Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ji Dubaî silavek û daxwazek

Miho Bakur-27/01/08- Ji bo berpirsiyarên Lotikxanê- Ez vê emaîlê ji wer e ji rojhilata navîn, ji Dubaî diþînim. Em alîkarîyê ji we dixwazin. Li min bibûrin, ji bo xwedê lotikan navêjin min. Em hejmarek pir Kurd li vir dijîn.

Gellek heval karmend in, karbidest in. Dema wan û zewacê hatiye. Xwedê miradê wan bike. Ew dixwazin keçên Kurd ên welatparêz û hiþyar ji welatê xwe nas bikin û bi wan re bizewicin. Ji kerema xwe hûn karin di înternetê de malperek ku keç û xortên Kurdan tê de beþdar dibin û hevdu nasdikin pêþ me bikin?

Hûn karin ji me re navnîþana wan biþînin? Ma çi dibe? Ma bila xortên me bi keçên Ereban re bizewicin? Bi soz emê we jî dawetî þahîya zewacê bikin! Sipas û rojbaþ….

Miho Bakur …Dubaî

 

Bersiva Lotikxanê:

Kekê Miho Bakur, qurban û heyran. Bi sê telaqan xortên Lotikxanê jî di malê de mane û ji xwe re li keçên Kurd digerin. Halîhazir me malperek ji bo zewaca xort û keçên Kurd nedîtiye. Ji xwe heger em wê malperê bibînin, wê xortên Lotikxanê yekser malperê dagîr bikin û dest bi lotikên zewacê bikin.

Lê mizgînîya min li te be, em wek Lotikxane dixwazin di demek kurt de malpera naskirin û zewaca xort û keçên Kurd vekin. Wê êdî xort û keçên me yên ku di mala bavê xwe de mane û bi hisreta lotikan dîn û har bûne, karibin bi rêya Lotikxanê hevdu nas bikin û li qismetê xwe bigerin. Hema mehek din jî sebir bikin û di ber de jênekin yabo, mesele diqede.

De xwedê sebrê bide we....