Bavê Jîndar
Dermanxana Xweristê-4

HEVÎZAR “BELG’A BRÎNÊ “
PLANTAGO LANCEOLATA
Bavê Jîndar-02/06/08-Colemêrg-
Hevîzar, belga (pela) brînê, gîya dûpiþk, gîyayek bêar e. Li her deverê þîn tê. Li devê rêyan, li ber lêvên cûyan, li nav çîmenan. Du cûreyên wê hene. Belg pehn û belg (pel) dirêj. Bandora herduwan jî wek hev e. Bandora wê ya antîbîotîk bi tibî hatiye tesbîtkirin. Bi gelenperî jibo organên givirandinê (sîndirim sîstemî ) xwasma jibo belxem, kuxik, xenikok, astima kezebê, tuberkulozê (Jana zirav - werem) gelek bikêrhatî ye. Çi giya û pincar (derveyî Lûþ-lîþ ê) nikarin wek wê xwîna piþikê û mexde paqij bikin. Lewra divê kesên mexde û piþik lewaz (zeîf ) û kesên her jar û lewaz dimînin, wê bi kar neynin an jî kêm bi kar bînin. Çi bandorên wê yên nerînî nînin. Pel, tov (bizir) û binka wê tê bikaranîn. Di kevnar de Çînîyan jibo weremê, Medan û Romayîyan jibo brînan û kuxukê, Eleksenderê Mezin jî jibo serêþê bikar tanî.
Madeyên hundur:
Mîneralên tahl, hesin, fosforîkasît, aucîbîn, kirêc, klorofîl, kukurt, labenzîm, saponîn ,madeyên çilm ( kilmîþ ) , þekir, tanen, vîtamînên A û C.
Kêrhatiyên wê: 1- Kuxuk, 2- Bronþît 3- Werem 4- Astim 5-Singêþ 6 – Jibo enfeksîonên rêyên behndan û standinê 7- Jibo sermagirtinê 8- Hemû cureyên edavên ( kurmîbûn –iltihab ) hundur û derva. 9- Jibo hemû cûre êþên sînîr (kezî –reh-damar ) 10- jibo hemî cureyên brînan 11- Jibo nexwþîya mîznegirtinê. 12- Jibo pêvedana ( leqkirin-gezkirin) moz, kermoz, zirketk, mêþa hingiv, kelmêþ, tevnemêþ (pîrevok) û hemi haþaratan. Jibo Bawesîr, qunêr, pirzik, teqînên nav pêçîyan.

Bikaranîn: 1- Selete 2- çay 3-Givaþtin 4- þirub – 5 Tentûr.
Selete : Qasê hev hewîzer , pûng,û gezing ( gezgezok ) tevlihev bikin hinek xwê û lîmon li ser werkin. ( Lê tivê jibo þewinandina wê jê biçe . Hûn gezingê bikin tûrek naylon hinek avê berdin ser û dinav ava naylon de biperixînin. ) û paþê bêxin nav seletê .
Çayê: Jibo her kulmek pel 100 ml av bikelînin, paþê pelan berdin nav, bila 10 – 15 deqan dema xwe bigire, paþê vexwin. ( Li gor dilê xwe hûn dikarin hingiv an jî þekir bavênê)
Þirûb: Hinek av bikelînin, belgan hûr kin û hinek hingiv berdin nav, bila seetekê bisekine, paþê biparzinînin û vexwin.
Givaþtin û pelûk: Jibo birînên derva û pirzikan û êþên sinir ( jîy- damar ) pelan hûr kin, bêxin nav þîrkuta darîn û biqutin heta dibe pelûk ( pelûl). Hûn dixwazin ava wê bigivêþin û li ser brînê kin û hûn dixwazin pelûkê deynin ser û girêdin.
Tentûr: Jibo her 30 gr pel, 100 ml alkola 70% bêxin nav þûþekî, derê wê bigirin û li cihek ku tavê (roj ) nebîne 4- 6 hefteyan bisekinînin, paþê rojê 3-5 caran 15 dilopan jê vexwin.
Doþav (dims): Jibo du kulmên belg hinek av,300 gr þekirê nobetê, 250 gr hingivê kulîlkan. Pelên xwe bikin pelûk, hingiv, av û þekir bikin ser, li ser agirê giran heta tîr dibît û renge wê tarî dibît her tevlihev bikin. Ku rengê wê têr bû, hêjta sarnebûyî bêxin nav firaqan û di sarincokê ( sarker – dolaba sarkirinê ) de biparêzin.
Herweha hûn dikarin belgan hiþk bikin lê ne liber tavê, lê di sîberê de. Hinek wek belgên mêwan dolmikan jê çêdikin.
| Nivîsên berê |
Dermanxana Xweristê-3
HÊRO
ALCEA KURD’ICA

Bavê Jîndar- 31/05/08-Colemêrg-
Hêro kulîlkek bêar e. Li devê rêyan, li bedenan, li ber devê avan û hwd. hêþîn dibe. Bejna wê 100-200 cm bilind dibe. Di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de xweristê rengîn dike. Li dinê 20 an zêdetir cûreyên wê hene. Li Kurdistanê kêmanî 5-6 cûre ne. Kulîlkên wê ji alîyê rengan ve sorê tarî, sorê vekirî, peyazî (penbe) yê vekirî , peyazîyê tarî , binevþî ( mor) yê tarî , binevþîyê vekirî û spî ne. Bizin û mêþên hingiv zehf jê hez dikin.
Navê wê yê zanistî Alcea Kurdica ye. Lê Tirkan ev navê ulmî dera hikmê wan lê dibe, ji tirsa ku Kurd pêve heye qedexe kirine. Derveyî navê Hêro yê navneteweyî, navên 80 kulîlk, gul, gîya, pincar û darên ku Kurd, Kurdistan û Kardoxe, hemi ji alîyê Tirkan ve hatine qedexekirin. Tirk jêre dibêjin: Hatimî gulu. Ew jîji Yewnanan dizîne. Di kevnar de Çînî, Romayî, Yewnanî, Misrî û Mezopotamîyan jibo derman, boyax, þekirok û xwarinê bi kar tanîn. Tê gotin ku Hêro maka þekirokan e (bonbons). Alimên Romayî digotin: Kesê ku Hêroyê bixwe nexweþî jê dûr dikeve. Lê di dirêja hîya demê de ew jî wek gelek gîyayên kêrhatî hat jibîrkirin. Niha hinekî di tibê de tê bikaranîn, xasma þîrêza wê jibo pêvezeliqîna derman tê xebitandin û jibo xweþikahî hinek kes di baxçên xwe de diçînin.
Madde û Mîneralên tê de: Mûsûlaj, Nîþasta, Sakaroz, Glaktoz, pektîn, Dohn (rûn), Tanen û Asparagîn. (Liborin, em navên van madde û mîneralanên Kurdî nizanin )
Jibo nexweþîyên: 1- Bronþît 2- Grîb, 3- Persîf (þobe) 4- Edavên (kul û birîn) nava dev, qirik û goþtê diranan. 5- Edav, xwîn û êþên ( qolincên ) ji rûvik, gulçîsk (gurçik), mexde. 6 - Kul û birînên li ser bedenê. 7- Mîzê pak dike. 8- Sîngê nerm dike û belxemê derdixe 9- Jibo nexweþîya sedefê, baþ e.
Berhevkirin, û xebitandin: 1- Pel. 2- Kulîlk 3- Qurm (dar). Dema pel û kulîlkên Hêroyê hêjta geþ nebûne ( venebûne- ber bi vebûnê) bên berkevkirin. Lê Qurmê
wê payîzê tê berkevkirin û hewceye bi kêmanî du salî be. Kulîlk, pel û dar siberê de tên xiþkirin û dara wê tê hêran.
Derman: Jibo edavên gurçik û rûvikan: 10 gr hêro (bizir be hêj baþtire) bêxin nav 100 gr hingiv û bixwin. An jî jibo recifîna adaleyan û bêhêzîyê rojê 3 caran 2 gr hêro bikin nav hinek hingiv û bixwin.
Þîrûb: Jibo birînên dev : 100 mg sîrke 10 gr hêroya hêrandî bêxin nav beroþekê bikelînin û xerxere bikin.
Çayê: jibo rêyên avrêjê (mîz), kuxuk, nermkirina sîng û avêtina belxemê, 100 ml ava kelî, 10 gr pel, kulîlk an jî qurmê hêrayî bêxinê, li ser agirek kêm 5 deqan bikelînin, 10 deqan di demê de bihêlin û vexwin.
An jî 3 pil (qasê ku dikeve nav tiliya þahadê û beran) kulîlka hêro, nîv pil nêrgiz, hinek renda tûvilê (qaþilê) pirteqalên di avê de, 10 deqan bikelînin û biparzinînin, hinek þîr û þekir bêxin nav û piþtî xwarinê qedehekê vexwin.
Melhem: Hinek hêroya hêrandî bêxin nav sîrkê. Jibo kulikên beden û pêvedana mêþ, pêþû û haþaretên din li bedana xwe xin. Jibo sotinan, werimînan, qunêr, kul û birînên bedenê, hinek hêroya hêrandî bêxin nav dohnê zeytê û wek melhem rojê du caran li ser xin.
Hêrorûn: Qurmên hêroya ter hûr kin û bikelînin. Paþê di nav nîviþk te sor bikin û hêkan biþkênin ser. Hûn dikarin jibo tam xweþkirinê kulîlk û belgên hêroyê bêxin nav birincê, dagirtina balindeyên kolkan û nav dagirtina perasûyan (parsû)
Þîrêz (zemq): Qurmê hêroyê di nava beroþek avê de bikelînin. Heta wek þerbetê tîr û zeliqok dibe û ji ser agir rakin. Ku hûn wê þîrêzê li ser zemînên xanîyên ax xin, hûnê ji tozê û herîyê bifilitin. Her weha hûn wê þîrêzê li gor dilê xwe dikarin bikar bînin.
Dermanxana Xweristê-2
KARÎ
KARDU (ARUM SPP )
ARUM MAKULATUM

