|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Zimanê yekgirtî

Di nav her zimanekî de devokên cuda hene lê tevî wan
devokan, xwediyê zimanekî yekgirtî ne. Ji ber ku Kurd nebûne xwediyê qewareyekî,
ew ji zimanê yekgirtî bêbeþ bûne.
- Dema wê yekê nîne ku em bêjin devokek bibe zimanê yekgirtî, ev karê pispor û
þarezayan e. Min daxwaz ji serokên zanîngehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kiriye,
karê cidî li ser wê mijarê bikin û hêvîdar im hûn jî tevlî wî karî bibin, ku
karekî netewî ye, bi mercê ku bi piþtbestinê bi zanistî ew kar bê pêkanîn.
E.X-26/6 2007-Dubaî - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya digel nivîskar û rewþenbîrên Duhokê de wisan nerîna xwe li ser pêkanîna zimanê yekgirtî anî zimên. Tekez em karin bibêjin ev bixwe vegerek li ewan kesên ku dixwestin devoka Kurmanciya jêrîn bibe zimanê fermî li Kurdistana azad.. Di raweya gotinê de Serokê Kurdistanê da xuya kirin ku dibe pêkanîna zimanekî yekgirtî bîst sal û sih sal dirêj bike. Lê ne xem e, ya giring zimanekî me yê yekgirtî hebe..Werhasilî kelam, em bawerin divê zimanzanên Kurmanc hewl bidin ku têkevin nava vê kefteleftê û giranîya xwe nîþan bidin. Yan na, hinek lotikvanên ku dixwestin al û sirûda Kurdî biguherin, wê bixwazin zimanê Kurdî jî ji zinar û berqefan werkin û ji hev tarûmar bikin. De ya qenc çi be bela Xwedê wê bike rebbî....