Zagros Osman 

Sibasdar@gmail.com

 

 

 

 

 

Kerkûkê û Seddamiyên nuhok – 2-

Jibo van sozên moral, Kurda qebûl kirin ku pirsa di rêka siyasî – yasayî re çareser bikin û li ser vê bingehê Kurda alîkarî bi Îraqiya re kirin bo avakirina  dewletek nûjen ku mafê Kurda misoger dike. Her weha destûrek Îraqî modern peyda bû. Di naveroka xwe de madeyên serete hene wek fîderalîzim bo H.K.B û madeya 140 î bo Kerkûkê.  Kurda hêviyên xwe xistin destûr bo çareserkirina  pirsa deverên ku ji H.K.B hatine birîn, nemaze Kerkûkê. Dewleta Îraqî ava bû, hikumet û perleman çêbûn, Kurda doza bicîkirina medeya 140 î kirin lê hikumeta Îraq her carê ji vê yekê direve, çiv û tewl didan xwe bi mehna astengiyên ewlekarî yên ku nahêlin madeya 140 î bi cî bibe. Bi vê mehnê  hikûmeta Îraqê tewl didan xwe bo ragirtina bicîkirina medeya 140 î ta ku keysa wê lê bê û xwe li hemi tiþtan bide mandelê.

Dem ji kîsê Kurda diçû û hayê wan jê nîne. Lîderên kurd bîhna xwe li Îraqiya gelekî firrh kirin û çivên wan qebûl kirin. Ev jî þaþitiyêk dîtir bû. Lîderên me tê werbûn, gereg wan ragirtina bicîkirina madeya 140 î qebûl nekirana. Nizanim gelo ev lîder razayî bûn, hayê wan ji kiþtibaniya aliyên dîtir tunebû, an bêtirî wilo bi dest wan ne diket ku zorê li Îraqiya bikin bo bicîkirina madeya 140 î.

Kurd þiyar nebûn ta ku mercên siyasî hatin guhertin, ne lo gorî berjewendiyên wan û seqa siyasî nûh peyda bû li gorî neyarên netewa kurd. Îraqî li hêviya van guhertina bûn ta ku karibin li hember Kurda rawestin û dijitiya daxwazên Kurda bikin bo Kerkûkê û pirsin dîtir yên bêçare mane di neqeba Hewlêrê û Bexdê de. Îraqiya di salên çûyî de 2003 – 2007 an ji bicîkirina madeya 140 î di reviyan, çavên xwe li guhertina rewþa siyasî û ewlekarî ku li Îraqê paktir bibe  ta ku karibin daxwazên Kurda red bikin û cilikê ji bin lingê Kurda bikþînin. A  Îraqiya dixwest wilo bû.

Þerê tîrorîst bi dumahî dibe – artêþa Îraqî ava dibe – nakokiyên di neqeba sunne û þîa de tê ragirtin. Emerîka siyasetek nuh li Îraqê dajo, nîþana wê ku dergehê giftûgo veke bi hêzên Îraqî yên xwedî  îdyolojiyên sert û hiþk mîna rêxistinên îslamî çi sunne çi þîa çi partiyên neteweperest, totalîtarî, þofînîst, faþîst, nijadperest, yên ku bi derewa kirasên dîmokrasî û lîberaliyê li xwe kirine. Lê bi rastî ew dirêjepedanî ne ji îdyolojiya baes re ne, yan bermayên Seddamî ne û sêwiyên rêcîma rabirdû ne.

 Emerîka vê yekê dizane lê Waþington pêwîste ku di vê qonaxê de bi van hêzên gumanlêk bide û bistîne.  Çimkî, li Emerîka partiya komarekan bi çi þêweyî be, ew serkewtina siyaseta xwe di Îraqê de dixwaze. Wek pakkirina rewþa ewlekarî, siyasî û aramkirdina civakî li Îraqê.  Jibo komarekan dikaribin bi hêz derbasî hilbijartina serokatiya Emerîka bibin û serkewtina hilbijartê xwe (Makîn) garantî bikin li dijî  hilbijartê dîmokratan (Obama). Wek tê gotin, vê carê berhemên hilbijartina serokekî nuh bo Emerîka wê bi kirîza Îraqê ve girêdayî be. Loma komarekan amade ne ku xwe jibo hêzên neyar re li Îraqê daxin û qelenekî giran deynin ta ku tîrorîst û Seddamiyan razî bikn bo karê çekdarî rawestînin. Ji ber vê kargerêna Bûþh þert û mercên hêzên Îraqî yên sert qebûl kirin. Ji alîkî dîtir ve, Bûþh pêwîstî dewletên Ereb, Turkiya û Îran bûye ta ku bandora xwe li hevbendên xweyî Îraqî bikin bo þerê tîrorîst li Îaqê rawestînin. Van dewleta jî þert û mercên xwe ji Emerîka re berbiçav kirin.  Mercê wanî sereke go Waþîngton nema piþtgiriyê bide Hewlêrê, nemaze bo pirsgirêka Kerkûkê. Bûþh ev jî qebûl kir.

Bi vî awî, ciyên bingeha hêzên Îraqî hatin guhertin. Di vê guhertinê de esta bingeha hêzên Kurda daket û esta hêzên neyar bilind bû. Rol û bandora Kurda ket warê kêmbûn û qelsbûnê. Lîderên Kurd têneghaþtin ku nakokiya hêzên navnetewî û herêmî bo rojhilata navîn, nakokiyek diyaliktîkî ye (cedelî ye), li ser bingehek kelovajî (mûtenaqîdat)  hatiye sazkirin û tê ajotin. Pirsgirêkên deverê bi þêweyekî ve jihev bi hev re dihûne û wan li hevdû digerîne. Bandora xwe li hev dikin, loma guhertin û bûyerên li deverê derdikevin bi þêweyekî lez û bez û zû diqewimin.

Jibo vê yekê lîderên Kurd guman nedikirin ku seqa siyasî wê zû bê guhertin. Ji wan werê wê merc li gorî berjewendiyên H. K. B  bimîne. Lewra lîdera lez û bez nekirin bo çareserkirina pirsgirêkên di neqeba Hewlêr û Bexdê de û çivên hikûmeta Malikî qebûl kirin bo ji bicîkirina madeya 140 î  ta ku rojek bê û madeya 140 î ji naveroka xwe vala bibe. Ji lîdera werê ewê herdem karibin zorê li hikûmeta Îraqê bikin bo armancên gelê Kurdistanê pêkbînin ta ku di mehên dawî ji 2008 an de Kurd mujdebûn û haj ji xwe kirin ku av li bin wan qelibiye. Emerîka siyaseta xwe bi  þêweyekî dramatîk guhert.

