Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ez û saza xwe bi hevre mezin bûn..!!

 

Hevpeyvînek li gel hunermend Zubêr Salih

 Berpirsiyarê Yekîtiya Hunermendên Rojavayê Kudistanê  

 

*- Husên Ehmed :

Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û di asmanê strana Kurdî de bi qedir û qîmete. Wî cihekî bilind girtiye nemaze li ba ciwamêrê gelêrî yên ji stranên resenî hez dikin. Ew stiranên kevnar û têr meqam, dema merov li wan guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil þa dibe. Bezma van strana ji vîna sofîdara ye. Ev curê hanê kirî berbi nemanê ve biçe lewra hunermend Zibêr Salih di hizrê xwe da van sitrana û gewher di wande dîtibû, rabû ji nûve ev sitran þînkirin bi awazên xweyî nazdar û dengê xweyî xweþ û þanaz. Bi vî awayî Zubêr Salih derbasî dil û hinavê guhdaran bû û bandora wî li mirov hebû ta Zubêr Salih bû hunermendekî navdar li hundir û dervê welat. Wî bi awaz û stranê xwe di hofik û þevbihêrkên Kurdan de evîndar dilþa kirin û bêrkal jiyana wan pak kirin, wek melayê cezîrî yê ku bi helbestên xwe agirê evînê di kezeban de gur kiribû

Zubêr Salih

1- Bi kurtî jiyana xwe bi me bide naskirin wek mirovekî navdar

*- Berî her tiþtî ez spasiya we dikim ji bo vê hevpeyvînê. Ez bi navê xwe ê rastî Zubêr Salih têm naskirin. Min qet tucarî navekî din li xwe nekiriye, ez ji malbatek hunerî me. Bavê min dengbêj bû û birayên min muzîkjen bûn. Ez hatim dunyê û tembur berî min li malê daliqandî bû. Di zaroktiya xwe de ez fêrî vê sazê bûm û nayê bîra min ku carekê min nizanîbû li sazê xista. Ez û saza xwe em bi hevre mezin bûn û me gelek tiþtê xweþ û nexweþ bi hevra derbas kir. Di zûtirîn dem de min hewl da go ez stranên xwe bi xwe çêkim da ku berhemê minî taybet hebin. Min ne xwest ez her stranên hunermendên berî xwe bêjim. Di dema me de bê goman gelek zahmetî hebun, lê dîsa jî min ew qeyd þikand û min berdewam kir

2- Tu gelek cûr û þêweya vedhojînê wek stranên þahiyê, yên netewî, hinek stran bezma wan giranin, hinin din bezma wan bi lez û sivik in,  hin þerqî ne û hin xerbî ne. Bo çi ev cûrana giþtik li ba te peyda dibin, di raya te de ev bezmên sivik û bilez mirov di cîhana hunerî de winda dikin, gelo tu bi kude diçi, te rêka çi dibistanê ji xwe re hilbijart, tu di çi warî de hêza xwe ya mûsîqî dib îni.?

*- Li vir dixwazim tiþtekî zelal bikim, min ne tenê helbestên xwe gotine, min helbestên gelek helbestvanên Kurd jî gotine. Wek mînak: Bêbuhar/Tîrêj/Ceberxwîn/Xemgînê Remo/Cafer Taha/Hemîd Dirbas/Ezîz Xemcivîn /Ehmed Huseynî/Kawa Þêxê/Kerîmo/Seydayê Cizîrî/ û gelekên din. Lê min hewl daye go ez awazê kesî nebêjim ji ber taqata min heye û ez ne hewceyî go awazê kesî bêjim. Lê ne kêmasî ke heger ez awazê hevalekî xweyê hunermend bêjim. Çima ez helbestê çêdikim û dibêjim ew jî sedemek xwe heye. Ew sedem ji ber dema ez helbestekê ji hestê xwe çêdikim, wê gavê ez karim ya dilê xwe bêjim û bînim zimên.  Ji ber ez bawer nakim go yek karibe hestê min û tiþtê ez dixwazim bîne zimên. Wek go ez karim pirsa 2 di nerîna min de rengê hunera min rengekî taybete û hestekî nazike. Ez naxwazim wek tu kesî bim, ez dixwazim ez wek xwe bim, wek Zubêr Salih û qet rojekê nefikirîm ez xwe bikim wek kesekî. Ji ber ez jî wek vî xelkî mirov im.

