|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Zarokên kuçe û kolanan-VIII

Dewleta vedizî
Bavê Jîndar-28/01/08-Colemêrg-
Beþek zarowên li kolan û kuçan “dewleta kûr” û artêþ dibe. Dewleta kûr zêdetir li ser zarowên biçûk disekine. Hersal li Tiekîyê bi kêmanî 500 zarowên berþîr ( tifal- sava ) ji alîyê malbatên wan, li parkan, li ber derîyê mizgeftan û deverên wek wan tên danîn. Derveyî wan li gor lêkolînan hersal li kolan û kuçan 50.000 zaro zêde dibin. Van zaroyên bê dê û bav sazîyên dewleta kûr dibin, li hêlînên zarowan û êtîmxanan mezin dikin.
Di nav wan de zaroyên herî jîr û zîrek dewleta kûr dibe. Li gor lêkolînan bi tenê di van sê salên dawî de ji hêlînên zarowan yên, Diyarbekir “ku di bin qontrola dewletê denin ji alîyê mamhosta, notirvan tên parastin û tu kes nikare xwe nêzikî wan deveran bike “ 34 zaro berze (winda) ne. Heke li welatekî din ba, wê xelkê ji bo wan zarowên winda dinya bihejandana. Lê ji ber ku zaro Kurd in û hêlîn jî yê dewletê ne, tu deng ji kesî derneket.
Bêgoman dewleta kûr ew zaro birin û lewma çi deng ji çi kesî derneket û bê serûþûn winda bûn. “ Dewleta kûr” van zarowên di hêlîn û kolanan de dibe, di mektebên herî baþ de dide xwendin. Paþê diþîne welatên derve dike pispor. Hinekan ji bo lobî û dîplomasîyê li welatên derva dihêle, hinekan jî tîne Tirkîyê di cihên herî kilît de cih dide wan. Wek medya, mît, banqe, artêþ, asayîþ, dîroknas, lêkolînvan, sazîyên, sivîl, sendîqa, partî, rêxistin û hwd bi cih dike. Ev zarowên ku dê û bavê wan dewlet e, mejî, ruh û bedena wan bi nijadparêzî hatine dagirtin. Ji Tirkan pêve di nav Tirkîyê de çi netewan û kêm netewan nas nakin. Ew her Tirkekî bedelê cîhanekê dibînin û di xizmeta xwe de jî tu qisûrê nakin.
Dewleta vedizî ( kûr) beþek ji wan kesên ku di zankoyan de nin û ji aliyê çete û mafiya bi madeyên tevizandinê ve bûne qurbana madeyan (heb-eroîn –esrar ), di mekteban de xirecir û arêþan derdixin, dersên wan nebaþin û dosya wan stûr bûye teslîmî Artêþê dikin. Artêþ jî van kesan dibe li gor dilê xwe li çiyayên Bolûyê , Exrîdir, û Foça di navbera 3-5 salan de li ser 3 babetan û 47 dersên ji hev cuda lê bi hevre girêdayî perwerde dike.
Her yekî dike tîmek taybetî û wek ramboyekî diþîne Kurdistanê . Ew kesên eroinkêþ, ku tu çirûskek însanetiyê pêre nîne, berdidin bajar û gundên me. Ew jî hemi xirabî û neqenciyên ji destê wan tên liser me diceribînin.
Zarokên kuçe û kolanan-VII

Bavê Jîndar-26/01/08-Colemêrg-
Çeteyên eroînfiroþ
Piranîya çeteyên mafiya tevizandinê ( eroin –esrar û –heb ) û çeteyên xeraç standinê piþtgirîyê ji dewleta vedizî ( kûr ) distînin û xwe wek beþek wê dibînin. Piraniya rêvebirên wan ji general, supa, qomîser, polîs û endamên partîyên wek MHP ê pêk tên. Ev çete ne bi tenê madeyên tevizandinê difiroþin û xeracê distînin. Têkilahîyên wan gelek berfireh in, destê wan di mafiya organfirotinê, qaçaxîya penaberan, çek û senet, qaçaxiya cigaran û sîlahan de jî heye. Derveyê van karên wan, derxistina provaqasyonan, lidarxistina meþên nîjadparêstî ya Tirkan, kuþtina kesên ronakbîr, peqandina bonban, revandin û fîdyestandin û hwd. Hemi ji alîyê wan de çêdibin. Destên wan û pêvegirêdayîyên wan di nava artêþê, parlementoyê, nexwþxanan, banqan, polîsan, medya û hemi saziyên dewletê de hene. Piranîya serokên wan ji Rêxistina Ergenekonê, ango dewleta vedizî ne.
