|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Her Kurd ne Kurd e

Cembelîyê Botî-18/10/07-Colemêrg- Em Kurd ecêb in. Xuyaye yek ji milletên ku di dinyayê de xwe nasnekiriye û nehigaye þiûr û zanebûna giyanê netewî, em Kurd in. Ji rewþenbîr û gellek ji siyasetmedarên me bigrin heta bi rojnamevan, lotikvan û zîtirkvanên me, tev berjewendparêz û pozbilindên kesayetîya xwe ne.Mixabin!
Ji me gellekan re berjewendîyên kesayetî di ser berjewendîyên netewî re ne. Ji xwe kula bê derman, pençeþêra herî mezin jî ev nexweþî ye.
Heger em li rewþa Tirkiyê binerin emê bibînin bê em di çi rewþ û halî de ne. Ji hunermend, siyasetmedar, bazirgan, mafya û her quzilqurtê bigrin heta bi etar û çerçîyên kolanên bajerên Tirkiyê di destê Kurdan de ye. Em karin heta bi ciyekî bêjin ku Tirkiye di destê Kurdan de ye.
Lê em çi dikin? Em avê li destê Tirkên doþirme û xwînheram dikin da ku pê detsnimêja xwe bigrin û pê qûna xwe biþon. Em bûne qûnalês û xulamokên devê derîyên wan. Ne þehsîyet bi me re maye û ne jî ruhê neteweparêzî. Bi navê bratî û goþt û nenûka sexte em kirêtî û pîsîtîya wan dalêsin bêyî ku pozê me biþewite, ruhê me bijene û wîjdanê me bêje STOPPPPPP!
Nimûna herî balkêþ Îbrahîm Tatlises û Yilmaz Erdoganê Colemêrgî ye. Gerçî tu mafê me tune em wî wek Kurd binavbikin û xwe pê serbilind bikin. Ji ber ku Yilmaz Erdogan li Enqerê mezin bûye, li wir xwendiye û bi mejiyê Tirkî mezin û perwerde bûye. Yanî, êdî ew Tirk e, hem jî Tirkekî ku bi dil û can 100 hezarî alîkarîya artêþa Tirk bike. Ew artêþa ku zarokên me dikuje, gundên me diþewitînie û dixwaze koka Kurdan ji dîrokê rake.
Îcar, divê em Kurd aqilê xwe bidin serê xwe û zanibin ku her Kurd ne Kurd e! Her Kurdê ku nîjadKurd be ne Kurd e! Kurd ew e ê ku dilsoz û dilþewatê millet û welatê xwe ye. Kurd ew Kurd e ê ku di bûyera herî piçûk de li ser millet û welatê xwe bêþe, wîjdanê wî bijene û hêsrê çavên wî ji ber xwe ve bigindirin. Kurd ew Kurd e ê ku qîma xwe bi nan û pîvazê bîne lê nebe qûnalês û hestîkevajê devê derîyê dijminê xwe.
Îcar gelî xwendevanan, gava we got KURD, baþ bifikirin û piþtre vî navê pîroz li wan bikin û hûn sax!