Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

Zeynelabidîn Zinar

 

 

NETEWEYÊ BÊ FOLKLOR

GORISTANA BÊ KÊLIK E

 

 

Babeta vê nivîsê ev e: Li Bakûrê Kurdistanê Rewfla Folklora Kurdî û Hunera Tê de. Herweha

dilqên Folklora Kurdî ku çewa li pêflberê asîmîlasyonê dibe asteng.

 

Folklor serweteke wisa pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêflan heye û ne jî pîvan çêdibe. Herweha ji her neteweyekî re wisa girîng e ku pê rizgarkirina ji mirina netewî çêdibe. Eger mirov folklorê bi awayekî din binirxîne, ev yeka hanê derdikeve holê: Çi neteweyê ku folklora wî tune be, ew di rengê goristaneke bê kêlid de ye. Lê eger folklora wî hebe û xwedîtî lê neke, ew di rengê goristaneke bi kêlik de ye. Yanî ew netewe her mirî ye û warê wî jî her goristan e.

 

 

Babetên ku ez ê  binivîsim, ev in:

 

  1- EV MILETÊ KU DIBÊJIN KURD, ÇI YE Û ÇI TIfiT E?

  2- EV ZIMANÊ KU DIBÊJIN KURDÎ ÇI YE?

  3- DANASÎNA QADA XEBATÊ

  4- DESTPÊKA NIVISANDINA MIN

  5- LI SWÊDÊ BERHEMÊ XEBATA MIN

  6- GIRINGIYA FOLKLORA KURDÎ Û DEWLEMENDIYA TÊ DE

  7- DI FOLKLORA KURDÎ DE ÇÎROK Û ÇÎRVANOK

  8- HUNERA DI FOLKLORA KURDÎ DE

  9- SÛDA XWENDINA ÇÎROKÊN FOLKLORI

10- DEWLEMENDIYA FOLKLORA KURDI

11- ÇÊKIRINA FILÎMAN LI BER NAVEROKA ÇÎROKÊN FOLKLORÎ

12- DEWLEMENDIYA ZIMANÊ KURDÎ

13- DI ÇÎROK Û STIRANÊN FOLKLORÎ DE MÊJUYA KURDÎ

14- CUDATIYA ZIMAN JI DÎTINÊN  SIYASÎ

15- GIRINGIYA YEKBÛNA ALFABEYEKÊ

16- DI ÎRO DE XETERA KU LI SER ZIMAN Û TOREYA KURDÎ HEYE

 

 

1- EV MILETÊ KU DIBÊJIN KURD, ÇI YE Û ÇI TIfiT E?

 

Pêflî ez dixwazim vê bibêjim: EV MILETÊ KU DIBÊJIN KURD, ÇI YE Û ÇI TIfiT E?

 

Deh hezar sal Berî Zayînê, yanî 12 hezar sal berî niha, li vê navruwa Asyayê du eflîr hebûne. Navê yekê KÛTÎ bûye û navê ya din jî KURTÎ bûye. Îcar her ku çûye ev herdu eflîr zêde bûne û berfireh bûne, lê tu carê jî wan vê axê neterikandiye û neçûne welatekî din, her li ser axa xwe mane û di pêvajoyê de gelek dewlet û du imperatorî ava kirine ku Yek jê MADa piçûk bûye û ya din jî MADa mezin bûye. Ha ev Neteweyê ku îro li vê qadê ye, zarûkên wan du eflîran in û wek NETEWEyê KURD bi nav bûye û ev axa ku ev Netewe li serê dijî jî, bi navê Kurdistan hatiye binavkirin. 

 

Kurd wek milet, ji nijada ARÎ ye û li dinyayê niha ji 40î zêdetire dewlet hene ku ji vê nijadê ne. Îcar navê famîla zimanê van dewletan tev, Hindoewrûpî ye.

 

Peyvika STAN di zimanên Hindoewrûpî de, bi wateya bicihbûn, nifltecîbûn e. Wek mînak: Pakistan, Efxanistan....

 

Îcar Miletê ku ne ji nijada Arî be, ziman jî ku ne ji famîla Hindoewrûpî be, çênabe ku ew peyvika stan bi pafliya navê welatê xwe ve deyne.

 

(Ez dikarim bêjim, Erebistan. Lê Yekî Ereb nikare bêje Erebistan)

 

 

2- EV ZIMANÊ KU DIBÊJIN KURDÎ ÇI YE?

 

Îcar ev  EV ZIMANÊ KU DIBÊJIN KURDÎ ÇI YE?

 

Dema jiyana mirovan dest pê kiriye û demeke dirêj  bihuriye, îcar axaftin di navbera mirovan de çêbûye ku niha em jê re dibêjin ZIMAN. Pifltî demekê  hemû zimanên di nava mirovên wê demê de, dabeflê ser  heflt flaxan bûne. Ji her flaxekê re jî FAMÎLEYA ZIMÊN hatiye gotin. Ew heflt famîle ev in:

 

1- Zimanê Hindoewrûpî:

2- Zimanê Koreyî

3- Zimanê Japonî

4- Zimanê Çînî

5- Zimanê Taylavî.

6- Zimanê Semîtî

7- Zimanê Uralî

8- Zimanê Fîn-ogrî

 

1- Niha ji sedî zêdetir milet hene ku Zimanê wan Hindoewrûpî ye. 

2- Zimanê Koreyî xelkê kore

3- Zimanê Japonî Japon.

4- Zimanê Çînî, ji xwe diyar e.

5- Zimanê Taylavî Vietnam û Tayland û Laotlandî ne.

6- Zimanê Semîtî, nijada Samî ye ku niha Ereb, Cihû û Suryanî ne.

7- Zimanê Altay-Uralî, Turkî, Azerî, Uzbe û Turkmenî.

8- Zimanê Fîn-ogrî, fînî, semîsî, estonkî û ungaî.

 

Lê pifltre ev zinam jî di nava xwe de dabefl bûne û heta ku di serê Sedsala Bîstî de, li dinyayê 20.000 zimanên cuda hatine peyîtandin. Niha li dinyayê 194 dewletên azad û 244 jî welat hene.