Ji bo van çeteyan, zaro wek xizîne û makînên pareanînê ne. Lewre ew ji nav zaroyên kolanan yên herî jîr û zerbedest (derb giran) dibijêrin û direvînin. Piþtî mejî þuþtinê, li cîyên taybet wan di her warî de, xasma diwarê þervanî ( kikboks, tekvando, jûdo û hwd. ) perwede dikin û ji bo firotina madeyên tevizandinê diþînin ber derîyê mekteban. Her weha wan bixwe jî didin kêþandin, da ku bibin tiryakîyê madeyan û nikaribin jê dûr bikevin. Li gor lêkolîn û statistîkên par, di mekteban de ji % 10 ên zarowan pêvegirêdayên madeyên tevizandinê (uyuþturucu) ne. Ev zaroyên pêvegirêdayîyên madeyan, di dersên xwe de jî serneketî ne û di mekteban de bêhizûrî û arêþeyan derdixin û dosya wan gelek stûre.
Zarowên ku ji ber tinebûn an jî hinek qirar (doz ) ê zêde direvînin û ji bo terapîyê dikevin nexweþxanan, vêcarê jî bi destên karmendên nexweþxanan (wek doxtor û hemþîran) ji wan re made tê dayîn. Nexweþxana Stenbol ya Bakirkoy, Enqere û Adanê yên ruh û sinirê, di nav wan de yên herî berbiçav in. Dema di þer û pevçûnan de bên girtin jî hêjta di qereqolan de nin, tên berdan. Bi kurtî “tevna xwe pir baþ hûnandine.”
Li gor statîstîkan, li Tirkîyê hersal li kolanan 50 hizar zaro zêde dibin. Ji wan 500 jê zarowên sava (berþîr) in. Bê goman ji van zarowan ji % 80-90 zarowên malbatên Kurdan in. Ji derveyî wan, mixabin çeteyên ku bi navê partîyên Kurdan, an jî partîya Kurdan dane piþt xwe hene .” Dervayî Endambûna Ergenekon “ û dîrekt girêdanên bi artêþê re. “ kirinên wan jî, ji yên çeteyên Tirkan ne çêtirin. Bi xwe têkiliyên wan jî bi hewre hene. Ku nebin, nikarin van karan bi tekuzî pêk bînin. Lewre divê em xwe bilezînin û van zarowên di kolan û kuçan de mayî, berî ku bikevin destê van çeteyan bifilitîn. Heke em vê nekin, ewê bibin êþ û bikevin canê me. Dê bibin kêç û spî û xwîna me firkin.
Têbînî : Ew Ergenekona ez qal dikim ne ew çeteya Ergenekona ku di operasyonan de hatine girtin e. Dibe ku serokê wê endamê Ergenekonê be. Ergenekon gelek meztire. Ew 3-4 perda piþt van çeteyan de ye. Bi kurtî , dewlet bixwe ye. Bila kes pê neyê xapandin. Komela Ergenekonan ji boy ku li ser Ergenekona rastîn bê pêçandin hatiye damezirandin.