B. Jîndar-Karî giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî, kulîlkên wê sor û binevþî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wek morîkên sor çêdibe. Bejna wê 25- 50 cm bilind dibe . Di gelek dermanan de, tê bikaranîn. Xav (nekelandî ) nayê xwarin. Lê ku hiþk bû, an jî hat kelandin jehra wê namîne. Di nav savar, birinc û xwarinên dew de tê xebitandin.
Madeyên têde: Akolîde, aronîn, konisîn, sponîn, niþadir (niþasta), madeyên bi dohn (rûn) û þîrêz ( zemq)
Kêrhatî : Agir kêm dike (dixe), xwuhdanê derdixe, laþ (beden) rehet dike, rehên (jîy- damar ) laþ hiþyar dike (dibizivîne).
Bikaranîn: Jibo bawesîr, kuxik, ta, kevir û xîz (qûm) ên nava kîskê mîzê û gulçîsk
(gurçik) an, jibo tirþbûn û êþa mexde û mêlakê (cerg- kezeb), jibo Qebizbûnê û nexweþîyên pisîkolojîk, depresion û bêtebetbûnê (sinir), derman jê tên çêkirin.
Xwe bi xwe bikaranîn: Ji reha wê bi qasî libek genimok ( garisê stenbolî- garisê misrî –gilgil -genimþamî ) tê heriþandin û bi tasek avê re tê vexwarin. An jî, bi kevçîyek þîranî rehên wê bê qutan (herþandin) di nav 300 gr ava sar de 8 seetan bê sekinan din. Paþê bê parzinandin. Rojê sê caran piþtî xwarinê fincanek qehwê jê bê vexwarin. An jî, ji wê reha heriþandî danin ser cihên êþa mexde, rûvîkan û cihên peçiftî (werimî) . An jî, ji wê reha heriþandî 1/10 îspîrto tev bikin û li cihê bawî û qûnêrê xin.
Lê divê ji qirarê (dozajê) zêdetir neyê xebitandin. Ku hat xebitandin wê bibe sedemê mexdeborînê, vereþandin, gêjbûn, serêþ û navhinavçûyînê (virikbûnê).
Dermanxana xweristê-1

B.Jîndar- 24/05/08-Colemêrg-
Xwendevanên birêz! Berî niha bi heyamekê me di Lotikxanê de di bin sernivîsa PiNCARÇIN de navên hinek pincaran weþandibû. Herweha me gotibû li gor derfetan emê li ser wan hebo, hebo binivîsin. Vaye em gotina xwe bi cî tînin û di bin navê DERMANXANA XWERISTÊ de wek rêze nivîsên li ser pincar û gîyayên derman radigehînin we xwendevanan. Di van rêze nivîsan de, emê dîmen û agahdarîyên li ser pincar wek: Li kîderê þîn tê, çi wext þîn tê, çi xwarin jê çêdibin, madde û mîneralên di hundurê wan de çine, ji kîjan nexweþîyan re dermanin, mirov wê wan dermanan çawa û çiqas bi kar bîne, çayê, tentûr, melhem û þirûba wan çawa çêdibe, mirov dikare çawa biparêze û hwd. we agahdar bikin. Heke di vê xebatê de em biþên bibin alîkarvanê we û xizmetek biçûk ji bo miletê xwe bikin, emê pê dilxweþ bin.
Ma em ci bibêjin. Pêþkêþkirin ji me pêkanîn ji we. Lêre ji niþka va serpêhatîyek hat bîra min.
Dema ez nû çûbûm Almanya, devera ez lê dimam nêzîkî Logerîcha bajarê Kolnê bû . Mîr Cimþît Bedirxan (Kurê Mîr Celadet Bedirxan) jî di nexweþxana Longerîchê de serokê doxtoran bû. Kêyfa me gelek ji hevre dihat. Ji ber ku malbata wî li Berlîn bû. Ew bi tena serê xwe li Koln dima. Lewre dema ku vala dima li kusîya ( vw ) xwe suwar dibû û dihat serdana min.
Carekê ez bi nexwþîya xirab ketim. Ez çûm nîk Mîr Cimþît Bedirxan, min rewþa xwe jêre got . Wî derzîyek li min xist û got: Qet netirse pismam, tiþtek nabe. “ Kutan ji te, xweþkirin ji min”.
Vêcar ev jî mesela dermanên me û xwendevanan e . Bi avnehîya Dermanxana Xweristê, hûnê ûmrekî dirêj û lotikên þidîyayî bavêjin. Hema bixwin,vexwin û lêxin. Ez bi vê wesîla Dermanxana Xweristê Dr Mîr Cimþît Bedirxan bi bîr tînim. Bila gorbihuþt be.
Lûþ-Allîûm Ûrsînûm
Me berî çend rojan di nivîsa Pancarçin de navên hinek pincaran dabû û me gotibû li gor destkevtîyan emê li ser wan hebo hebo binivîsin û ragihînin xwendevanên Lotikxanê. Lûþ an jî Lûþî – Lûþe Lîþ . Hem pincare, hem jî dermanek nestêle (bêhempa) ye. Li cihên 1700 m bilinttir þîn tê. Bejna wê 40 cm e. Bêhna wê wek ya sîrê ye. Hemi maddeyên di nav sîrê de hene di nav Lûþî de jî hene. Lê Lûþ ji sîrê hem bihêztir, hem jî bikêrhatîtir e. Belgên wê pahn û dirêjin. Nêrka nava wê wek ya pîvazê ye. Herweha gopika (paxuxe) wê jî wek ya pîvazê ye. Di nav keskatîyan de yek ji ewên mizgînîya biharê dide Lûþ e. Di mehên nîsan û gulanê de belgên (pel) wê tên çinîn.. Tê gotin ku dema hirç ji xewa zivistanê radibe, ji kuna xwe derdikeve, ji bo ku reh (damarên) wê vebin û xwîna dîlê wê baþ tevgêrê bike, berê li Lûþê digere û dixut.
Alman ji Lûþê re dibêjin Barlauch. Tirk jî dibêjinê Ayi sarimsaxi.
Kêrhatinên wê:
1- Ji bo çermê mirov civan bimîne.
2- Ji bo pirzikan 3- Ji bo hiþ (zêhn ) vekirinê.
4- Ji bo sîstema givirînê ( sîndirm) .
5- Ji bo kurm havêtinê û rûvî paqijkirinê.
6- Ji bo nexweþîyên kalemêran, ku ji bêbizavî (bê hereketî) peyda dibin. Wek : Hiþkbûna damaran, hêdîlêxistina dil, dewqçûn, bêxewî û serêþ ê.
7- Ji bo kuxikên kronîk û zehmetîyên danûstandinên bêhnê.
8- ji bo nermkirin û dawîanîna belxema sersingê.
9- Ji bo piþikê.
10- Ji bo gurçik û paqijkirina rêyên destavxweþkirinê.
11- Ji bo navhinavçûyîna (virk) kronîk bisekine.
12- Ji bo baþtir xebitîna dil.
13- Ji bo mad.
14- Ji bo îþtahvekirinê, ji bo ba (romatîzma ) û hwd.

Bikaranîn: 1- Jêçêkirina xwarinan. 2- Tentûr. 3- Þirûb .
1- Bi gezing (gezgezok ) spanak, alo û pincarên mixlê jê çêdibin re çêkirina mixlê.
2- Wek sos: 100 gr Lûþ 50 gr kakilê gûzan, bindek, an jî fitik, du kevçîyên dohnê zeytê û hinek penîrê qeþer an jî penîrek din. Hemîyan di mîkserê de bihêrin, li ser meqerne, an jî li ber goþt û mirîþkan wek sos û pêxwarin bi kar bînin. Herweha mirov dikare wê sosê li ser nanê nîviþkirî bide.
3- Wek: Bexdenozê hûr bike, li seletan û hemi xwerinan werke.
4- Birinc, savar û xwarinên ji dew çêdibin jê çêke. Lê divê ji bo ku mîneralên hidurê wê berze nebin, berî xwarinê bipêje, paþê bêxê nav xwarinê û kelek din bidê.
5- Bêxe nav seleta mast (cacix).
Tentûr - derman: Belgên wê bikin nava þûþên avê, lê nedewisînin. Tûjî ser qanyaxek bi qalîte bikin û derê wê bigirin. 14 rojan danin ber tavê (roj ) an jî cihek germ. Car û baran biþilqînin. Pîþtî 14 rojan biparzinînin û 10-12 dilopan berdin nav hinek avê, rojê 4 caran vexwin. Ji bo hemi nexweþîyên me li jor nivisîn derman e.
6- Þirûb : Kulmek belgên Lûþê bêxin navberoþekê, du þûþên avê ya þeraba spî berdin ser û bikelînin, paþê bipazinin . Jibo tam xweþkirinê, hinek hingiv an jî rêçalê pê dakin û vexwun.
Paraztin: Hûn dikarin Lûþê hiþk bikin, lê wê demê piranîya mineralên nava xwe winda dike. Hûn dikarin bikin kîsan û bêxin cemedxanê. Herku hûn hewce bin têra xwe jê derxin.
Bijîþkê Swîsrî yê li dinyayê bi nav û deng Herbalist Konzle, di derheqa Lûþê de weha dibêje: Lûþ tevahîya bedenê paqij dike. Madeyên qirêj yên bi inat tavêje der. Xwînek temîz û bi sihet çêdike. Madeyên jehrî dikuje û tavêje der. Li ser rûyê erdê çi gîya û pincar wek Lûþê nikarin bandorek erînî li ser mexde (mad ) rûvik û paqijkirina xwînê bikin. Xortên Lûþê bixwin wê wek keprek (çardax) ji gulan geþ bibin û wê wek qozek –gûzek dara hevristê (çam) ya li bin tavê zexim bibe.
Vêca gelî Kurdan! Heta ji we tê Lûþê bixwin. Li nav baxçên xwe û balkonan biçînin belkî þîn bêt. Heke þîn hat hema bixwe, vexwe, lêxe û lotikan bavêje. Heke þîn nehat hûn û talihê xwe.
“Ji eslîyan bipirsin ji bêeslan bitirsin"
Bavê Jîndar-22/05/08- Colemêrg
Jîrkîyên gelîyê Culemêrgê, yên Çemê Ezo, cerdevanên dewleta Tirko ne. Lê wan dawetek lidarxist, mirov digot qey ne dawete lê festîvalek kulturî û pêþangehek libas (cil û berg ) û kelepûra Kurdî ye. Di dawetê de zilaman þal û þepik, jinan jî kiras û fistanên bi rengareng wek kulîlkên ku wan çîyan dixemilînin dicilvilîn, li xwe kiribûn.
Herçend tiþtên wan yên nebaþ û xirab jî hebin, lê di warê parastina ezman, ( ziman) cil û berg, rabûn û rûniþtina Kurdewarî û parastina kelepora ji bav û bapîran mayî , ku digehînin neslên nûhatî, em bejna xwe ditewînin. Axaftina muxtarê wan Mehemedê Reþo ( Memet Adiyaman) di dawetê de kirî, çilobûn û çawabûna wan bi awayek vekirî radixe ber çavan. Muxtar di axaftina xwe de weha gazî Xortan dike: Kelepor û adetên bav û bapîran gelek giringin. Bê goman tiþtên ne li cih, xelet û nebaþ jî têde hene. Bila tiþtên nebaþ biçin û neyên (hew bên) . Lê gelek tiþtên nirxbilind û pîroz hene ku bi awayek aþkera çand û hebûna me radixin ber çavan. Divê em wan biparêzîn û berze (winda ) nekin. Xortîno! Çi dibe bila bibe, divê em wan zindî û jîndar bihêlîn.
Vêcar niha em destê xwe danin ser wijdanê xwe û bibêjin: Ev cerdevan çand, ezman, cil û berg, adet, rabûn û rûniþtina Kurdewarî zindî dihêlin, an jî ew kesên ji xwe pêve çi kesî Kurd nabînin, di sih salan de sih gotinên Kurdî hîn nebûne û di jîyana xwe de carekê bi tenê jî cil û bergên Kurdî li xwe nekirine? Adetên Kurdî wek tiþtên paþverû dîtine û li dij sekinî ne. Jibo jiholêrakirina wan, çi ji destê wan hatibe neheviþandine. Û ji bapîr, dapîr, xal, mam, xalet, bav, dê, xwiþk û brayên xwe re heval dibêjin. Îcar kî welatparêztir û Kurdtir e qardaþim? Çi dibe bila bibe, kesên esilzade her vedigerin ser eslê xwe. Ji ber ku, xwedî asalet in. Lê yên bê esil, dixwazin eslîyan jî, bê esil bikin. Ji ber tiþtekî wan ku jê þerm û fihêt bikin nîne. Ne hewceyî zêde dirêjkirinê ye. Hema li vîdeo û dîmenên dawetê binêrin, du deqîqan bibonijin û biryara xwe bidin.
---------------------
Li Kurdistana azad fihûþ-2