 Wek xalê Þivan dibêje: Ferman e ferman e fermana me Kurdeka ne!

Bîhna ceng û þer xweþ tê min lê hîn lîderên me tevde razayî ma ne, xewnên þêrîn dibînin. Hêviya wan bavê azad e. Lê tîrorîsta, Rûsiya û apê Gustav mêrê xaltîka Katrîna qûn li bavê azad qetandin. Belengazo bi xwe daketiye, ji Kurda re ne vala ye, li kêmasiyê me nerin.

 Her weha rewþa giþtî li Îraqê pak dibe, Yekîtiya Eûropa û Emerîka siyaseta zorê ji ser rêcîmên dîktator li welatên rojhilata navîn ragirtin û lihevhatinê ji van rêcîman dixwazin.

04/09/08-

 --------------------------------------------------------------------------

Li hêviya xeleka 3. bin

 

 

Nivîsên berê

Kerkukê û Seddamiyên nuhok – 1-

Di roja 9/4/2003 , fersendeke dîrokî ji Kurda re hat, bo deverên welatê xwe yên dagirkirî rizgar bikin û vegerînin ser axa herêma Herêma Kurdistana Baþûr (H.K.B). Lê lîderên Kurda ev fersenda giranbuha ji dest xwe berdan û Kerkukê venegerandin, çimkî wan rûmet dan soz û peymanên aliyên Iraqî yên ku hîn di warê opozîsyonê de bûn û bi hevre li dijî recîma Seddam kar dikirin. Di wê demê de wan û Kurda li hev kiribûn ku rêcîma Seddam bê xwarê ewê mafên Kurda yên rewa misoger bikin , wek mafê çarenûs, fîderalîzim û vegerandina deverên Kurdî yên ji dervî  H.K.B bin dest mane . 

Lîderên Kurd ewle bûn bi hêzên Iraqî qaþo ku ew hevbendê rêxistina Kurdî ne, wê rûmetê bidine peymanên xwe û dema ew bi serkevin û bibin xwedî desthilaltdar, wê pêwistiyê bi soz û qirarên xwe bikin bo hevalên xweyî Kurd. An wê sozên xwe bo Kurda bi cî bînin. Lîderên Kurd wisa mijûl dibûn û bi dilsozî girêdayî sozên xwe man bo hevbendên xweyî Iraqî. Jibo wilo dema dewleta Iraqê herifî, van lîderan qebûl nekirin ku keysbaziyê bikin û Kerkukê vegerînin ser axa welat, tev ku bi hêsanî wan dikarîbû vî karê pîroz pêkbînin, lê wan nekir .

 Ezê çi bêjim? Mane ew dola Selaheddînin ê ku kar ji beyaniyan re dikir, miletê xwe jibîr dikir û xortên Kurda dajotin ser mirinê bo rizgarkirina qudsê (orþelîm). Lîdera digotin: Em û hevpeymanên xweyî Iraqî emê pirsgirêk û aloziyan bi þêweyekî dîmokrasî- aþtyane- yesayî, di rêka diyaloga siyasî re çareser bikin.

Ev nerîna siyasî ji layê lîderên Kurd ve þaþitîyek dîrokî herî gewre bû, çimkî wek Kurd dibêjin: “Gepa wan hat ber devê wan lê wan ne xwar”  û Kerkukê ji dest xwe berdan jibo çend sozên telomelo. Ev siyaseta qûrbano û heyrano pê kêr nake û ciyê soz û qirara têde nîne. Li seranserê cîhanê siyaset wisa bi kar tê. Ku ya te hat ber te bike û li tiþtekî din nepirse berya ku fersend ji dest te biçe, Na bavo, lîderên me pêximber û perî ne, çênabe ew ji sozên  xwe vegerin wey! Aaaax aaaaax, vê dilsoziyê, vê rastiyê mala me xera kiriye û hîn destê me jê nabe wey liminnnnn!? Ew sedema ku ta îro Kurd bi tenha sêwiyê cîhanê mane.

Piþtî rêcîma Seddam hilweþya û dewleta Baisî herifî, Kurd di Iraqê de bûn alîyê herî xurt û bi hêz. Ji aliyê hundiru de H.K.B  ji þerê azadkirina Iraqê saxlem derket , ew amede bû û bi aram û tebat bû bi sîstem û organîze bû. Rewþa ewlekarî, abûrî, civakî û siyasî lê ne xerab bû, bi hikûmet,perleman û pêþmerge bû, bi kargerîn û dezgeh bû.

 Û ji layê derve de etmosfîrekî siyasî cîhanî pak peyda bû. Li gorî berjewendiyên Kurda, bi van nîr û mercên dîrokî yên awarte ku kêm kêm bi dest Kurda dikevin. Lîdera dikarîbûn hemi daxwaz û armancên gelê xwe pêk bînin û mafên xweyî netewî bi giþtî bistînin. Wê demê tu aliyên Iraqî tunebûn ku li dijî Kurda rawestin ta Emerîka wek hevbendekî herî xurt di Iraqê de pêwîstî Kurda bû. Jibo vê yekê Emerîka dijitiya Kurda nedikir ku ew rabana Kerkukê azad bikin û wê vegerînin hembêza Kurdistanê. Lê tiþtê çû mede dû. Kurda Kerkukê sipart bextê gur û roviya, û qinyata xwe bi beyaniyan anîn ku rojekê wilo bi hesanî wê Kerkukê ji dest xwe berdin û li Kurda vegerînin.  Ev çi xewne yaho! 4 dewletên tirtire xwe ji Emerîka re dikin cêrî ta ku wê razî bikin bo di krîza Kerkûkê de piþtgriyê nede Kurda, lê ême xewna dibînin ku Ereb û Tirkuman ji me re bêjin fermo ji we Kerkuka we me ew navê.

Lîderên Kurd berjewendiyên bilind yên H.K.B kirin qurbana berjewendiyên Iraqê. Dema xwe ji Kerkukê vekþandin, bo îro ew qelenê vê þaþitiya stratîjîk – dîrokî deynin, wek ku em dibînin hêzên Iraqî ê dîtir ji soz û peymanên xwe bo Kurda direvin û xwe li tiþtekî nakin xwedî .

