|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Xezîna dewleta qûnde
Mîr Bedirxan- 22/03/08-Êlih- Go xezîna dewleta Osmanî vala bû, weziran go: “Ya Siltanê qûnek ka em çawa bikin!” Wezirê çepê go: “Em qemçûrê derînin”. Siltan go: “Wek çi kurê min!” Wezîr go: ”Siltanê min, em li serê pirê yekî deynin û ê bê em jê weraqa bistînin”. Siltan go: “De baþe”. Çendeyek derbas bû siltan go: “Min di we kirino, ka deng ji xelkê derneket!” Wezirê çepê go: “Na siltanê minî qûnek, ê naxwe wexta ê ku hat û ji pirê derket jî emê weraqakê jê bistînin”. Çendayek derbas bu dîsa deng ji gelê Tirk derneket. Siltan go: “Ev çi hale yabo! Nexwe yekî li nîvê pirê jî deynin, ê ku were li wir wî biceribînin û hê bira here (yani bira bikutin qûna wî lo)”. Piþtî demek din siltan go: “Ya wezîrê min, ma deng nîne oxlim?” Wezirê qûnek bu tîqe tîqa wî û go: “Na siltanê minî qûnek deng nîye!” Siltan go: “ Ya baþ ez herim nav gel ka ev çi hale”. Siltan çû nav sûkê bi gel re axivî go: “Ya gelê minî qûnek, hûn ji min qûnektir derketin, ka bêjin tu derd û xwesteka we nîne gelo?” Kesekî deng nekir. Yekî ji paþde bi nîv ruhî go:” Ya siltanê min, derdekî min heye”. Siltan hebeki kêfxweþ bû go: “ Baþe wa yekî li ber xwe da, bêje ka çi derdê te heye”. Rabû go: “Siltanê min, li nîvê pirê we zilamek daniye, êvarê gava em diçin mal li wir dora me dereng tê, te bi xêra xwe yekî din jî danîya ji bo ku em zû herin nav zarokên xwe”. Îca hûn dixwazin ez þirovek din bikim yabo! Aha Tirk ev mexlûqatin û hûn sax!
|