Bavê Jîndar- 18/05/08- Colemêrg-
Di nav van bîyanîyan de du milet hene ku pîsîtî û gemara dinyayê tevahî li ba wan e. Li herderên dinyayê belav bûne. Pîsîtî, gemar û qirêja xwe jî bi xwe re birine wan welatan. Di nav welatên bîyanî (xerîb ) lê zêde ne; kêsên herkes jiwan aciz in û naxazin di welatê wan de bimînin, ev herdu milet in. Ew jî Tirk û Pakistanî ne. Van herduwan jî li Kurdistanê hîmên xwe danîne. Lê yên herî xurab Tirk in. Devera Tirk bikevinê, li wê deverê dizî, hîzî, bênamûsî, ruþwet, gendelî, hîlebazî, xapandin jî dikevê. Dera Tirk bikevinê (çi bi xweþî – çi bi nexweþî ) êdî zû bi zû jê dernakevin. Wek kênca (kene - dirnî ) qûna dewaran in. Ku çengalên xwe avêtinê, êdî tu kes nikare bêyî kuþtin wan ji wir derxe. Her devera bikevinê, li wir hêdî hêdî binecih dibin û Tirkîyekê lê çêdikin.
Li hemi welatên Ewropa binêrin. Tirkan çi kiriye, çawa li wir bi cih bûne û çawa exlaq, pîsîtî, gemar û qirêja xwe xistine nav Ewropîyan. Ewrûpî jî kirine wek xwe. Vêcar li Kurdistanê rewþ gellek xurabtir e. Ji ber ku li ber çavên Tirkan bixwe ew der berê yawan bû û nihajî bi wî çavî lê dinêrin. Kurdan jî Tirk dizanin. Bixwe Tirkên ku li Kurdistanê dixebitin ji % 80-90 ê wan ajan, sîxur, tîmên taybet ê MÎTê û hwd in. Li ser navê Kurdayetîyê tiþekî qebûl nakin. Lewre jî jibo kirêtkirin û xurabkirina Kurdistanê çi ji destê wan bê naheviþînin (þûnde nahêlin). Dema mirov li civata wan rûdinê, sohbeta wan hertim li ser bênamûsî, hîlebazî, xapandin û ji xwe pêve neecibandina kesên din e.
Baþe mirov wê çawa biþêt rê liber van arêþeyan bigire?
1- Divê berî hertiþtî li bajarên mezin di bin kontrola hikûmetê de kerxane ( kîrxane- avahîyên þehwet temînkirinê) bên vekirin. Çawa be rojek ji rojan wê bên vekirin. Ne îro be bist sal din þûnde wê her vebin. Hewcedarîyek xasma jibo welatên bîyanî têde. Ma çima ne niha? Ji berê de dibêjin:“Hindî zûtire çêtire.”
2- Hewceye hejmara bîyanîyan bê kêmkirin. Li þûna wan, kesên 50 salî kêmtir ku heta êvarî li nava sûka Dihok, Hewlêr û Silêmanîyê digerin, li ber dîwaran rûdinin û tizbihan dikêþin, bên xebitandin . Yên bê sebeb nexebitin, mehanîya wan (miaþ) bê qutkirin (birîn). Yên ji 50 salî berjortir jî, divê hikûmet, þitil, peyîn û pezan bidinê û li gundên xwe bi rêncberîyê ve mijûl bibin. Heqê kesî nîne ku bê ked, bê kesp û gîandan malê milet bixut.
3- Bîyanî dikarin bi malbatên xwe ve li Kurdistanê bimînin. Lê divê bi qewil ( konturat ) be . Ew qewil jî divê ji du salan zêdetir nebe. Piþtî du salan hewceye þeþ mehan ji Kurdistanê dûr bikevin û piþtî dûrketinê dikarin dîsa du salên din bimînin. Hewceye zarokên wan jî Kurdî bixwînin. Divê çi heqê wan yê xanî, erd milk û dikankirîn û vekirinê tunebe.
Divê Kurdên parçeyên din jî nikaribin erd, xanî û milkan bikirin. (Derveyî yên di parçeyên din de jîyana wan di xeterê de ye ). Ji ber ku ew erd û ax heqê Kurdên baþûr e, bi xwîna wan hatiye avdan û standin. Heqê çi kesekî din têde nîne. Heçî vî heqê wan ji wan bistîne û bide hinekên din, ne dînê wan, ne îmana wan, ne jî wijdanê wan heye. Ew ne bi tenê erd, her weha xwîna þehîdan jî difroþin û hûn sax!
Xweristê jî lotikek li me xist

Bavê Jîndar-17/05/08-Colemêrg-
“ Em çi bêjin û çi beyan kin, derdê dilê xwe eyan kin.” Ev gotinên kê ne ez nizanim. Tiþtê ez dizanim, di medîhek ku li ser Þêx Seîdê kal tê gotin de derbas dibe. Birastî jî em êdî nizanin emê li ser kîjan bûyeran binivîsin. Herroj bûyer û qewimandinên nû çêdibin. Derd, kul, keser û arêþên me ewqas pir bûne mirov tê de heyirî dimînit. Mirov nizanit kan wê kîjan arêþê bigire serî û kîjanê bihêle jibo dumahîyê.
Jiber zêdebûna arêþan piþta me qop bûye û em di bin de fetisîne. Li gor nûçeyên herî nû, tê gotin: Niha li bakurê Kurdistanê derdê herî mezin xweguherîna xwezayê ye. Ji ber vê xweguherînê îsal befr û baran kêm barîyaye, piranîya bîrên avê zuha bûne an jî ava heta niha têr dikir niha têr nake. Li bajarên wek Dîyarbekir, Mêrdîn, Ruha, Entab, Sêrt û Hwd. Ji ber tunebûna avê 15 milyon dolim erdê çandinê zuha bûye. Rewþa xwedîyê erdan û cotkaran, di xeterê de ye. Her weha paleyên di wan zevîyan de kardikin jî bê kar mane.
Bixwe jîyana xelkê me yê wan deveran, di binê sînorê birçîbûnê debû. Heke jê re çareserîyek neyê dîtin, wê bikeve sînorê mirinê. Wê nexweþîyên wek tîfo, tûfûs û kolera peyda bibin. Bixwe daxwaza dewleta Tirko û hevalbendên wan ev e. Bi þer û kuþtin nikarin me bibirînin (koka me biqelînin- tune bikin), wê bi heceta zuhabûnê û nexweþîyan derba herî dawî li me xin. Me berê jî çend caran qala xurabkirina xwezayê kiribû. Lê kesî guhdarîya me nekir û wer xuya dike herkes di ser guhê xwe re davêje. Qey gotin: Lotikxane malperek qeþmerîyan e û qeþmerîyên xwe bi me dike. Lê vaye derdikeve holê ku tiþtên Lotikxane dinivîse heke bi qeþmerî jî bin, lê ji gelek ronakbîr û rewþenbîrên qure û kepbilind, dûrbîntir û rastgotîtir in.
Her çend me zanîbû Tirk, Ereb û Ecem dijminê me ne, lê qet ne dihat bîra min wê rojekê xwerist, xweza û xuda jî bibe hevalê van zaliman, dijminatîya me bike û lotikên xurab li me xe.
Gelî mêr, bûk û jinên Kurdan! Herçend mirov nikaribe þerê xweristê bike jî, lê mirov dikare xwe jê biparêze. Di vê dema me de, tiþtê herî giring av e. Ji % 80 ji laþê mirvan bi avê hatiye afirandin. Lewre avê berbivala bernedin. Heta ji we tê, kêm bixebitînin. Dewsa hûnê avê berbivala berdin û fizûlî biherike; bi wê avê, hûn dikarin li ber derîyê xênî, di balkon û eyanên xwe de kulîlk, bexdenoz, pûng, pîvaz û bacanan biçînin . Hem wê rewþ, dîmen û dîtara xanîyê we xweþik be, hem wê ji we re mijûlahîyek (hobî ) çêbibe. Hûnê ji mêþan bifilitin, oksîjena we zêde bibe, wê pêxwarina we jî jê derkeve.
Ji me gotin. Hûn dikin an nakin hûn bi kêfa xwe ne qurban
Kampanya pezxwedîkirinê

