|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Xwedê xerîbîyê neke qismetê kesî rebbî!

Pîrkemal-26/05/07-Lotikxane-Em Kurd wek liba hinarê li bin guhê tehtê ketine û her yek ji me di war û ciyekî biyanî re derketiye. Hinek ji me li kolanên Ewrûpayê wek mirîþkên gêj sewsî bûne, hinek ji me jibo debara mala xwe di welatên Asya û Efrîqayê re derketine, û hinek jî wek nivîskarê Kurd Ezîz Xemcivîn di Dubaî re derketine.
Werhasil, feleka bêbext piþta xwe daye hunermend û qelemþûrên Kurd û em nizanin bê wê heta kengî bela xwe ji me veke. Zarokên Ezîz Xemcivîn xwe avêtin tor û bextê Lotikxanê û xwestin ku ew bi rêya me silavekê li bavê xwe bikin.
Dibêjin zarok fêkîyên malê ne. Fêkîyên malê jî wek gula avdayî bi hezkirin, evîn û hebûna dê û bav mezin dibin, geþtir dibin. Ji ber ku hatiye serê me gellek kesan, em pê zanin ku zarokên ji dê yan bavê xwe dûrketî, di nav heval û hogirên xwe de xwe çilmisî û stuxwar dibînin. Werhasilî kelam, em serê xwe jî û ê we jî neêþînin, silavên zarokên te ji te re hene kekê Ezîz Xemcivîn! Zarokên te dibêjin:"Yan bavê me bînin cem me, yan me bibin cem bavê me".
De ka Xwedê kerîm û rehîme brakooo! Bi soza mêrê berê, heger me rojek ji rojan çend bîdon ji petrola Kerkûkê dizîn û çend qirûþ dan ser hev, emê we bighînin hev. Lê yabo hingî diz û keleþ pir bûne em nema karin nêzîkî Kerkûkê jî bibin allahwekîl!
Werhasil, henek û menek li alîyekî, hêvîdarim tu rojekê ji nav wan Erebên bêderpî xelas bi û bi selametî vegeri nav zarokên xwe ez benî! De îcar hûn zarok û bavê xwe li hev................