 

 

3- DANASÎNA QADA XEBATÊ

 

Ji xwe tê zanîn ku Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê zaravayên kurdî ve, herêma kurmancî û kirdikî ye. Ji zaravayê kirdikî re, zazakî jî tê gotin.

 

Li Tirkiyê, herêmên ku niha Kurd lê dijîn, 29 parêzgeh in. 24 ji wan, xwerû zaravayê kurmancî ye û 5 parêzgeh jî zaravayê kirdikî û yê kurmancî têkel e.

 

Herweha Kurd li piraniya herêmên Anatoliyayê jî belav bûne û jimareke zêde li bajarên wek Edene, Îskenderûn, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Stenbol, Bursa, Îzmît, Enqere, Qonya, Çorum, Qirflehir û li hinên dî dijîn.

 

Çewa ku tê zanîn, Komara Tirkiyê di 1923an de hatiye damezirandin. Di 1926an de jî, Saziya Zimanê Tirkî hatiye avakirin. Zimanê kurdî û hemû zimanên dî jî,  her di eynî salê de bi zagoneke taybet  hatine qedexekirin.

 

Îcar di wan deman de, zana û pisporên Tirk, hemû nivîsên xwe yên pêdivî ku bi alfabeya erebî û zimanê osmanî bûne, veguhaztine tirkiya nû û bi alfabeya latênî nivîsîne. Bi wê yekê, nivflên nû yên Tirk, kêm-zêde ageh ji mêjûya xwe mane û dîroka zimanê xwe jî nasîne.

 

Lê belê Kurdên Bakûr û ev gelên dî yên ne Tirk, bi derbekê ji koka xwe hatine qetandin û zimanê kurdî di binê wê qedexetiyê de her ku çûye, zêdetir  perçiqiye û heliyaye.

 

Ji xwe ev yek eflkere ye ku ji 1925an hetanî 1938an, fler di navbera Kurdên Azadîxwaz û artifla Tirkiyê de domandiye. Îcar pifltî ku flervanên azadiya neteweyê Kurd bêmecal mane, pifltî rûxandin û herifandina piraniya wargeh û cihniflînên Bakûrê Kurdistanê, êdî Dewleta Turk giraniya hêza xwe daye ser helandin û piflaftina Kurdan, xasma jî li ser cuwanên Kurd domandiye.  Ji vê yekê zêdetir, çi dema Kurd li sûkê û li ciyên gifltî bi zimanê xwe peyivîne, hêzên Dewletê wek ceza pere ji wan stendiye.

 

Di binê wan merc û zordestiyan de, êdî ji Kurdan re pir zehmet bûye ku zimanê xwe yê netewî biparêzin û jiyana xwe li gor Toreya Kurdî bidin domandin.

 

Lê belê ji bilî jiyana kurdên li bajarên mezin, ji bo parastina ziman û Toreya Kurdî, di nava kurdan de çar saziyên kurdewarî hebûne ku wan bi tundî Zimanê Kurdî û Toreya Kurdî parastine. Ew her çar sazî jî ev bûne:

1- Medreseya Kurdî

2- Rêçika fiêxantiyê

3- Toreya Axatiyê.

4- Dibistana Zindî.

 

Ew Medreseya Kurdî, digel rêçika fiêxantî û ya Axatiyê, ji xwe diyar e ku ew çi bûne. Dibistana Zindî jî kalemêr û pîrejinên Kurd in. Herweha kesên wek dengbêj, çîrokbêj, henekvan û hemû cûre hunermendên kulturî bûne.

 

Bêguman Vêjeya Kurdî ya bi zaravayê kurmancî û kirdikî/dimilkî, wek nivîskî û zargotinî, du befl in. Pareke pir hindik hatiye nivîsandin û para herî mezin jî, hêj nehatiye nivîsandin. Ev para mezin, niha di nava xelkê de bi devkî tê gotin, lê niha ew jî bi mirinê re rû bi rû maye. Ji ber ku ew kalemêr û ew pîrejin, êdî dimirin û nivflên nû jî nikarin wê mîrata bavûkalan ji wan fêr bibin.

 

Ha ji ber vê yekê, çi dema kalemêrek û pîrejinek dimire, arflîvek ji çanda kurdîbi wan re dikeve gorê.

 

4- DESTPÊKA NIVISANDINA MIN

 

Ez bi xwe jî, bi koka xwe ji Medreseya Kurdî hatime. Herweha ez yek ji wan kesan im ku ez di nava pirtûkan de hatime dinyayê, di nava pirtûkan de mezin bûme û jiyana min heta niha jî bi pirtûkan re hatiye domandin. Dema ez zarûk bûme, pêflî min zimanê kurdî bi dersîtî xwendiye. Herweha destpêka nivîsandina min jî her dîsa bi zimanê kurdî çêbûye.

 

Di sala 1963-64an de,  min li gundekî (Xinzor- Gimgima/Varto) girêdayê bi parêzgeha Mûflê ve, du pirtûkên bi zimanê kurdî û du jî yên bi zimanê erebî, wek nivîsende bi alîfbêtina erebî nivîsîne. Ji vê yekê zêdetir, ez di nava xelkê de jiyame û min befldarî di derd û kulên Kurdan de kiriye.  Ji ber hindê, ez çi gotinên ku bibêjim, bêalî ne û ji siyaset û olperestiyê jî dûr in.

 

5- LI SWÊDÊ BERHEMÊ XEBATA MIN

 

Pifltî ku ez ji Bakûrê Kurdistanê reviyan û çûm li Swêdê bi cih bûm, di Newroza 1985an de, min ev 3 proje dan pêfliya xwe:

1- Berhevkirina berhemên folklorî.

2- Amadekirina pirtûkên zarûkan ji çîrokên Folklora Kurdî. 

3- Veguhaztina klasîkên kurmancî ji elîfbêtina erebî bi alfabeya Latênî.

 

Lêkolîna min a li Folklora Kurdî, bi giranî li ser van 7 flaxan çêbûye:

1 - Stiran

     (Kilam, dîlok, Heyranok û payîzok, Lawik, lawij - lawje)

2 - Destan

3 - Gotinên Pêfliyan û Biwêj  (idyom)

4-  Meselok û Pêkenok

5 - fiîret û Nesîhet:

6 - Serpêhatî

7 - Çîrok û Çîrvanok

 

Di encama lêkolînê de, 1.710 perçeyên folklorî bi destên min ketine. Bi kurtî wek sernav jimara hin ji wan weha ye: 340 stiranên têkel, 179  meselok, 33 pêkenok, 5 destan, 370 çîrok.