3-Bi nerînek hunerî tu mûsîqa Kurdî çawa dibîni? Nemaze li Kurdistana rojava, ku di nava vê lez û pelobonê de awazên ne durist derdixîne, yê qenc û xerab tevlîhev dike û em mecbûrin li wan guhdar bikin..?

*- Berî ez nerîna xwe bidim, ez xwe bi qwasî wê yekê nabînim go ez nêrîna xwe bidim ser hevalê xwey hunermend û muzîka wan. Lê ez karim bi giþtî li ser hunera me ya rojava biaxivim. Di nerîna min de huner bûye karekî herî hêsan ji bo qezenckirina pera û xwe naskirina bi xelkê. Her yekî go nikarîbû karekî bike, berê xwe daye hunerê. Ji ber ew ya herî hêsane go pera qezenc bike û xwe jî bide naskirin. Lê ev jî wek ew qirþ û qalê go li ber bê dikevin bilind dibin û þewq didin, zû zû dikevin. Lê huner ewe go hunermend her û her bilind bibe, bilind bibe û nekeve û neyê ji bîr kirin,  Gerek em vê yekê zanibin, pir hatin û çûn,  wê bên û wê herin. Hunermendê rast wê wek ew qurmê dara gwîzê yan jî dara xurmê wê her serê wî li jor be û bilind be 

4- Tu xwe himberî kê dibîni ji hunrmendên pêþinde û gelo te tiþtekî nû li wan zêde kiriye? Di vî warî de te tiþtekî xuya bi kar anîye piþtî van salên bûrî?.

*-Ez karim bêjim ez di navbera 2 cîla de derbas bûm. Yek jê cîlê Saîd Yûsif û nemir M. Þêxo. Cîlekî din di pê wan re hat, ez di navbera herdu cîla de bûm yanî dan û stendina min bi herdu cîla re hebû. Min bi nemir M. Þêxo re stran gotin, Saîd Yûsif û cîlê din jî wek Dawid Edwanî û Ebdulqadir Silêman, Nezîr Mihemed û gelekên din. Heger tu bixwazi nas biki bê ez di nav hevalên xweyî hunermend de li kîjan qatê me, ez dibêjim ez ji kesî ne çêtir im. Ez wek her hevalekî xwe me. Lê di destpêkê de min got û ez naxwazim wek kesî bim. Ez dixwazim di hunerê de rengekî minî taybet hebe û ez bawerim heye. Lê min çi li muzîka Kurdî zêde kir, ez karim bêjim min gelek lê zêde kir. Min 19 berhem zêde kir û ev tiþtekî ne hindike. Yanî li dor 200 stranî min zêde kir û ev jimarek ne hindike  

5- Tu ciqasî xwe bi cîh û warê xwe ve girêdayî dibîni, bandora cî çiqasî li te heye û gelo ev bandor di awaz û stranên te de xuya dikin ? Çi bandore Kurdistana serbixwe li  te hebû dema tu çû serdana wê  ..?

*-  Birastî bandora cîh li ser mirov gelek heye û ev yek li ba min  hat diyarkirin dema ez ji welat koçber bûm û hatim welatê biyanîyê. Hatina min 5 sal ji hunera min paþ xist. Ji ber  min 5 sala tu berhem dernexist û sedem guhertina cih bû. Ji ber dema ez li welat bûm tim hezkirên min doza stranên nuh li min dikirin û min jî xwesteka wan pêk tanî. Lê li van welatan  mirov ji civaka xwe dûr e û kesî nêzîkî te go te tev bide tune. Ji bo vê yekê tu jî ji bîr diki go tu hunermendi û çavê gel li riya stranên te ne. Sedema herî mezin dûrbûna ji civakê ye

6- Wek hunermend çi taybetmendîyên te hene di werê miz û xêvzanînê de? Hunermend çawa bi nav û deng dibe di jêr vê qerebalixa ku perda guhê merov diteqîne..?

*- Bingeha min malbata min bû go min xwe li ser wê bingehê ava kir û hezkirina min ji muzîkê re

7- Tu sermiyanê xweyî giyanî û merovanî ji ku distîni? Tu bi peyv û goteyên ku bandora wan li derûna merov heye dewlemendi, bêgoman te bi jîrbûn û jêhatî û hizrê nazik wateyek nûjen daye bêjeyên Kurdîya kevnar. Gelo ev taybetmendî li  ba Zubêr Salih tenê peyda dibe?