Zarokên kuçe û kolanan –VI

Bavê Jîndar-26/01/08-Colemêrg-
Zaroyên ku dikevin destê çeteyan, ji ber ku çete wan di karên xurab de dixebitîne, wek tewanbaran tên girtin û dikevin girtîgehan. Li gor lêkolînên li ser 44551 mehkumên zaro yên girtîgehên Stenbolê hatine kirin, sedemên tawanbariya wan weha derketine holê. Ji % 95 ên wan ewin ku ji gundan hatine bajêr û kesên malbatên wan kêm hatin in, an jî çu hatinek wan nîne. Ji % 45 bê kar û þol, % 51 rûyê mekteban nedîtîne, % 15 ji malbatên parçebûyî.
Beþek ji tawanên di sala 2006 an de hatine kirin, 2066 kuþtin, 40000 brîndar, 71564 êrîþ û derb, 85964 mal þelandin, 55967 cihên kar þelandin, 4307 sazîyên fermî þelandin, 31564 tirinbêl (erebe- seyare ) û 546 zaro hatine revandin, 1300 tecawuzên keç, jin û kuran.
Li Stenbolê ji lêkolînên li ser 15273 zarowên girtî hatine kirin. Ji wan 10000 ewin ku ji bajarên din hatine revandin.Profîla zarowên di girtîgehan de: Ji % 51 neçûne mekteban. % 97 tawanbarîya xwe agahdarin, % 34 kêþandina esrar û eroyînê ceribandine, % 90 cigare û tînerê dikêþin û alkolê vedixwin, % 100 sempatiya wan ji bo mafîyayê heye.
De êdî hisab li cem we ye . Heke em wan zarowên xwe yên kolan û kuçan nefilitînin, wê aqûbeta wan wek ewên li jor be.
Zarokên kuçe û kolanan-V

Çeteyên Kekoyên Stenbolê
Bavê Jîndar-24/01/08-Colemêrg-
Me di nivîsa berî vê de qala çeteyên diz , bêrîkbir û kirinên wan kiribû . Her weha me gotibû ku ev ji bo çeteyên Kurd derbaz nabe û emê di vî warî de jî we xwendevanên Lotikxanê agahdar bikin, li ser wê binivîsin.
Li gor lêkolînên ji asayîþa Stenbolê, ji 70 yî berjortir çeteyên Dîyarbekirîyan, yên dizî û bêrîkbirînê hene. Navê van çeteyan yê argo jî çeteyên KEKO ye . Ev çete, piranîya zarowên ku li kolan û kuçan dixebitin an jî dijîn, bi sozên jîyanek baþ, cil û libasên xweþik, pisiklêt, xanîyek baþ qaneh (îkna) dikin û dixapînin. Hinekan jî ji bavên wan dikirin. Bi mehane 300-500 YTL miaþ didinê. Bi vî awayî dibin Stenbolê. Piþtî perwerdeyê, ji bo dizî û bêrîkbirînê berdidin kolanan. Awayê xebata wan jî gelek ji yên din cuda ye. Ew zarowan bi sporê, carnan li sahayên bi mehfûr û xelîçe didin bezandin û topê bi wan didin lîstin da ku dilê wan xweþ bibe û karibin xweþ bazdin. Bi grûbî wan dibin ber behrê, geþt û seyranan. Yên ku gelek pare anîbin, jîr û zîrek e, ji boy ku ji bo hevalên xwe bibe mînak û hevalên wî jî çav li wî kin û zêde paran bidizin, xelat dikin. Bi teyarê diþînin Antalyayê û di otêlên pênc stêrik de didin razandin.
Hiyerarþî û awayê rêxistinîya Kekoyan:
Li herî jêr grûba (hucre ) dumencîyan
( grûba xapînok û þaþkirinê). Ew ji 3- 5 kesan pêk tên, li ser serê wan koneyek (qurnazek) heye. Dumencî ew kesin ku hêþta di her karê diziyê de ne hosta ne. Yanî, hê nebûne pispor. Qurnaz ku nêçîr kifþ kir (kesê dizî jê bê kirin belî kir), wê dumencî dora vî- wê bigirin, bihevre bazdin an jî wek ku þer dikin hinek xwe bavêjin bextê qurban .Wî-wê þaþomaþo bikin. Di wê navberê de qurnaz, tiþtên bêrîka wî an ji cuzdanê di çantê wê de derdixe. Paþê belav dibin û dor tê nêçîrek din.Çete ji 5- 10 hucre ( grûb- ref ) an, pêk tê. Li ser serê her grûbekê kesek berpirsiyar heye jêre kekoyê qurnaz tê gotin.