 

Min, piraniya wan tifltên ku di lêkolînê de bi dest xistibûn, nivîsîne û wek pirtûk, di deh cildan de bi navê XWENÇE dane çapkirin.

 

Di zemanê lêkolîna min de, 24 berhemên klasîk jî hatine dîtin û min ew ji elîfbêtika erebî veguhaztine alfabeya latênî. Ha wisa ji 1986an hetanî meha 10, sala 2006an, 80 pirtûkên min hatine weflandin.

 

Bêguman ev berhemên klasîk û yên Folklora Kurdî, ji bo Kurdan pir girîng in. Ji ber hindê min jî di serê pêflî de giraniya xebata xwe daye ser wan.

Da ev nivflên nû, xasma jî yên Bakûr, bi taybetî jî evên ku tîna zimanê tirkî zêde li wan çêbûye, bi çavên xwe bibînin ku çanda bav û kalên wan çiqas dewlemend e.

 

 6- GIRINGIYA FOLKLORA KURDÎ Û DEWLEMENDIYA TÊ DE

 

Ev yek eflkere ye ku hemû miletên pêflketî yên ku îro li dinyayê xwediyê dewleta xwe ya nûjen in, vê çanda xwe ya dewlemend li ser du bingehan ava kirine.

 

Yek berhemên wan ên klasîk in,

Dido berhemên wan ên folklorî ne.

 

Îcar ji ber ku Folklor jî di Çanda Kurdî de befleke girîng e, bi naskirin û têgihandina Folklora Kurdî, du pêdiviyên dewlemend derdikevin holê.

 

Yek: Ji bo ku xelkek eger wek netewe bête pejirandin, divê ku çandeke wî xelkî jî hebe. Îcar eger ew çand çiqas dewlemend be, ew netewe jî hewqas bi koka xwe, bi azbata xwe, bi nijada xwe wisa dewlemend û kevnare tê qebûlkirin.

 

Dido:  Ji ber ku Folklora Kurdî bi çîrok û çîrovanokên xwe pir dewlemend e, tê de gelek babetên cuda cuda hene ku bi xwendina wan hicirkên mejiyê mirov pirr diflixulin. Bi wê yekê, dinyayeke bê sînor li pêflberê mirovan vedibe ku mirov di tarîstaneke bêkevî de li rewflen û ruhniya zanistiyê rast tê û bi wê nihêniya zanistiyê jî kame dibe, herweha mirov ji aliyê mejî ve jî berepêfl diçe. Bi wê yekê mirov xweflî û flênîtîyeke zêde dibîne û xwe di radeyeke herî nirxdar û giranbiha de jî dihesibîne.

 

Ew heft babetên Folklora Kurdî ku li jorê hatin gotin, her yekê bi serê xwe flaxekî zanistiyê ye û pir jî dewlemend e, xasma jî Gotinên Pêfliyan.

 

Wek mînak, ev e 5 ji wan:

1- Heçî zane ji xwe dizane, heçî nizane, mesele ya baqê nîskan e.

2- Gava dîtin ez im, gava nedîtin diz im.

3- Bûkê ne zar e û ne ziman e, xesuyê jî ne dîn e û ne îman e.

4- ûrê qetlê li destê te, rehma Xwedê li dilê te.

5- Jin û mêr, tevr û bêr.

 

Ez ê li virê tenê li ser vê gotina Pêiyan a ku gotiye: ”Jin û mêr, tevr û bêr” rawestim. Ango dibêje: Jinek û mêrek gava qedera xwe kirin yek û jiyana xwe bi hev re dane domandin, divê heta ku gora wan bi tevr û bêran neyê kolan, dest ji hevûdu berdedin.

 

Ha ev yek, nîan dide ku di nava Kurdan de saziya malbatî çiqas girîn e. Eger di nava miletekî de bingeha malbatî xurt be, bingeha wî miletî jî xurt e. Eger bingeha milet jî xurt be, ew milet dikare jiyana xwe bi hezarê salan bide domandin.

 

Îcar çi kesê ku wateya van Gotinên Pêiyan bi awayekî kûr têbigîje, dikare wan bike wek dîwarekî ji polayê û xwe li pêberê asîmîlasyon û  hemû êrîên dirinde jî bipawêze.

 

Li gor wan belge û materyalên Folklora Kurdî ku niha di destên min de ne, ekere bûye ku di bingeha Çîrokên Folklorî de gelek titên girîng hene ku herdem pêdiviya Kurdan bi xwendina wan heye. 

 

Min bi xwe di nava Çîrokên Folklorî de 133 titên balkê peyîtandine. Ev 133 titên ku hatin gotin, xwe bi tewrekî pir ekera di piraniya çîrokên Folklorî de nîan dane.

 

Min jî ew 133 tit, di serê pêî de, bi semînerekê pêê Komela Nivîskarên Kurd (a li Swêdê) kiriye. Pitre jî min ew tit kirin wek pirtûk û bi navê BINGEHA ÇÎROKA KURDÎ, di sala 2000î de daye çapkirin. 

(Çapa duyemîn jî amade bûye, lê hêj çap nebuye. Li dawiya nivîsê binihere)

 

 

Îcar ez bi îsbat û delîl, herweha bi tecrûbe û serpêhatîyên xwe weha dibêjin: Eger zarûkên Kurdan bi van titên folklorî kame û fêrnas nebin, wê valahiyeke pir mezin têkeve navbera nivên niha û yên berê ku dagirtina wê valahiyê jî di pêerojê de pir zehmet dibe.

 

7- DI FOLKLORA KURDÎ DE ÇÎROK Û ÇÎRVANOK

 

Di Folklora Kurdî  gelek flaxên cuda hene. Yek ji wan jî ev e ku em jê re dibêjin Çîroka Folklorî

 

Ev çîroka Folklorî jî di nava xwe de bûye du befl.