 Ku em bipirsin çima Iraqî li Kurda zîvirîn û piþta xwe dan wana, emê bibînin ku ji berêv de mebesta Iraqiya fendûfût bûn. Tucara ew bi Kurda re ne rast bûn û ne dilsoz bûn. Ya wan xapandin û kiþtibanî bû, Iraqiya bi jîrbûn bi Kurda re lîstika siyasî lîstin û konetî ajotin. Dema wan daxwazên Kurda qebûl kirin, ya wan ne bîr û bawerî bû belê tektîk û pîlan bûn. Wan dizanîbû ku Kurd ji wan xurttirin, ew ditirsiyan ku bi Kurda re lihevnekin wê Kurd ji aliyên xwe ve rabin mafê xwe bistînin. Jibo Kurd vê yekê nekin, Iraqiya ew bi çend sozên derewîn ragirtin ta ku ya wan bê ber wan û bi hêz û xurt bibin. Wê çaxê wê li Kurda wergerin û li peymanên xwe bidin mandelê .

01/09/08

 --------------------------------------------------------------------------

Li hêviya xeleka 2. bin

 

KUNDIRÊ AÞÎTÎYA Û XIYARÊ XERBÎYA

 

 

Em binxetî 2 hêlin , aþîtî û xerbî.  Em qerf û henekan davêjin hev, pirê caran xerbî biserdikevin, rebenê aþîtî dikin nakin ku lotikekê li xerbiya xin bi wan re dernakeve  û lotikên wan dibin tîskên sistik û bê kêr.

Wesa yekî aþîtî û yekî xerbî destbirakê hev bûn û herdû jî derewîn bûn. Ê aþîtî li Amûdê hat serdana birakê xwe, piþtî mirçi mirçê, piþtî tu çilo û tu çawa ye û piþtî xwarina firavînê, zaro li hev valabûn û dest bi derewa kirin

 

Ê. Xerbî: Êêê loo, li aliyê we çi heye çi tuneye, xelkên deverê çi dikin çi nakin, rewþa we çawa ye?

 

Ê. Aþîtî : Wellleh heyra tiþtik nîni, em teva bi kundirê xwe daketine 

 

Ê .Xerbî: Kundirê çi kurrro ê ku hûn giþ pê daketine? 

    

Ê. Aþîtî : Weyla li we xerbiya be haha, kundirê me navê wî di ostiralya re derket û derbasî olompiyatê bikînê bû, û hîn hayê we jê nîne, ev ne dûrî we ye, me ezê çi bêjim mane hûn xerbîne

 

Ê.Xerbî: Kuuuro te kezeba min reþkir ha, de bêje jibo pêximbera ev çi kundire , nebêje me bûmba otonomî ji kundir çêkiriye

 

Ê.Aþîtî: Na na, me tiþtekî  baþtir jê çêkiriye, me lemek danî, kundir lê ket, ew mezin bû bû bû bû bi qeysî girê þermola. Me nîvê wî kir rîçal (mireba) û nîvê dîtir ji zarokan re kir avjengeh

 

Ê. Xerbî: Ha hew hew, kundirê we li ber xiyarê me ne tiþteke

 

Ê . Aþîtî : De bes vira bike loooo xiyarê kêê, we ji ku xiyar dîtine gidî

 

Ê . Xerbî: Yewel çavê xwe veke, em ê encûr û îsot û perparê ne, xiyarê me navûdengê wî di bîlarosya re derket , me jî lemek danî, xiyarek lê ket, dirêj bû bû bû gihiþt Qamiþlo

 

Ê. Aþîtî: Êêê û dûre, hema tu nebêje xiyarê we firiyaye ser heyvê

 

Ê. Xerbî : Xiyar vezilya çû Tirbesipiyê, rêka xwe berdewamkir gihiþt Dêrka Hemo, li wêde rê zîvirî berî da gundê we ket mala bavê te û  xwe li nav lingê diya te rast kir

.

Hevalê meyî aþîtî ketibû teyê, ew ditirsiya ku ê xerbî berê  xiyarê xwe bide çemê dîcle û wî derbasî Kurdistana baþûr bike û ji wêde rê bizîvire û here Kurdistana bakur. Wê çaxê tu rûmet ji kundirê wî re namîne, lê dema xiyar gihiþt mala bavê wî , pir kêfxweþ bû û ji xwe re got:” Gelkî rind e, ê xerbî xiyarê xwe xiste xefkê. Dema brê wî da mala me û ew derbasî hundirû kir, vêca wê xiyar bi kude biçe? Qene wê

(hêt) dîwar qul bike, na na rê li ber xiyar hat girtin”.

 

 Ew wisa mijûl dibû, dilê xwe xweþ dikir, di bin simbêla re dikeniya û bang li hevalê xwe kir, qeþmeriya pê dike

 

Ê. Aþîtî: Xerbiyo, na welleh te pê girt û berneda, te dawiya xiyarê xwe anî, lo

vêca wê xiyarê te bi kude biçe?

 

Ê .Xerbî : Kurooo çima xweda te hidayet nake û kundirê xwe biçûk nake, binêr eger tu wî biçûk dike biçûk bike, yan na va xiyar berî daye diya te

 

Ê Aþîtî : Wê çike?

 

Ê .Xerbî : Eger kundir biçûk nebe wê xiyar têkeve ciyê ku tu jê derketibû

Ê Aþîtî: Ciyê ez jê derketime li kuderê gidî? 

 

Ê .Xerbî : Her kirasê diya xwe hild tê wî cîyê pîroz bibîni

 

Ê .Aþîtî: Na heyra na noonooo, te hîle li min kir, ji min werê tê berê xiyar

 bide dîwar, min bîra nav lingê diya xwe nedibir …. Weyla xerbiyo, te di diya xwe kutay0

 

Rewþa Kurda bo Kerkukê ne durî xiyarê xerbiya ye an kundirê aþîtîya ye. Kurda dilê xwe xweþ dikirin ku Ereboþk û Turkûman ji wan re bêjin fermo ji we Kerkuk. Lê zarwan madeya 24 kirin xiyar û raserî dayka me kirin! Na weleh Kurdekan çûn heyfa

bavê lê qu...ê dê li ser kirin û hûn sax!

 

Wî wî wî …. Wî wî … wî wî … þemo , ax û 2000 X 2000 = 4000 ax ji derdê te Kurdoooooooooooooooooo.......   

 

26/08/08

 

 

 

EV Jî JI TE ROJîNÊ

 

Ne di bextê lotikxanê de, di bextê Rojda Aydin debe, dibêjn Rojîna me tiþkek xedar li bavê xwe xistiye bo li ber dilê Toraniya þêrîn bibe.