*- Wek berî ana min got, civak ji bo hunerê û hunermend pir giringe. Ez timî hewl didim go naveroka strana min ji nav çîrokên civaka min be. Ez tim derdê gelê xwe tînim zimên û ji bo vê yekê ez hatim hezkirin û qebulkirin.  Ji ber min derdê gelê xwe tim di stranê xwede digot, çi evînî ba û çi civakî ba, çi welatparêzî ba û gelek tiþtê din, ez tim bi zimanê gelê xwe diaxivin û ev tiþtekî pir giringe. Ji ber wê gavê gelê te dibîne tu êþa wî tîni zimên, ji lewra tu cihê xwe di dilê gel de çêdiki û min tucarî gelê xwe bi stranê xwe ne xapandiye. Ji ber ezjî yek ji vê civakê me  

8- Gelo raste ew peyva dibêje ( peyva xweþ, awaza baþ û vehojîna qenc ) sedema biserketina  hunermende, tu dibê çi.?

*- Bê goman ev raste. Wek min got, dema tu bi zimanê gel strana xwe þirove diki, wê çaxê tu milet ber bi xwe ve dikîni. Û birastî gotinên ez hildibijêrim tim balkêþ û xweþ in. Ez tucarî stranekê nabêjim heger ez jê ne razî bim. Ez tim li nav serpêhatîyên gel ê evînî û civakî digerim. Bi taybet ji bo vê yekê ez dibînim go ciwan û pîre mêr û her beþ gel ji min hez dikin û heta zarok jî. 

9- Piþtî vê kuça dirêj tu çi sudmendiyê di hunerê xwe de dibîni? Te li welat û derve gelek ilbom, hofik û þevbihêrk pêþkêþkiri.Te cê xwe di nav hunermendên Kurdî de çêkir. Gelo Zubêr Salih gotina dûmahî çi dibêje? Gelo bi saya  te wê stirana Kurdî pêngavek hêja bi aliyê hunera resen ve bavêje.?  

*- Di vê riya dûr û dirêj go ev bêhtirî 30 sal ez di nava hunerê de kelîyam, bê guman min gelek da hunera xwe hunera Kurdî û min gelek jî  jê stend. Birastî ev pirs gelekî giringe û bi çend gotina nikarim bersivê bidim. Ji ber min di jiyana hunerê de gelek tiþtên xweþ û piroz dît. Min gelek hevalên xweþ û delal nas kirin. Min gelek þevên di bin ronahîya kesk û sor û zer û þîn de derbas kir û li ser sehna medya Kurdî min pir stranên xweþ gotin. Min gelek bajarên go insan bi hisreta dîtina wan in min þevên xweþ li wan bajaran derbas kir. Li gelek paytextên dunyayê geriyam û ev bajarê ez diçûmê tim hezkiriyê min pêþaziya min dikirin, tim bi rûyê xweþ bi min re dikenîn û gelek tiþtên din. Lê min jî gelek ji jiyana xwe da vê hunerê. Ez bi þevê dirêj bê xew dimam ji bo ez stranekê xweþ çêkim. Xelk diketin xewê ez dimam þiyar. Hevalê min diçûn seyrangehan ez dimam di malde ji bo helbest û stranek nuh biafrînim. Ji bo strana ((sebah al xêrî xana min)) bi rastî vê stranê gavek mezin da min, lê nayê wê wateyê go ev strana minî herî xweþ e. Na, ji ber min gelek stranên wek wê çêkirin lê ji ber nehatin weþandin, wek (sebah al xêrî xana min) nehatin naskirin jî. Wek wê min 10 helbestên Cizîrî awaz dan û tev xweþ kirin lê nehatin weþandin û riya xwe nedîn. Heger ez her tiþtî bêjim,  wek min got ev bêhtirî 30 sal hunermend im. Mere nikare tevî di hevpeyvînekê de bîne zimên. Li vir ez pir pir spasiya we dikim  ji bo vê hevpeyvînê û ez pir kêfxweþ im go hevalê minî hêja (Husên Ehmed) ev hevpeyvîn bi min re kir. Spas dikim ji bo malpera we û serkefin ji ber kar û xebata we

Wergera pirsan û pêþgotinê ji zimanê Erebî: Zagros Osman