Yek dîsa her bi navê Çîrok e, ya din jî bi navê Çîrvanok e.

Ev herdu babet jî, hevpiflkên hevûdu ne. Lê di navbera wan de ev cudatî heye:

- Di bingeha çîrokê de, bûyereke rastî hebûye û behsa wê di nava xelkê de pir hatiye gotin. Lê belê rastî ji bingeha Çîrvanokê re tune; lewra ew afirandineke xeyalî ye û ji fentezîyên derdemî pêk hatiye ku ji aliyê kesên nediyar ve hatine gotin.

 

a) Çîroka Folklorî:

Di pêvajoya dîrokê de, hin siqûmat û bûyerên mezin bi serê hin kesan ve  hatine. Îcar behsa wan siqûmat û bûyeran, di nava xelkê de, ji aliyê kesên nenas ve hatiye gotin, gelek caran dubare bûye û li piraniya herêmên Kurdistanê jî belav bûye.  Lê belê di wan gotebehsan de navên kesan pir kêm hatiye gotin. Navê cihê ku bûyer lê rûdane û zemanê bûyeran jî, zêde kiffl nebûne.

 

Lê belê gava çîrokbêjek dev pê dike û çîrokekê dibêje, ew bi xwe nav û flûnwaran di nava çîrokê de diafirîne û temsîla cih û warên di çîroka ku dibêje de jî, bi cih û warê ku ew lê dijî qiyas dike. Mesela:

 

- Eger çîrokbêj, ji Cizîra Botanê be, gava di çîroka wî de behsa çemekî hate kirin, ew çîrokbêj, wî çemî, bi navê çemê herî nêzê xwe, bi nav dike û weha dibêje: Em ê bêjin ku navê wî çemî Dîcle ye

 

- Eger di çîrokê de behsa çiyayekî mezin hate kirin, ew çîrokbêj wî çiyayî, bi Çiyayê Cûdî bi nav dike.

 

- Eger di çîrokê de behsa bajarekî hat kirin, ew çîrokbêj wî bajarî bi Cizîra Botan bi nav dike.

 

- Gava di çîrokê de behsa mîrekî, behsa qiral an serdarekî jî hate kirin, ew çîrokêbêj, dîsa wan navan bi navê mîrekî Cizîra Botan bi nav dike.

 

Herweha gelek tifltên dî yên wisa...

Yanî çîrokbêj, li herêma xwe navê çi kesê bi hêz û leheng bihîztibe, navê wî di çîroka ku dibêje de bi kar tîne.

 

Hin caran di çîrokan de, bi rastî behsa navê hin pafle, siltan û qiralan jî hatiye kirin. Îcar bi wê yekê mirov kêm-zêde guman dike ku ew bûyer di çi sedsalê de rû dane.

 

Wek Mînak: Serpêhatiya Siyabend û Xecê, li deflta Silîva (ya li bakûr) dest pê kiriye, di Geliyê Hewrê re bihuriye, Siyabend li wirê bûye mêrxasê Emer Axa û Tahir Begê ku berpirsyarê berhevkirina baca Osmanî bû dîl girtiye, pifltre Siyabend çûye Rojhilata Kurdistanê, li nêv eflîra fiikakan pêrgî Xecê bûye û serpêhatî li Çiyayê Sîpanê Xelatê bi dawî bûye.

 

Îcar ji xwe re lê tema fle bikin ku ev bûyerên dîrokî, çewa xwe bi niqutên piçûk bi hevûdu ve girêdidin.

 

Serpêhatiya Hemdîn û fiemdîn jî, Çiyayê fierefdînê rûdaye. Huseyn Axa û Ehmed Axa bira bûne û hikumdarên wê herêmê bûne. Îcar ew Tahir Begê ku berpirsyarê berhevkirina baca Osmanî bû, bi fesadî û gelaciya xwe, birayekî (Huseyn) bi yê dî (Ehmed) daye kufltin û dawî li desthelatiya Çiyayê fierefdînê hatiye.

 

(Îcar li gor ku tê zanîn, ev Serpêhatiya Siyabend û Xecê û ya Hemdîn û fiemdîn, wê di Sedsala Huvdehan de çêbûbin.)

 

Di hin çîrokên folklorî, de dema behsa bazirgantiyê jî hatiye kirin, hertim Diyarbrkir wek navend hatiye nîflandan û têkiliya wê bi Rojhilat û Rojavayê ve dane girêdan.  Bi aliyê Rojavayê ve, têkiliya Diyarbrkirê bi welatê Romê re dane girêdan, wek paytext jî, Stenbol dane nîflandan. Têkiliya Diyarbrkirê bi Rojhilatê ve jî, bi welatên mîna Çîn û Maçînê, Hindistan, welatê Tûra û Ermenistanê re dane girêdan. Herweha çûn û hatina  Diyarbrkirê bi bajarê mîna Hemedan û Xurasanê re jî pir çêbûye. Têkilî bi welatê Misrê û bajarê Qudsê re jî zêdetir hebûye, ji xwe bajarê Heleb, fiam, Mûsil û Bexdad jî, hertim di nava bêjinga bazirgantiya Diyarbrkirê de werbêj bûne.

 

Îcar di pêvajoya demê de, behsa serpêhatiyên wisa pirî ku hatine gotin, ew bûne malê gel û cihê xwe di gulîstana folklora netewî de bi navê çîrok vegirtine.

 

Çîrokên Folklorî bi rewfla naveroka xwe, kurt û dirêj hene. Hin ji wan pir dirêj in, weke çîroka Xanê Çengzêrîn, çîroka Abidê fiikeftê, çîroka Rostemê Zal  û hinên wisa yên din...

 

Lê hin çîrok jî hene kurt in. Heta hinek ji wan hene ku çend hevok in, wek çîroka Ker û Kundir ku ji sê-çar hevokan pêk hatiye.  Temamiya vê çîrokê ev e:  Hebû kerek û hebû kundirek. Kerê kundir kot û kot. Çîroka min jî ev bû ku min got.

 

 

b) Çîrvanok:

Li hin herêmên Kurdistanê ji Çîrvanokê re Çîvanok, Çîrçîrok û Xebroflk jî têne gotin.