De werin li vê qebheta bi dahol û zurne binêrên looo, ev çibû Rojînkê, keçê ma 50 melyon Kurd neketin serê te nehotê! Te çû xwe li Tirka girt, erê gihayê hewþê tehle û  mastê malê tirþe , xweda ji tere nehêle law. Te rûê min li ber jina min reþ kir, keçê ez dil ketibûm te û lotikên teyî hunerî  û stiranên teyî germ (hêja hêja hêja) te hiþ û sewdanên min firandibûn. Min dihiþt ku þagirtên min li dibistanê stiranên te ezber bikin û li kolanên Amûdê wan bibêjin. C.D yên te min dan hevdû bo li wan guhdarî bikim bêtir ji stranên M. Þêxo û C. Haco û Þivan.

 

Ji bo te min û jina xwe heroj porê hev dikþand, wê digot tu dilketiye Rojînkê, min digot bavo ev keçek Kurde, mala wê ava be ji xortên gundê xwe re distrê û dilê wan bi jiyanê xweþ dike. Ma çi pêveye ku mirov dil têkevê. qey ew jî ne wek Hulya Avþar, Ebrû Gundeþ, Heyfa Wehbî an Nansî Ecrem e.

 

De were safî bike, te zimanê jnka min bi ser min de dirêj kir, ew te ji min re dike seravde û dibêje: Offyyann, delala dilê te tu û bavê xwe bi qaþlekî pîvazek xerabe nedan û jibo Tirka hûn dane ber tîskên xwe, ê de bixwe haaaaa!

 

Ax Rojînkê, birîna Kerkukê ne besbû te jî hat xwê bi ser dakir. Çi heqê te li wî zilamê mezin û birêz hebû xwedê nehiþtê, ku wilo bi tîskekê wî bike faþîst?

Çima te wilo kir, gelo ji sedema ew xortê hêja li gundê we ku guh nedabe te, eger jibo wilo be ezê bi guhê wî bigrim û bînim cem te bela maçî qundera te ke û te li xwe mehr ke.

 

Heydê lêbûrînê ji bavkê xwe bixwaze, lanetê li çavê þeytên bîne û kêfa Tirka li me nîne keîko. Yan na ku tu li ser a xwe bimîne, bela tu di rîha min de birî ku ji îro û pêve ez bihêlim Amûdîyên çavkesk li stiranên te guhdarî bikin.

 

Çî te û Tirka pepûkê, zû vegere himbêza min ez Kurdê bê xwedî û bê xwedan. Pêwistî huner û lotikê te me ji Tirka bêtir. Keçê wilo li ser hev tu Kurd e, xwîna te Kurd e, dengê te Kurd e lêv û devê te Kurd in, tu ji Tirka re nabe, tu ya me Kurda ye. Esmerê delalê xwîn þêrînê, keçê de vegere haaaa … ( come on, never to return to the Kurdish warm my heart dose not benefit you with Turkish and I know how to make two birds sing)  .

  17/08/08-Amûdê

 

 

Xopan

10/08/08

 

Girtiyê soza te me

ez mam dîlê evînê

çavrewanim careke din te bibînim

dûrbûna te ez hêlam

ti guhestin

ax lava nema

civînin xweþ vegerînin

bê te hebûn xave

bîranînê þevên þêrîn

can û hestî dihilînin

cegerê min bûye xopan

ji xeyalê te maye bêpar

xewnê tarî

li min derbûn

tu ji min dure

felata min wê kî bîne

bêrya te dikim periyê

hêviyên min nesûtîne

dilketim te cana min

hinav û dil

bo te bûn war

çend adar bûrîn binefþê

dîsa tu nehat buhar

li hêviya bejna te me

birîna min tim þiyar

buhara min tu revandin

ji êþare mame war

 

Çav þeliqî dilketin dirama Tirka

02/08/08-

Ji niþka ve T.V yên Ereboþkan zincîrên dirama Tirkî mîna baranê di kenalên xwe de weþandin, wey bavo ta ana Ereboþk li kur bûn ku ji nû ve dilkevin terikên Tirkan û dirama wan bi Ereba þêrîn bibe ya ku 50 salî li ber çavên wan bû û kesî bi serde ne dirît. Jibo xweda ev çi bûye di neqeba îro û doh de ku wilo Tirk û Ereb bi hev þêrîn bûne. Kurdino ku sînordaþên we li hev kirin nasbikin ew doza serê we dikin, nebêjin yaho te çi zû dirama kir hêla pîlan û siyasetê loo , baþe herin zincîrên dirama Tirka biþopînin û bi çavên xwe bibînin bê çi hiner bi serê cimawerên Ereb û Kurdên bi Erebî zanin anîye .

Hunermendên Tirk ê di van zincîra de dileyizin di nava cimawerên Kurd û Ereb hatine naskirin bi navên Mûhened, Nûr, Yihya, Lemîs, dema hinek van nava tînin ziman ava çema dimiçiqe, gerdon nema digere, qantir dizên. Xelk dîn û har dibin û bi ser van Tirkan de pelû dibin tê bêje qey pêximberin daketin erdê, qaþo tiro dirama Tirkî ketiye serê wan de .

Nêr û mê mezin û biçûk xwende û ne xwende bajarî û gundî serê gotina wan û binê wê Mûhened e, tevda taya Mûhened li wan xistîye ya niazelah ji influwenza mirîþka dijwartire. Zaro di kirîza abûrî, xela, birçîbûn, tazîbûnê de ne, bê kar bê pere di bin stemkariya rêcîmên faþîst xwînmij þofînist dîktator de ne, lê hayê wan ji wan nîne ew mijûl nabin bo çarakê ji rewþa xweyî xerab re bibînin.  Na bavo, ew ne valane ji van tiþtên pîsik re, ne kêmî tiþtekî ne ji pêvî temaþekirina xelekên zincîrên dirama Tirkî , çima na qûna tazî tenbûrê dixwazî

Me daxwazên xwe bi cî anîn û ketin rêza miletên serfiraz û pêþketî, vêca çi pêve heye ku mirov li ber T.V xwe ramidîne, vezilîne û li dirama Tirka temaþe bike, li ber xilmaþ bibe.  Bela baþ çavên we biqerimin, laþ û canên we bitevizin, di xewn û xeyala werbin û xwezya xwe bi a Mûhened bînin. Kî zane hebe dirama Tirkî zik û bêrîkên wenî vala dagire .

