawestiya an na?. tu baþ dizanî ko tu wek min û Qado nabînî, lê diyar e tiþtin veþartî hene û gerek malper berdewam bike, û wek ez agahdarim tu di þeþ heyvên dawî de ji malperê dûr bûyî.
Ya din ev berpirsê ko te danî heger piçek rêz ji xwe û malper û çand û tora kurdî re girtiba ne gerek bû ko ez agedar kiribama, ma ne gerek bû têkilî bi min re danîba, ji xwe bipirsiya; gelo çima Qado yê ko ev malper damezirand û navdar kir, çima rawestiya?, gelo dê ji Qado û ji min baþtir kar bike?, li ser karê malperê û bi kêmanî bigota keko rast e birayê me Qado dev ji malperê berda, lê em ê li gel hev dîsan malperê bi rê ve bibin???
Mixabin kurd û etekêt pir dûrî hev in û heya em fêrî etekêtê bibin wê hasil bigihê Mûsil…!!
Tu jî dizanî ko min û Qado, me malper avakir û bi her kesî da zanîn û pejirandin, ji dû têkiliya me ewqase nivîskaran tê de dinivisand, bi hêviya ko hun jî wisan berdewam bikin, tu jî baþ dizanî ko me ji bo çand û tora kurdî dikir û ne ji bo tiþtekî din, ne ji bo bercewendiya kesane (wek hinan).
Li dawî, xwezî em pêþî bi xwe re rast û dirust bana, di dûv re bi hev re û bi çand û tora kurdî re rast bana.
Sipas ser karê te kir û bijî
17/10/2006
Ezîz Xemcivîn
Ji Malpera tirej a birîndar
Têbinîyek ji Lotikxanê:
Birastî em zêde naxwazin malpera Lotikxanê bibe hola nîqaþ û rexneyên þexsîyetên Kurd. Lê emê jibo carekê rê bidin nivîskar û dostên ku di hinek waran de bixwazin hevdu rexne bikin, yan bersivê bidin. Lê em tika dikin ku rexne û bersiv jî di sînorên rexneyên dostanî û erênî de bin, sînorê dostanîyê derbas nekin.