Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Hunermendê nazik Zubêr Salih

 

Lotikek Li PALTALKê  Xist

ü jêre got bay bay

 

Kezebþewityo-01/12/07-Dîwanxana Paltalkê-

Rebenê Zubêr Salih, ev 6 salin ji xelkê re di koçk û dîwanxanên Paltalkê de strana dibêje ü qet rojekê xwe giran nekir. Qirûþek jî ji kesî nestend, tî û birçî li kodka tembûr û biziqê xist. Zubêrê me koçk bi koçk digeriya, xwedê heye xelk pir jê razî bûn. 

 

Lê di dema dawî de hinek tevhevî çêbû û êdî di koçkan de rêzgirtin nema, koçk bûn wek hol û gasîna garanê. Ewî jî rabû biryar da go koçk û dîwanxanên Paltalkê li xwe heram bike. Wek meselok dibêje „Li nav mezelan ranezê ü xewnên nexweþ nebîne!“

 

Lê disa jî ji lotikên koçkan ü rexnên fesad û ewanên bê rêz xelas nebûn mixabin.

Îro þerê birakujîyê dest pê kiriye

Ez dibêjim birakujî ji ber vê bû, hinekên go xwe ji Zubêr re wek bira didîtin,  

îro rabûne þerekî dijwar li dijî wî bikartînin û wî didin ber lotik û pehînan .

 

Malnexerabê Zubêr Salihê me jî ji gotinên bê rêz hez nake û 

ü ji ber gotinek biçük dide lotikan.

 

Werhasil, hêvîdarim ev lotik bi dawî bên ü kes kesî neêþîne.

Heta lotikek din bimînin di xweþîyê de yabo!