Ev babet naverok, pir dirêj in. Bi nivîskî jî gelek rûpelan dadigirin û hinek ji wan dikarin mîna pirtûkeke mezin jî derkevin holê.

 

Di Çîrvanokan de hin xeyal û fentezîyên derdemî hene ku aqilê mirov wan tifltan napejirîne û ne jî mikun e ku mirov karibin wan tifltan bi hêz û biriya xwe bikin.

 

Çewa ku tê zanîn, sînor ji Çîrvanokan re tune, ew serbest in û çewa ji wan re xwefl hatiye, her wisa jî xwe berfireh kirine.

 

Ez dikarim bi gotineke kurt bibêjim ku Çîrvanok ji tifltên xeyalî û fentezî û aqilderî pêk hatine. Di wan de bûyerên wisa têkel û balkêfl hene ku ji aliyê pileya mejiyê mirovan ve nayêne pejirandin.

 

Çendî ku nayên pejirandin jî, lê helbet ev hawe, di warê vêjeyî de, xwefliyeke pir zêde jî derdixînin holê û gava mirov wan Çîrvanokan dixwîne, pirî ku xwedina wan li mirov xwefl tê, mirov naxwaze dev ji wan berde.

 

Mesela: Çîrvanokek bi navê Caw Cawê Te Ye heye. Ew xwerû ji xeyal û fenteziyan pêk hatiye. Bi kurtî weha ye:

 

- Bajarekî pir mezin di nava zebeflekî de hatiye avakirin û tê de bi hezaran balaxane û avahiyên mezin hene, tê de sûk û çarçî, bazirgan û dikan û gwd. hene ku salixê wan nayê dayîn.

 

fiaxa din jî weha ye:

- Lemeke kundiran bi tûrrên xwe herêmeke pir mezin vegirtiye, mirov û sewal tev di binî de asê mane.

 

8- HUNERA DI FOLKLORA KURDÎ DE

 

Çewa ku em dibînin, ev e bi sedê salan e ku Neteweyê Kurd bindest e û gelek cewr û zordestî li ziman û toreya wî jî hatine kirin. Xasma jî di vê sedsala bihurî de, gelek rûdan lê hatine kirin, siqûmat û karesat û hovîtiyên pir mezin bi ser ve hatine û ji hevûdu taromar hatiye kirin jî, lê belê wek netewe dîsa jî hebûna xwe ya nijadî heta îro jî parastiye. Ev parastin jî, bi du tifltan çêbûye:

 

a) Ji ber ku Neteweyê Kurd, dev ji zimanê xwe bernedaye.

b) Ji ber ku Neteweyê Kurd, dest ji Toreya xwe bernedaye.

 

Sedemê ku ez jî zêdetir li ser Folklora Kurdî radiwestim û dilqê wê yê erênî derdixînim pêfl, ev e ku tê de girêdaneke pir xurt bi hemû pîroziyên netewî ve heye.

 

Niha mirov çi bixwaze, dikare wan daxwazên xwe di nava çîrok û meselok û gotinokên folklorî de bibîne. Xasma jî xweparastina li pêflberê asîmîlasyonê û girêdana bi axê ve.

(Çîroka Hêlîna Teyrê ku di nîvê zinarekî de bûye...)

 

9- SÛDA XWENDINA ÇÎROKÊN FOLKLORI

 

Çîrokên Folklora Kurdî yên bi zaravayê kurmancî, bi gelek tewrên babetcihê hatine honandin û di bingeha wan de gelek fentezîyên pirtexlît û xeyalên cihêreng hene. Ew bi afirandineke wisa gefl û xwefl derketine holê ku pir zehmet e mirov karibe salixê wan bi dev û pênûsê bide. Tenê eger mirov saline dirêj lêkolîn li wan bike, hingê mirov tê digîje ku Çîrokên Folklora Kurdî deryayeke bêkevî û bêbinî ye.

 

Wek mînak:

- Çewa ku min li pêfliyê jî behs kiriye, di çîroka Caw Cawê Te Ye de,  bajarekî pir mezin di nava zebeflekî de hatiye avakirin.

 

- Di flaxekî wê yê din de, lemeke kurdiran bi tûrên xwe herêmekê vegirtiye.

 

- Di çîroka Abidê fiikeftê de jî, sê dinyayên ku mirov lê dijîn hene û deryayek ji qîr û qetranê heye.

 

PIRS: Îcar li virê sê pirs tên hiflê mirov:

1- Ew bajarê di nava zebefl de, gelo wê ne îflareta bi bal vê INTERNETa ku niha derketiye holê be?

2- Ew tûrên lema kundirê ku herêmê vegirtiye, wê ne îflareta bi bal hevgirtina netewî be?

3- Gelo ew deryaya qîr û qetranê, wê ne ev neft û gaza Kurdistanê bin?

 

Bêguman xwendina Çîrokên Folklora Kurdî sûdeke pir mezin dide mirovan, xasma jî zêdetir sûd digehînin zarûkan. Herweha çîrok astengiyeke mezin li pêflberê asîmîlasyonê jî çêdikin. Xwendina wan, mirov hem ji aliyê nijadî ve serbilind dikin, hem ji aliyê flixulandina mejî ve ruhniyeke xurt derdixînin pêfliya mirov, hem jî flexsiyeteke taybetî digehînin mirov.

 

Di hin lêkolînên min de derketiye holê ku dema mirovek bi zanistiya folklora neteweyê xwe rewflen dibe, ew mirov pêrgê van tifltên li jêrê dibe:

- Baweriya mirov pir zêde bi mirov çêdibe.

- Mirov xwe ji kirina xirabiyan dide pafl.

- Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku alîkariya jar û belengazan bike.

- Mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne.

- Mirov xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike.

- Mirov pir dixwaze ku flexsiyeteke rind bigire û di her karê xwe de jî serkeftin bi dest bixe.

 (Û bi dehan xeysetên wisa yên bafl..)

 

Ha ji ber van giringiyên ku hatin gotin, îro pêdiviya Kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarûkên xwe bidin xwendin. Xasma jî dê û bavên Kurd, zarûkên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re bi piranî:

- çîrokên rawilan bibêjin

- meselokan bibêjin

- pêkenokan bibêjin

- serpêhatiyan bibêjin

- heyranok û Payîzokan bibêjin

- flîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin

- fliroveya Gotinên Pêfliyan bibêjin

- klasîkên Kurdî bi wan bidin naskirin

- herweha xwezaya welatê wan jî bi wan bidin naskirin.