Bavê Jîndar-15/05/08-Colemêrg-
Dewleta Tirko ji bo ku jiyana Kurdan lewaztir bike çi ji destan tê naheviþîne. Ji bona wê hemî rê û rêçikan dixebitîne. Niha jî bi heceta þerê çekdarî zozan û gelek deverên din yên pezçêrandinê qedexe kirine. Bi vê hecetê dixwazin ew çend pezên mane jî bi vî awayî telef bikin daku hinek Kurdên din jî cih û warên xwe biterikînin û berminet bibin. Dewlet jî li gor dilê xwe wan bi kîjan alî de bajo ew jî wî alî de biçin.
Li deverên zozan û çîya, her kerîyek pez hewcedarê çend þivanan e. Serþivan, 2-4 þivan, þivanberx û heta beranberdanê þivanê beranan. Lewre jî bajarê Geverê (yuksekova ) cihê civanê þîvan û xwedî pezan e. Hersal buharan kesên li þivanîyê digerin tên Geverê. Xwedî pez jî tên ji wir ji xwe re þivanan digirin. Îsal jî wek hersal nêzî 50 þivanan li Geverê xir bûne (civiyane) lê ev bû nêzîk heyvekê (mehek) ye li Geverê li benda xwedîyên pez sekinî ne . Lê jiber qedexê kes þivanan nagire û pezên xwe li dora gund, li nava zevî û dûrûngehan de diçerînin. Heke weha biçe ew pezên mayîn jî wê jiber tunebûna çêrê telef bibin, li deverê xelahîya goþt rabe û pir biha bibe.
Ji bona rêlibergirtina vê sîyaseta dewletê, buhabûna goþt û telefbûna pez, em wek Lotikxane vê sîyaseta dewleta Tirko portesto dikin, qûna wan dax didin û kampanya pezxwedîkirinê vedikin..
Bang û pêþneyarên me ev in: Herkesê xwe Kurd dizane û ji gundê xwe, ji bajarê xwe, ji welatê xwe, ji malbata xwe û ji eþîra xwe hez dike; herkesê hezkirina heywanetan pêre heye, herkesê xwedî wijdan, xwedî mal û xanî , xwedî hiþ û aqil, welathiz, welatparêz, demoqrat, xwedî dîn û îman, ji xwedê bawer, ji xwedê bi tirs û nimêjkir, bila pezekê, berxikekî yan jî karikekî xwedî bikin. Hûn dikarin vê –wî pezî di eywana xwe de jî xwedî bikin. Ew nanê jiber we dimîne, ew tûvilên dikakan ( zerzewat) û tûvilên fêqîyan (fêkî) hûn bidin wî heywanî, ewê bi rehetî pê xwedî bibe.
Faydên xwedîkirina pez:
1- Hûnê bi xwedîkirina wî pezî sîyaseta dewletê protesto bikin û bi wan bidin zanîn ku heger ew cihên çêreyê pezên me li zozan û çîyan qedexe bikin; emê jî li eywanên xwe vî pezî xwedî bikin.
2- Di hemî dînan de xwedîkirina pez tiþtekî pîroz e. Xuda xêrek mezin jibo mirov dinivîse . Lewre jî piranîya Pêxenberan þivanî kirine. Ma kî dizane belkî xudê jibo xwedîkirina wî pezî gunehên we efû jî biket.
3- Wê goþt erzan bibe.
4 – Hûnê goþtê xwe yê Qurbanê, yan jî yê qeylê (qîle) jê derxin wê diravên (pare) we di bêrîka we de bimînin û ji xwe re bidin bi hewcedarîyek din.
5- Wê kêyfa zarokên we jê re bê, hem ji we re hem jî ji zarokên were mijûlahîyek
(hobî) çêbibe.
6-Wê hezkirina wî –wê heywanê û heywanên din bikeve dilê we .
7 -Bi hezkirin û xwedîkirina wê heywanê hûnê stresê bavêjin, wê acizahîya we kêm bibe û hûnê wijdanen rihet bibin.
8-Wê dilê we hem bi malbat, hem jî bi derûdora we xweþtir bibe û hûnê xwe rehettir bibînin.
Dê hilon! Roj roja pezxwedîkirin û protestokirinê ye . Bila herkes xwe bilezîne û vê kanpanyê ji dost, nas, heval û hogirên xwe re ragihîne. Lotikek pir rengîn û dengîn li dilnexwazên Kurdan xîne. Ji me gotin qardaþim. Îcar hûn dikin an nakin hûn û wijdanê xwe.
Fihûþa li Kurdistana azad-I

Bavê Jîndar- 12/05/08-Colemêrg-
Di van heyamên dawî de, di hinek marperên Kurdan de qala fihûþa li Kurdistana azad wek xeber tên weþandin. Li ser bextê wan malper û niviskaran be, dibêjin: Heta niha 10 000 keçên Kurdan perda keçinîyê dane dirûtin. Ducar ewqas jî di rêzê denin, li benda dirûtina perdê ne. Tiþtê balkêþ ewe ku kesên van tiþtan dinivîsin tenê wek nûçeyekê belav dikin. Çi kes qala sedem û çareserîyan naket.
Li gor min hewceye kesên xwe ronakbîr û rewþenbîr dizanin, li ser wan ferze sedemên vê arêþê derxin holê û çareserîya wê jî peyda bikin, bi vî awayî hem vatinîya xwe ya rewþenbîrî bicîh bînin û hem jî bibin arîkarvanên hikûmeta xwe. Heke ne wusa be, ew nûçe dibin rexneyên kirêtkirinê.
Herçend wek Lotikxane ev ne karê me be û em ne bisporên van karanin jî, lê ev lotik jî bû qismetê me. Emê jî li gor têgeheþtin û zanebûna xwe sedem û çareserîyan rabigehînin xwendevanên lotikxanê.
Dibe ku hinek kes van dîtinên me bigehînin rayedarên hikûmeta Kurdistanê. Ew jî van dîtinan bigrin micidahîyê (Cidîyetê ) û rê liber van arêþeyan bigrin. Herçend wek Kurdek bakur çi heqê min nîne ez xwe têkil þolê wan bikim. Lê wek kesek di Þoreþa Gulanê de hinek keda wî derbazbûyî, van kirêtîyên dibin layîqî vî welatê ku li ser wê bingeha Þoreþa Gulanê hatîye damezirandin nabînim. Lewma jî mafê min heye ez carnan di derheqa hinek tiþtan de bi dîtinên xwe ve bibim alîkarê serrastkirina van xeletî û kirêtîyan.
Baþe, gelo sedemên vê fihûþa ku li Kurdistana azad dibin çine?. Heke em hewcedarî, dûrnebînî û tunebûna sîyasetek jibo bîyanîyan a hikûmeta Kurdistanê bidin alîyekî, sedema herî mezin û bingehîn bîyanî ne, bîyanî ne û dîsa bîyanî ne. Li her deverên dinyayê ku bîyanî ketinê li wê deverê û welatî bêexlaqîya namûsê û fihûþê dibe tiþtekî xweristî (surîþtî ). Jiber ku seks mihtacîyek hemû ruhberane, ev li ba “mêþan heta dewrêþan” hewcedarîyeke ku jê nayê revîn. Her ruhberek bivê- nevê mecbûre xwe di vî warî de bi avayekî tetmîn bike.
Jiber ku li Kurdistanê kerxane nînin, bîyanîyên Kurdistanê yên wek leþkerên Amerîkî, Koreyî û hwd. kesên jibo kar hatine wek Pakîstanî,Hindistanî, Tirk û hwd jî muhtacîya wan bi xwetetmînkirina þehwetê heye. Xasma piranîya wan bîyanîyan zilam in. Gelek ji wan tên bi salan li Kurdistanê bi ezebî (bêxezan –jin ) dimînin. Jiber ku ker û mehîn nemane, bi tirinbêlên toyota û monîkan jî ev þehwet nayê þikandin.
Tiþtê di dest wan de dimîne:
1- Destkêþ
2- Hevdu îdarekirin
3- Bi zarokên nêr re xwe tatmînkirin
4- Bi awayekî xwe gihandina jin, bûk û keçan (qîz ) .
Her weha jin bûk û keçên Kurdan jî li henberê wan bê dil û xwestek nînin. Jiber ku zaafek mirovan ya seksî, li hember mirovên bi reng, þikil, þemal û tûkên (tîp ) din heye. Ev zaaf jî tiþtekî xwezayî ye. Çawa dilê mirov dibije fêkî, zerzewat û pincarekî bi reng û þikilekî din, her wisan dilê mirovan dibijin kesên reng û þikl û þemalên din. Û mirov dixwazin bi wan re razên. Çi jin be, çi jî mêr be, ev nayê guhertin. Û jibo herkesî jî derbaz dibe. Dema mecal hebe wê biceribînin.
Îcar bîyanîyên Kurdistanê jî hemî reng, þikil û þemalên wan cuda cuda ne. Hinek reþ in, hinek çûr in, hinek zerê vekirî ne, hinek sor in, hinek esmerên tarî ne û hinek spî ne. Ev hemî cûre reng û þikil bala jin, keç û bûkên Kurdan jî dikêþin û dilê wanjî dibijê û dibe sedemê fihûþê.
Wê bidome.
Cûlemêrgî û gelêþ

Bavê Jîndar-09/05/08-Cûlemêrg-
Dema Cûlemêrg tê gotin, tiþtê pêþîn têt bîra min gelêþ û gemarîya bajêr e. Ew bajarê ku ji alîyê herkesê ku dibîne û dibêje: “ Swîsra Kurdistanê ye, lê bê xwedî û xudan e”. Dema mirov diket bajêr tiþtê ewil li ber çavê mirov diket gelêþa ( çop - zibil) ser rê bû. Wê dîtara xurab berî ku mirov bikeve bajêr, di derheqê wê de agahdarî didan. Ji heftê salan berjortir bû ku bajar di wê rewþ û dîtara xurab debû.
Lê þikir ji xwedê re, niha serokê þaredarîya bajêr Kazim Kurt û Midûra Daristanê xatûn Ayþe Okay dest dane hev bajêr ji wê dîtara xurab azad bikin. Li gor fesad û fitneyên kolanên Cûlemêrgê, cihê gelþê hilanî ne. Þaredarîyê erdê wê daye rastkirîn. Daîra daristanê jî wê çarsed þitilên dara hevristê (çam ) lê biçînin û dîtareke xweþkok bidin bajêr. Mala wan ava û destên wan xweþ be . Wan bi vê kirinê hem li pey xwe dîyarîyek nemir jibo Cûlemêrgê hêlan, hem jî navê wan bi baþî ket dîroka Cûlemêrgê. Heta ew dar û daritankok hebin, wê navê kek Kazim û heka ( xwîþka mezin - bervajîyê kek) Eyþê de bijî.
Aha dinya ho ye! Kesên tiþtên baþ jibo milet û welat bikin wê navê wan jî bi baþî bikeve dîrokê. Kesên tiþtên xurab bikin jî bi xurabî... Ango; “ Baþ kiro li xwe kiro xurab kiro li xwe kiro “.
Hûn her bijîn heka Eyþê û kek Kazim! Destên we sax bin. We Lotikek hêja avêt, bila lotikên we yên bi vî avayî domdar bin. Ji bîr nekin hûn ne tenê ne. Lotikxane li piþta we ye. Bi avnahîya ( Hezkirin –destûr ) Ahura Mazda emê hêj zehf Lotikên dijwartir û þidyayîtir bavêjîn û hûn sax!
Garan

Bavê Jîndar-13/04/08-Colemêrg-
Di van çend mehên dawî de, li Tirkîyê gelek tevlihevî û arêþeyên bê ser û þûn hene.Herroj girseyên cûrbecûr derdikevin kolanan meþan û xwepêþandanan dikin. Di meþ û mitîngan de pevçûn çêdibin. Lê ya herî xurab ewe kes nizane ka jiboy çi van pevçûnan dikin û armanca wan çiye. Her ku diçe di nav girseyan de dijminatî kûr dibe. Serê wan tevlihev bûye êdî hew dikarin bifikirin. Xêrnexazên girseyan ew ji girsetîyê derxistine, wek garanê berê wan kurde didin girse jî di wî alî de diherikin.
Mixabin li Kurdistana bakur ew rewþ ji zûde destpêkiriye. Ev bi dehan salin hinek celebên xêrnexwazên Kurdan rê li ber girseyên Kurdistanî berze kirine, hiþ û aqilê wan tevlihev kirine, wek garanê berê wan bi kîjan alî de didin girse jî wek garanê di wî alî de dimeþin. Bi dilê xwe yê saf, bi nezanî bivir û lotikekê li pîyê xwe dixin.
Bêgoman dema garan hebe wê gavan jî hebe. Di nava garanê de jibo lotik û zirtikan wê çend golik hebin. Jibo þer û pevçûnan çend mocik, conga û boxe hebin . Jibo dotinê çêlek hebin. Jibo suwarîya gavan çend ker hebin. Jibo êrîþên bên garanê û gavan, çend seg hebin. Jibo mal bi mal gerîn û berhevkirina nanê gavan jî çend biçûk (zaro) hebin.
Dema rewþ ev be, gavan kîjan alî de bixwaze berê garanê bi wî alî de dide, garan jî bi wî alî de bazdide. Heke gavan berê garanê bide serê zinarekî û wan di zinar de werke, wê garan xwe ji zinêr jî bavêje, û bi safîya xwe bedena xwe gorî gavan bike. Lotikek cangorî li xwe xe.
De vêcar hûn xwendevanên Lotikxanê rewþa girseyên Kurdistanê û garanê bidin ber hev, ka gelo hûnê çi ferq û cudahîyê di navbera wan de bibînin.
Meqerne û rewjî
Bavê Jîndar-10/04/08-Colemêrg-