Weyla min xwelîya Istenbolê li serê we kirano, we kar û xebata xwe berda ye jibo Tirk û Ereb we tilî qûnk bikin û we bi dirama pîs û erzan bixapînin a ku dûrî kul û derdên miletê we ye bo hestên we yî netewî pûç bike. Kuro we tisqa li min xist, çiyî we û dirama Tirka ji êþa nexweþîyê û ji nêza barebara zarokên wene û hûn ketine taya xeleka nû ji zincîra nûr wê çi bûyer têde çêbibin! Tir li ku û das li ku, ma ava reþ bi çavê we de hatîye, li vê gosirmetê lo!

Emlê dayka 14 e zaroka ye *, qantirê mêrê wê bê kar e, qulka xaniyê wê li ber ketinê ye, sermyanê wê dîkekî qope, 6 mirîþkên iþkolekî ne,11 çêçikên qijnikî, xelkên gund bizinek kor û mihek keçel bi xêra xwe danê. Emela me ne wek Emel Sayina wan e, çavên min birjin, qelþên di paniya Emelê de 2 zilam dikarin xwe di wan de veþêrin, lêv torimî ye go dipeyive çemekî girêzê ji devê wê diherike. Kirasê wê ji pîna û gemarê bûye belekbelekî mîna cilên marînz, kefþa serê wê bûye irzêl, xatûnê ji xwe raziye dibêje ez li vir û xelîfe li Bexdê kî wêre jêre bêje sîka te xware! Emelê hat ser tenûra gund bo parsa nan bike, jinên din li ser tenûrê ketibûn qerwelka bo Mûhened di xeleka bûrî de çi kir û di xeleka nû de wê çi bike. Emelê jî beþdarî gotinê bû, lepilepa devê wênî çatirî û got:Weleh yadê gava Mûhened di T.V de derdikeve ez  bazdidim mala apê keþmolo û li ber T.V dibim tehet, xweda nikare min ji ciyê min bileqîne. Keçê gava hûn dibêjin Mûhened ez bi dawê dikevim, devê min xwar dibe, sed carî bismila Mûhened, dê û bav bi gorî wî bin, dema hiþ û sewdanê min firand, çê nabe kêlîkek ji xeleka wî ji min here wê tiþtek bi min bê. Bilahî, tilahî semawelahî go xanî bê xwar, mêr bimre, zarok di bîrê werbin, lingê din ê dîk biþkê , rovî mirîþka birevînin, pisîk çêçika qirbikin, bizin jarê bixwe, mih qotik lê xe, ne xema min e. Derdê min dîtina wêneyê Mûhened e.

 Weyla gur bi serî ketê, min serê Mûhened di berqefa te kirê, ji xwe rewþa ku tu têde a tu dil têkevi hunermendên beyanî haa! Herîya di bin neynokên te de xanîk pê ava dibe, gû bi dest te nakeve tu bixwi û tu bi ser terikê Mûhened pelû dibi. Keçê tu ne bi Tirkî û ne bi Erebî zani, vêca çi virqivirqa teye hey mala bavê þewityê , tu nanê bê xwê dixwi û tirê þor diki keçko, wîî!  

Ji qehra Emlê min serê xwe da ber tep û bûksa, lê henekê xwe pê nekin, ev tayek giþtîye milet pê ketîye. Xwe bi ser dirama Tirka de xwarine, li malan, ciyên kar, çayxane, tirimbêlan, civata, navên hunermendên Tirk ji devan nakevin. Xwdênehiþta jina min wêneyên Qazî Muhemed rakir û ê Mûhened li þûnê danî. Ew belqitya keça min wêneyên Nûr kirin dewsa ê Leyla Qasim û Zîlan, dehþikê kurê min dîwarê malê kir nimayþî ji wêneyên Tirka re .

Min got çend û çend ji we re, min kumê dîna da serê xwe û xwe kir dîktator û fermana dirama Tirkî rakir. Min ji kufletê xwe re got “çê nabe hûn nêzîkayê li zincîrên dirama Tirkî bikin”.  Zarwa biryara min þermezar kirin, min jî T.V pelixand û derketim cem dayka xwey bî bo bihna xwe fireh bikim. Lê wê jî got: “Baþbû tu hat, heydê bilez T.V bibe ser xeleka Mûhened”. Min got: “Tu jî bi tayê ketîti yadê”. Hema min ew hiþt û di kelkela germê de derketim dervî bajar, çûm bin pirek tirênê yê kevin li ser sînorê Surya – Turkiya, li ber sîka wî di nav mar û tupiþka de rûniþtim bo ji dirama Tirka bifilitim. A pîs ev e, xelekên van zincîran di ser melyonî re ne balo ezê temenê xwe tevî li bin pirê derbaskim, lê av jî bi dest min neket, vaye mele di maykrefonê re bang dike “hêêê xelkê xêrê, filankes çû dilovaniya xweda, ê bixwaze li ser gewdê wî li mêjke bela piþtî dumahiya xeleka Nûr bê mizgefta mezin”. Wey gidî, ta veþartina miriya bi dirama Tirkî ve hat girêdan , ez polî poþman vegeriyam bajêr û dikim bi teqim

Min dirama Osmanlî þopand, bi þêweyekî rexne lêkolînî bi alîkariya çend hevalên zanyar de warê hûnerî de bo em nas bikin bê çi rêx tê heye ta ku wilo hiþê xelkê çelqandîye. A xerab ew bû ku hinek ji hevalên rexnekekan bûn temaþevan û bi taya Mûhened ketin. Wilo nakokî li me ket û ev tiþt bû sedema perçebûna partiyên Kurdî li rojavayê welêt. Hey min çavê we xwaro, jibo dirama Tirka hindik maye hûn hevdû bikujin, ew dirama sivik, erzan, bê wate ji hemî aliya de vala ye, esta wê nizme û daketî ye, min tiþtekî hêja têde nedît. Ne hûner, ne derhinêr, ne raman û mijûl, ne sînaryo, ne çîrok û bûyer. Zincîrên derewên bê dûmahî sar û xavlorkî, qantir û çêlekên meyî hov bi wan dixapînin û piropogenda Tirka a siyasî, abûrî, civakî, çandî, torîzmî, pê dajon nava civaka Ereb û Kurdî de jibo berjewendiyên Turkiya. Bêhna dirama wanî genî derket dema zincîra wan da xuyanê ku xebata gelê Kurdistana jorî karekî tîrorîstî ye û ne xebata miletekî bo azadîyê ye. Armanca wan ev e, di riya dirama re navê tîrorîsta bi dû Kurda vekin. Erê canim, dixwazin tirên xwe di hustên me kin , þeko meko navê xwe li hevalê xweko!

