|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Her çerm nayê xwarin kakam!
Xêrnedîyê Amûdî-26/03/08-Amûdê- Birêz Kurdistan.tv, her kesayetîk mûdêlekê lêdixwe, xwedê giravî tu deng û rengê partiyek xwedan dîrok e û îro jî di cîhê rêveberyê de ye. Ne sezayî teye ku tu ekrana xwe erzan bike mîna hin televizyonin dîtir. Ji ber navê te Kurdistan e, tu bi navê xwe barekî herî giran li xwe dike û berpirsiyarîya pir tiþtan ji te tê xwestin.Birêz Mesûd Barzanî serokî herêma Kurdistan peyamek þand ji bo serokkomarê Sûriyê birêz Beþar Esed re di derbarê pelamêrî leþkerên rejîma wî ya hovane de li ser gelê Qamiþlo. Mexabin telivizyona we piþtî vê peyamê ne bi rojekê, û hîn xelkê Qamiþlo li bin konê hersî mexdûran bûn, gel li ser birîndaran li nexweþxanan serdan dikirin,Kurdistan-tv 23-3-2008 seet di deh û nîvan de li dor seetekê ((ahenga cejna evinê)) ji gelê Qamiþlo re diyar dikir di bin xetîreya arê newrozê de ya ku li jora ekranê bû !!!
Gelo ev aheng pir ji bo hest û jana
Kurdên baþûrîrojava gerek û pêwîstbû di wilo roj de?? Heta ew kesên ku li wê
ahengê nefret li xwe dibarandin, nedixwestin ku gel wan bibîne û xwe ji ber
xelkê didan alî.Guneh ne yê wan e, ku ew xwe mest û sekran di êvara
birîndarya Qamiþlo de bibînin, berpirsiyarê Kurdistan.tv û derhênerê
pirograman pir bijîþk in, zana û jêhatî ne, dibe ku ji bo jana Qamiþlo bi
((cejna evînê)) derman bikin û dilê dayikên kuþtî û birîndaran vegerîne ber
bi vê roja taybet ya ku gelê Kurd ji newrozê bêtir jê hez dike ! Dibe ku ez li we neheqîyan dikim, belkî valabûn di pirogramên we de çêbibana û we ev valabûn bi vê ahengê dagirtibe. Hela hûn newroza 1000000 kesî li qada bajarê Amedê naweþînin û newêrin bejn û bala Leylayê ya weke çinara Çiyayê Dalanper þanî jinên Kurdistanê bikin.. Xwezî we ahenga bûk û zavakî Hilêlyê ji bajarê Qamiþlo bi weþanda û ne ev … Dibejin ku karmendê Kurdistan .tv mûnafesê bi Vîn .tv re dikin çimkî wan jî di heman demê de (cejna evînê) ya bajarê Hesekê di vê bîranîna berbangê newrozan de diyarî temaþevanên xoþewîst kirin. Vîn .tv gazin jê nabe ji ber ekrana wê û rêbaza wê bi vî þêweyî kar dike, gazinên mezin gel ji we dikin ji ber ku navê we K.K.K.Kurdistaneeeeee..kakammm
|