Ev bû heyamek dirêje hinek alî gotina meqerne û rewjî (komir) di devê xwe de kirine benîþt, dicûn û her dicûn. Vêcar cûtin bes nake, dikin peqoþk û dipeqînin. Dibên: Deng (rey) ên AKP ê ji Kurdistanê sitandine hemî ji boy ku wan meqerne û komir li Kurdistanîyan belav kirine, lewre Kurdistanîyan dengên xwe dane wê partîyê. Êêêêh brayên mino! Vî þerê lihevkirî ku bi destên we tê meþandin, xelk birçî hiþtiye birçîîîî!!!!Bi serde jî hûn di bin navê alîkarîyê de peran jî ji wan distînin. Zarowên wan jî dibin kuþtin. Ewjî têr nake, hûn di salê de di bin navê roja girtina filankes, roja ji dayikbûna bêvankes, roja jinan û bi gelek hacetên din bi zorê dikanên wan didin girtin. Heke negirin wan bi kûþtin û sotina dikana wan tehdît dikin.
Ma sermîyanê wan çiye brê min? Hinek dikanên ku dikak ( zerzewat) û fêkîyan difroþin, sermîyanê wan 1000- 2000 YTL ye. Ji ber ku ew serzewat û fêkî jî ne yên xwecîh in û ji bajarên dûr tên, bi rê de hinek jê xura dibin û yên mayî jî hewceye di roja xwe de bên firotin. Heke di roja xwe de nêyên firotin wê bên avêtin. Dema hûn xelkê mecbûr bikin ku dikanên xwe bigirin, malê di destê wan de pûç dibin û sermîyanê wan hemi ji dest wan diçe. Hûn bi kêmanî di salê de 5-10 caran dikanan didin girtin.
Madem hûn dikanan didin girtin, hewceye hûn xusar ( zerer û zîyana) wan jî bidinê. Heke hûn nedinê ewê birçî bimînin, tiþtê di dest wan de dimîne dengê wan e. Wê jî kî bikire didin wî . Perên we ji ya Partîya Erdoxan zêdetirin. Lê hûn wan birçî dihêlin babam! Erdoxan wan têr dike. Ku Erdoxan bi meqerne û komirê dengan distîne, hûn jî birinc û fasûlyan bidin birçîyan ku rayên wan bo we bên. Hûn dibêjin: Emê hem we birçî bihêlin hem jî divê hûn dengên xwe bidin me. Tiþtekî wusan nabe heval! Kî meriv têr bikê meriv degên xwe dide wan û ji wanre xizmetê dike. Ev di xwerista mirovatîyê de heye û kes nikare vê bervajî bike.
Li þûna ku hûn bibêjin:Xelk dengên xwe bi meqerne û komirê difiroþin, ji xwe bipirsin gelo çima? Ew xelk zarowê xwe, mal û canê xwe dide me, çima dengê xwe nade me? Bersivê jî ez bidim: Ji ber ku ji xeynî deng çi tiþtek wan nemaye bifiroþin û zarowên xwe pê têr bikin. Birçîne, birçî !!!!!.
Hûn wan têr bikin wê dengên xwe bidin we jî . Mirov ji du tîþtan re nikare tehemûl bike. Serma û birçîbûn. Ku herdû jî xelatên we ne ji bo gel, kî wan germ bike wê xwe bavêjin hinbêza wî, kî wan têr bike wê rûnên ser sifra wî û bikevin xizmeta wî.
We niha fahmkir ka ji bo çi gelên Kurdistana bakur dengên xwe didin AKP ê, meqerne û komirê qurban?
Rehetkirina mejî, ruh û bedenê
Bavê Jîndar-06/04/08-Colemêrg-

Me wek Lotikxane, gelek caran xwestîye ji gel û xwendevanên xwe re bibin alîkar. Me li ser dermanan, zarowên kolanan, parastina heywanan û xwerista Kurdistanê li gor îmkan, zanebûn û têgihiþtina xwe xwest bibin alîkar. Vê carê jî em dixwazin li gor tê gihiþtina xwe û bi awayek pratîk rehetbûna mejî, ruh û bedenê bi xwendevanên xwe re par vekin. Wek insan, me hemûyan kêm zêde di zarotîya xwe heta temenê em gihaþtinê gelek bûyerên neqenc û nelicî kirine.
Bixwe xeletîkirin, di xwerista mirovatîyê de heye. Kesek bê xeta jî nîne... Heke xeletîyên me nebin ewê tu tama jiyanê jî nemîne. Ji ber ku her xeletîyek li pêy xwe de xweþîyekê vediþêre û ji bo ku em dersekê jê derxin û pê pêþbikevin hatine amadekirin. Heke xeletî nebin, emê bi çi ve mijûl bibin û wê çi tama jiyanê bimîne? Lê ev xeletî ne ji wanin ku mirov karibe bide der. Û her weha ev xeletî tenê ji alîyê me de tê zanîn (dibe çend kesên din jî zanîbin).
Piranîya wan li dijî rabûn û rûniþtina derdor û civaka em tê de dijîn in. Lewma ji tirsa ku civak pê bihese û wê dan û standinê ji me qut bike, em van wek razekê (sir) ji xwe re vediþêrin. Lewma jî, di hundirê beden, ruh û mejîyê me de dimîne û jê dernakeve. Hertim wek barek giran em kuda diçin ew jî bi mere tê û me gelek nerehet dike. Xewa þevan li me diherimîne. Heta em jê rizgar nebin wek bar û qupikekê ji me re giranîyekê çêdike. Ji bo ku em vî barî bavêjin ruh, mejî û bedena xwe jê rizgar bikin sê tiþt hene.
1-) Dema kes li malê nebe derkevin ber eynikê, wê xurabîya xwe ji eynikê re bêjin.
2-) Herin cihek tenha bi dengek bilind ji xwe bi xwe re bêjin.
3-) Van xeletîyên xwe binivîsin ser kaxezê . Heke hûn bi nivîsa xwe lêkin ( imza xwe bavêjin) wê fermîyetek ( resmîyet) jî jêre çêbe. Paþê wê kaxeza we nivîsî bidirînin û bavêjin.
Hûnê bi van kirinan gelek rehet bibin û xwe ji wî barî rizgar bikin.
Dibe hinek bibêjin: Hûn ji kur dizanin?
Em dizanin!!! Ji ber ku me jî ceriban û me fayde jê dît. Lewma em bi we ra parve dikin. Hûn jî biceribînin û lotikek erênî li xwe xin. Ji me gotin. Hûn dikin an nakin hûn dizanin.
ÇEMÊ ZÊ PENGÎYA

Bavê Jîndar- 30/03/08-Colemêrg-
Ev bûn du meh in, li bajarê Hekarîya û navçeyên wê dewleta Tirko roj nîne ku arêþekê dernexe. Bi hinçeta qedexebûna Newrozê bi kêmanî bîst kes brîndar bûn, sed kes ketin bin çavan û kesek hat kuþtin. Li ber çavê dinyayê milê zarowekî bi awayek nedîtî þikênan. Ew jî nebes bû, vêcar ava çemê Zê (Zap) pengiya. Lê kes mudaxale naket!
Ev bûn çar sal in dewleta Tirko ji bo firehkirina 2 km rê ezabê dide xelkê bajêr. Herçend du rêyên alternatîf hene jî, lê dewlet wan rêyan bi kar nayne. Her roj wê tirinbêl li ber pireya depîn çend seetan bisekinin da ku rê vebe û bikevin bajêr.
Niha jî ji ber peqandina qumberan zinar ketina nava çem, çem pengandine û wek bendavek xweristî li wêderê peyda bûye. Tesîsek bêhnvedanê û yeke asvaltdarêtinê di bin de mane. Heke ew biteqe, wê hem rêya navçeya Çelê, Bêþebab, Goyan û Þirnexê bê girtin û hem jî gundên wek Dizê ku piranîya zerzewat û fêkîyên xwecihî ji wir tên, bikevin ber avê û pûç bibin. Xelkên wan gundan wê xusarek madî a mezin bibînin.
Banga min ji bo wê partîya ku hero meþan û þeran li Hekarya dide kirin, ban dikin û dibêjin: Selam, selam Îmrlîye bîn selam ev e ku; Bila ji bo ku ev 4 sal in 2 km rê nayê vekirin û niha çem pengîya ye, rê hatine girtin û wê gel xusarek mezin bibînin, meþekê bikin û bibêjin: Vekin, vekin rêya Culemêrgê vekin!
Da ku em jî bibêjin: Vaye serê sih salane carekê tiþtek pak kirin, lotikek camêrane avêtin û bi derdek Cûlemêrgîyan ve mijûl bûn. Xwezî !!!! Lê bi xwezîyan dest nagihe baqê kezîyan û hûn sax!
Ala Medan, pîrozbûna agir û agirperestî