Kadir û endamên komîta rêvebir. Li ser serê wan jî kekoyê mezin, an jî Xalo heye (serok). Kekoyên qurnaz, kekoyên mezin, an jî xalo dizîyê nakin. Ew kesên dizîyê bikin kifþ dikin, wan perwerde dikin û diparêzin.
Parvekirina paran. Paran an jî tiþtên din, dikin sê par. Parek ji bo dumencîyan. Parek ji bo qurnaz û kekoyê qurnaz. Parek jî ji bo kekoyê mezin an jî xalo. Heke carnan hinek dizîyê nikaribin bikin, kekozê mezin ji bo xerckirinê hinek paran dike bêrîka wî. Heke hate girtin jî, di girtîgehê de dîsa çete li wan xwedî derdikeve.
Her weku tê dîtin, wek rêxistinek sîyasî ya binerdî-berpenênî ( dizî – îlegal) xwe organîze kirine.
Endam û berendam = Dumencî = Hucre.
Kadir = Qurnaz = Berpirsê hûcrê
Kekoyên Qurnaz = Komîta Rêvebir
Kekoyê mezin, an jî Xalo = Serok, An jî sekreterê giþtî
----------------------------------
Zarokên kuçe û kolanan-4

Bajê Jîndar-24/01/08-Colemêrg-
Zarok dikevin tora çeteyên diz û bêrîkbiran
Beþek ji zarowên ku kolan û kuçan dijîn, dikevin tora çeteyên diz û berîkbiran. Pirî caran ji Stenbûl, Enqere , Îzmîr û metropolên din yên Tirkan çete tên bajarên Kurdistanê yên wek Dîyarbekir, Entab û hwd û zarowan direvînin. Lê ne bi tenê zarowên kolanan dijîn, herwaha zarowên li kolanan dixebitin jî bi xwe re dibin. Lê her zaro bi xwe re nabin. Hewceye zaro bi zendûbend be. ( fîzîka wî li cih be ) mildirêj, destdirêj û tilî zirav be, da ku biþêt xwe biparêze û ji bêrîkan bi hêsanî peran û cûzdanan derbêxe.
Her weha hewceye zaroyê malbatek pir zaro be, da ku malbat li pey zarowê xwe nekevin û ji çetê re arêþan dernexin. Wan zaroyan dibin berê li wan dixin, êþkencê bi wan dikin, paþê jî wan bi her awayî perwerde dikin û jibo parsê û dizîyê berdidin kolan û kuçan. Heyamekê ji bo nerevin, dora wan bi çend notirvan û parêzvanan dipêçin. Ku emîn bûn êdî narevin, van nobedaran ji dora wan kêm dikin.
Heke zaro qesta revê kir wî digirin, hem ji bo tirsandina wî hem jî ji bo kesek din nereve wan gelek têþînin, derbên giran lêdixin û birînên mezin di laþê wan de vedikin. Heke birîn giran bin û zûbizû nekewin, dan û standinên wê çeteyê bi mafîa û çeteyên organfiroþ re heye, wî zarokî di froþin çeteyên organfiroþ. Heke zaro di destê wan de mir, dibin tavêjin gelaþê an jî derek berpenî û binax dikin. Heke zaro kêm pere anîn, li wan dixin, birçî dihêlin, nahêlin derkeve der, bi vî rengî wan ceza dikin. Zaro jî ji neçarî bi gotina wan dikin. Carnan ji bo ku netirse, tîner û heban jî didin wan.
