Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Heger hebûna me ziman be em winda bûn

 

 Azad Hecer-10/08/07-Elmanya-

Ziman, hebûna milletane û berdewamiya çandê ye. Em Kurd tev vê yekê zanin. Lê em nikarin bi çî bînin. Di her civînek Kurdan'de, axavtina yekê li ser ziman û hebûna ziman'e. "ZIMAN HEBÛNE" bi xeta mezin li jor dinîvisînin.

   Her siyasetmedarek, her hunermendek diaxive, ziman di nav axavtinên wî de derbas dibe. Lê mixabin ku tenê axavtinin. Em tenê li civînan û carna di cejnan de bi Kurdî diaxivin. Û wekî din, çi tiþtên meyî mane tev bi zimanê dagirkire, em bi zimanên wan radibin û rûdinên, diçin û tên. Heya radikevin û hezdikin. Hîna me ji bo xwe tiþt çênekirî em radibin ji bo dijmin tiþtan çêdikin û zimanê wan pêþde divin.

   Em bi malperan destpê bikin û heya ku bighêjin rojnameyan, gelek ji wan bi zimanê dagirkirin. Çiqa naverok, armanc û helwest ji bo Kurd û Kurdistanê be jî, dîsa em alîkariya dijmin dikin, em zimanê wî di nav xwe de pêþdixin. Em destek didin ku mejiyê me were guhertin. Bi vî rengî em wan kesên ku di navbera herdu zimanan de winda ne, wan destek dikin ku bi zimanê dijmin biaxivin û binîvisînin. Ereb, Tirk û Faris pêwîstiya wan bi me tune, Televizyon, malper û rojnamên wan têra wan hene. Ragihandin baþe, baþe ku ew bizanibe em li kîjan astê ne. Lê em êdînî bi zimanê wan xweþiya xwe dibînin.

   Pêþbirka "Husên Çelebî", bi zimanî Tirkî û bi zaravên Kurmancî an jî Dumilî merov dikare tevî bibe. Ka çima Tirkî? Ma heger Soranî ba ne çêtir bû? Aliyê ragihandinê yê din Televizyon, ya ku rolek gelek mezin dilîze. Mixabin sêçarê wan bi zimanê dijmin weþanê dikin. Em ne li dijin ku bi zimanê wan jî weþanê bikin, lê ne heya vê raceyê. Em gihiþtine raceyek ku em di axavtina bi zimanê wan em pê serbilindin. Guftûgo û nirxandin gerek li ser Televizyonê bi zimanê Kurdî bin, ji ber li gor Teleziyonên me, zimanê me hîna þûnde mayî ye.

    Mînaka herî xurt li ser belavbûna zimanê dijmin di nav me de, Televizyona MMC'ye. Gava merov nameyên temaþevanan dixwîne giriyê merov tê, destpêk bi Kurdî ye û naverok bi Tirkî ye.

   Heya dawiyê dîsa sipas an jî bijî serok APO bi Kurdî ye. Rolek mezin li ser piyê van Televizyonane jî, ku vê civakê pêþde bivin.