Bavê Jîndar- 20/03/08-Colemêrg-
Geli xwendevanên Lotikxanê, vaye îsal jî cejna serxwebûn, berxwedan, azadî û yêkîtîya gelê Kurd Newroza netewî bi ser me de bi xweþî hat. Newroza we hemûyan û ya gelên Kurdistanê pîroz be. Lê emê vê carê li ser Newroz ê nenivîsin. Mijara nivîsa me wê pir bi kurtî be. 1- Pîrozbûna agirê Newroz ê. 2- Alaya împaratorîyeta bapîrên me Med an. 3- Agirparêzîya Kurdan. Hersê jî nirxên Kurdan yên pîroz in û girêdanên wan yên dîrokî bi hevre hene. Dibe ku ji bo hinek xwendevanên me bibe agadarîyek nû jî. Lewra me xwest em bi we re van agahdarîyan parve bikin.
Berî niha bi 7000 – 10000 salan bapirên me Kurdan Hûrî û Gutîyan li bilindahiya Çiyayên Zagros agir wek nîþana dilxweþî, dilgeþî û agahdarîya ragihandinê bi kar tanîn. Sumerên ku, beþek Gutîyên ji Çiyayên Zagros in, vê çand û nîþanê dibin deþtê û li wir belavî xelkên deþtê yên Samî dikin. Li gor dîrok û çanda Samîyan, dema tofana Nuh Pêxember radibe, keþtî (gemî) ya wî li çiyayê Kurdistanê rûdinê, Nuh Pêxember weha dibêje:
” Ji bo keyfxweþîya rizgarbûna ji tofanê min heft caran agir pêxist. Ji bo xudayê ez tewanbarkirî û dîsa ez efû kirî jî min heft carên din agir pêxist.” Ev gotin di dîrokê de dibe yekemîn “ pîroziya êgir “ û bi nîvis wek belge ji bo mirovatîyê dibe diyarî. Dema Zerdeþt Pexember li Çiyayên Zagros ola xwe belav dike, wê çand û pîrozîya êgir ji bir nake û ji ola xwe re dike bingeh û merc. Di mahbeta xwe de agir dike sembola ronahîyê û tarî çirandinê .
Bi wî rengî di ola xwe de cihê herî pîroz dide êgir.
Dema Kurd Împaratorîya Asurîyan hildiweþînin û li þûna wê Împaratorîya Medan ava dikin, ala Medan ya rengên li jor sor, li nîvekê spî, li jêr kesk, li nîvekê ( ortê ) de þêhrek zer, li piþt þêhr nîvrojek, li jorê nivrojê tacek zêrîn dikin sembola xwe. Ji bo pîrozbahîya serketinê hildin jor, gelên heta hingê kole bûn azad dikin. Padîþahê wan Ferîdun weha emir dide û dibêje: “Agir pêxin! Ember û safranê pêyda kin da ku bêhna azadiyê li ser herkesî belav bibe”.
Berî niha bi 1300 salan ku hêzên Îslamî êrîþ tatîn ser Kurdan û ola xwe bi darê zorê pê didan pejirandin, piþtî têra xwe talan û xenîmet dibirin, gav þûnde vedigerîyan Kurd dîsan vedigerîyan ser ola xwe ya berê û derdiketin serê çiyan agir pêdixistin. Ji wan re digotin:” Em lêre ne, nemirî ne û li ser ola xwe ya berê ne”. Lewre miletên dijminên Kurdan ji bo ku Kurdan biçûk bêxin ew wek AGIRPEREST dinavandin. Wek nimûne Xelîfê Ebasîyan Harûnreþît!
Dema çav li mezinên binemala Kurd ên ku saltenata wî diparaztin (Yehya û Cehwer) diket, ji wan re weha digot: “ Agirperestên weledê Agirperestan! Ew xwîna Erebên we rêtî min ji bîr nekiriye. “ Û bi vî rengî kîn û nefreta xwe bi rûbirû ji wan re vedirêþîya. Lê ya rastî ewe ku Kurd çi deman nebûne Agirperest (agir ji xwe re wek xuda radikirin lê ev ne hebandin e). Zerdeþt ev tiþt bi awayek gelek vekiri gotîye: “ Agir ronahî ye, ronahî jî tarîtîyê ji holê radike. Ango ronahî zanabûn e, zanabûn jî tarîtî û nezanîyê ji holê radike...” Dersên ku em jê derxin: 1- Gelek ji me Kurdan wusa dizanin ku Kurd agirperest in, lê rastî ne wilo ye. 2- Divê em wek bapîrên xwe Medan ember û sefranê li agir bireþînin. 3- Di Newrozê de ala Medan jî hildin.
Em vê Ala medan ji bo herkesê ku di bin ala Kurdistanê de Newrozê pîroz dikin dîyarî dikin û dîsa Newroza wan bi dil û can pîroz dikin.
Têbînî: Çavkanîya nivîsên di nava du nênikan de, ji pirtûka Nivîskar Îhsan Çolemergî ya “Mezopotamya Uygarlixinda Hakkarî “ hatine standin
------------------------
Bandora xirabûna xweristê û xirabûna psîkolojîyê

Bavê Jîndar-15/03/08-Colemêrg-
Psîkolojî bi kurtî zanistîya hiþ (zêhn ) e. Ew bi ser tevgera hiþ, ruh, lebat, bizav, livîn û tevgerên wan ve mijûl dibe. Du cureyên wê hene. 1- Ya neferî . 2- Ya girseyî . Ji ya girseyî re van salên dawîyê ya garanî jî tê gotin. Bê goman wek me berê jî gotibû, em ne pisporên van karanin. Ya me tenê ewe ku em peyamekê bigehînin eleqederan. Bixwe ilmek bi serê xwe ye û bijîjkên wê yên xweser hene.
Me di nivîsên xwe yên berê de gotibû armanca xurabkirina xwerista Kurdistanê ji bo xurabkirina sinçî (exlaq) û pîsîkolojîya Kurdan e. Xurabûna psîkolojîyê, nexweþîyeke. Ew nexweþîya xurabûna tevgera hiþ, hest, bizav û lebitîna lebat û ruh e. Bi kurtî nîþanên wê ev in. Zû aciz bûn, teralî, di miqabilê bûyeran de bê awir man. Ezezîtî, xwe ji herkesî meztir dîtin, bawerîya xwe bi kesî neanîn. Ji xwe meztir û zanatir kes nedîtin. Di ser xwe re kes kebûlnekirin. An jî bervajîyên wan. Xwe biçûk dîtin, bawerîya xwe bi xwe neanîn, ji bo çareserîya pirsgirêkan hêvîya xwe bi hinekên din ve girêdan. Xwe ji bûyeran bide alî, ji hundur derneketin, bêdengî, fêrî madeyên tevizandinê, alkolê , qumar û hwd bûn.
Bê goman xurabkirina xweristê, ji cih û warên xwe veqetîyanê, xurabûna aborî, bêþuxulî, feqîrî, girtin, êþkence, di lêdanan de seqetmayîn, þerê qirêj yê li hevkirî, bonbebaran, herroj bihistina kuþtîyên nas û xweyanî, birîndarbûna dost û nasan, herimîna namûsê, xurabûna sinçî, dizî, hîzî, xapandin, ji ber tunebûnê goþtê xwe firotina dost û nasan û hwd. Evan bûyeran em hemî xistine nav stresê û nexweþîya psîkolojîk. Piþtî ku mirov van tiþtan hemîyan bibîne û bijî, ne mimkûne ku mirov bi vê nexweþîya psîkolojîyê nekeve û pîkolojîya mirov xurab nebe.
Bila çi sîyasetvan, ronakbîr, rewþenbîr, nîvîskar û kadirên me Kurdan înkar nekin, em hemî jî nexweþên psîkolojîk in. Em hemî jî vê yekê dizanin . Lê li xwe mikur nayên. Narin ba psîkologan tedawî nabin, alîkarîyê jî ji kesî naxwazin û li çareserîyan jî nagerin. Heke ne wusan ba, piþtî jihevbelavbûna Yêkîtîya Sovyetê (dervayî Apoyîyan) dîtinên hemû sazîyên Kurdan hema hema weke hev in. Eynî tiþtî dibêjin. “Hemû jî ji eynî birînê dinalin lê çima bi hewdû re ne heval in? “ Çima li hev nakin û hêvîya mayî jî diþkênin?
Lêre em hewar û gazîya xwe digehînin psîkolog û sosyologên Kurdan û dibêjîn: Hewareee, Hewareeee ,Hewareee! Xwe bilezînin!! Ji bo sîyasetvan, ronakbîr, rewþenbîr, kadir û girseyan civîn û semîneran lidarxin, Ji bo malperên Kurdan nivîsan binivîsin. Di televîzyonên Kurdan de gotaran bikin. Rê û rêçikên tedawîbûnê pêþ me bikin. Me ji vê nexweþîyî bifilitînin da ku em bi xêra we rojekê zûtir biþên xizmetekê ji bo milletê xwe bikin.
Ji me gotin: Hûn dikin an jî nakin hûn û wijdanê xwe.
Madeyên tevizandinê-II-

Bavê Jîndar-12/03/08-Colemêrg-
Wan heyaman ji ber ku li Tirkîyê kêm dihat kêþan û ji kêþeran re jî biha dihat, piranîya eroîna ji Afganîstan ji Îran û Tirkîyê ji rêyên cuda dihat Holanda. Kê anîba, çawa hatiba, hinek rêxistinên Kurd dibûn þirîkê wan û bahra xwe distandin. Ji ber ku kesên ew di kolan û kuçan de difirotin, piranîya wan zarowên Kurdan bûn. Xasma Paloyî û Bingolî ji % 80 î wan jî dilovanên (sempatîzanên) Pkk ê bûn. Di wan heyaman de, di salê de bahayê 500 milyar dolar madeyên tevizandinê dihatin firotin. Ew jî bi qasî butça dewleta Tirkan ya salane û ya artêþa USA ya salekê bû.
Demek hat bi fermana Tansû Çîller, Memet Axar û artêþê biryarek dan ku Pkk û tevayîya Kurdên wî karî dikin yan bi temamî bi dewletê re girêbidin anjî wan ji holê rakin ku tacirîya eroinê ji wan re bimîne. Ser wê biryarê gelek ticarên eroînê yên Kurdên herî berbiçav hatin Kuþtin. Yên mayîn jî yan revîyan derveyî welêt, an jî dest ji firotinê berdan. Pêre, pêre dewletên Ewropî jî rê li ber Tirkan girtin. Hinan bi xwe dest avêt kirîn û firotina wê . Bi vî awayî bazara derve, parek ji ya mezin ji destê dewleta Tirk derket. Her waha Pkk ê jî ji para xwe beþek mezin winda kir. Li ser wê yekê, her du alîyan jî ji bo fînansekirina þer berê xwe dan bazara hundir. Îro di bajarên Tirkîyê û Kurdistana bakur de, ji alîyê herdu celeban jî li ber derîyê mekteban, li kolan û kuçan, li qaxwexanan, li parkan, her der û cih wek leblebî û dindikan madeyên tevizandinê tên firotin.
Li hemû bajar, bajarok û navçeyên Kurdistana bakur xort madeyên tevizandinê dixebitînin. Bi tenê li Colemêrgê hejmara yên bûne girêdayîyê madeyan xwe digehîne 300 kesî. Derveyî wê, xortên ku ne ceribandine kêm in. Li Dîyarbekir hejmara wan ne kêmî 2000 kesane. Bajarên din jî hûn bihesibînin. Artêþa Tirkan, li gelek bajarên anatolîyê ji dewletên cîhanê vedizî xaþxaþê diçîne û di laboratuaran de dike made û di bazara hundir de difiroþe. Dewlet di hin bajar û navçeyên Kurdistanê wek Qulp, Hezro, Licê û hwd de, çavê xwe ji çandina xaþxaþê re digire. Yaku tê çandin jî, ji % 80 î di laboratuaran de dikin tiryak û ew tiryak jî di nav bajarên Kurdistanê de belav dibe, li wir tê xerçkirin. Gelek kes di hundirê malên xwe de ji bo xwe û firotinê xaþxaþ ê diçînin. Di her bajarekî de bi kêmanî çend heb laboratuarên vedizî hene. Lê niha ji ber bahabûnê û kêmbûna paran, eroîn pir kêm tê kêþan. Niha giranî ketîye ser esrarê û heban. Li gor statîstîkên vê dawîyê ne tenê xort, her waha jin û zilaman jî dest bi kêþandina esrarê kiriye. Hejmara zilaman jî hema hema digehe xortan. Her wekî me berê jî gotibû; ev karê exlakxurabkirin û hînkirina madeyên tevizandinê bi awayek organîzekirî tê maþandin. Baþe ew organîze çawa û çilo dixebite? Berê bê pare bi destên kesên organîzekirî li zaroyên kolanan hatin belavkirin û hînkirin. Paþê bi wan dan firotin. Ku firotin beþek parên firotinê ji wan re man. Rewþa wan ya aborî ji ya hevalên wan gelek çêtir bû.
Baþe xort ji bo çi û çawa hînbûn?
1- Ji bo ceribandinê.
2- Ji bo çavlêkirin û dilpijokîyê.
3- Ji bo xwe di nav heval û hogiran de bidin qebûlkirin.
Herdu alî jî ji bo ku biþên þerê çekdarî bidomînin û sinçîya (exlaq) civakê xurabikin, ji civaka Kurdan re her tiþtî rewa dibînin û çi tiþtê xurab jê naheviþînin. Bi xwe Pkk niho jî ji hêzek sîyasî zêdetir bûye sektorek rant sitandinê, hûn kîjan kevîrî radikin ew ji bin derdikevin. Ji madeyên tevizandinê bigrin heta bi sektora fihuþê, çeteyên xerac standinê, ticareta Mîtahîtîyê û hwd, bi kurtî; hûn çiqas tevlihev dikin ewqas bêhn jê tê.
Li gor xwe herkes wan dixebitîne, li gor wan jî ew ji bo armanca xwe kerkesî dixebitînin. Lewra jî hinde salin dikarin hêza xwe biparêzin û li ser pîyan bimînin.
Madeyên tevizandinê û xirabkirina exlaq