Hinek çete hene ku bi dizî û parsê qaîl nabin, bi çeteyên eroîn û hebfiroþ re dibin þirîk û xeracê jî dixwin. Li Stenbûlê hinek çete hene ku nifûsa zarowên di destê wan de xwe digehîne 200 neferan. Her weha ev çete, dema zarowên keç hinekî balix ( hukmejin ) bû, yan fihûþê bi wan didin kirin, an jî bi parekî mezin difroþin çeteyên fihûþê.
Lê divê bê gotin; ev kar ji bo çeteyên Laz,Tirk û ên partîyên wek MHP ê û yên piþtgirîyê ji dewleta kûr distînin derbaz dibe. Çeteyên Kurdan ne hinde zalim in. Di nivîsa bê de, emê qala çeteyên Kurdan jî bikin.
Lewre jî hewceye em vatinîyên xwe bi cîh bînin, berî ku zarowên me yên kûçan bikevin dest û tor a van çeteyan, ji kolanan rizgar bikîn.
Zarokên kuçe û kolanan-III

Tîner û balîkêþ
Bavê Jîndar-22/01/08-Colemêrg-
Baþe, sedema zarowên ku li kolanan tîner û balî dikêþin çine?. Bi gotinek din, çima hewce dibînin ku tîner û balîyê bikêþin?
1- Ji ber ku erzan e û bi hêsanî tê peydakirin.
2- Ji bo ku xwe li hemberî êrîþên derve biparêzin.
3- Ku lêdan û lêxistinê dixwin, bi êþandina laþê xwe nehesin.
4- Li ber serma û seqemê qahîm û muhkem bibin.
5- Ji bo ku wêrek û bêtirs bin.
6- Ji bo ku þerm û fedî nekin û bi rehetî parsê û dizîyê bikin.
7- Ji bo ku biþên gotinên xwe bi serbestî bibêjin.
8- Ji bo ku xwe di nav grûba xwe de bidin qebûlkirin.
Mirov dikare tînercî û balîkêþan bike sê beþ.
Beþa yekem: Ew in ku li kolan û kuçan dirazên, bê xwedî û bêkes in. Çu xisarek mezin nadin derdorê. Tinê ji bo ku xwe biparêzin, bi grûb û awayek kominî dijîn, hêþta neketine destê mafîa, çete û hêzên xirab. Ew beþ hewcedarê alîkarîyê ne. Hewceye mirov hewil bide wan ji wê rewþê bifilitîne. Ew jî, kî destê xwe dirêjî wan bike jê re nabêjin na. Ji ber ku ew jî dixwazin ji wî halî bifilitin. Çavên wan li benda destek alîkarîyê û germahîya malbatî, þorbek germ, kincên paqij û çîyek ku xwe ji serma û seqemê biparêzin e.
Beþê Duyemîn : Xwedî malbat in, rewþa malbatên wan jî ne xirab in. Ew tinê ji bo zewqê tîner û balî dikêþin. Bi grûbên 6-10 kesî re digerin, di nav xwe de wek çeteyekê ne. Grûbek þerkûk û belakir e. Bela xwe li herkesî dixin û derdora xwe aciz dikin. Carnan ji dikandar û esnafan xeracê jî distînin.
Beþa Sêyemîn : Ew in ku bi mafîa û çeteyan re dixebitin, di dema þer û pevçûnan de çete wan didin pêþ û karên nebaþ bi wan didin kirin.
Îcar heyran, li zarokên xwe xwedî derkevin ku ew jî wek van zarokan nekevin rêyên xirab û ji kîsî me neçin.
Zarokên kuçe û kolanan-II

Bavê Jîndar-21/01/08-Colemêrg-
Baþe kîne ev zaroyên kolan û kuçan? Zaroyên kolan û kuçan ji kê re tê gotin? Zarowên kolan û kuçan, ew zarone ku ji ber gelek sedeman bi malbat, dibistan û civakê re danûstandinên wan qut bûne û 24 seetên xwe li kolan û kuçan derbaz dikin. Debara xwe li kolan û kuçan peyda dikin. Ji bêçaretî carnan þolên xurab wek dizî, pars, revandin (kapkaç ) û carnan jî tîner û balî dikêþin û azadiya kolanan ji xwe re kirine cih û mesken.