 

 

MIN NEBE                                        

  

Min nebe seyrangehên

Bi hestiyên xoþewîstên min

Hatine avakirin

***

Paytextên ku çirên xwe

Ji xwîna welatê min vêdixe

Ez serdana wan nakim

***

Min nebe dibistanên

Abêceya min li wan qedexeye

Zanyariya ku tarîbûnê bela dike

Ez wê navêm

***

Min nebe gulîstanên

Bi hêsrên sêwiya hatine avdan

Gula mirin têde be

Ez wê bêhin nakim

***

Min nebe qesra

Ku dayika min têde cêrî ye

Xweþî ku ji kîsê perîþana be

Ez wê naxwazim

***

Min nebe meyxanên

Ku ji goþiyên talankirî

Denê xwe dagirtine bi zorê 

Meya  rebena ji hirsimê bêpar bike

Ew min serxweþ naxe

***

Min nebe bûhiþtên

Gawira dihewîne

Bûhiþta dergeha xwe

Ji kujera re veke

Pê qayil nabim

***

Xatûna min

min nebe tu dera tu xewna

li vî warî min bihêle

ku dojeh be ku bûhiþt be

av der destê min jê nabe

Bê vî warî

Ez masîkî bê av mirîme

***

Xatona min

Eger te winda bikim

Karim yarek din ji xwere bibînim

Lê ku welat winda bikim

Welatekî din ji kwîde

Ezê bînim

***

Min bihêle …. ev dojeh namûsa mine    

 

25/07/08-

 

 

 

 Hinek ji qerfên cegerxwîn

 

Mêvanê ereboþka

 

Rojekê Cegerxwîn mêvanê malmezinekî ereboþk bû. Ew li teniþta ê ereboþk rûniþtî bû, balgehek di neqeba herdûwa de bû. Ê ereboþk dixwest Kurda pîs bike.

  

Rabû ji Cegerxwîn pirsî: Gelo çi cudayî di neqeba Kurda û kera de heye? Cegerxwîn xwe ne êþand û got: Ji min werê tu ji wilo zanetire û tê ji ber xwe ve nasbike ku cudahîya di neqeba me û kera de ev balgeha hanê ye.

 

 Ê ereboþk serê xwe bera ber xwe da û li himber mêranî û jîrîtiya Cegerxwîn matmayî bû. Civata ê ereboþk ji hevre gotin ( haza naç imna ) yanî vî kuta diya me.

 

Mêvanê axayekî Kurd

 

Dîsa Cegerxwîn li civata axayekî Kurd bû. Wî xwe kerr kirbû û nedipeyivî. Axa jê pirsî çima tu naþtexile seyda? Cegerxwîn got: Peyvên min ne li gorî dilê we ne, ez naxwazim we bixeyidînim. Axa go: De ji me re tiþtekî bêje loo.

 

Cegerxwîn go: Gunehê te di histuyê te de be, ezê ji tere çîroka jinek bî bêjim. Jinik derket çolê qurmika dide hev. Xweda qurmik kirin kîrên cûr be cûr kin , orte , dirêj , zirav , qalind , melisî , rep … Jinikê ew dane hev û baþqe kirin. Ê herî dirêj û qalind û rep ji xwe re birin û ê nîvçe li xuþkên xwe parkirin. Ê pîsik, kinik û melisî li cîrana bela kir. Axa, karê te jî wek ê jinikê ye. Te erdê rast û baþ û têr ji xwe re biriye, ê pak te daye birayên xwe û ê car û newal û kelekort te ji gundiya re hiþtiye.

    

Axa go: Me çi gû xwar gava me got bipeyiv, gotinê te weke þûr in yahoo .

 

Parkirina sêva

 

 Civatekê ji seydayê Cegerxwîn xwest ku sêva li wan par bike. Seyda got: Hûn kîjan parkirinê dixwazin, wek a xweda gotiye an wek a ez dibêjim? Civatê got: Na yabo na bela a xweda be.

  

Seyda rabû sêv belakirin da hinka û neda hinka, hinek yek da wan û hinek þeþ da wan.

 

Civatê got: Ev çiye, ev çi parkirina berûçeqî û kelovajî ye, em qebûl nakin!

 07/07/2008

 

Welatê Xirpo û Zirpo

 

 

Jiber qelsbûna polîsa diz û keleþ  li bajarekî  pir bûn, tebat û aramî lê nema. Xelkê bajêr çûn ba mîr gilî kirin. mîr ji wan re lîderekî polîsa jîr û jêhatî þand. vî lîderî fermana diza rakir, gelek ji wan girtin û ê mayî reviyan bi çola ketin.  Mefer ji wan re nehiþt ku vegerin dizyê bikin. Di nava diza de diduyên navdar hebûn, yek bi navê Xirpo û yê din navê wî Zirpo ye. Li çolê xwe veþartine. Çi cara hewldanê dikin ku dizyê bikin ew dibînin ku polîs wek deq in, li hêvya wan þiyarin, rê li ber wan digrin û keysê nadin wan ku dizyê bikin. Herdû diz li çola birçî man. Wan bihîst ku wê polîs operasyonek mezin li derdora bajêr çêkin bo dizê mayî bi girtin bidin. Ewana tirsiyan, herduwa ji hevre gotin  divê em çarakê ji xwe re bibînin.

 

Xirpo: Birako, bi serê min û te me pê girt, nan û avê me li vî bajarî nema. A baþ em ji vêderê barkin û herin deverek din ku polîsê wê razayî bin an bertîla qebûl dikin. Ê de rabe em herin çêtire em bêne girtin û di binê zindana de birizin

Zirpo: Xebera te ye, ev bajar nema ji me re dibe war, ê de heydê em herin .

 

Herdû diza barkirin. Qonaxekê çûn lê ewana li tu deverê bê xwedî rast nehatin. Bi kude diçin polîs rastî wan derdikevin.

 

Xirpo: Bira çima em ji hevdû cuda nabin û her yek ji me bi riyekê de biçe ka em binêrin bê þensê me li cîhanê çiye?

 

Zirpo: Hey gidî xayîno, em ketin tengasiyê vêca tu dixwazi xwe ji ber min bidi alî û barê min hilnegri newlo!