Bavê Jîndar-09/03/08-Colemêrg-
Me di nîvîsarên din de jî gotibû, avakirina dewleta Tirkên koledar li ser bingeha windakirin, inkarkirina Kurdan û Kurdistanê hatiye damezirandin. Tirkan ji ber ku zanîbûn neþên bi kuþtin, talan û qetilkirinê hest û fikrên netewî ji nav Kurdan bi temamî ji holê hilînin, çareserî di xurabkirina exlakê civakê û toreyên ji bav û bapîran dûrxistinê de dîtin. Ji bo wê jî hewcebû berê ekolojîya Kurdistsnê bê xurabkirin. Þênî (xelk ) ji cih û warên wan bên dûrxistin. Û bi vî awayî bi hêsanî ji nirxên xwe yên pîroz dûr bikevin û exlaqê wan bêt xurabkirin.
Di xurabkirina exlak de, rola herî mezin madeyên tevizandinê yên wek, Eroîn, Esrar, Extacy û hwd. dilîze. Heke ciwanên milletekî hînî madeyên tevizandinê bûn, êdî çi xêr ji wan nayê. Kî çi bixwaze û çawa bixwaze ji bo hinek made dikare wan li gor dilê xwe bikar bîne. Ji ber ku kesên bûn pêvegirêdayê made, ji made destxistin û kêþanê pêve tu tiþtekî din nikarin bifikirin. Ji bona destxistinê dizî, þelandin, lêxistin û kujtinê re tim amade ne. Bi xwe kesên dikêþin tim xwewar û tevizandî ne. Dewleta Tirkan bi mafîya, ajan, polîsên sivîl û hevalbendên xwe yên bi organîzekirî civanên me fêrî firotin û kêþandina madeyên tevizandinê kirin. Ji bo wê macerayê jî , xort û zarowên bê þol, bê kesp û li kolanan beredayî digerîyan amade bûn. Dewletê û pkk ê berê ew celeb ji xwe re organîze kirin. Û bi vî awayî xwe gihandin beþên din yên zaro û xortan. Di salên 1960 an de, li 57 bajarên Kurdan û Tirkan, xaþxaþ bi serbestî dihat çandin. 1972 an de ji alîyê dewletê li piranîya bajaran hat qedexekirin, bi tenê di bin qontrola dewletê ku qaþo qasî ku ji wan re hewceye tê çandin. Niha bi aþkera di salê de, 22538 ton tên çandin. Bi sêcaran ewqas jî ji dewletên dinyayê vedizî tên çandin .
Li dinyayê 50 cûreyên xaçxaþ ê hene. Ji wan 30 cûreyên wê li Tirkîyê peyda dibin. Lê ya ku afyon jê çêdibe. “ Papuver –somniferum “e. Xaþxaþ 7000 sal berê, di dema Sumeran de dihat bikaranîn. Li ser kevirên werimandî yên demên Asurî û Medan de jî hatine kolan. Niho jî hem li Kurdistanê hem jî li bajarên Tirkan gundî ji bo ku bikin madeyên tevizandinê diçînin. Dewlet jî çavê xwe ji wan re digire. Artêþa Tirkan niho li gelek bajar û bajarokên xwe, ji bo fînansa þerê qirêj dide çandin û di laboratuarên xwe de hildiberîne û ji bo derve û hundirê welêt difiroþe . Hêþta jî ew rewþ didome.
Li Kurdistanê berê bi tenê li bajarên wek, Dîyarbekir, Melatye, Entap, Xarpût ûRuha ê çend pêxwasan esrar dikêþandin. Bajarên din, haya wan ji van diþtan tunebû. Bixwe heke hinek pê bihesîyana ku kesek tiryakê (esrar) dikêþe, kesî bi wî re xeber nedida. Xeberdana gel wî gelek gunehek mezin bû. Di wan deman de dihat gotin: Kesê tiryakê (esrarê) bikêþe, wek ku bi xwîþka xwe re zina kiribe, gunehkar e. Lê li Îranê pir dihat kêþan. Lewra Meletîyan ticareta wê dikirin û dibirin Îranê difirotin. Ku þerê Afganîstanê destpêkir, îcar ji Îranê bi destê Melatîyan eroîn dihat Tirkîyê.
Di wan deman de Licîyan barkêþîya Meletîyan dikirin. Ku Licî pêhesîyan pir pare têde hene, wan jî dest bi kirîn û firotina wê kirin û serî ji Meletîyan standin. Pêre pêre Geverîyan û Baþkalanîyan dest pê kir û pê zengîn bûn. Û bi vî rengî bala herkesî çû ser kirîn û firotina Eroîn ê. Herwaha di wan deman de dewletê û pkk ê jî ji bo fînansekirin û domandina þerê çekdarî dest havêtin wî karî û ew xistin bin qotrola xwe. Her weha ji bo wî karî hêzên dewletê ve girêdayî û pkk ê, muhtacî hevdû bûn û bi hevre karê ticareta eroînê dikirin. Ji ber ku eroîna ji îranê dihat, di bin qontrola pkk ê de bû
(niha jî wilo ye). Lê ku ne bi alîkarî û hevkarîya dewletê ba, ne pkk ê û ne jî keswkî din nikarîbû deh giraman jî ji Gever û Baþkalê derbazî bajarê Wanê biket. Û ji wir jî bêyî ku bê girtin 2500 km ji nav axa bin destê dewleta Tirk derbas biket. Lewre herkesê ew kar kiriba, hewcebû para her du celeban jî bidetê, yan ne mimkin bû ku malê xwe xulas biket..
ê bidome...
Xwerista Kurdistanê û Qumar-VIII-

Bavê Jîndar-07/03/08-Colemêrg-
Qumar jî wek fihûþê beþek ji sîyaseta xurabkirina exlaqê civakê ye. Qumar ne tenê malê yên qumarê dilîzin dide derdan, her weha wan kesan ditevizîne. Dest û lingên wan ji hemû kar û xebatan sar dike. Di mejîyê kesên dilîzin de wek kurmekî rûdinê . Dema radizê jî tim di xewn û xîyala wan de, qumar û amîretên lîztinê hene. Her weha Qumar di nava kesan de, tovê dijminahîyê û ezayetîyê diçîne. Dema du kes li miqabilê hev rûnên û bilîzin, tenê armancek hehe, ew armanc jî yê li hember bi binxe û parê vî jê bibe.
Kurmê qumarê malkanbaxî ye. Yê ku hîn bibe ne mal û eyal ( jin û zaro) ne jî bi pirsgirêkên civakê re eleqeder dibe. Dema dewleta Tirkên koledar û xwînxwar dest bi xirabkirina xwerista (ekolojî) Kurdistanê kirin, di heman demê de, li bajar û bajarokên Kurdistana bakur qlûb, qumarxane û qahwexane vebûn. Di hemîyan de jî li gor rewþa qumarbazan qumar dihat lîztin. Xortên ku heta hingê li ser banên ax, Tixanê ( lîztîka gûzan ) û kabanê ( hestîyên li nav ejnûya pîyên heywanan) dilîztin, ji nijka ve berê xwe dan qahwexe û qumarxanan. Qumar û alkol ni nav civakê de bû wek adetek nû. Di wê demê de kesên 15 salîyê berjortir tev de li qahwan vedicemîyan û kaxez dilîztin. Hinan li ser peran, hinan li ser pakêtên cigaran, hinan jî li ser çay û oreletan.
Qumar ewqas pêþde çû ku gelek kesan li bajarê Colemêrgê mahfûr, (xalîçe) semawerên ser yên Îranî û Rûsî , zêr û zînetên jinên xwe datanîn ser masa qumarê. Hinan sê danan xarina xwe li ser masê dixwarin ku yek ji wan jî ez bûm. Di wan deman de nifûsa Colemêrgê ku ez xelet nebim, 7000 bû. Di wî bajarê heft hezar kes lê dijîn de, bi tenê Enwerê Wanî yê xwedîyê qlûbê “ li gor gotinan “ 240 hezar lireyên wî wextî ji qumarbazan wek heqê masan komkirine. Lê paþê ew jî hînî qumarê bû, ew pare hemî derdan û ji Colemêrgê bar kir.
Di wan deman de, berê diçûn loqenta bi alkol, xwarin dixwarin, ereq vedixwarin, ku serê wan xweþ bû vêcar diçûn qumar dilîztin. Her roj kar û emel ev bû. Ji ber hindê, hinek kesan zarowên xwe jî nas nedikirin. Lê piþtî xortan dest bi þoreþgerîyê kir, ew adet hêdî hêdî di nav xortan de rabû. Bandora xwe li ser beþên din yê civakê jî kir.Ev rewþ heta ku cûnta faþîst ya 1980 î domand . Lê pîþtî wê, kultura qahwe û qumarê dîsan zêde bû. Ku þerê qirêj yê çekdarî hat destpêkirin, êdî ji qahwexanan pêve cihên civak lê bicemin (lê kombin) neman. Niha di her kuçe û kolan de, çend kahwexane hene, hemî jî tîjî ne.
Tiþtê kanbaxtir ewe ku kesên berê di nav xebat û tekoþîna doza welat û sosyalizmê de bûn û digotin: Ev kultura kolonyalîst û emperyalîstan e, ji wan qahwexanan dernakevin. Hinek ji wan jî ew cihên wisan vekirine. Çu girêdanên wan bi doza welat û xebatên civakî re nemaye. Yên ku bi xebata civakî ve mijûl dibin, anjî xwe mijûl dikin nîþan didin jî, hema ku kêys (firsend ) dîtin, dibezin qahwexanan. Bi vî reng û awayî, ne bi kêrî xwe, ne jî bi kêrî civakê tên. Bi ser de jî, ji bo civakê dibine mînakên xurab . Mejî û ruhê hemûyan bi wî awayî hatine tevizandin.Berê ev kes gellek jîr û zana bûn.
Heke sazîyên Kurdistanî yên legal û sivîl xwe bigehînin wan û hinekî serê xwe bi wan re bêþînin, gelek ji wan wê xwe ji nû ve vejenînin.
Xwerista Kurdistanê û fihûþ-VII-