Li gor statîstîkên sala 2006 an li tevahîya Kurdistana bakur û Tirkîyê bi qasî 500 hizar zarowên ku kolanan dijîn hehe. Ku % 80ê wan Kurd in. Ev zaro, li gor qaîdeyên xwe yên taybet, li kolanan, di binê pir, beden û avahîyên xurabe an jî terkandî de bi awayek komîn dijîn. Sedema ku ew li kolanan dijîn bi piranî arêþe û gengeþîyên malbatî û aborî ne.
Li gor lêkolînan ev zaro ji sedî 72-79 yan êtîm in, an sêwî ne yan jî ji malbatên dê û bav hevduberdayî tên. Dîsa li gor lêkolînan hinek ji wan, ji malbatên xwedî 4-6 an jî pêtir zarokanin ku ji gundan koçberî bajaran bûne, kar û þolê wan nîne, ku hebe jî têra debara wan nake tên. Ji wan malbatan sedî 60-65ê zilaman û sedî 95ên jinan ne xwenda ne. Jin piranî bi karûbarên malê ve girêdayî ne û hema hema danûstandinên wan bi derva re nînin.
Ew zaro bê zirar in, hewceyî alîkarîyê û germahîya malbatê ne. Hewceyî destek dost û dilek nerm in. Çu danûstandinên wan bi çetan, an jî mafîayê re nînin.
Bê goman heke em alîkarîya wan nekin , beþek ji wan jî wê bikevin tora çetên xurab û li hember me bên xebitandin.
Zarokên kuçe û kolanan

Bavê Jîndar-12/01/08-Colemêrg-
Piþtî destpêkirina þerê qirêj li Kurdistanê, dewleta Tirko dest bi valakirina gundan kir. Ev xelkê me yên gundan, li bajaran vecemiyan (vehewîyan). Piraniya wan bê kar, zarowên wan jî bê dibistan in. Ji ber ku day û bav kar nabînin, zarowên xwe jibo firotina destmalan, pêlav boyaxkirinê, benîþt û çerez firotinê diþînin kolanan. Lewre li bajarê Colemêrgê giregirên dewletê komîteyek saz kirine .
Endamên komîtê xwe berdane nava kolan û kuçan, li ber derîyê mizgeftan li van zaroyan digerin . Qaþo dixwazin li van zaroyan xwedî derkevin û bigirin binê kotrolê. Lê ya rastî dixwazin van zarowan wek dilê wan dixwaze perwerde bikin. Wek dema Osmanî, hêzên yênîçerîyên hemdem (ku îro bi navê Jîtemê ) tên binavkirin, dîsa wê milletê wan bi wan bidin kuþtin.
Li gor gotina rayedarên komîtê, li Colemêrgê heta niha 18 zarowên kolanan þol dikin hatine girtin. Lê hêþta çu zarowên kolan û kuçan radizên ne hatine dîtin.Bê goman hejmar dehan caran ji hejmara ku wan daye zêdetir e. Hêj jî li Colemêrgê zaro diçin ser gelaþê (çopê) jibo malbata xwe xwarinê berhev dikin.
Îcar gelî Colemêrgîyên halxweþ û xudan wijdan! Li van zarokan xudan derkevin, di þûna ku hûn biçin li bajarên wek Îzmîr, Antalya û Stenbol û parên xwe bidin jinikên qehbik, ji kerema xwe ganekê kêm bikin û þûþek ereqê kêm vexwin! Bi wî parê kêmganê û kêmvexwarinê wek alîkarî û xêr û xêrat bidin wan zarokên kolanan qurban. Heke ji we bêt avahîyekê jibo wan ava kin û wan bidin xwendin . Ji bîr nekin ku ew zaro, zaroyên me hemûyanin. Xirabûna wan jibo me kêmasî û þermîzahî , serketina wan jî jibo me serbilindî û serfirazî ye.
Ji me gotin vêca hûn dikin an nakin hûn bi kêyfa xwe ne......