 

Xirpo: Na birako, tu li ba min pir biha ye, lê tu dibîni rewþa me pir xerabe ku em cuda bibin. Hebe þensê te rabe û jiyan bi te re bikene, tu zani ez bi xwe bê þens im, aniya min çift e. Bawer ke bêoxirya min bandora wê li te dike û þensê te xerab dike. De here dûrî min bikeve belkî þensê te rabe kerooo!

 

Zirpo: Gotina te raste,  aniya te çifte û ez bi xwe þensê min ji ê te çêtire lê destê min ji te nabe. Eger em ji hev cuda bibin, ka çilo ezê nasbikim bê cîhanê çi bi serê te de aniye û tê çawa nasbike bê çi bi min re çêbûye

 

Xirpo: Baþe, emê  li vî ciyî sozekê deynin ku piþtî 3500 rojî emê vegerin vê derê bo em hevdû bibînin û emê nîþanekê ji xwe re têxin bin erdê.

 

Zirpo: Di roja 3500î de bi çi hawî be em herdû tên vêderê.  Eger yekî ji me soza xwe bi cî nanî û nehat, wê hevalê wî  sê roja li hêviya wî be. Eger nehat wê çaxê wê zanibe hevalê wî yan mirî ye yan girtî ye. Vêca wê here þûna nîþanê bo nîþanê ji hevalê xwe re nuh bike.

  

Xirpo: Kî zane, belbî yek ji me bi derengî soz bi cî bîne û jibo zanibe bê hevalê wî hatiye ser sozê an na, divê nîþan hebe.

 

Zirpo: Nîþna min ew ferþê tehta hanê ye. Eger te di bin de gustîlka min dît, tê zanibi ez di roja 35oo de min soza xwe bi cî aniye û eger te tiþtek nedît, tê zanibi ez nehatim ser sozê. Vêca tê zanibi yan ez girtî me yan mirî me.

 

Xirpo: Bela nîþana min mîna nîþana te be.

 

Wisa herdû diza li hev kirin, xatir ji hev xwestin, bi ser hevde giriyan û her yek bi rêkê de çû.

 

Zirpo bi rojava de çû, li çend bajar û gunda rast hat, dest bi hewldana dizyê kir lê hertim bi sernediket. Hin dihat girtin bi meh û sala di zindanan de dima,  hin xelkê ew dida ber lêdanê û ew diqewrandin. Rebeno rezilî, belengaz û perîþan bû. Rojekê têr e û dehan birçî ye, bê cî û bê war, bûye birayê kuçika. Ew nema zane bê çilo ev 3500 roj derbasbin ku li hevalê xwe vegere .

 

Li aliyê din xirpo bi aliyê rojhilatê de çû ta gihiþt mîrgehek rind û ciwan. Ji xwe re got “erêê haaa, ya wilo welat yan na! Manê azê kerbê lîderê polîsa di serê xelkê vê mîrgehê re derxînim, ezê wan talan bikim”.

 

 Xirpo ket nava bajêr, çavê wî lêye dizyê bike. Wî hayê xwe dayê ku xelkê deverê tevde derketine þûna mirîyekî û diçin goristanê wî binax bikin. Xirpo pirsî ev kî mirî ye, jê re gotin mîrê welêt e. Wî jî da tengala xelkê û çû goristanê. Piþtî termê mîr veþartin, vegeriyan bajêr û li ba seraya mîrgehê civatek mezin çêbû bo mîrekî nuh hilbijêrin. Ji kevneþopên vî welatî bû ku ew kevokekê difirînin ku li ser serê kê deyne ewaya dibe mîr. Wisa Xirpo ji niþkave xwe dît mîr çimkî kevokê li ser serê wî danî. Vêca wê çi neke, ji kêfa lotikên yeman davê û ji xwe re dibêjê: “Gelo ev xewne yan rastîye?”

 

Sal buhirîn, ji kêf û xweþiyê Xirpo Zirpo ji bîr kiriye ta rojekê soz û peymanê wî bi hevalê wî re hat bîra wî. Dema çaxê bicîkirna sozê hat, komek ji leþkera da dû xwe û çû ciyê bicîkirna sozê û li hêviya Zirpo ma. Di roja 3500î de Zirpo xuya kir. Xirpo ji dûranî ve lê meyizand got: “Wax jiyanê çi bi serê vî rebenî de aniye, mala min biþewite cîhanê tiþtek tê nehiþtiye û ew baþ cûtiye”. Ferman da leþkera go herin wî zilamê hejar bînin û temînî li wan kir ku lê miqate bin. Leþkera çû Zirpo girtin. Jê werê ew bi sedema diziyê girtine. Ew bang dike “wele û bile min tobe kiriye û nema karê çewt dikim, jibo xweda min berdin min tiþtekî xerab nekiriye”. Xirpo lê guhdarî dike û xwe þanî wî nake, lê dilê wî bi destbirakê wî þewitî. Dubare temînî li wan kir bo li vî zilamî miqate bin, rêz û hurmetê bidinê û wî bizdandî nekin.

 

Zirpo hayê xwe dayê ku leþker rûmetek mezin didênê. Ew þaþomaþo bû û tiþtek di bîra wî de nîne bêyî tirsa wî ku leþker nehêlin ew bi dîtina hevalê xwe þa bibe. Wî xwe avêt bextê wan û çîroka xwe ji wan re þirove kir. Ewana çûn ba mîr û serpêhatiya zilamê girtî jêre gotin. Mîr got: “Bêjinê bela netirse, eger hevalê wî li ser heyvê be emê jê re bînin” .

 

Mîr û leþkerên xwe li gel Xirpo vegeriyan bajêr. Piþtî gihaþtin seraya mîrgehê, mîr ji wan xwest wî tenê bihêlin û ferman da ê dergehvan ku zilamê girtî bîne ber destê wî. Zirpo anîn cem Xirpo û ew bi tenha man. Zirpo nizane çi çiye, neket hayê wî ku Xirpo bûye mîr bo wilo wî hevalê xwe nasnekir. Xirpo zanîbû ku zirpo wî nasnake, xwest heneka pê bike.

 

Xirpo:  Ey dizê teres, ma te ji min pêve nedîtibû ku tu dizya wî bike, ez mîrê mîra mane ezê te bi saxî bugrêm û goþtê te bavêm ber kuçika bênamûs!