Bavê Jîndar-05/03/08-Colemêrg-
Dibe ku ev tiþtên em dinivîsin ji hinekan re zor bê, nikaribe daqurtîne û pê bawer jî neke. Dibe ku hinek li dij jî derkevin û rexneyên giran jî li me bigirin.Dibe ku bi kêrî þuxulê hinekan jî neyê. Lê em wek serxwegirtîyek, (vatinî ) dibînin ku þikênana tabûyan û rûçikên dewleta Tirkên koledar, sîyaseta wan ya þerê qirêj, xurabkirina exlaqê civatê, qasê ku, em pê dizanin aþkera bikin. Herwaha divê bê zanîn ku ew parçek ya sîyaseta dewleta Tirkan ya windakirin, inkarkirin û tunekirina Kurda ye. Lewma gunehkar û tewanbarên van karan ne em in. Ew þermizarî ya dewletê û yên jêre dibin allate. Guneh û tewana me, bi tenê me neþiya bû pêþîya wê bigirin û li pey wê hatine rakiþandin.
Kî çi dibêje bila bibêje. Îro fihûþ li Kurdistana bakur bûye rêyek ji yên nandestxistinê. Li bakurê Kurdistanê fihuþ, di malan de tê kirin. Li bakurê Kurdistanê li hemû bajar û navçeyan fihûþa di malan de bi destên kesên malbatê tên kirin. Bi tenê li bajarê Colemêrgê 200 an berjortir mal hene.
Li Wanê hejmara wan ne kêmî 2000 an, li Batmanê 3000, li Mêrdîn 1500, li Diyarbekir ne kêmî 4000 malan e. Jin jibo debara mala xwe goþtê laþê xwe difroþin. Bajarên din hûn bihesibînin. Dervayî yên di malan de, gelek çeteyên fihuþê jî hene. Lê ew ji bo seetekê ji 70 – 100 YTL. distînin. Hinek jî bi heceta parsê, kosmetîk firotinê, diçin malên ezeban fihuþê dikin. Li ser gelek kolan û kûçeyên bajaran, dema mirovek nenas li derodora xwe binêre, kesin hene tên ji wan dipirsin: “ Keko tiþtek lazime?“ Hemî perqên bajaran cihê bazara jinanin, dema mirov bi tena serê xwe li parkekê rûne û der û dora xwe binêre, kesin hene tên rexmirov rûdinên û ji mirov dipirsin gelo“ jinik lazimin,” an na? Heke lazim bin fotorafên wan ji berîka xwe derdixin û nîþan didin. Bi vî awayî bazar dest pê dike, baha ji bo carekê di navbera, 20-- 40 YTL.tê guhartin. Derveyî parqan, baxçeyên çay vexwarinê, pastexane û cihên din yên taybet ji bo bazarkirina jinan hene.
Ji ber ku polîtîka dewletê ye, hêzên asayîþê jî dengê xwe nakin. Her waha ku ji wan bêt teþwîq dikin. Li metropolên Tirkan jî rewþ ne çêtire. Heta xurabtire. Fihûþa erzan ya bê qelîte bi Kurdan didin kirin.Li metopolan ji bo 10 YTL Jinên Kurdan tên firotin.Beþek ji van diravên fihûþê ji alîyê çeteyan tê kirin. Dîrekt anjî îndîrekt ji bo dahat û derçûnên þerê qirêj diçin. Êdî wisa bûye ku nirxa me ya herî pîroz “namûs” wek çerezan li serê kuçe û kolanan tê firotin.
Ew Kurdên ji bo ku gotin neyê namûsa wan xwe didan kuþtin, sed heyf û hezar mixabin îro ji ber tunebûnê namûsa xwe bi destê xwe difiroþin. Heke statîstîka sektora fihûþa Kurdan derkeve, dê Kurd hew karibin serê xwe ji ber xwe rakin û derdora xwe binêrin. Para herî mezin di vi karê gemarî de ya þerê qirêj e...
Her wekî polîsek li xwe mukir hat (îtiraf kir )û got: “Fayda þerê çekdarî ji bo Kurdan jinên wan bûn qehbik, mêrên wan pêzeveng (qewat ) zarowên wan diz û çante diz...”
Qencîyek ya þerê çekdarî ji bo me ev e: Ew kesên ji bo jehrîkirina Apo herroj derdikevin kolanan, bilan pozê wan biþewite û rojê deh deqan jî ji bo namûsa xwe û miletê xwe biponijin, li çareserîyan bigerin. Divê êdin hesabê vî tiþtî ji herdu alîyan bên xwestin. Li herderê û her cî ev rûreþîya ku wan anîye welatê me, li rûyê wan bê gotin.
Xwerista Kurdistanê û fihûþ -VI –

Bavê Jîndar-04/03/08-Colemêrg-
“Sedemê xurabkirina ekolojîya welatekî ji boy xurabkirin û kanbaxkirina exlaqê civakê ye”. Lewre fihûþ, qumar, alkol, madeyên tevizandinê , parçeyek sîyaseta dewletê ya kanbaxkirin û ji rêderxistina civakê ye. Hewceye wusan bê nirxandin. Ji ber ku dewleta Tirkan baþ dizanîbû bi kuþtin û bi zora çekan, wê neþêt nirxên Kurdayetîyê û xebata Kurdayetîyê bi temamî ji holê rake. Ji bo ji holê rakirinê hewcebû exlaqê civakê xurab bike. Nirx û adetên wan yên pîroz, bi wan bide ji bîr kirin û bigehe armanca xwe. Ji bo wê jî hewcebû berê ekolojîya Kurdistanê xurab bike. Ku ekolojî xurab bû, þertên jîyanê dijwar dibin û koçberî dest pê dike.
Bi koçberîyê re aborî xurab dibe, girêdanên bi civakê re qut dibin. Dema aborî xurab bû, rehên ku civakê bi hevre girêdide qetîyan, þol bi dest neket, birçîbûn dest pê dike, bi destpêkirina birçîbûnê karên bêexlaqî wek, fihûþ, qumar, dizî, firotina madeyên tevizandinê, ( eroîn, esrar, alkol û hwd ) dibin çareserîya nan bidestxistinê û debar peydakirinê. Bi vî avayî exlaqê civakê xurab dibe. Nirxên herî pîroz wek, namûsê bin pê dibin, tiþtên ku þerm û fedî bûn, dibin wek yên adetî. Adetên bi hezaran salan ji alîyê bav û bapîran dihatin parastin, tên jibîrkirin. Fihûþ beþa herî giring ya xurabbûna exlaqê civakê ye. Lewre dê babeta me bibe fihûþ. Dewleta Tirkên koledar, xwînrêj û xwînxwar bi despêkirina xurabkirina xweristê re xurabkirina exlaq jî da destpêkirin.
Di wan deman de, li hemî bajar û bajarokên Kurdistana bakur, ji niþka ve meyxane, loqentên bi vexwarina alkolê, qlûbên qumarê vebûn û fihûþê dest pê kir. Di wan deman de, ji ber ku jinên xwefiroþ gellek kêm bûn, heta qet bi dest nediketin. Sexuela bi zarowên nêr re derdikete pêþ, lê ew rewþ gelek domdar nebû û bi ser neket, ji ber ku dema þoreþgerî þîn hat, ew tiþt jî ji holê rabûn. Kesê wêrekî nedikir karek wusan nehis bike. Di 1980 û þûnde bi polîs, çewîkkuvet, cendirme, jîtem, komando û ranbowên xwe, bi heceta pirtuk û çek komkirinê ketin malan. Zulmek nedîtî, nebînayî pêk anîn. Di wan malgerînan de, çi tiþtên qîmet wek, zêr û zînet dest wan diket, ji xwe re talan dikirln. Ji ber qetlîamkirin û kuþtinê, ne kesî tiþtek digot, ne jî wêrîbû bigota. Tu mercîyên gilîkirinê jî tunebûn. Heke heban jî, ew ji yên din xurabtir û wêrankertir bûn. Wan hêzên dewleta koledar ya xwînxwar, xwînrêj, zalim û bênamus, di wan deman de ne tinê zînetên jinan talan dikirin, her waha namûsa jinên me jî kirêt dikirin. (diherimandin)
Di Kurdistana bakur de çi ûcaxek (binemalek) gundek û eþîrek nema ku bi namûs û xîreta wan re nehat lîztin. Ew eþîrên ku ji bo revandina keçekê, mêr ji hev dikuþtin, bi dehan salan dijminatîya hev dikirin, “ wan rambokên bênamûs, jin û keçên wan li ber çavê wan kirêt dikirin û dengek jî ji wan dernetiket “. Wan bênamûsên tîm, polîs û cendirman, di wan deman de, bi tenê li nava bajarê Colemêrgê ji 700 an zêdetir keç kirêt kiribûn (herimandibûn- bi namûsa wan lîstibûn). Bi kêmanî ewqas bûk û jin jî. Heke li Colemêrgê namûsa hinde keç û jinên me hatibe kirêtkirin, li navçe û bajarên din hûn bihesibînin. Her çend tahl be jî, ev rastîya me ye. Em hemi jî pê dizanin. Lê nabêjin û ji hev vediþêrin ... Lewre jî nayê rojevê û çareserî jêre nayê dîtin. Di vî warî de çenber nayê þikênandin. Kes dernakeve derveyî çenberê û tabûyan.
Herçend ne karê me Lotikxanê ye jî, lê wek gellek tabû û çenberên din emê hewl bidin ku vê tabû û çenberê jî biþkênin. Û rê jibo sazîyên eleqeder vedikin...
Bandora xirabûna xwerista Kurdistanê-V-

Bavê Jîndar- 03/03/08-Colemêrg-
Li herêmên ku çekên kîmyewî lê hatine ceribandin, ew jehr tevli axê, avê û hewê bûne. Di wan deveran de piranîya gîya û pincaran, winda bûne, an jî sotî ne. Yên mayî jî ne wek berê tamdar û kêrdar in. Bervajîyê wê, ji ber jehrîbûna wan, nexweþî jê peyda dibin. Fêkî, serzewat ne wek berê bêrdar û tamdar in. Darûber zû hiþk dibin. Goþt bêtam e. Nixte ( berf, baran, zîpik ûhwd ) kêm dibarin. Heke bibarin jî ne wek berê xêrdar in. Bileeks xusarê didin.
Ji ber tevbûna jahra di nav hewa, ax û avê de “ku her sê elementên jîyanê yên bin