|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Kurdan li Parlamentoya Danîmarqa ji kêfa dan lotikan
Yilmaz Yildiz 28/03/08-Kopenhag
Wek ku min berîya niha di roja 23.02.2008’an da ji we ra nivîsîbû, li gor plan, roj û seatê, kokteyla Newrozê di roja 25.03.2008’an da li Parlamentoya Danîmarqa hat li dar xistin. Ev cejna neteweyî a gelê kurd, ku ev 2620 sale ku kurd lê xwedî derdikevin û wê di nav germahîyeke mezin da himbêz dikin û bi girseyî û bi coþek mezin pîroz dikin, ji alîyê endama parlamento a Partîya Sosyalîst a Gel (SF), keça kurd Özlem Sara Çekiç û bi piþtgirîya partîya wê SF’ê û bi alîkarîya serokê KOMKAR-DK, birêz Serhad Amedî, care yekemîn di dîroka Danîmarqa da li parlamentoya vî welatî cejna Newrozê bi kokteylekê hat pîroz kirin. Cejna Newrozê li lokala grûpa endamên parlamento a SF’ê pêk hat û ji seat 15.00 heta bi seat 18.00 bi xwarin û vexwarinên cur be cur, bi mûzîk û dîlana kurdî berdewam kir û bi awayekî serkeftî derbas bû.
Ellehwekîl kurd û danîmarqî ji kêfan ketibûn nav lotik û pihînên kurdewarî û haya wan hêdî ne ji tirs û xofê û ne jî ji bayê felekê hebû. Te yê bigota ji xwe ew der ne parlamento ye, lê serê çîyayê Kurdistanê ye, hingî hewqasî bû qîrewîra kurdan û dengê kilîlandina wan ji herþê xwedê vedigera. Ti nemabû ku bêjin ”Stop, det er nok” (Êdî bese ev çîye) em poþman bûn, me nizanîbû ku hûnê hewqasî kêfê bikin û me haciz bikin hwd.” Lê me dêhn dayê ku bi rastî kêfa dilê wan jî hêdî lê daye û raks û govendên me jî li xweþîya wan çûne, vêca hêdî me hew karîbû ku bela wan ji xwe vekin û dawîyê li govendê bînin. Ji xwe Özlemka me di nav wî kirasê kurdî ê sor da windabûbû û ji kêfan hew zanîbû çi bikê. Hima ku dengê mûzikê a dest pê kir ew ya yekê bû ku a da lotikan. Ji xwe nexwasim herdu serokên SF’ê, ê nû û ê kevin, Villy Søvndahl û Holger K. Nielsen.
Özlema me bi rastî serê me bilind kir û lotikên tûj ên kurdewarî avêtin û kulmik gelkî dijwar li nav dev û çavên nevî û nevîçirkên Atavirqo da. Ji xwe rojname û qanala televizyona tirkoleran ên wek Hürriyet, Milliyet, Haber û Zaman û CNN Türk jî li wir hazir bûn û ha ha a sûretên wê girtin û gotinên wê ji xwe ra qeyd dikirin, lê bahwerîya we ji xwedê bê axaftina Özlemê a di derbarê cejna Newrozê da tam bi dilê min û hemû kurdan bû, tê da gelik lotikên kurdewarî hebûn. Ji alîyê medya kurd va jî Kurdistan TV, nûçegihanê Dengê Kurdistan û rojnameya Dema Nû jî hazir bûn. Herwiha ji çapemenîya danîmarqî jî beþdarîyeke mezin hebû
Özlemê bi awayekî gelkî xweþ di axaftina xwe da li ser naveroka Newrozê sekinî û armanca wê bi mêvanan da nasandin. Herwekî din jî bahsa zilm û zordarîya dewletên dagirker, xasima jî dewleta Tirkîyê kir, ku ji ber cejna Newrozê heta niha bi hezaran kurd qetil kirine.
Wek kesên axaftvan jî serokê SF’ê Villy Søvndahl, serokê SF’ê ê berê Holger K. Nielsen û endama meclisa þaredarîya ”Furesø Kommune”, Helene Lund jî herkê axaftinek kirin, kêfxweþîya xwe ji bo cejna Newrozê anîn ziman û piþtgirîya xwe dubare ji bo kurdan eþkere kirin. Serokê partîyê ê berê Holger K. Nielsen got, ku herçiqas ku bi fermî welatek bi navê Kurdistanê nine jî, lê ew welatê kurda ye û kurd jî wek netew heye û kêfxweþîya xwe ji bo azadîya li Baþûrê Kurdistanê bi van gotinan anî ziman: ”Niha kurd gihane azadîya xwe û Saddamê diktetor jî, ku bi sedhezaran kurd kuþtin û ew di qetlîaman ra derbas kirin, niha di nav agirê cehnemê de ye”.
Belê eve ferqa di navbera welatên Ewropa da û wan welatên ku Kurdistan di nav xwe da parve kirine. Tirk, ereb û ecem me ji bo ku em cejna xwe a neteweyî, Newrozê, li gor çand û kultûra xwe û erf û adetên xwe pîroz dikin me dikujin û di qetlîamên mezin ra derbas dikin, lê ev camêrên han jî derîyê mala xwe a herî miqades û pîroz ji bo me vedikin û me di parlamentoya xwe da himbêz dikin. Ma vêca qey lotikxane niheqe ku bê wele ma ev tirkoleran jî mexloqat in? Na canim na wele hun rast dibêjin, hun kêm dibêjin û ne zêde.
Newroza we tev da pîroz bê.
Yilmaz Yildiz
|