 

Zirpo xwe avêt lingê mîr û got: Mîrê min, bi quran, incîl û tewratê ji zûde min tobe kiriye û nema dizyê dikim. Ez zilamekî belengazim, bi nan û ava mezinên mîna te ez jiyana xwe berdewam dikim. Karê diziyê nema bi min dikeve ezbenî.

 

Xirpo: Tu berê diz bû û anaka tu bûye parsek, ma tu nikari karekî bi rûmet ji xwe re bibîni, qey tu bêxwedî yi, qey meriv û dostên te nikarin alîkariyê bi te re bikin?

 

Zirpo: Na mîrê min, ez pelek ji dareke nepen hilweþyayî me, tu kesûkarê min nîne ji bêyî destbirakekî hêja. Cîhanê ew dûrî min xistiye, ez nema zanim bê saxe, miriye  yan girtiye. Ev bêtirî 3500 rojî me hevdû nedîtiye.

 

Kela girî ket qirika Zirpo û bû îske îska wî ji kezebê digrî.

 

Xirpo: Bi van hêsra tu min naxapîne, felata te ji min tune.

 

Zirpo: Na mîrê min, ez ne jibo xwe digrîm belê jibo hevalê xwe. Soza min û wî piþtî ku em ji hevdû cuda bûn ku em di roja 3500î de vegerin ew ciyê berê ku me li wir soz dabû hev bo ji nû ve em hevdû bibînin. Dema ez hatim wî cîyî, li hêviya birakê xwe bûm lê te ez bi girtin dam. Wê anaka hevalê min jî hatibe wî ciyî û ew min nabîne, wê têkeve wê hayê ku ez mirî me yan girtî me. Eger ew dîsa ji wî ciyî barke emê yekcarî hevdû winda bikin û nema li hev rast bên. Wê kula wî bi min re bimîne ta az sax bim.

 

Xirpo:  Wey bavoo, xuyaye tu gelekî ji hevalê xwe hez dike, navê wî çiye?

 

Zirpo: Ew bav û bira û heval û xwediyê min e, navê wî Xirpo ye.

 

Xirpo xwe nêzîkî Zirpo kir û got: Tê çi bidi min ku ez xirpo bînim ba te?

 

Zirpo: Bi xweda bêyî çavê min tiþkî min nîne, ezê wî bi qurbana te kim û ji tere bibim xizmetkar.

 

Xirpo nema xwe hilanî, borînî pê ket û bangkir: “Lo kwîro, te riwê min nas nekir ma dengê min jî nehat bîra te xayino? Ez Xirpo me Xirpoooooo! û xwe avêt himbêza wî. Zirpo çavê xwe firkand, guhê xwe vekir, qurincokek da xwe, ji xwe re got: “Bavo ez þiyarim ne razayî me, ev deng dengê Xirpo ye, Xiiirrpooo bûye mîr, na na ev nakeve serê min”. Rebeno ev tiþt bawer nekir, dilê wî êþiya ji hiþ ket.

 

Xirpo : Çend sîle li riwê wî dan di guhê wî de dibêje: “Qantiro, heydê rabe me nehetikîn”.

 

Zirpo bi hiþ hat, baþ li mîr meyizand, ji xwe re got: “Kuro law bira ewe, ewe, ewe.  Min digot çima bêhna diza ji vê navê tê û çima ev mîraya dirbê mîra pênakeve, çir tu nabê Xirpo begê ye yaboooo!”

 

Di vê navê re herdû hevala ji hevre gotin bê di 3500î rojê çûn de çi bi wan re çêbûne.

 

Xirpo: Zirpiko, wek tu dibîni ez ketime buhiþtê, ji îro û pêve tu wezîrê mini.

 

Çend sal çûn Zirpo di paþ Xirpo re heval û hogir ji xwe re çêkirin û civat li dora xwe gerandin beyî ku mîr zanibe. Çavê wî lêye têkeve þûna xirpo. Gelaca gihand mîr ku wezîr xwe amade dike bo mîritiyê jê bistîne, va ew comerdî û alîkarî yê bi xelkê re dike û diçe serdana nexweþa, pera li hejara bela dike û çi miriyê hebe pêre diçe goristanê, berya ku ê mirî binax bikn wezîr devê xwe dike guhê wî tiþtekî jêre dibêje û ew bi destê xwe miriya vediþêre. Bi vî hawî xelk bêtir jê hezdikin.

 

Bîhna mîr tengbû þand dû wezîr

 

Xirpo: Xwedê nehiþto, kezeb perityo, ma tu dixwazi em dîsa vegerin jiyana kuçkaniyê Zirpik axa! Qey te jibîr kiriye tu li ku bû û min tu anî ku?  Ev çi tiþtên xerab tu diki, min bihîst tu bi teriya xwe dilîzi û bin min dikoli bo xwe têxe þûna min. Hey ker, hey deve, ma tu nizani em herdû li vê mêrgehê biyanî ne û gelek alî hene li mehna ne ku lingê me biþemite bo bera me din? Çima tu bi dana xweda qayil nabi, tu di xêrûbêrê de ye, çi mîr be çi wezîr be, biaqil rûnê çêtire ez serê te bifirînim.

 

Zirpo: Tiþtên te bihîstine derewin, ez tu carî ya xerab di te de nakim.

 

Xirpo: Baþe, bêje min berya ku miriya veþêrin tu tiþtekî di guhê wan de dibêji, ka tu ji wan re çi dibêji haa?

 

Zirpo: Ez ji miriya re dibêjim: “Mirîyo, delalo, li ber xwe nekev ku te jiyana xwe jidest da. Welatekî ku Xirpo lê mîr be û Zirpo lê wezîr be mirin lê ji jiyanê xweþtire”.

 

Bû tîqe tîqa herdû diza, dikenin û ji hevre dibêjin: “Xweda kera û qantira li vî welatî pir bike rebbî! Yan na emê çilo bimînin mîr û wezîr!”

 

Li welatê Kurda kund û parçemoka çi kotiyek û çi wêlekek li ku dîtin li ser serê wan danîn, rovî û gur û dehþik li ser serê me kirin mîr tev ku me tu kevok nefirandibûn.

 

Wey tifî li te be cîhanêêêêê ……. Cîhana Xirpokekan û Zirpokekan!

 

 

       21/06/08-

 

 

Gundê mêrxasa

 

Dibêjin axayekî xwest mêrxasiya zilamên gundê xwe nasbike, jibo wilo ji navmalyê xwe re got: Here li nav malên gund bigere û 3 mecîdiya ji wan bistîne û sîlakê li riwê xwediyê malê xe.