 

Guman ji gotinê re nîne ku Çîrokên Folklora Kurdî, ji bo Kurdan rihekî nijadî ne, adana jiyana netewî ne, niflaya vîna dilê kurdayetiyê ne û kana vêjeya çanda kurdî ne.

 

Lewra di Çîrokên Folklorî de balkêflî, fentezî, xerîbdostî û dilovanî, camêrî û mêranî, kurdperwerî û mirovanî, têkiliya kulturî û heskirina ji zimanê nijadî, danasîna xwenijadî, naskirina ji xwezaya parzemîn û exteran, xweparastina li pêflberê bela û siqûmatan, baweriya kesayetî, tewrê jiyana rawilan û gelek babetên wisa yên din hene.

 

Herweha di Çîrokên Folklorî de tewr û terzên jiyana neteweyî, bi awayekî pir xurt cih girtine û rewfla jiyana çînayetî,  perwerdekirina mirovan, xasma jî ya zarûkan tê de xwefl hatine xuyakirin û di wan de astengiyeke mezin jî li pêflberê dek û dolabên sextekaran heye. 

 

 

Ez ê li virê çend mînak bidim:

Mînak 1:

- Çîrokek bi navê Hecî Rovî heye. Gava mirov vê çîrokê dixwîne, mirov tê de dek û dolabên kesên olperest bi awayekî eflkere dibîne ku çewa ew ji bo berjewendiyên xwe, ol û ayînê îstismar dikin û pê sûd, payetî û qezencê bi dest dixin.

(Gotina Xalid Salih bibêje)

 

Mînak 2:

- Çîrokek bi navê  Zira Kerê û Lota Devê heye.

Di vê çîroka balkêfl de, kerê Kurdan flîret li hufltira (deve) Ereban dike, da herdu xwe biparêzin û careke din nekevin binê kurtan û dîsa barkêfliyê nekin. Lê belê pifltî têrxwarinê, hufltura erebî bi xebera kerê kurdî nake û hufltir flemate dike, pifltre radibe lotikan, heta ku karwanek li wan rast tê û wan dibin, herduyan jî dixin binê bar.

 

Mînak 3:

- Di vê çîroka bi navê Keywan Pafla û Keçelok de, gotin û pendên pir hêja hene ku mirov bi alîkariya wan dikare pêfleroja xwe çi ya flexsî û çi jî pêfleroja neteweyê xwe sererast bike.

Li gor çîrokê, Keywan Pafla hertim xwe cilguhartî dike û li nava xelkê xwe digere, rewfla jiyana wan bi çavên xwe dibîne û li wê gorê, hem jî bi alîkariya xortikekî keçel pêfleroja welat û neteweyê xwe sererast dike.

 

Mînak 4:

Çîrokeke balkêfl bi navê Hevberdana Qijik û Kevokê heye. Di serê pêflî de Kevok û Qijik li gor vîna xwe ya cêhiltî bi hev re zewicîne, lê ji bo ku ew ne ji hemcinsê hevûdu bûne, bêgav mane û dawî li zewaca xwe anîne. Ha vê çîrokê peyitandiye ku eger mirov ne ji hemcinsê xwe bizewice, bingeha malbatê jî bi awayekî durust sererast nabe.

 

Mînak 5:

- Çîroka Kewê Çîrokbêj

- Çîroka Kalê Merivxur

- Çîroka Kerkerokê Bayê

- Çîroka Beranê Sêr.

Di van her çar çîrokan de jî, çêyî, xirabî û mirovatî, bi awayekî eflkera têne xuyakirin. Herweha ev çîrok, tifltên weke flîret, xweflbêjî, nîflandana riya rast û qewîtîne dilovan jî pêflkêflê mirov dikin.

 

Mînak 6:

Çîrokek bi navê Çîroka ABIDÊ fiIKEFTê heye.

Çewa ku berî niha jî min li jorê behsa navê çîroka ABIDÊ fiIKEFTê kiriye, gava mirov vê çîrokê dixwîne, mirov tê de sê dinyayên ji hev cuda dibîne ku tewrê jiyana mirovan li her siyan,  ji êkdu cihê ye. Li dinyayekê xirabî pir heye, li dinyayekê hindik xirabî yehe, li dinyayekê jî xirabî hîç tunr.

Li vê dinyaya bêxirabî, demsal hertim bihar e û rengê her tifltî flîn û kesk e. Herweha mirov û sewal û teyr û trûd tev di nava hev de dijîn û kes xisarê nade kesî. Li wirê ne dek û xap hene, ne derew û florektî hene, ne jî tirs û pixav têne dîtin. Li wê dinyayê aletên xirabiyê jî nînin.

 

 

Çîrokên bi vî rengî, bi baweriya min, di folklora miletekî din de nayên dîtin.

 

Bi kurtî ez dikarim weha bibêjim:

- Bi Xwendina çîrokên Folklora Kurdî, têbînî û tîjîfemtiya mirovan gelekî xurt dibe û zanîna mirov derdikeve asteke bilindtirîn ku tîrêjên hicirkên mixê mirov ber bi asoyeke bê dawîn ve dibezin, bi wê yekê mejî rewantir û xazdartir dibe ku gelek taristanên di xwe de ruhn dike û dikare gelfl û gengefleyên giran çareser  bike.

 

Ji van peyvên ku hatin gotin zêdetir, di Toreya Kurdî de demokratî, mirovatî, rêzgirtina li pêflberê hevûdu û biratîya kesan, bi awayekî vekirî û pir jî eflkere hatine pêflkêflkirin.

 

Wek mînak:

- Kurd navê kesê jixwemezintir hilnadin, ji bo rêzgirtina zilaman dibêjin:  Mamo/apo, keko, xalo, pismam, heval, bira û hwd.

Ji bo kesên ji xwe piçûktir jî dibêje: Birazî, xwarzê,

Ji bo jinên jixwemezintir  jî dibêji: Metê, xatî, heko,

Ji bo yên ji xwe piçûktir jî dibêjin: Xwarza, biraza

Kesên hevjiyên hev jî, ji hev re dibêjin: Heval, bira...

