|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Zarokên kuçe û kolanan-II
Baþe kîne ev zaroyên kolan û kuçan !. Zaroyên kolan û kuçan ji kîre tê gotin ?.Zarowên kolan û kuçan, ew zarone, ku jiber gelek sedeman ji malbat, dibistan û civakê re danûstandinên wan qutbûne; û 24 seetên xwe li kolan û kuçan derbazdikin. Debara xwe dikolan û kuçan peydadikin. Ji bêçaretî carnan, þolên xurab! Wek dizî, pars ,bigireûbazde (kapkaç ) ûcarnan jî tîner û bally dikêþin,û azadiya kolanan ji xwe re kirine cih û mesken re tê gotin. Li gor statîstîkên sala 2006 an tevahîya Kurdistana bakur û Tirkîyê qasî 500 hizar zarowên kolanan
dijîn hehe. ku % 80 î wan Kurdin. Ev zaro,ligor qaîdeyên xwe yên teybet, li kolanan, dibinê pireyan û bedenan û avahîyên xurabe anjî terkandî de bi awayek komîn dijîn. Sedemê ku ew kolanan dijîn bi piranî arêþe û gengeþîyên malbatî û aborî ne. Li gor lêkolînan ev zaro ji sedî 72-79 yan êtîmin an jî sêwîne.an jî, ji malbatên dê û babvan hevû du berdayî tên. Dîsa li gor lêkolînan hinek ji wan, ji malbatên xwedî 4-6 an jî pêtir zarokanin, ku ji gundan koçberî bajaran bûne, kar û þolêwan nine, ku hebe jî têra debara wan nake tên. Ji wan malbatan ,sedî 60-65,ê zilaman û sedî 95 ên jinan ne xwandane. Jin piranî di karûbarên malêve girêdayîne û hema,hema danûstandinên wan bi derva re nînin. Ew zaro bê zirarin hewceyî alîkarîyê û germahîya malbatêne. Hewceyî destek dost û dilek nermin. Çu danûstandinên wan bi çetan, an jî mafîayê re nînin. Bê goman heke em alîkarîya wan nekin , beþek ji wan jî dê bikevin tora çetên xurab û li hember me bên xebitandin.
Zarokên kuçe û kolanan

Cembelîyê Botî-12/01/08-Colemêrg-
Piþtî destpêkirina þerê qirêj li Kurdistanê, dewleta Tirko dest bi valakirina gundan kir. Ev xelkê me yên gundan, li bajaran vecemiyan (vehewîyan). Piraniya wan bê kar, zarowên wan jî bê dibistan in. Ji ber ku day û bav kar nabînin, zarowên xwe jibo firotina destmalan, pêlav boyaxkirinê, benîþt û çerez firotinê diþînin kolanan. Lewre li bajarê Colemêrgê giregirên dewletê komîteyek saz kirine .
Endamên komîtê xwe berdane nava kolan û kuçan, li ber derîyê mizgeftan li van zaroyan digerin . Qaþo dixwazin li van zaroyan xwedî derkevin û bigirin binê kotrolê. Lê ya rastî dixwazin van zarowan wek dilê wan dixwaze perwerde bikin. Wek dema Osmanî, hêzên yênîçerîyên hemdem (ku îro bi navê Jîtemê ) tên binavkirin, dîsa wê milletê wan bi wan bidin kuþtin.
Li gor gotina rayedarên komîtê, li Colemêrgê heta niha 18 zarowên kolanan þol dikin hatine girtin. Lê hêþta çu zarowên kolan û kuçan radizên ne hatine dîtin.Bê goman hejmar dehan caran ji hejmara ku wan daye zêdetir e. Hêj jî li Colemêrgê zaro diçin ser gelaþê (çopê) jibo malbata xwe xwarinê berhev dikin.
Îcar gelî Colemêrgîyên halxweþ û xudan wijdan! Li van zarokan xudan derkevin, di þûna ku hûn biçin li bajarên wek Îzmîr, Antalya û Stenbol û parên xwe bidin jinikên qehbik, ji kerema xwe ganekê kêm bikin û þûþek ereqê kêm vexwin! Bi wî parê kêmganê û kêmvexwarinê wek alîkarî û xêr û xêrat bidin wan zarokên kolanan qurban. Heke ji we bêt avahîyekê jibo wan ava kin û wan bidin xwendin . Ji bîr nekin ku ew zaro, zaroyên me hemûyanin. Xirabûna wan jibo me kêmasî û þermîzahî , serketina wan jî jibo me serbilindî û serfirazî ye.
Ji me gotin vêca hûn dikin an nakin hûn bi kêyfa xwe ne......