 

Herweha di kurdî de ji pronavê yekane re, pronavê pirane jî nayê gotin. Çewa ku di zimanê tirkî de, ji yekî re di flûna ku bêje sen, dibêje siz, ev hawe di Toreya Kurdî de tune. Eger bang li Xwedê jî bê kirin, jê re pronavê yekane tê gotin.

Mesela: Dema sofîyek li mizgevtê serçok rûdine, destên xwe hevraz dike û daxwaz ji Xwedê dike, weha dibêje: Xwedê tu min ji agirê dojehê biparêzî. 

 

 

10- DEWLEMENDIYA FOLKLORA KURDI

 

Bêguman folklora her neteweyî, girêdayê bi çanda wî neteweyî ve ye. Eger çanda neteweyî dewlemend be, folklora wî teweyî jî dewlemend e. Eger çand lewaz be, folklor jî lewaz dibe. Yanî folklor, wêneyê xwe ji yê çanda netewî werdigire.

 

Berî lêkolîna min li Folklora Kurdî û li berhemên Klasîk, çendî ku min dizanibû ev çanda kurdî pir dewlemend e, lê pifltî lêkolînê, min bawer nedikir ku dewlemendiya çanda kurdî hewqas zêde ye. Lewra dema mirov dikeve navê û flax û perên wê yên cuda û pirtexlît dibîne, li wan dikole û berepêfl diçe, mirov di navê de diweste nagîje encamê.

 

Pîvana dewlemediya çandekê, bi metodeke pir hêsan tê bipeyitîne. Ew jî ev e:

- Eger di zimanekî de daçek û tewange pir hebin, eger ji yekê zêdetir hevwateyên peyv û bêjeyan hebin, eger hevoksazî bi du-sê awayên cuda hatibin sazkirin, eger ji yekê zêdetir flaxên çîrokên folklorî  hebin, eger stiranên folklorî yên pirtexlît hebin, eger texlît û awayên meselok û leqemokên folklorî pir hebin,  bê guman ew çand pir dewlemend e û folklora xwe jî pir dewlemend afirandiye.

 

Îcar ji ber ku ev tifltên hatin gotin tev di çanda kurdî de hene, dewlemendiya wê pir zêde ye. Îcar ji ber ku Folklora Kurdî jî li wê gorê xwe berfireh kiriye, mirov di navê de diweste û nikare bigîje encamê.

 

Wek mînak:

- Çewa ku hûn jî dizanin, çîrokeke folklorî bi navê GUL û SÎNEM heye. Di zaravayê kurmancî de  7 flaxên vê çîrokê hene.

Çi dema çîrokbêjek berî ku dev bi çîroka Gul û Sînem bike, pêflî weha dibêje: Dibêjin heft flaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê yekê dizanim û dibêje.

 

Îcar min jî di lêkolîna xwe de çar flaxên çîroka Gul û Sînem bi dest xistine. Lê hêj sê flaxên dî mane ku heta niha jî min salixê wan hilnedaye.

 

Piraniya van çîrokên folklorî, di zaravayên kurdî yên dî de jî hene.

 

 

11- ÇÊKIRINA FILÎMAN LI BER NAVEROKA ÇÎROKÊN FOLKLORÎ

 

Ji van hemû tifltên ku li jorê hatin gotin zêdetir, ev  yek hêjayê gotinê ye ku çîrokên Folklora Kurdî, ji bo çêkirina filîman, xasma jî filîmên karton ji bo zarûkan, materyaline pir dewlemend in. Ew senaryoyên ku ji bo filîman têne nivîsandin, ji xwe di çîrokên Folklora Kurdî de hazir û berdest in. Tenê pisporên filîmçêker, li gor naveroka çîrokan û li herêma ku çîrok jê ne, (ango Kurdistan) dikarin filîmên wisa hêja çêbikin ku li dunyayê xelatine zêrîn werbigirin. Xasma jî di çîrokên rawilan de, weke yên karton ku ji bo zarûkan têne çêkirin, wê pir bêne eyiflandin.

 

Îcar eger ji niha ve tifltine wisa dest pê bête kirin, dê ew di pêflerojê de ji bo Kurdistana Mezin bibin çavkaniyeke xurt a diravî.

 

 

12- DEWLEMENDIYA ZIMANÊ KURDÎ, BI TAYBETÎ ZARAVAYÊ KURMANCÎ

 

Niha bi belge û materyal eflkere bûye ku zimanê Kurdî, bi taybetî jî zaravayê kurmancî, di warê daçek û hebûna peyv û bêjeyan de, pir dewlemend e. Dewlemendiyeke wisa lê heye ku ne tê pîvan û ne jî tê kêflan. 

Xasma jî dema ku min dest bi amadekirina ferhenga BÊJEBÊJÊ kiribû, (ya bêjeyên nêr û mê) min dît ku ji %90 peyvên zaravayê kurmancî, ji didu û sisê û heta hinek ji dehan zêdetir hevwateyên (sînonim) wan  hene.

 

Wek mînak:  

- Ev peyva ku em bi kurmancî jê re sivnik dibêjin, 16 navên wê hene. (Sivnik, gezik, gêsik, bermalk, kinofle, havlêk, avlêk, sizîk, cerifk, simlik, mifltek, melkes, meknes, flijink, sirge, seqewêl, qarûfle)

 

- Ev peyva ku em bi kurmancî jê re serhiflt dibêjin, 14 navên wê hene. (serhiflk, sereq, lasar, rikoyî, girik, mirik, riko, rikdar, cazgir, rûsirtik, sehend, mangir, birandoz, kelereq)

 

- Ev peyva ku em bi kurmancî jê re milêb dibêjin, 10 navên wê hene. (Sêgulî, milêb, milhêb, flene, dirgan, sêtilî, duguh, çetel, pêçok, neperûflk)

 

Fermo de îcar ji xwe re lê temafle bikin. Zaravayê kurmancî ku ev e 82 sal in hem qedexe ye, hem jî hewqas di binê zext û cewrê de maye, ev dewlemendiya ku îro tê de heye, di zimanê kêm miletên dinyayê de heye. 

 

Ji ber vê dewlemendiya zaravayê kurmancî, tirsa min bi xwe zêde ji asîmîlasyonê tune. Lê eger asîmîlasyon 8 nav, ji van 16 navên sivnikê bihelîne jî, dîsa 8 nav  di kurmancî de dimînin. Yanî dewlemendiya zimanê kurdî, têra kurdan jî û têra Tirk û Ereb û Farisan jî  dike. 

 

Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim: Bi baweriya min, eger zaravayê kurmancî  jî wek zimanê tirkî di salên sihî de bi awayekî fermî qalibê xwe girtibûna, wê îro kurmancî gelek lewaz û qels mabûna.

 

Lewra li Bakûr, wê nivîskarên zaravayê kurmancî, hertim zimanê tirkî ji xwe re kiribûna rêber. Îcar gava ku mirov zimanekî û çandekê ji xwe re dike mînak, mirov nikare ji sawiya radeya nivîskarên wî zimanî derbas bibe. Lê (spas ji Xwedayê mezin re) ku nivîskarên kurmancî di van 30-40 salên dawî de, nivîskarên van welatên bi pêflketî - wek ingilîz, fresî, elmanî û hwd - ji xwe re dikin mînak û berhemên xwe diafirînin.

 

 

13- DI ÇÎROK Û STIRANÊN FOLKLORÎ DE MÊJUYA KURDÎ

 

Min li jorê gotiye ku hin caran di çîrokan de, bi rastî behsa navê hin pafle, siltan û qiralan jî hatiye kirin. Herweha behsa gelek fler û qaleyên giran jî hatiye kirin.  Îcar bi wê yekê mirov kêm-zêde guman dike, ew bûyerên ku rûdane, di çi sedsalê de bûne.

 

Belge û materyalên Mêjûya Kurdan, di îro de yên herî girîng û li ber çavan, çîrok û stiranên Folklorî ne.

 

Tifltê ku ez bi xwe di lêkolînên xwe de pêrgî wan bûme, ji zemanê Imperetoriya MAD ku niha jê de MED têgotin, bigir hetanî wan Serhildanên Netewî ku di serê Sedsala 19an de dest pê kirine hetanî dawiya Sedsala Bîstî, herweha mêrxastiya fiervanên Azadiyê li pêflberê leflkerên dijminan, bi piranî bi awayê çîrokî û stiranî hatine gotin.

 

 

Ev e çend mînakên mêjûyî ku di çîrok û stiranan de hatine dîtin:

 

- Çîrokên Rostemê Zal: Çewa ku hûn jî dizanin, Imperetoriya MEDan, berî Zayînê di Sedsala 6 û 5an de bûye û dema ku Zerdeflt pêxember derketiye holê, Vîfltasp qiralê Împeretoriyê bûye, kurê wî Esfendiyan serdarê gifltî yê artiflê bûye û Rostemê Zal jî palewanê wî yê yekemîn bûye.

 

- Serpêhatiya Siyabend û Xecê, li deflta Silîva (ya li bakûr) dest pê kiriye, di Geliyê Hewrê re bihuriye, Siyabend li wirê bûye mêrxasê Emer Axa û Tahir Begê ku berpirsyarê berhevkirina baca Osmanî bû dîl girtiye, pifltre Siyabend çûye Rojhilata Kurdistanê, li nêv eflîra fiikakan pêrgî Xecê bûye û li Çiyayê Sîpanê Xelatê jî dawî li jiyana wan hatiye.

 

Îcar balkêfliyeke girîng ev e ku ev bûyerên dîrokî, çewa xwe bi niqutên piçûk bi hevûdu re girêbeste dikin û bi lêkolînan derdikevin holê: Serpêhatiya Hemdîn û fiemdîn, li Çiyayê fierefdînê rûdaye. Huseyn Axa û Ehmed Axa bira bûne û hikumdarên wê herêmê bûne. Îcar ew Tahir Begê ku berpirsyarê berhevkirina baca Osmanî bû, bi fesadî û gelaciya xwe, birayekî (Huseyn) bi yê dî (Ehmed) daye kufltin. Bi wê yekê dawî li desthelatiya Çiyayê fierefdînê hatiye.

 

Îcar li gor hin tifltên ku bi destên min ketine, ji wan tê zanîn ku ev Serpêhatiya Siyabend û Xecê û ya Hemdîn û fiemdîn, di Sedsala Huvdehan de çêbûbin.

 

- Serpêhatiya Mîr Mehmûdê mîrê Cizîra Botan û Siltan Wehdedînê Siltanê Osmanî, wek çîrokeka folklorî ji me re tê gotin. Ji serpêhatiyê zêdetir,  kî bixwaze ku qehremantiya Kurdan bizanibe, bila vê serpêhatiyê bixwîne; kî bixwaze comerdiya Kurdan bibîne, bila dîsa vê serpêhatiyê bixwîne. Kî jî bixwaze eger fedekarî, mirovatî û dilovaniya Kurdan binase, dîsa bila vê pirtûkê bixwîne. Ji xwendinê zêdetir, bila lê birame, fliroveya wê bike û li deqerên wê yên hûr û kûr lêkolîn bike.

 

Ev berhem, ji serpêhatî û çîroktiyê zêdetir, bûyereke mêjûyî ye ku heta niha di tarîtiya dîrokê de mabû, hêj nû bi lêkolîneka min derketiye holê.

 

- Gelek stiranên cuda-cuda  jî hene ku li ser serhildanên neteweyî hatine gotin.

 

Hêvîdar im ku mêjûnasên Kurd, li bûyerên wisa blêkolin bikin, rast û vajiyên wan bibînin û berfirehtiya wan derxînin holê, bikin malê mêjû da her kes pê agahdar bibe.

 

 

14- CUDATIYA ZIMAN  JI TINÊN  SIYASÎ

 

Divê rind bê zanîn ku ji zimanê kurdî re îdeolojî tune. Ji ber ku ziman malê her kesî ye û hebûneke nijadî ya bi serê xwe ye.

 

Herweha di mesela zimên de, cûn û çînayetî, ol û rêçik, partî û komelayetî, zayend û sermaye nîn